Romana kurdî ji kengê de heye?

Berî ku em bersiva vê pirsê bidin, em dixwezin, ji xwendevanên hêja re, ji kelepora me ya gelêrî serpêhatiya Memê Ewan pêşkêş bikin. Lê belê emê bi kurtahî di ser bûyeran re derbas bibin û nekevin tiştên hûrik. Tenê bi vî awayî em dikarin di çarçewa gotareke rojnamevanî de destaneke dûr û dirêj bidin naskirin. Li gor dengbêjên Kurdan çêrok wek li xwarê ye. Me bingeha destanê ji kasêta dengbêj rehmetî Hesnazî biriye:

Memê Ewan kurê Aslan Begê ye. Ev Malbat ji mezinên bajarê Cizîra Botan in. Piştî mirina bavê wî, dayîka Memê, Siltan Xanim diçe keça Ehmed Begê ji kurê xwe re dixweze. Navê keçikê Eyş e û hin birayên wê jî hene. Siltan Xanim gelek jîr e û berî ew dest bi axaftina xwe bike ji Ehmed Begê dipirse, ka çiqas Eyş li ber dilê wî şêrîn û biha ye. Ehmed Beg dibêje, ku li ba wî tu cidahî di navbera keçan û xortan de tune ye. Siltan Xanim dibêje yanê di her warekî de wisa ye; di mal û mîrasê de jî wisa ye?. Ehmed Beg dibêje belê di her warekî de wisa ye.

Di pey re ew tên ser pirsa xwestina Eyşê, ew bi hev razî dibin û qelengê wê dibirin. Hîngê Siltan Xanim ji Ehmed Begê re dibêje: Te got ku li ba te tu cidahî di navbera keç û xortan de tune ye, ka çi ji mal û mewalê te dibe para Eyşê?. Lê belê, Ehmed Beg ji gotina xwe venagere û bang yên xwedî qelem û defter dike, ku bihejmêrin, ka çiqas mal û mewal li keça wî dikeve. Ji zeviyan, ji beyaran, ji baxçeyan, ji aşan, ji nava malê, ji zêran, her tiştî dihejmêrin û para Eyşê dide wê. Bi vî awayî, Siltan Xanim bêtirî qelengê ku dabû Ehmed Begê vedigerîne mala xwe.

Siltan Xanim bûka xwe tîne, ew zemawenda (dawet) xwe dikin û kurê xwe dizewicîne. Memê Ewan, xortê ciwan çil rojî ji mal dernakeve. Piştî çil rojî ew carekê derdikeve nav bajarê Cizîrê û li kolan û qehwexaneyan digere. Ew dibîne ku rûmeta wî di nav gel de hatiye şikestin. Gel silava wî ne mîna berê bi germî, lê belê bi dilsarî vedigerîne û rûyê xwe jê diguhêre. Ev rewş gelek li zora wî diçe, ew tê mal û sond dixwe, ku ewê ji bo heft salan ji Cizîrê derkeve û venegere.

Mem li hedbanê (hespê) xwe siwar dibe û ji Cizîrê derdikeve. Lê belê di nav heval û hogirên wî de tevliheviyeke mezin pêktê û her yek ji wan radibe û dide pey Memê. Heftsed siwar li ser Kaniya Xulamê ji pa re digihînin wî. Ew çiqas hewl dide ku siwar vegerin malên xwe, lê belê ew her bi biryar in û dibêjin em ji te naqetin û tu kûve biçî emê li gel te bên. Memê Ewan bi heftsed siwarên xwe ve berê xwe didin welatê Misirê. Piştî du hefteyan ew digihînin îskela wî welatî. Mem ji siwarên xwe re dibêje: Hûn li vir bimînin, ezê biçim pêrgîna Mihemed Alî Paşa, paşayê Misirê.

Gava ew bi hewşa qesra paşayê Misirê dikeve, çavên Mihemed Alî Paşa di pencerê re li pergala Memê dikevin û ji ber ku ew bi xwe jî Kurd e, ew ji Xwedê de bi hatina vî siwarê Kurdan gelek şadibe. Ew fermanê dide dergevan û pêwanên xwe û dibêje: Vî mirovî ji min re bînin jor. Mem digihîne jor û Mihemed Alî li wî temaşe dike, ku siwarekî Kurdan e, bi xemil û xêzen giran e û wisa xuyaye ku ew ji mal û malbateke bi nav û nîşan e. Ew jê dipirse: Ka bêje tu çi dixwezî û arzûya dilê te çi ye?. Ew dibêje: Bi Xwedê hema min nav û dengê te bihîstiye û ez hatime ba te. Ew gelek dikene û şadibe û ji wî re dibêje: Ma qey cihê te li ba min nîne. Kurê min ka bêje tu bi tenha xwe yî yan jî heval û hogirên te jî hene. Mem dibêje: Paşayê min! Ez ne bi tenha xwe me, hin siwarên min jî bi min re hatine. Paşayê Misirê dibêje: Baş e, here hevalên xwe jî bîne hewşa qesrê. Gava siwar tên, Mihemed Alî dibîne, ku ne yek û dudo ne, lê belê heftsed siwar in. Memê Ewan dibêje: Paşayê min her xercî  û derhatina diravî (mesref) li ser min e.

Siltan Xanimê û jina wî Eyşê hekîba wî tijî zêr kiribûn, lê belê hesabê heftsed siwar nekiribûn. Dîsan jî, Mem roja pêşîn sed zêrî xerc dike. Roja dudowan dike dused û ya sisêyan dike sêsed û her wisa. Bi vî awayî ew di çavên xelkê de tê xuyakirin. Lê belê Mihemed Alî jêre dibêje: Kurê min! Bi vî awayî nabe, çiqas pereyên te pir bin jî, dîsan wisa nabe. Min ji te, ji rabûn û rûniştina te gelek hezkiriye, ka em çareyeke din bibînin. Gava hevalên te jî razî  bibin, ezê her yekî ji wan bikim delametkar (wezîfedar) û mehaniya her yekî ji wan deh zêran bidim wî. Mem bi hevalên xwe re li ser vê pêşneyarê dipeyive û dibîne, ku pêşneyar bi dilê hemiyan e. Ew dibêjin ma qenê emê herin nava xelkê, mayîna me li vir, gişt bi ser hev de, ne tu jiyan e. Bi vî awayî hemû heval û hogirên Memê li welatê Misirê dibin delametkar û Mem jî li qesrê dimîne.

Roj û sal zû derbas dibin û Mem carekê dihejmêre, ku heft salên wî qediyane û ew hên jî ji nava qesrê nehatiye der. Rojekê bihna wî gelek teng dibe û radibe ji nava qesrê derdikeve. Ew dikeve devê kolan û çarişiyan. Ha li vir, ha li wir, li nav baxçeyekî rastî dayîkekê û zarokekî şeş- heya heftsalî dibe. Ew ji Xwedê de ji wî zarokî hezdike û dixweze wî maç bike. Dayîka zarok hîzar û perde bi ser çavan de berdaye. Mem li ber Xwedê digere, ku bayekî xurt bê û wê perdeyê ji ser çavên wê dayîkê bifirîne, daku ew rûyê wê bibîne. Bi fermana Xwedê ba radibe û hîzar ji ser çavên jinikê dipeke. Gava çavên Memê li rûyê jinikê dikevin heş ji serê wî diçe û dikeve xwar.

Zûka nûçe digihîne pêwan û nobetdarên qesrê û tên wî dibin eywana Mihemed Alî Paşa. Xizmetkarên qesrê hinek ava sar li ser çavên wî dikin û pêre pêre hiş tê serê wî. Paşa ji wî dipirse, ka çi çêbû û çi bi serê wî hat; û jê tika (rica) dike, ku ew rastiyê jêre bêje. Ew bersiva wî dide û dibêje: Ez zavayê çil rojî bûm, min jin û dayîka xwe li şûn xwe hiştin û hatim di vî welatî re derketim. Gava çavên min li nav baxçeyekî welatê we li dayîk û zarokekî ketin, jin û dayîka min hatin bîra min û min ji xwe re got, ku dibe niha zarokekî min mîna vî kurikî hebe….

Mihemed Alî got: Ne xwe, jin û dayîka te ji pa re hene û ev heft sal in tu li vî welatî yî û li wan napirsî, ev tewanbariyeke gelek mezin e. Li gor zagona me, divêt tu bêyî daleqandin (îdam kirin). Bi sedema vê bûyerê, doza Memê diçe pêş dadegeha bilind û biryara kuştina Memê tê standin.  (Di stranê de li vî cihî, mîna ser sehna tiyatro, dan û standineke dûr û dirêj li ser pirsa biryara îdamê derbas dibe). Lê belê, dilê Mihemed Alî bi wî dişewite û, ji ber ku ji wî pir hezdike, ew biryarê mihor (îmze) nake. Lê, jêre dibêje: Nanê te li ba min nema û divêt tu vegerî welatê xwe.

Hevalên wî hemiyan dicivînin û bi fermana Xwedê hemû jî sax in, ne tukes nexweş e û ne jî tukes miriye. Pereyên wan dihejmêrin û her kes mafê xwe distîne. Mem ji qesrê bi rêdikeve û tê li ber îskelê bi hevalên xwe re dicive. Lê dîsan jî destên Mihemed Alî jê naqetin û ew bi xwe jî pêre tê ber îskela bajêr. Wan hemiyan li keştiyeke mezin siwar dikin û Mem dixweze êdî xatirê xwe ji paşayê Misirê bixweze. Dîsan destên Mihemd Alî ji wî naqetin û ew jî li gel hin alîgirên xwe, bi wan re, di nava deryayê de bi rê dikeve. Piştî epê dem derbas dibe, ew xatirê xwe ji wan dixweze û bi keştiyeke biçûk vedigere qesra xwe.

Piştî çend rojan keştiya wan digihîne cihê armanca xwe û êdî lengeran berdide binê avê. Memê Ewan bi siwarên xwe ve li îskela Îskenderûnê peya dibin û berê xwe didin bajarê Cizîra Botan. Ew bi şev dora saet dudowan digihînin ser Kaniya Xulamê. Memê Ewan ji siwarên xwe re dibêje hûn li vir bimînin ezê bi nehînî biçim û binêrin ka rewş çawan e. Çiqas hin heval hewl didin ku li gel wî bên, lê belê ew wan paşve vedigerîne û dibêje ezê li saet 5an, dema berbangê vegerim ba we. Ew ji xwe re dibêje divêt pêşî ez bibînim ka tukes ji mala me heye yan na. Dayîka min Siltan Xanim dibe ku her û her miribe!. Ma gelo çi bi serê Eyşê hatibe!. Bavê Eyşê zordar e, ma gelo piştî mirina dayîka min ew biribe û bi darê zorê dabe mêrekî xelkê. Divêt ez binêrim, ka rewş çawan e. Bi van fikir û ramanan, Mem digihîne nava Cizîrê û diçe ber deriyê qesra bav û kalan. Ew ji xwe re dibêje, heke dayîka min miribe û Eyş jî çûbe, ma gelo kî niha di mala me de radibe û rûdine? Ma gelo ez deriyê malê bikutim an ez çawan bikim? Divêt ez binêrin, ka çi heye. Ew destê xwe radike û dixweze deriyê derve  bikute, lê belê derî bi xwe vedibe. Ew mat dimîne, çima deriyê malê ne bi kilît û ne medelkirî ye. Ma gelo mana vî tiştî çi ye!?. Heke Eyş li mal be, ne xwe niyeta wê xirab e û ji lewre divêt ez wê biceribînim. Ew bi şala xerzanî ser û rûyê xwe hemû digire, ku tenhê çavên wî xuya dikin. Ew digihîne ber deriyê hundir û dibîne, ku ew jî ne kîpkirî ye. Mem derbas koşka Siultan Xanimê dibe û dinêre, ku dayika wî fiş fiş di xew de ye. Ew dibêje gelek şukir û spas ji Xwedê re, ku ez hatim û min dayîka xwe dît û ew hên jî zindî ye. Lê ji xwe re dibêje heke ez dayîka xwe ji xew rabikim, ez bi saetan nikarin xwe ji destên wê xilas bikim û nema di dema berbangê de digihînim ba siwaran. Baştir e ez bi roj bêm û bi şahiyeke mezin wê hembêz bikim. Mem vê carê diçe koşka Eyşê, li ber nivîna wê radiweste û dibîne ku ew jî di xew de ye, lê belê li tenîşta wê hinekê mitêl bilind e. Gava mitêlê radike, dibîne ku zarokekî şeşsalî di hembêza Eyşê de razaye. Hey wax ez bi gorî! Yê ku min li meydana Misirê dîtibû ma ne tu bi xwe bû, Mem wisa ji xwe re dibêje û xwe xwar dike û zarok maç dike. Hîngê ew baş dizane, ku zarok kurê wî ye. Ji ber ku Mem, ji ber nekilîtkirina derî, di dilsoziya Eyşê de ketiye gumanê ew dest bi planê xwe, cilên xwe ji xwe dike û destê xwe carekê davêje pêsîra Eyşê, navbera cotê memikan û pêre dadikeve. Eyş çavên xwe vedike, destê Memê paşve têvedide û dixweze biqîre. Le belê Mem destê xwe dide ser devê wê û dibêje dengê xwe neke ez evîndarê çavên te û bejna te me, ez îşev hatime ba te. ( Li vî cihî di destanê de bizav û diyalogeke dûr û dirêj di navbera Eyşê û Memê Ewan de berdewam dike). Çiqas Mem hewl dide, ku helwesta Eyşê biguhêre, lê belê Eyş paqij û şîrpak derdikeve û bi tu awayî bê şerefî û tolazîyê napejirîne. Ew hergav dibêje: Bê edebo! Şîrheramo! Min kengê soz û civan bi te re berdane? Ji lana şêran derkeve, ez tiştên kirêt nakim, ez keça dê û bavê xwe me. Gava Mem dibîne, ku tu çare li Eyşê nabe, ew bi namûs û şeref e, hindî ew şala xerzanî ji serê xwe davêje û dibêje: Xezala min ez Mem im, mêrê te me. Eyş dibêje: Tu dixwezî dest bi dek û dubareyan bikî û niha xwe wek mêrê min bidî xuyakirin?! Şîrheramo ji mala me derkeve, mêrê min ne li mal e. Di wê rewşê de, Mem êdî nizane çawan baweriya Eyşê bi xwe bîne û dibêje tu çi nîşanên Memê Ewan nasdikî, ma tu soraniya (xençera) wî nasdikî ku ez şanî te bidim. Eyş dibêje belê ez sonaniya Memê nasdikim. Hîngê Mem soraniyê ji nava xwe vedike û davêje pêşiya Eyşê. Ew lê temaşe dike û dibîne, ku bi rastî jî soraniya Memê Ewan e. Lê belê ew dibêje: Tu dixwezî min bixapînî, binê te soranî ji kû diziye, yan jî mêrê min miriye û te bi çi awayî soraniya wî bi dest xwe ve aniye. Mem vê carê dibêje: Baş e hên tu çi nîşanên din yên Memê dizanî. Eyş dibêje: Li ser milê Memê yê rastê mangek bi qaserî nîv mejdiyekî heye. Hîngê Mem destê xwe davêje ser milê xwe, gumlekê xwe diçirîne û nîşana ku Eyşê xwestiye şanî wê dide. Eyş carekê hûr li pergala Memê dinêre û êdî rûyê wî tê bîra wê. Bi vî awayî guman li ba Eyşê namîne.

Piştî ku tu guman li ba Eyşê namînin, hîngê ew rastiyê dibîne û têdigihîne, ku Mem ji rêya dûr vegeriyaye û ew bi tenha xwe hatiye daku rewşa malê temaşe bike. Mem ji Eyşê re dibêje divêt ez serê berbangê vegerim ser Kaniya Xulamê ba hevalan û emê tev bi hev re serê  beyanê werin nav bajarê Cizîrê. Lê ji ber ku min hên xew nekiriye û em ji rêya dûr hatine hema ez hinekê rakevim û divêt tu min piştî nîv saetekê ji xewê rabikî. Bi vî awayî Mem serê xwe datîne û di demeke pir kin de dikeve xeweke giran. Gava Eyş bi tenê dimîne û ew jî ne têr xew e, ew jî di xew ve diçe.

Wek her rojê, serê berbangê Siltan Xanim ji xew radibe û tê ber serê neviyê xwe, ku bibîne belkî mitêl ji ser wî çûbe. Gava ew tê ber nivîna Eyşê, dibîne ku mantorekî mêran di ber wê re razaye. Wey Eyşê çavên te kor bibin! Siltan Xanim di ber xwe de dibêje. Hey hawar ! Ev çi fêşa giran e. Ez çawan bikim, ku van herdu bê şerefan bi derbekê bikujim. Gava ez Eyşê bikujim, ev tolazê han dê bazde û gava ez wî bikujim, hîngê Eyş dê ji nav lepên min bifilite. Lê çawan be, divêt ez evê şîrheram bikujim; Eyş jineke û çawan be ew li vê cîhanê ji dest min xilas nabe. Bi van ramanan, Siltan Xanim biryara xwe dide, ku pêşî mantoreyê razayî bikuje. Ew dibîne, ku xeçerekê li ber seriyan e. Çav li serê Siltan Xanimê sor bûne û nema tu tiştî nasdike. Hema destê xwe davêje xençerê û wê ji qin dikişîne. Çiqas hêz di wê de heye, dide nav milên Memê û têvedide; xençerê di sîngê wî re derdixîne. Xwîna sor diherike nav nivînê û Eyş ji cih radibe ser xwe û dibîne, ku Mem di xwînê de digevize. Wey mala te bişewite Xanimê! Te Mem kuşt! Eyş dike qêrîn. Gava Siltan Xanim rûyê Memê dibîne heş ji serê wê diçe û dikeve. (Di stranê de li vir jî dîsan dialogeke pir xemgîn li ser zimanê Eyşê pêk tê).

Eyş radibe ser xwe, cilên Memê li xwe dike û berê xwe dide ser Kaniya Xulamê. Ew hinekê dengê xwe stûr dike û ji dûr ve ji siwaran re dibêje: Êdî werin her tişt temam e. Ew zûka xwe digihîne mal, hedbanê Memê dixe tewlê û cilên xwe yên bûkaniyê li xwe dike. Gava siwar digihînin ber deriyê qesra Memê û dixwezin derbas bibin. Eyş dibêje bibihurin, Mem gelek westiyabû û xwest hinekê xewa xwe bişikîne. Wî ji min re got, gava siwar hatin, bila ji kerema xwe li dema taştiyan nivîna min deynin hewşê û hîngê min ji xewê rakin. Siwar dibêjin ma em heft salan bi wî re man, emê niha jî du saetan li benda wî bimînin. Dema taştiyan heft-heyşt siwar tên û nivîna Memê hêdîka dadixin hewşa qesrê û hefsed siwar li dora wî dicivin. Eyş bi xemil û xêza xwe ya giran diçe ber serê Memê û bi lorîna xwe serpêhatiyê dibêje û mitêlê ji ser çavên Memê radike. (Destana Memê Ewan li vir bi dawî dibe).

Piştî me ev destana gelêrî bi kurtahî pêşkêş kir, emê niha vegerin ser pirsa xwe ya destpêkê: „Romana kurdî ji kengê de heye“.

Di vê dema dawîn de, di navbera nivîskar û rewşenbîrên Kurdan de dan û standineke pir germ û hin caran jî pir tûj li ser pirsa romana kurdî heye. Di vê babetê de tiştê nebaş ew e, ku hin nivîskar dixwezin bi cîhanê bidin bawerkirin, ku romana kurdî berê tune bû û li ser destê wan hatiye afirandin. Ev helwesta nedurist, ku li ser bingeha înkarkirina hebûna çand û zimanê Kurdan pêktê rûreşiyeke mezin e. Li cihê ku ew nivîskar hewl bidin afirandinên xwe wek berdewamiya geşbûna çand û kelepora gelê Kurd bidin xuyakirin, dikevin xefika dijmin û avê dibin ser aşê wî; û di encamê de çand û zimanê me înkar dikin. Înkarkirina çand û zimanê Kurdan mana xwe înkarkirina gelê Kurd û neteweya Kurd e. Bav û kalên me gotine: Dar li ser damarên xwe, di nav axa xwe de xurt e. Mezinahiya mirov (mezinahiya nivîskar) berî her tiştî di nav gelê wî de pêktê. Mirovê ku di nav gelê xwe de ne mezin be, di cîhanê de jî mezin nabe.

Bi bîr û baweriya min, serpêhatiya Memê Ewan romaneke kurdî ye û ji aliyê pisporekî ve hatiye nivîsîn. Lê belê em navê wî(wê) nizanin. Roman bi naveroka xwe gelek balkêş e û mîna ya nivîskarên ewropayî ye. Em naxwazin li vir li ser hêmanên (element) wê rawestin. Bila ev ji xwendevan û nivîskarên Kurd re bimîne. Bi taybetî ji bona ew camêrên ku xwe mîna avakerê romana kurdî didin naskirin. Ne bi dehan, lê bi sedan destanên mîna Memê Ewan di bermaya me ya gelêrî de hene. Kurdistan gencîneya destan, stran, roman, çîrok û efsaneyan e. Gava hinek wan nasnekin, mana xwe ne ew e, ku ew tune ne. Gava em nivîskarên wan nizanibin, mana xwe ne ew e, ku ew bê xwedî ne. Ka em li vir nivîsandina Ewliya Çelebî bînin bîra xwe, gava ew şahidê talankirin û şewitandina pirtûkxaneya Bedlîsê bû. Ewliya dibêje: „Bi barê hêştiran pirtûk ji pirtûkxaneya Bedlîsê hatin avêtin û şewitandin. Min pirtûkek ji dest leşkerekî Tirk girt ….“ û naveroka wê pirtûkê ji me re dibêje. Ma gelo! Ew çi pirtûk bûn? Yên kê bûn? Roman di nav wan de hebûn yan tune bûn? Kî dikare bersiva vê pirsê bide. Ma gelo pirtûkxane tenê li Bedlîsê hebû? Yan jî li nawenda mîrîtiyên din jî hebûn?. Tenê gava gelê Kurd rizgar bibe dê hin rastî derkevin holê û mixabin hin rastî jî dê tucar neyên ber ronahiyê. Dîroka mirovatiyê bi giştî jî wisa ye, ku tenê em hin tiştan jê dizanin.

Lê belê ka em vegerin ser pirsa romana kurdî bi form û naveroka ku hin kes tenê wisa wek roman dipejirînin. Yanê roman divêt pirtûk be, li ser kaxezê hatibe çapkirin, qabê wê bi reng be, navê nivîskar û navê romanê li ser xuya be. Divêt berî her tiştî navê çapxaneyê li ser be û ISBNa wê hebe….. Emê di vî warî de hema zaravayê Başur qet nînin nava mijarê û tenê du nivîskarên Kurd wek nimûne bidin, ku bi zaravayê Kumanciya Bakur roman nivîsandine. Cegerxwînê nemir – ji bilî helbestên xwe – hên di sala 1948an de romana xwe ya bi navê Cîm û Gulperî daye çapê. Di salên pêncî de romana wî ya duwem Reşoyê Darê kete çapê. Ev romana xweş, hên di wê demê de, li Başurê Rojava di xelekên gel dihate xwendin. Yanê berî ku hin nivîskarên me yên ciwan hên ji dayîka xwe bibin. Nimûneyê duwem nemir Ereb Şemo ye, xwediyê romana Şivanê Kurd û hin pirtûkên din e û her wisa û her wisa….

Niha êdî  bila xwendevan biryara xwe bide, ka romana kurdî ji kengê de heye.

Mustafa Reşîd-Pen-kurd.org

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply