Roman û Trajedî

Navê romana min a herî dawî “Trajediya Evîndaran” e. Ez ê behsa romana xwe nekim, lêbelê ez ê bi gelemperî behsa roman û trajediyê bikim.
Di her romanê de tirajediyek heye. Trajedî qedera romanê ye. Her roman dinyayek e, cîhanek bi serê xwe ye. Roman di dema sedsala 18’an de, di çaxê ronahiyê ku dest pê dike wek şaxeke edebî tê afirandin. Di bingeha romanê de kes, têkiliya sedem – encam û pêvajoya mezinbûyîn û stewandinê heye, gihaştin heye. Di vê pêvajoyê de kes ji zemîna tahsok ya xeyalê dikeve zemîna dijraberî ya nerm ya rastiyê. Yanî di perwerdekirina rastiya jiyanê de derbas dibe. Di her romanê de aliyên wê yên trajîk hene. Trajediya mezin felsefeya platonîk dihebîne. Di vê trajediyê de lehengên gelek mezin hene.
Di hemû romanan de mijarên însanî tên qalkirin. Di gelek romanan de jî ji bo cîhaneke baş şîretên axlakî tê dayin. Dostoyewskî, Kazanova, Forwes axlaqên li gorî xwe xas pêşkêş dikin. Di her romanê de şîrovekirina nûh ya cîhanê heye. Di romanan de qahraman – Leheng – stero tîp nîn in, qareqter in. Xwendevan di şexsiyeta lehengan de paradoksa hundirê xwe dibîne. Ji bo wêye jî, ji romanên Dostoyevskî re tê gotin ku; romanên wî romanên pirdengîyê ne.
Nivîskarê Latîn Amerîkî Ostavîyo Paz dibêje “Romannivîs cîhanê ji nûve diafirîne. Berhema wî xeyal e – îmge ye.” Di romanê de teknîk her diçe pêşve diçe. Teknîkên nûh tên bikaranîn. Wek tê zanîn roman sazkirineke kesayetî ye. Lê wek her şaxên hunerê mudaxeleyê pêkhatina civakê dike. Trajedîya kesayetî der dixe pêş û vê mudaxeleyê bi dil ve zexim dike, bi hêz dike. Trajediya kesan dibe wek klawûzek, wek rênîşandanek, wek neynikeke tê pêşberê civakê. Romanên Kafka di vê hêlê de xwediyê nirx û payebilindiyeke mezin in. Gelek romannivîs di romanên xwe de rexne li civakê, li jiyanê, li cîhanê û li xwezayê digrin.
Di romanê de safî, paqijî û rasteqîniya trajîk anku rewşa trajîk heye. Roman her çiqas li ser vê rewşa trajîk rêveçûna xwe didomîne jî, di pêvajoya pêşveçûnê de gelek dîmenên rengîn digire û serketin û serfîraziyê bi dest dixe. Ji xwe wexta ku mirov li romanê dinêre li ser navê romanê edebiyateke standart dernakeve pêşberê mirov. Li gorî ku edebeyatzanan tespît kirine gelek cûre û şiklên romanê hene. Yanî cûre cûre roman hene. Roman ji bo ku şaxeke kompleks ya edebiyatê ye, mirov nikare wê yekpare îzah bike.
Wek min li jor got; cûre cûre roman hene. Yek ji wan cûre romanan jê jî romana dîrokî ye. Romanên dîrokî wek romanên din zêde tune ne, gelek kêm in. Romannivîsên ku romanên dîrokî dinivîsînin hindik in. Di romanên dîrokî de dîmenek ji dîroka gelan, netewan tê qalkirin. Carna hinek roman hinek demên dîrokî ji pirtûkên dîrokî baştir bi mirov didin fêmkirinê. Di romanên dîrokî de rewşa civakê ya wê dema ku tê behskirin ji alî aborî, siyasî ve tê şîrovekirin û mirov dibe xwediyê agahdariyên berfireh yê wê dema dîrokî. Di romanên dîrokî de jî trajedî heye. Trajedîyên girîng û balkêş. Trajedîyên ku di wê dema dîrokî de hatine jiyandin hene.
Di romanê de du meylên cuda derdikevin pêşberê mirov. Yek jê romanên estetîk in, yê din jî romanên populer in. Helbet ji derê van herdu meylan gelek meylên din jî hene. Di romanên estetîk de kes û trajedîya wî/wê kesî derdikeve holê. Di romanên weha de ya girîng dawî lê anîna trajedîya kesayetîyê nîn e. Rewşa trajedî car heye naqede, dom dike. Ji xwe ew kesê ku trajedîya wî/wê tê qalkirin çiqas dom bike, roman jî ewqas bi qîmet dibe, bi nirx dibe. Ev qîmet, nirxa sîfeta estetîkê jê re dike mal. Di romanên estetîk de rewşa trajedîk dom bike qîmeta wê zêde dibe. Ji bo vê jî di gelek romanan de beşa dawî tune yan jî bi hawayeke muallak dawî lê tê. Lê di eslê xwe de yê ku diqede bi tenê nivîs e. Rewşa trajîk a wî/wê kesî di serê xwendevanan de dom dike.
Roman di kîjan demî de tê nivîsîn bila bê nivîsên, her dem însan û derdora însên tê qalkirin. Roman hunera sosyalîteyê ye jî. Her tiştên ku ji romanê re dibin malzeme, nirxa wan ya hunerê heye, ji cîvakê re dibin mal. Sosyalîteya civakê rengîn dikin. Lewra roman bi xwe jî şaxeke hunerê ye.
Mirov wexta ku li romanên Kurdî dinêre, di romanên Kurdî de jî trajedî heye. Di romanên Ereb Şemo de trajedî heye. Di romanên Mehmed Uzun de trajedî heye. Di romana Mehmed Uzun ya dawîn di “Tarî mîna mirinê, Ronî mîna evînê” de trajedîya Baz û Kevok’ê heye. Di rojek ji rojên Avdalê Zeynikê de trajedîya Avdal -ku nivîskar wî bi şêweyeke din afirandîye-heye. Di romana Suleyman Demîr “Gulê Sorê” de trajediya du evîndaran heye. Romana min “Trajediya Evîndaran”  ji xwe pêş hetanî paş li ser trajediya evîndarane. Û herweha di gelek romanên Kurdî yên din de jî trajedî hene. Di romana Mustafa Aydogan “Pêlên Bêrîkirinê” de trajediya dema me, trajediya modern ya bêrîkirinê heye. Di romana min a bi navê “Kawa Marî – Mêkew”ê de trajediya keçikek kurd heye. Di romana min a bi navê “Fîlozof” de jî trajediya ronakbîrekî kurd, şexsiyetekî welatparêz, katibê Şêx Seîdê nemir, Fehmîyê Bîlal heye.
Di romanê de pêşketin û guherînên nûh çêdibin. Dinya diguhire, roman jî diguhire. Teknîka nivîsîna romanê diguhire, nûjen dibe. Romanên Tolstoy, Dostoyevskî, Vîktor Hugo, Balzac û yên Susan Tamaro, Paulo Cuelho û Aleksandro Barîco ne wek hev in. Romanên berê her cîldê wê 300 – 400 rûpel bûn, yên niha wek cîld nîn in û her roman ji 150 rûpelî nabûre. Hinek romanên nivîskarên Îtalî 100 rûpel in. Civak çiqas pêş bikeve, modern bibe, ji hêla îlîm û teknîkê ve çiqas pêşketin çêbibin di romanê de jî dê herweha pêşketin çêbibe. Yanê pêşveçûnên di Fîzîk, Astronomî û hemû şaxên îlmê li ser ramanên felsefîk û dîtinên edebî tesîreke mezin dike. Dîtin û ramanên felsefî û edebî jî li ser civakê tesîr dike. (Helbet ev nayê vê maneyê ku nihajî romanên dirêj nayên nivîsîn. Na, niha jî romanên dirêj tên nivîsîn, wek : Xezîneyên Akîmboldo –Hanjo Lehman 690 rûpel e, Medicus-Noah Gordon 636 rûpel e, Manîfêsta reş- Frederick Forsyth 573 rûpel e û ev herdsê roman jî nû ne.Romanên Orhan Pamuk, Ahmed Altan, yaşar Kemal jî her yek 4 sed, 5 sed rûpel in.)
Zimanê romanê divê gelek hêsan be. Zimaneke edebî, lê hêsan ku xelq jê fêm bike. Ji xwe maneya kelîmeya romanê di serî de “pirtûka ku bi zimanê gel hatiye nivîsîn” bû. Mirov gava li sedsala 19’an ya gelên Ewropa rojava dinêre, ew dem dema xurtbûn û pêşveçûna romanê bû, lê piştê wê demê jî romanê pêşveçûna xwe domand e. Romanên wê demê bi zimanê xelqê hatibûn nivîsîn û li ser xelqê tesîr kiribû. Di dema ronasansê û reforman de çanda gelên rojava bi romanê formeke nûh stend. Roman bi vê forma xwe ya nûh bû haceta guherandina civakê. Roman bû xwediyê fonksiyonek girîng. Ev fonksiyona wê ya girîng hêj jî didome.
Bi kurtî, Roman hêj nûh e. Sê asir berê hatiye avakirin. Di esra 18 û 19an de gihîştiye kemala xwe. Roman hêj jî ber bi pêş ve diçe, bi teknîkên nûh dikemile. Di romanan de têkiliyên mirovan -însanan- yên bi hevdu re û bi xwezayiyê re bi hawakî berfireh û bi teferuat tê qalkirin, bi hunerî tê hîkayekirin. Di nav van têkiliyan de; ji pirsên ruhî hetanî rewşa aborî û gelek munasebetên din hene. Di hîkayekirina evîndariya du ciwanan de trajedî heye, munasebeta civakî ya wê deverê, wê heremê heye. Roman vekirin û derketina holê ya munasebeta civakî ye. Roman keşifekî nûh e, îcatekî nû ye. Teknîka avakirina wê tim tê guherandin, tê nûhkirin.

 

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply