În , 30 Cotmeh 2020

Rola huner û wêje di şoreşê de

Huner û wêje herdû jî behre ne berî ku pîşe bin. Ji xwe, her mirovek, bi rengek xuristî, behremende lê aste û pileyên behreyê cuda ne. Dema ku pileya behremendiyê li nik mirovekî digihe asteya afirandinê, wê hingê ew dibe afirêner, ango hunermend an wêjevan yanjî dibe ku herdû bi hevre.

Huner, û her wiha wêje jî, zimaneke mirov ji bo derbirîna hest, sawîr, raman, bîr û baweriyên xwe yên hundurî bikar tine. Hunermend, an jî wêjevan, ew kese ku dikare ramanek nû nirxdar û cîwaz derxe û bi rengekî bedew pêşkêş bike. Ango afirêner xwedan hestiyariyek taybet û cuda ye, ew mirovek li pêş dem û civaka xweye, ji lewra rolek guhêner dilize.

Bê goman, rola huner û wêje

zor girînge di dîroka şaristanî û netewan de, ta radeya ku pileya şaristaniya netewekê bi asteya huner  û wêjeya wê tête pîvan.

Em dizanin ku serdema Nû-vejînê (Renaissance), li Ewrupayê, bi hunerên ciwan dest pêkir, bi taybet bi peyker û tabloyên Michelangelo û Leonardo da Vinci.

Dema ku welatek an jî netewek di qûnaxek taybet re derbas dibe, rola huner û wêje, hunermend û wêjevan giringtir û çalaktir dibe çunkî, bi hestiyarî, kûrbînî û jîrîtiya xwe di karin bibin wijdan, dengvedan  û rengvedan a milet. Nemaze di şoreşan de, çunkî huner û wêje di xurista xwede şoreşgêrîne.

Têkiliya huner û wêje bi şoreşê re û rola wan di sê qûnaxên serekî re derbas dibin: Qûnaxa pêş şoreşê; di vê qûnaxê de, huner û wêje rola têkariyê li ser hiş, nêrîn, bîr û baweriyên giştî yên civakê dilîzin. Tariya  ku jîwar dinixumîne ronî dikin û dijberên hêvî û omîdiyên milet eşkere dikin. Hêrz û xîreta xelkê tûj dikin.

Di qûnaxa şoreşê bi xwede, huner û wêje hem dibin wijdan û dengê şoreş û şoreşgêran û hem jî rolek mezin di parastina wan ji bizavên ji rêderxistinê dilizin.

Qûnaxa sêyem, qûnaxa paş şoreşê ye. Qunaxa belgekirin, parastin û sermedkirina, bûeyr,çîrok û nirxên şoreşê ye.

Di herdû qûnaxên pêş û paş şoreşê de, tevayên şêweyên huner û wêje rola xwe dilizin û ciyê xwe dikirin, lê pirtir şêweyên demdirêj ên ku bi bînferhî tên afirandin serdestin, mîna roman, şêwekarî, peykersazî, filmên demdirêj

û her wekî din…

Lê di dema şoreşê bi xwe de, şêweyên dem kurt û yên ku bi lez tên afirandin rola xwe dibînin û ciyê xwe digirin, mîna stiran, helbest, sirûd, kurte film, karîkatûr, wênekêşan û her wekî din…

Bi destpêka şoreşa Sûrî re, her şêweyên huner û wêje geşbûn: nîgar, şano, helbest, mûzîk, stran, gotar, wêne kêşan û her wekî din…

Bê bendewarî û bi hesta hunermendê bi êş û zarên miletê xwe ve girêdayî, Hunermend Semîh Şiqêr strana ( Ya hêf ) li ser bûyera girtina zarokên Der`a û gulebarankirina xwepêşderên wê strand.  Rolek mezim a vê stranê di şêmezarkirin û kirêtkirina reftara rêjîmê li hember milet hebû. Name zelal bû: Rêjîm ji gotin a azadiyê ditirse û ji lewra jî pişta xwe dide dijminên welêt û berê guleyên xwe dide sîng a miletê xwe. Di baweriya min de, vê strana derbrîner, ji roja yekem ve û berî her hêzek siyasî, rewatî ji ser rêjîmê rakir. Hunermendê karîkatûrîst ê bi nav û deng li ser asteya cîhanî, Elî Ferzat, bi tabloyên xweyên wêrek rêjîm neçar kir da ku çeteyên xwe têvede da ku rê lê bibirin û teliyên wî bişkînin. Vê bûyerê, ne kêmtir ji kuştin a xwepêşderên sivîl, ruyê rêjîmê yê hovane li pêş raya giştî ya cîhanî reş kir.

Lê şoreşê hunera xwe ya taybet afirand. Bi riya stranên gelêrî, pêkenok, duruşm û siloganên afirêner, Şoreşgêran hem nameya xwe gihandin cîhanê, hem nasnameya şoreşê ya aştiyane wek şoreşa Azadîû Rûmetê ronîkirin û hem jî hesta bawerî, pêkvejiyan û hevgirtinê di nav pêkhateyên Sûriyê de tekez û mukum kirin.

Ji nav bajarokên Sûriyê, hindekan cîwaziyek balkêş bercavkir, mîna Amûdê, Kefrunbul, Biniş, Alhirak. Van bajarokan hem  xwînsivikiya xwe û hem jî kûrbîniya xwe di duruşm û pankartên xwe de nîşankirin. Her rojên înê, miletê Sûriyê û ta ragihêner jî li bend a afirandinên van bajarokan bûn. Tişta balkêş ewe ku yek ji van bajarokan li herî başûr, yek jî li herî bkur û yek jî li herî rojhilatê welêtin.

Hunermend û nivîskarê kurd ê sûrî Başar Al Isa li ser vê diyardeyê dibêje ku Kefrunbul û xwîşkên xwe bi vê rola xwe dane pêş tavaya afirandinên hunermendên kilasîk, di nav de jî karaîkatûrîstê bi nav û deng Elî Ferzat. Başar didomîne: Pankartên şoreşê rolek mezin û bingehîn listin û ciyê vala yê hunera karaîkatûrê dagirtin. Pankartên Kefrunbul rolek listin ku rojnamegeriyê nikarîbû di şoreşa firansî de bilize.

Hunerên teknîkî, mîna wênekêşan bi mobîlan, weşana zindî û bikaranîna malperên elektronîkî rolek zor girîng li xwe girtin. Bi karanîna van alavên xurû lê pêşketî, çalakvanan, di gihandina wêneyê rasteqîn de û di şêmezarkirin û riswakirina kiryarên rêjîmê yên kirêt û hovane de, karîbûn bi serkevin.

Di baweriya min de, çekên hunerî, wêjeyî û ragihandinî ji yên cengî çalaktir û têkartirin. Piştî belavbûna tundûtûjî û şerê çekdarî û derketina hindek gurûpên tundrew û tayifegir, rolek hîn mezintir, giringtir û têkartir ji huner û wêje tête xwestin û bendewarkirin. Gelo ew dê li gor omîdiyên me bin? Pirsek, rojên tên dê bersiv bidin!

Husên Omar: Nivîskar û wergêr-Avestakurd.com

About ziman

Avatar

Check Also

Nirxandina Pirtûka Helbestên Occo Mahabad ”RONDIKÊN BINEVŞÊ”

Nirxandin nirx e, qîmet dayîn e. Li cem mirov tiştên bi nirx/qîmet girîng in. Mirov …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.