Roland Barthes: Zanista edebiyatê û rexneya nû

Hemû rexnegirên nûxwaz ên edebiyatê, li ser wê yekê hevdeng in ku têkiliyeke bihêz û rasteqîn di navbera rexneya edebî û zanistên mirovî yên din de heye û destkeftên wan zanistan ji bo lêkolîna berhemên edebî sûdmend in. Rexneya edebî ya nû li gor wan têgih û ezmûnên ku rexnegirên edebiyatê ji zanistên din birine û bikar anîne, bi vî awayê li jêr tê dabeşkirin: Rexneya derûnnasî – Rexneya civaknasî û Rexneya pêkhatexwazî (di zanista zimannasî de.)

Bi temaşekirina van sernavan, derûnnasî zanista kesayetî ye, civaknasî zanista pêkhateyên jiyana civakî ye û zimannasî zanista zimên e. Van her sê zanistan ji hemû zanistên din bêtir bandor li ser rexneya edebî kiriye.

Bi baweriya rexnegirê derûnnas, ew dikare xwestek û nestên veşartî û nenas ên derûn û naverokên nihênî yên metinê bibîne û mebestên nehatine zanîn eşkere bike. Eşkerekirina têgihên nihênî yên di hundirê teksta edebî de armanca sereke ya rexnegirên derûnnas e.

Cureyên rexneya nû

Mebesta rexnegirên derûnnas ew e ku pêwendiya di navbera berhema edebî û nestên veşartî yên nûser de eşkere bikin, bêyî ku rola îradeya hişyar a nûser (ango “ez”a wî ya civakî) li ber çav bigrin. Bi vî awayî berhema edebî bi dîtina derûnnasî dibe nîşaneyek, wek nîşaneya nexweşiyeke derûnî, ku behsa nestên veşartî yên nûser dike û nasîna wê nesta nihênî, berhema edebî zelal dike.

Lê di rexneya civaknasî de, berhema edebî wek berhemeke civakî tê xwendin. Bi dîtina civaknasî, hundirê hişê nûser amûrek e ji bo ragihandina gotina berçav a (objektîf) civakê û tiştekî din tune. Divê di aliyên vê gotinê de, hevrikiyên derûnî yên çînên civakî ji hev bên cudakirin. Li gor vê dîtinê, berhema edebî cureke nihênkarî ye û li ba rexnegir nîşaneya efsaneyekê yan hevrikiyeke sergirtî ye.

Ango li gor nerîna rexnegirên civakî, berhemên edebî bêyî liberçavgirtina têkiliyên civakî yên serdest li ser civaka nûser, bi kêrî ravekirinê nayên. Eşkere ye di vê cureya rexneyê de jî, rexnegir li pey dîtina têgihên nihênî yên metinê digere û girîngiyeke balkêş pê dide û girîngiyeke dîrokî jê re diyar dike.

Rexneya pêkhatexwaz destkeftên zanista zimannasî bikar tîne.

Bi baweriya rexnegirên pêkhatexwaz, berhema edebî diyardeyeke zimanî ye û bêyî liberçavgirtina pêkhateya giştî ya ziman bi kêrî lêkolînê nayê.

Li gor nerîna rexneya pêkhatexwaz, berhema edebî babetek e têkildarî ziman e û tenê şêwazên zanista zimannasî dikarin lê bikolin.

Pêkhatexwaz ku nerînên Saussure û nerîna formxwazên Rûs pesend dikin, pêşî xwe bi şîroveya şiîrê ve mijûl kirin.

Di navbera salên 1953 heta 1964an de, Roland Barthes çend gotar û pirtûk belav kirin ku bûne sedem navê wî li ser zar û zimanan bigere. Berhemên wî yên herî girîng ev in: “Pileya Sifr a Nivîsarê”, “Michelet di Neynika Berhemên wî de”, “Zanista Efsaneyan”, “Derbarê Racine” û çend gotarên rexneyî yên din.

Beşek ji rexnegirên kevneşop, herdu pirtûkên wî yên dawî baş dibînin û dipejirînin. Van rexnegiran bawer dikir ku hinek binema û şêwazên hûrbîn ên rexneya edebî di wan de hene, lê yek ji wan rexnegiran gotareke tund li dijî wan herdu pirtûkan weşand û hawar jê bilind bû, ku Barthes yek ji têkoşerên rijd ên dahênana rexneya nû ye û berhemên wî deng dane. Wî digot, herçiqasî alîgirên rexneya nû ji derve ve evdalên pêkhateya metinê ne, lê ti pêwendiya wan bi pêkhateya edebî ya berhema edebî re tune. Di bersiva van gotinan de, Roland Barthes di sala 1966an de wek nûnerê hilbijartî yê nûxwazan, pirtûka “Rexne û Heqîqet” weşand, ku bi rastî ew pirtûk bû xala balkêş a qonaxekê ji werçerixîna ramana Barthes û rexneya nû.

 

Barthes û rexneya nû

Em dikarin bêjin çavkaniya lêkolînên Barthes pêwendiya di navbera edebiyat û civakê de bû. Barthes di berhemên xwe yên pêşî de, asta berdest a nûser şiband asteke kavil û got, civakê nûser di navbera çend dijedozên berdest û neaktîf de girêdaye û gîroyî ewhaman kiriye, lewra wijdana nûser û rewşa wî di vê civakê de li hev nakin.

Barthes berovajî piraniya alîgirên rexneya civakî, berhema edebî wek berhemeke civakî nabîne û bawer dike her berhemek, bi xwe nîşaneyek ji pêkhateya giştî ya civakê ye. Bi baweriya Barthes edebiyat ne pêwendiya di navbera nûser û berhemê de ye, lê pêwendiya di navbera berhema edebî û dinyayê de ye. Lewra Barthes daxwaz dike edebiyat wek dezgeh, ji edebiyat wek dahênan bê cudakirin.

Ya yekem mumkin e bi şêwazên dîrokî bê şîrovekirin. Lê ya duyem hewcedarî şîroveya wan nîşaneyan e ku pêkhateyên wê pêk tînin. Rola rexnegir ew e ku berhema edebî veçirîne û rave bike, ji delaletên wê fêm bike û nihêniyên wê nîşan bide. Tiştê ku pir girîng e, zelalkirina berhema edebî ye wek hunera modern û hevpêwendiya wê berhemê ligel dîrokê, meraqa dîrokî û ji ber hev hilweşandina ziman, ku misêwa girêdayî ji ber hev veqetîna çînayetî ye. Berhema edebî wijdana hişyar û zindî ya wê ji ber hev veqetînê ye û têkoşînek e ji bo derketina ji wê çarçoveyê.

 

Barthes û Todorov

Kitêba “Rexne û Heqîqet” a Roland Barthes lêgerîn û lêkolîna nûser nîşan dide, daku destê wî bigihîje zanistekê ku berhemên edebî pê bixwîne. Di vê kitêbê de ku sala 1966an hat weşandin, Barthes pêşniyar dike zanista zimannasî bibe rûgeha “zanista edebiyatê.” Piştî vê bi demeke kurt jî, Todorov di hejmara 8an a kovara Komûnîkasyon de kirdeya giştî ya berhema edebî li gor rûgeha zimannasî berçav kir. Ew rêze gotarên ku piştî wê dîrokê ji aliyê Barthes ve hatin nivîsandin, têbîniyên wî yên taybet nîşan didin, ber bi şîroveya pêkhateyî û rijdiya li ser zimannasî wek rûgeha “zanista edebiyatê” û metoda pêkhateyî wek şêwazeke baş a lêkolîna berhemên edebî. Ji ber vê yekê bû ku bi baweriya Barthes divê “zanista edebiyatê” di qonaxa yekem de ji nasîna teşeya zahirî ya metinê pêk were. “Diyarkirina “forma veogtina” cureyên cuda yên çîrok û vegotinê (roman, hîkayet, efsane, destan, kurteçîrok, hemase û hwd) tenê li bikaranîna destkeftên pêkhatexwazan tê.”

Ji ber ku derfeta xwendina hemû çîrokên edebî yên dinyayê dest nade, şîroveya pêkhateyî, bi neçarî divê sûd ji binemayên metinê bê wergirtin. Lewra ji bo rêzbendî û nasandina berhemê, teorî dibe pêwistî û ji bo bidestxistina vê teoriyê jî mumkin e zimannas, baştirîn nimûne û çavkanî be. Baştirîn û seretayîtirîn fereziya Barthes ji bo ravekirina pêkhatexwaz a çîrokê ew e ku “çîrok wek hevokeke dirêj e”, herwekî di hevokekê de peyv bi rêzeke taybet bi dû hevde rêz dibin, di çîrokê de jî qonaxên cuda stûxwarî yasayekê ne, wek çawa zimannas hevokê di astên cuda yên rêzimanî de pênase dikin, mumkin e çîrok jî di astên xwe yên cuda de bê pênaskirin, çalakî, kirde û vegotina wê. Diyar e zelalkirina têgihên her yekê ji van hersê hokaran û awayê rêzbendiya wan ji aliyê Barthes ve di vê gotarê de nagunce, lê anîna gotineke wî, dibe ku heta radeyekê şêwaza wî şîrove bike.

Di bersiva vê pirsê de ka çawa mumkin e ji bo dîtina pêkhateya çîrokê, em ji aliyekî ve bi ser beşên zêde yên çîrokê de û ji aliyekî din ve jî bi ser hejmara zêde ya wan hemû çîrokan de serdest bin? Barthes dibêje: “Ev heman babet e ku di zimannasiyê de ji serdema Saussure ve li holê bû, çawa mumkin e em bi ser hejmara zêde ya peyvan de serdest bin? Şêwaza vî karî bi vî rengî ye ku di pêş de, bi dîtina zahirî, em xalên hûr (yanî yeke) rêzbend dikin û piştre em sûdê ji wan werdigrin.” Wek mînak, bi destebendkirina kirdeyên têkildarî jirêderketin û xapandinê, di qonaxa yekem de em xwe ji mijara hemû jirêderketin û xapandinan vedidizin, helbet bi wê merca ku em pêkhateya wan qonaxan zelal bikin, herwekî çawa grûpa kirdaran dikare mijara hemû kirdaran ji ser milê me rake.

Bi baweriya Todorov, lêkolîna qonaxên curbicur ên baweriya Barthes, wek rexnegirekî edebî, ku gelek guherîn bi ser şêwaz, bawerî û nerîna wî de hatiye, du binemayên wê yên sereke hene: Yekem, ewa ku berhema edebî xwediya nasnameyeke derbasnebar e, yanî nûser ji ber kesekî yan bi hokareke taybet berhema edebî naafirîne: “Edebiyat tekane kereseyek e ku ti armanc û hokareke wê tune. Kirdeya edebî, kirdeyeke derbasnebar e û nûser kirdeyekê nîşan dide ku ew kirde bi xwe armanca wî ye. Ew kirde berovajî baweriya giştî li ser kereseya kar tê kirin.”

“Nûser tenê peyama xwe radigihîne”

Bi wateyeke din, kereseya kar heman armanca kar e. Rabêj ne kerese yan pêwendiyek e, lê pêkhateyek e. Kirdara nivîsandinê ji bo nûser kirdareke derbasnebar e. Barthes bawer dikir ku “Nûser peyama êndin nanivîse, lêbelê ew tenê peyama xwe vediguhêze. Teknîka edebiyatê edebiyat bi xwe ye. Kirdeya edebî ji teknîka edebiyatê wêdetir ti armanceke wê ya din tune. Hinek caran em dibînin ku berhema edebî pêkutiyê li ser awayê peydabûna xwe dike.” Berhem tê nivîsandin, di rewşekê de nûser piştî dahênana berhemê sergerdan e.

Lê duyemîn binemaya ku bi baweriya min dibe hênceta hogiriya Roland Barthes bi aliyê rexneyên cuda ve, ew e ku berhema edebî çend têgihên cuda li xwe digre. Berfirehiya têgihên metinê girîngtirîn pêgeha rexneyên Barthes li xwe digre û wî rexnegirê nûxwaz gelek caran pêkutî li ser wê binemayê kiriye. Barthes pêşî berfirehiya têgihan zelal kiriye: Têgiha dinyayê, ne hêjayî derbirînê ye, tekane hewldana hunermend, dîtina wateyên mumkin ên dinyayê ye. Her yek ji van wateyan ji dereweke derbasbar wêdetir tune, lê pirbûna hejmara wan wateyan heman rasteqîneya nûser e. Nûser xwe bi berfirehiya wateyan ve mijûl dike, bêyî ku wan bibirre yan sînordar bike. Nûser sûdê ji ziman werdigre daku dinyayeke aloz û mişt wate dirust bike, lê ew dinya qet tekane wateyeke wê tune.

 

Piştre pêkutiyê li ser binemaya sereke ya babetê dike: Berhema edebî di eynî demê de xwediya gelek wateyan e, neku ji ber pêkhateya wê, herwiha girîngiya berhema edebî nemir e, neku ji ber ku mirovên cuda tenê yek wateyê jê derdixin, lêbelê ji ber ku têgihên cuda di zihnê takekesan de gurr dike. Eger berhema edebî çend wateyên cubicur li xwe bigre, bêguman gelek rexneyên curbicur ên edebî jî, her yek ji wan dikarin ji aliyê xwe ve perdê ji ser raza wateyekê rakin.

Şîroveya metinê nayê wateya ku wateyeke kêm zêde dirust yan kêm zêde azad ji metinê re bê dîtin, lêbelê bi berovajî, ji bo wê yekê ye ku girîngî bi awayê berfirehiya têgihan bê dayîn. Yasayên wateyî dikarin vî metinê berbelav li xwe bigrin, lê hejmara wan qet ne sînordar e, wateya metinê di vê yan wê şîroveyê de xuya nabe, lêbelê ji tevahiya şîroveyan, yan di berbelaviya yasayên wan de xuya dibe. Metin pirwate ye, neku tenê bi wê wateya ku çend wateyên wê hene, lêbelê bi wê wateya ku çend wate jê peyda dibin.

Ber bi Zanista Edebiyatê ve…

Ji aliyekî din ve, herwekî min berê jî behs kir, baweriya Barthes bi pêwistiya peydabûna zanista edebiyatê hebû. Wî armanca xwe ji rexneya edebî wek diyarkirina têgiheke taybet ji bo her berhemeke edebî didît, ango rexnegirê edebî hewl dide têgiheke taybet bi berhema xwe ve hilawêse û encama wê jî di stûyê wî bi xwe de ye, ew ziyan jî di nav de ku pêkan e li pey kirdeyeke bi vî rengî bên.

Mebesta zanista edebiyatê kewîkirina jinûve ya wan têgihan e ku di berhemeke edebî de henen. Ew têgihên ku hin caran nûser bêyî agehdariya xwe ew di hundirê metinê de guncandine, êdî lewra hilbijartina nerînên curbicur ji aliyê Roland Barthes ve bi hêncet e: Eger her yek ji cureyên rexneyê, yekê ji têgihên metinê rave bike û eger tevahiya rexneyan bikarin hemû têgihan zelal bikin, têbînîdan bi şîroveya şêwazên curbicur ji bo zelalkirina hemû qelş û nihênî û derzên berhemê pêwist e û bi ser de jî erk e.

Bi vî rengî em dikarin hêvîdar bin ku “zanista edebiyatê” bi wê cureya ku Roland Barthes armanc dike derkeve holê, bêşik ku tevahiya berhemên Barthes teoriyên curbicr ên nû li xwe digrin ji bo ravekirina teskta berhemên edebî û pêwistiya wan teoriyan û berevaniya wan.

Barthes sûd ji rexneya civaknasî, derûnnasî û pêkhatexwaz wergirtiye û hin caran ji bo şîroveya metinekê ev şêwaz tevlîhev kirine daku hemû îmkanan binirxîne û heta jê bê hemû têgihan berçav bike û qada lêkolînên edebî pir dewlemendtir û berfirehtir bike.

Samal Ehmedî

(A.B)

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply