Pençşem , Rêbendan 18 2018
Malper / Galerî / Fîlm / Roman û Sînema

Roman û Sînema

Ji berê ve têkiliyeke guhêrbar di navbera edebiyat û sînemayê de hebû. Hertim ji bo berdewamiya xwe, sînemayê pişta xwe bi edebiyatê û bi taybetî bi romanê girêdaye. Piraniya tekstên ku dibin fîlmên sînemayî roman in, bi taybetî sînemayê ji destpêka peydabûna xwe ve, bi tevahî pişta xwe bi romanê girê dida. Lê roman bêyî guherîn û destkarî nagihe ser ekrana sînemayê. Lewma derhêner çiqasî hewl bide jî, nikare bûyer û armancên romanê bêkêmasî û bi temamî bigihîne ser ekranê.

Divê derhêner bi zîrekî peyvan biguhere û bike wêneyên livok, bi awayekî ku nêzîkbûneke herî zêde di navbera mebesta tekstê û wêneyên sînemayî de hebe. Rexnegirê sînemayî yê kenedî Marshall McLuhan (1911-1980) dibêje: “Fîlm bi tundî girêdayî cîhana kitêbê ye. Lewra ji bo derhêner wêne di fîlm de bi heman rolê radibe ku peyv û ziman ji nûser re pê radibin.”

Marshall McLuhan

 

Sînema bi wêneyan û edebiyat bi peyvan difikire

Sînema bi wêneyên livok difkire, lê edebiyat bi peyvan difkire. Fîlm çîrok e û bi wêneyan tê vegotin. Lê roman çîrokek an çend çîrok e ku bi peyvan tê vegotin. Yanî karê herduyan vegotina çîrokê ye, lê hokar û amrazên derbirîna her yekê ji wan cuda ye.

Derbirîna bi kamera û bi rêya kamerayê ji derbirîna bi peyv û qelemê cuda ye. Lê riwange û nerîngeheke ji hev nêzîk di navbera herduyan de heye. Sînema hewl dide nêzîkî romanê bibe û çavê romanê jî lê ye sînema bi şêweya herî bedew peyvên ku di romanê de hatine derbibire û derxe ser ekranê.

Qonaxa seretayî ya destpêkirina sînemayê bi vî awayî bû ku sînemayê pişta xwe pir bi roman û tekstên edebî yên dastanvanî girê dida. Lê di qonaxên dûre de ku sînema li ser piyên xwe rawestiya, du nerînên cuda peyda bûn ka gelo tekstên edebî bibin fîlmên sînemayê yan tekstên taybet ji sînemayê re bên nivîsandin? Hinek bawer dikin ku eger sînema pişta xwe bi edebiyatê girê bide, karekî pir çê ye û gava teksteke edebî ji bo fîlmekî kar li ser tê kirin û dibe wêneyên livok, karekî bedew û hestdar peyda dibe. Alîgirên vê nerînê dibînin ku nivîsandina taybet ji bo sînemayê karekî rûkeş û ne serkeftî ye.

Berovajî vê baweriyê, hinek dibînin ku baştirîn tekstên fîlman ew tekst in ku rasterast ji bo fîlman û sînemayê hatine nivîsandin an teksta edebî bi awayekî sûd jê bê wergirtin ku tenê bibe çavkanî û bizmarek ku nûserê teksta sînemayê yan derhêner riwangeya xwe ya taybet pê ve daliqîne. Ango teksta edebî nebe bingeha dirustkirina fîlm, lê tenê wek bîroke û hin babetên ne sereke sûd jê bê wergirtin. Alîgirên vê baweriyê jî dibînin ku eger tekstek ji bo fîlm bê nivîsandin, pêwist e ji destpêkê ve bê diyarkirin û bê zanîn ku ev tekst ji bo sînemayê tê yan hatiye nivîsandin, lê ne ku janreke edebî ya din be û dûre bi mebesta bikaranîna wê di sînemayê de bê organîzekirin û amadekirin.

Wek mînak: Alain Robbe-Grillet (1922-2008) ku hem romannivîs û rexnegirekî edebî yê fransî yê navdar e û hem derhênerê sînemayê ye jî, hinek tekst rasterast ji sînemayê re nivîsandin û wek teksta fîlmên sînemayê nivîsandin. Yekem fîlmê wî yê bi vî awayî jî (Sala borî li Marienbadê) bû ku derhênerê fransî Alain Resnais (1922-2014) karê derhênanê jê re kir. Piştî vê tekstê, Alain Robbe-Grillet çend tekstên din ji sînemayê re nivîsandin û ew jî bûne fîlm. Hinek rexnegir li ser karên Alain Robbe-Grillet dibêjin: Mînaka zimanê sînemayê ye û zimanê vegotina romanê derbas kiriye. Yanî zimanekî taybet bi sînemayê ye.

Tevî vê yekê jî di navbera van herdu nerînan de, ew nerîn berbelavtir û berçavtir e ku dibêje divê sînema sûdê ji heyberên edebî werbigire û tekstên edebî bibin binyata dirustkirina fîlmên sînemayê.

Alain Robbe-Grillet

Sînema romanan xweştir dike yan wan têk dibe?

Ev cudahî hin caran dibe sedemê derketina nakokiyan di navbera edîb û nûser û berhemhênerên sînemayê de û bi berovajî jî hin caran herdu aliyan dilxweş dike. Wek mînak pir caran gava cudahiyeke mezin di navbera roman û fîlmekî sînemayê de (ku ji heman romanê hatiye berhemanîn) dirust dibe; romannivîs dilgiran dibe û wek berhema xwe nabîne. Gava romana (Navê Gulê) ya romannivîsê îtalî Umberto Eco (1932-2016) bû fîlm, Eco daxwaz ji derhêner kir, navê wî ji ser fîlm rake çimkî bawer dikir fîlm ji romana wî dûr e û ne têkildarî romana wî ye. Herwiha gelek fîlmên ku ji romanên nûserê misrî yê navdar Necîb Mehfûz (1911-2006) dihatin wergirtin, Mehfûz ji wan ne razî bû û bawer dikir fîlm ne di asta romanên wî de ne.

Umberto Eco

Wekî din, hin nûserên din baş dibînin ku romanên wan bibin fîlmên sînemayê û bi vê yekê dilxweş dibin. Wek mînak nûser û romannivîsa kuwêtî Leyla Osman (1943- ) dibêje: “Pêwistiya nûser pê heye ku karên wî yên afirandinê bibin fîlm û rêzefîlm da bigihin xelkê. Di vî warî de şensê min baş e û piraniya çîrokên min bûne karên televizyonî û hinekan ji wan serkeftinên mezin bidest xistine û hatine xelatkirin.”

Di serdema cîhana dijital a niha û serdema lezûbezê de, sînema wek hunereke çêjdar û balkêş li pêşiya hemû hunerên din wek şiîr û roman û şano û hunera şêwekarî û…hwd tê temaşekirin. Hemû mikur tên ku siberoj ne ji teksta nivîsandî re, lê bêhtir ji wêneyên livok re ye. Belge jî ew e ku niha bînerên sînemayê ji xwêner û hogirên hunerên din zêdetir in. Nûserê alman yê navdarHans Jonas (1903-1993) dibêje ku şiyana derbirînê ya sînemayê bêsînor e: “Sînema şiîr û pexşan û wêneyên rewanbêjî yên wiha vedihewîne ku bi ti hawî ji peyvên nivîskî ne kêmtir in û hin caran bandora wan ji peyva nivîskî jî bêhtir e.”

Hans Jonas

Roman û fîlm di wê yekê de hevbeş in ku têkildarî hunera vegotinê ne û bûyerekê yan çend bûyeran vedibêjin û vediguhêzin. Roman bi rêya peyva nivîskî bûyeran vedibêje û sînema jî bi rêya wêneyên livok heman karî dike. Lê tevî vê yekê jî vegotina romanê û ya sînemayê ji hev cuda ne û her yek ji wan taybetmendiya xwe heye. Eger li hin cihan hevbeş bin jî, lê li gelek cihên din ji hev cihê ne.

Vegotina romanê pişta xwe bi zimanê nivîskî girê dide. Di romanê de, karakter û kesayetî bi rêya diyalog û xweîfadekirinê xwe û bûyeran derdibirin. Lê sînema pişta xwe bi wêne û îmajan girê dide. Di sînemayê de, pir caran kesayetî qise û guftûgoyê nakin, lê bi rêya wêne û tevgera kamera û karakteran wateyê dide temaşevanan. Roman qet nikare wan wêne û îmajan bide xwîner ku sînema dide wan. Rast e di romanê de wesf heye, lê wesf têkildarî xeyala xwîner e û wêneyên ku bi peyvan tên berçavkirin bi heman awayî nayên dîtin.

Yek xeyalê berteng dike û yek wê berfireh dike

Wek mînak di romanekê de karakterek hatiye wesfkirin. Her xwînerek bi awayekî û li gor xeyala xwe karakter dirust dike. Lê eger heman roman bibe fîlm, hemû bîner wî karakterî bi heman awayî dibînin ku di fîlm de heye û wênekirinên cuda êdî jê re nayên kirin. Hemû temaşevan wî akterî dibînin ku rola wî karakterî lîstiye û di xeyala wan de cih digire. Yanî di roman an di teksta nivîskî ya edebî de, xeyala xwîner wêneya zihnî diguhere bo wêneya xeyalî û ew bi xwe karakter û dem û cihan wêne dike. Lê sînema van wêneyan dike wêneya dîtbar û li şûna ku xeyala bîner ber bi dirustkirina karakter û cih û demeke zihnî û cuda bibe, ber bi wê arasteyê dibe ku li ser bûyeran bisekine.

Herwiha karkirin û dema sînema û romanê pir ji hev cuda ne. Wek mînak eger di romanekê de karakterek ji cihekî here cihekî din, geşta wî ji wê hevokê yan çend hevokên ku behsa çûna wî dikin derbas nake, yan eger zêde jî dom bike û behsa wan bûyeran bike ku bi rêya geştê hatine serê wî, dîsa di çend rûpelan de xilas dibe. Lê eger heman geşta ku di romanê de hatiye behskirin, di fîlmekî de bê bergewdekirin, hingê dem û keresteyên zêde divên û divê ew rê bi wêneyên livok û wêneyên cihên ku hatine behskirin bên nîşandan. Lewra ew cudahiya mezin xuya dike ku di aliyê demê de, di navbera roman û sînemayê de heye û xwîner bi awayekî hest pê dike. Lê bînerê fîlm wê bi awayekî din yê cuda dibîne.

Wek çawa hunera vegotinê yek ji xalên hevbeş di navbera roman û sînemayê de ye, pêkan e “dîtin” jî xaleke din a hevbeş di navbera herdu huneran de be. Derhênerê amerîkî David Wark Griffith (1875 – 1948) digot: “Karê ku ez beriya hertiştî dixwazim bikim, ew e ku hewl bidim tu yê bîner wî bibînî.” Edîb û nûserê polonî jî Joseph Conrad (1857-1924) dibêje: “Karê min ew e ku ez wiha bikim bi rêya peyva nivîskî, tu bibihîzî û hest bikî û beriya hertiştî bibînî.”

David Wark Griffith

Lê bêguman keresteya dîtina van herdu huneran cuda ye. Dîtin li sînemayê bi awayekî şênber û bi çavê ser dibe. Lê dîtin di romanê de bi rêya zihn û bi çavê xeyal û fantaziyê dibe. Gelek romannivîs û çîroknivîs bi wê nêtê wesfan dinivîsin ku xwîner bixin nav rewşa dîtina wêneyan û berfirehkirina xeyalê.

Di dawî de em dikarin bêjin: Hevawayî di navbera roman û sînemayê de heye, lê ev cudahiyên navbera herdu huneran venaşêre. Sînemayê di destpêkê de sûdeke mezin ji romanê wergirt û roman bû haveyna çîroka fîlmên sînemayê. Lê piştî ku sînema bipêş ket û wêneyên livok peyda bûn û amûrên pêşketî ji bo berhemanîna hunerî ya sînemayê hatin afirandin, romanê jî sûd ji teknîkên sînemayê yên wek montaj û parçekirina bûyeran wergirt û hertim hewl dide di hundirê proseya vegotinê de sûdê ji wan werbigire.

Senger Zirarî-Rudaw

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Di roja duyemîn a Festîvala Fîlman a Duhokê de 18 fîlm tên nîşandan

5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê duh 09-09-2017, bi nîşandana fîlma Zer, dest pê …

Leave a Reply

%d bloggers like this: