Romana Belqitî, behsa heyama avabûna Komara Tirkiyê dike. Belqitî dibe eyneyek sosyolojîk bo qewimînên wê demê. Herwekî qedexebûna zimanê Kurdî, zulma zabitên dewletê û têkiliyên navbera gundî û bajariyan… Şaşik, kum û kolos qedexe… dema “şoreşa şewqê” ye.
Qehremanê romanê Belqitî, jiyana wî li gundekî dest pê dike û li bajarê Diyarbekirê dewam dike. Bi vî awayî roman hem behsa jiyana gundewarî û hem jî ya bajarvaniyê dike.
Belqitî, ji ber nezanên gundê xwe direve, diçe bajêr; li wir jî rastî zilma dewletê tê. Li hemberî vê zilmê çiqas diçe dibe fenek û koneyek wisa ku êdî nayê kontrolkirin. Çi zor û zehmetîyên ku destdikevin pêşîya wî ji wan re serî natewîne.
Nivîskarê romana Belqitî Xurşîd Mîrzengî ye, ji nav Weşana Nûbiharê derketiye (2015) û 272 rûpel e.