Duşem , Berfanbar 17 2018
Home / Danasîn / Roman, Fakta û Tarîx

Roman, Fakta û Tarîx

Zimanê romana Mehmed Dehsiwar (Evîna Dijwar) zimanekî hêsan û herikbar e.

Raxistina bûyeran metodîk e, berhem di nêv edebiyat û tarîxê de diçe û tê.

Carinan edebiyat biserdikeve, carinan tarîx û fakta. Fakta ji fiksiyonê zêdetir û girantir e.

Mîna ku nivîskar nikaribûye biryara xwe bide ka berhemeke çawa dixwaze binivîse.

Ji ber ku mijara romanê bûyerên tarîxî yên dema nêzîk in, karê nivîskar zahmet e, ji hêla xwendevanan de dibe sebebê serêşiyê, ev yek rê li ber xwendevanan digire ku bi xwendina romanê re bidin dû xeyalên xwe.

Karekterên romanê hemî kesên tarîxî yên rastî ne, ev jî nahêle, bi peyiveke din dibe asteng li ber karê edebî ku nivîskar bi dilê xwe karekterên romana xwe weke romannivîsekî vejîne, pê bilîze, tiştên hewce weke ew dixwaze bi wan bide gotinê, kirinê.

Ji ber giraniya bûyerên siyasî yên tarîxî heye ku mirov vê berhema Dehsiwar weke romaneke populer tarîxê bi nav bike. Nivîskar karibûye bi şêweyeke edebî û bi zimanê romannivisînê tarîxa têkoşîna miletê kurd, xasima malbata barzaniyan, bide zanîn. Ev jî welê dike ku xwendevan bi tahmeke romanxwendinê bide ser şopa agahdariyan û gav bi gav mêrxasên vê keftûlefta dijwar bixwîne, bibîne û binase.

Edebiyat fiksiyon e, gotineke kurdî ku mirov bi kar bîne nîne. Lihevanîn heye lê bi temamî vê mahneyê nade. Herçawa be jî bi vê mebestê bi kar tînim.

Di nivisîna romanê de mirov dikare ji rastiyeke piçûk an jî bûyerekê feyz werbigire û romanê binivîse. Gava em dibêjin edebiyat fiksiyon e, ev tê wê mahneyê ku nivîskar divê li hev bîne, bê guman dê ji realîteyê îstîfade bike, lê realîte, fakta nabe roman.

Dehsiwar di nav rûpelên vê romana xwe de bêguman hewl dide ku ji faktayê bi dûr bikeve û weke nivîskarekî edebî li gorî daxwaza xwe fiksiyonê biêxe nav romanê lê mirov dibîne ku li pêş wî kevirekî pirr mezin heye, rakirina wî ne hêsan e. Nivisîna xebat û têkoşîna hemî şexsiyetên romanê bi şêweyeke hunerî, dest nade. Çima dest nade? Belê, ji ber rastiya van şexsan ya heyî û jiyayî heye, ango ev ne kesên xeyalî ne. Mistefa Barzanî dibe ku di nav rûpelên romanekî de xuya be, lê ji ber van sebebên me gotî, ji bo karekterekî sereke yê romanê ne destdar e.

Dehsiwar bi vê berhema xwe ya mijar tarîxî li pêş xwendevanên kurdîaxêf deriyek vedike, kesên dixwazin bi xwendina forma romanekê der heqê tarîxa miletê kurd ya nêzîk de tiştine hîn bibin, fermo va berhem li ber dest e.

Mijara berhemê: Têkoşîneke dijwar, rewşeke kambax û berxwedaneke bêhempa!

2018.01.18

Serdar Roşan-Rûpela Nû

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir