Yekşem , Berfanbar 16 2018
Home / Danasîn / Pirtûknasîn / Romana Herimî û Şopa Ji Me Mayî

Romana Herimî û Şopa Ji Me Mayî

Bavên Bakurê Keskesorê dibêjin; 
“Hesûdî û xayînîyê pergala qewmekî belawela kir û mala me şewitand.”

Keç û kurên Bakurê Keskesorê dibêjin;
“Em ê hilnegirin têkçûnên we ku we wekî qeder ji me re hilbijartine.” 

Na! Dibêjin keç û kur, “Na, wiha hatîye wê wiha neçe!”

Na, sed û bîst car na! “Siwar hatiye wê peya biçe!”

Sal û nîvek berê û şeveke têr kêfxweşî bû.

Bawer Rûken li pêşberî min rûdinişt, Yildiz Çakar li tenişta min û me şekirên wêjeya kurdî dişikandin… Min pirsî ji Bawerî; “Biracan, tu niha li ser kîjan karî yî?” Li min vegerand; “Ez niha li ser romanekê dixebitim, van rojan ez ê bispêrim weşanxaneyê.” Ez ji xwe re bişirîm. Bawer, hay jê tunebû ka çima ez dibişirim. Halbûkî min jê pirsa karê ku mirov pê pere qazanc dike, kiribû…

Nîv saet di navê re neçû, agahîya ku min hilda, ji min re digot; “Tu ji karê xwe yî mamostetî hatî avêtin…”

Û piştî sal û nîvekê, Romana Bawer Rûken, a bi navê Herimî, derket û romanê ji min re got; ““Kar ew e ku şopek ji te bimîne, ne ew e ku pere ji te re bihêle…”

Herimî, romana serûbinohevkirina herimîna civaka kurd e. Roman, ji çend alîyan ve berê xwe dide civak û kesîdeyên kurd û herîmînên ku nekarîne xwe di taldeyên dîwarên qedexekirinan û di berqefên şikeftên tarî ên gerdîşî de xwe vedizin, aşkera dike û tîne li nav çavên me dixe.

Serê pêşîn min divê bêjim; ji bo berhemeke wêjeyî ku di hindava xwe de serkeftî û di tala xwe re têr û tije ye, çênabe ku mirov rabe ji bo wê peyvên ‘pesnên pûç’ bide dû hev û wê bike kelûmeleke berrizînê a populerîteya kapîtalîst…

Romana bi navê Herimî, bi kolana beşek ji bîra trajîk a kurdan hiş li me şîyar dike û em pêşî ji vê şîyarbûnê hinekî aciz jî dibin. Ji ber ku tem û meyla me her tim li ser jibîrkirinê ye… Lê Herimî, bi biryar e, ew ê alîyên me ên paqijmayî, yanî êşên me, digel herîmîbûna me ku bi destkarîyeke dereke li me hatiye genîkirin, bîne dayne ser sifreya me, pêşbergeha me û car din car din hiş li me şîyar bike…

Robozik, hêrs û cegerdarîya gelê Bakurê Keskesorê, zilm û zordarîya Dewleta Mîrkutyayê ku êdî ew dikare ji bo xwe bêje, min pênaseya ‘zilma qedîm’ heq kiriye û kevirên ku di destê zarokan de ne û berpêyî zilmê difirin û hey difirin… Na, ên ku difirin ne tenê kevir in, di heman demê de, serhişkîya gelê Keskesorê ye ku tu gule û bombe nikare wê bişikêne. Û sî û çar zarokên ku li dara hêjîrê bûne mînak… Ku ew ê her û her zinaran qul bikin û car din û car din şîn bibin…

Û zarokên Bakurê Keskesorê ku di çav Dewleta Mîrkutyayê de, ne ji vê dinyayê ne û gotina wan; “ev zarok hêjayî mirinê ne.”

Lê zarokên Keskesorê, ji bo vê gotina Dewleta Mîrkutyayîyê, ji bo pêkanînên wan ên di haveyna xwe de herimî, pirsa ‘çima’yê ji xwe û ji wan nakin… Minet li wê dera hanê ye û sekinîna li ser vê pirsê, ne hêjayî dilrehmîya dayikên wan ên êşhewîn û xemxur e. Loma jî zarokên Bakurê Keskesorê, li ser gotinên ‘bav’ dimînin ku ew ê bi lixwemikurhatinekê li me aşkera bikin ka ‘çima ye’ ev zilm û zordestîya ku em dibêjin qey êdî ew ê neqede…

Bavên Bakurê Keskesorê dibêjin;
“Hesûdî û xayînîyê pergala qewmekî belawela kir û mala me şewitand.” (r, 15)

Keç û kurên Bakurê Keskesorê dibêjin;
“Em ê hilnegirin têkçûnên we ku we wekî qeder ji me re hilbijartine.” (r, 15)

Na! Dibêjin keç û kur, “Na, wiha hatîye wê wiha neçe!”

Na, sed û bîst car na! “Siwar hatiye ew ê peya biçe!”

Roman, bi neyînkirineke bi vî rengî, dest pê dike kêlî bi kêlî, bêhna herîmînên ku di hişê me de li me genî bûne, dixe bêvila me.

Paşê? Paşê pîrozwerîya zarokê kurîn û nûra Xwedê ku ji zikmakî ve li ser serê wî xeleka xwe çêkiriye û hey şewqa xwe dibirûsîne; û ew zarokê kurîn ku her tim ‘kumsor û efendî’ ye. Û wekî heyînekî mezinbûyî, bav û kalên ku di romanê de wekî bîr û hafizeya dîrokî a bêhnpêketî a civakê didin der, bi şanek û têşanên wekî ‘ketina nav dest û pêyan’, ‘gû’ û ‘mîz tê de nesekinîn’ û ‘qûnsistî’ û bi palpiştîya biwêja ‘Ban qul be binban şil e’ amaje bi ‘herimîna avê a ji kanîyê de’ dike… Loma jî, bavê di romanê de heyî, zarokekî mezinbûyî ye ku hay ji ‘hezê’ tune û jin milk e û hewî jî her ji bo bikaranîna hêzê ye ku dê li ser jina heyî were sepandin.

Û gotina kalê Zoyî (ew ên ku em ji wan re dibêjin; kirîv); “Ew gûyê ku ez qal dikim navê wî hafize ye”… (r, 37)

Roman bi vê gotinê hişê me li me hişyar dike ku di wextekî de desthilata Dewleta Mîrkutyayê gotibû; “Me zo zo paqij kirin man lo lo”

Û paşê? Paşê jî jin. Wekî hurmet, wekî destirman, wekî heyîna ku zarokan tîne, wekî hewî, wekî mê ya ku ji bo nêran hatiye bexişandina da ku hema baz din ser û paşê jî bazdin ser xwe… Û jin, wekî keça ku bav li xwe diherimînin! Û di pênaseya xwe de, bav; nikarin tu pênase ji bo bavê xwe bikin û em pêşanazîyê daynin alîyekî, qet û qet bi wan ne xweş in jî.

Û dîsan neyînkirineke ku ‘mê’ya di bin ‘qûnsistîya’ bav û kalan de pelişiye û hatiye çewisandin. Û şelafîya bav. Û mocên kalo ku hema di her ‘bêxîretîyê’ de radibe û ‘hêzê’ li xwe dike bexş…

Û herimîna ‘nêrane’ ku ji ‘qûnsistîya’ xwe aciz e û dide dû ‘tirên ku di qûna wî de nemane’ û berê xwe dide ‘qûna nêrzarok’… Hosteyê tamîrê ku çav berdide qûna zarokê di dikana wî de wek şagirt e; û dixwaze bigihîje rojên xwe ên ‘tirşidiyayî’…

Û evîna şaş û cînegirtî a nêrane… Ku ew mêr e û loma jî jin bexş e jê re. Lê çand û ziman û heyîn jê re ne xem e. Bêhna jinên civaka wî jê re ne xem e. Wî daye dû bêhna kulîlkên dûr î deraz… Wî daye dû kirasgewrîya rewşedar… Û ew guh nade gotina, ‘Nenêre li bejn û kirasê binêr li esl û binyadê’ Xortê ku nav li tem û dozîna xwe a heywanî dike, ‘evîn’, hey xwe bi keça ku alîgirê Dewleta Mîrkutyayê ye ve dizeliqîne û paşê jî qûn lê dide der û jê nayê ku çema stûyê xwe jî bixurîne.

Û Dewleta Mîrkutyayê ku guhên têkoşeran jêdikin, destdirêjîya jinan dikin û halê nemayî tînin serê cendekan, car din hişê me yî ku di bîr û hafizeya nêr a herimî de asê maye, li me şîyar dike û em car din li xwe dizivirin û ji xwe re dibêjin; çi jin çi mêr, kî pêk bîne, bi çi awayî dibe bila bibe, desthilat; ‘Nêr e, law! Nêr e gidî…’

Romana Herimî, dengê qurequra zikê civakekê ye ku navê wê Bakurê Keskesorê ye. Romana Herimî bi dengê xwe yî ‘rengherimî’, me li me şîyar dike û dibêje; bibihîsin vî dengî, ev deng dengê herimînê ye, do li me bû ‘ava gewimî’ sibê wê li me bibe ‘bêhna genî’. Loma jî digel hemû tiştan, digel hemû liberrabûn û têkoşînan, qirêj û qilêrîyên ku ji bav û kalan de di zikê vê civakê de maye, divê were valakirin û vereşandin. An na, dê rojek were û em ê jî ji zarokên xwe re bêjin; “Me nanê bêxwey dixwar lê tirên şor î şidiyayî dikir”…

Û şêwaz û zimênîya romanê; mîna balkişandinekê ye ku ji me re dibêje: “Çi gava me zimanê xwe li çîroka xwe, li borîroja xwe, li bavûkalên xwe, li ezîtîya xwe a serwerîhez nekir sedemek û me ew kir kirûyekî jixwe, wê hingê em ê karibin bêjin, aha va ye ha, gurçika te xwaro!”

Loma jî; piştî vê gotina ‘gurçika te xwaro!’, tu tişt, tu serdestî, tu pêkhate, tu kes dê nikaribe “şopa ji me mayî paqij bike.”

Dilawer Zeraq

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir