Rola Dengbêjên Cizîrê di Parastina Zimanê Kurdî de

Sebaretî parastina zimanê Kurdî di nav kurdên Cizîrê de, dikarim bibêjim; eger şêx û melayên me karîbûn dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîna Mele Ehmedê Xanî, helbestên Feqeyê Teyran, Nehcilenama Mele Xelîlê Sêrtî.. di hicrik û tekiyên olî de yên ku wî heyamî, li gund, bajar û bajarokên Cizîrê belav bûn wek: Xizna, Til Merûf, Hilwa, Endîwerê, Til Şiîrê, Qeremanê, Amûdê û Qamişlo biparêzin… Stranbêj û dengbêjên me, zimanê me ji talan û bişaftinê parastin, rola wan di parastina zimanê Kurdî de li Cizîrê gelekî mezin bû..  

Di vê derbarê de dikarim navê çend dengbêjan bibêjim wek: Ûsivkê Çelebî, Silo Koro, Omerê Kor, Demir Elî, mala Şêxê Nado, mala Emînê Temo, mala Kinê, mala Remo, mala Eliyê Mehmed. Û wiha tev malbatên ku bi kemaçê yan ribabê û def û zirnê govend û şahî di Cizîrê de digerandin û xweş dikirin, ji Eyndîwerê ta bi Serê Kaniyê, ji Efrînê ta bi Kobanê û gelekên din ji dengbêjên kilasîk li devera Cizîrê hebûn. Hem jî rola dengbêjên çiyayê Şingalê li ser dengbêjên Cizîrê hebû û mezin bû, ji ber ku hingî Şingal ta niha jî wek dibistanekê ye ji fêrbûna saz, awaz û gotinên Kurdî yên resen re…

Piştî vî nifşî, nifşekî din ji dengbêjan hat meydanê, ew jî ne kêmî nifşê pêşîya xwe bû. Wî nifşî jî, roleke giring di parastina zimanê Kurdî de lîst wek: Hizniyê Selîm, Rifetê Darî, Evdilo, Aramê Dîkran, Seîd Yûsif, Mehmûd Ezîz, Mihemed Şêxo, Adilê Hiznî.. û gelekên din ku peyva Kurdî ya resen di nav têlên tembûr û dengê xwe de parastine û diparêzin… Û wiha tevî qedexebûna zimanê kurdî, wan hişt ku miletê kurd li Cizîrê bi zimanê xwe ve girêdayî bimîne.DSC02931.JPG görüntüleniyor

Di vê derbarê de bi min xweş e ku em li seydayê Cegerxwîn û parastina zimanê Kurdî di rêka dengbêj û stranbêjan de vegerin, dema ku dibêje: (Ger çi milet li wan camêran bi çavekî kêm jî dinerî û rûmeta wan nabînî, lê gerek e, em qenciya dengbêj û stranbêjan ji bîr nekin ko zimanê Kurdî bi pêş ve birine û ji mirinê parastine; ji pencê mirinê û nav lepên zimanên bêgane bi mêranî parastine. Lê miletê Kurd, ji ber ko bi xwe nezan bû, nikarîbû rûmet û karên giranbihayên wan nas bikî…) Jînenîgariya min, rûpelê 83

Belê em nikarin di ser van lehengên peyva kurdî a resen re biqevêzin, evên ku di rojên teng û tarî de, zimanê me di rêka  stranên xwe de parastin wek: Mihemed Arif Cizîrî (1912 – 1986), yê ku, dibistanek bi serê xwe ye, mirov dikare bibêje; Dibistana Mihemed Arifê Cizîrî û ji şagirtên wî jî, mirov dikare van herdû navan berî gelek navên din bîne ziman: Îssa Berwarî: (1933 Mûsil – 2002 Mûsil) û Tehsîn Taha: (1941 Duhok –28/05/1995 Holenda û di roja 04/06/1995an de termî giha Kurdistanê, ew li Amêdiyê hatiye veşartin). Jixwe Meryemxan (1904 – 1949), eva ku ji pêşengên jinên kurd yên hunermend e, ew dibistanek bi serê xwe ye.. Hem jî, ez nikarim di vê derbarê de di ser wan dengbêjên Ermenî ku bi kurdî stran gotine û zimanê me parastine biqevêzim wek: Garabêtê Xaço, dengbêjê bejin bilind, Aramê Dîkran xwediyê strana; Zimanê Kurdî şêrîn û xweş e.. Mîlkonê Nadir, yê ku bi strana Felîtê Quto navdare, Bîdrosê dengbêj û strana Lawikê Metînî.. Jixwe, Ehmedê Fermanê Kîkî, dengbêjê mîr Celadet Bedirxan yê ku kovara Hawarê bi stranên wî dihat xemilandin nayê jibîr kirin..

Strana Eyndîwerê Paytexte, ji gotinên Garabêtê Xaço ye

Di sala 1928 an de, dema ku sînor bi rengekî fermî di navbera dewleta tirkiyê û hikumeta fransî de li Sûriye hat danîn, hingî Garabêtê Xaço neferek bû di artêşa firansîzan de, li ser daxwaza firansîzan û çesipandina sînor di navbera Serxet û Binxetê de, wî strana Eyndîwerê Paytexte gotiye, da ku çûn û hatina xelkên binxetê û bi taybetî xelkên deşta Hesinan ji bajarê Cizîra Botan qut bikin û berê wan bidin Eyndîwerê.. Anku, eger paytext li Serxetê Cizîra Mîr Şeref bû, wan Eyndîwerê li Binxetê kir paytext..

Belê, tevî qedexebûna zimanê me ji rex dewletên desthilatdar ve, dengbêj û stranbêjên me karîbûn zimanê me biparêzin û parastin.. Erê, strana Endîwerê Paytexte lê Nofa, keç xatûna ser texte lê Nofa… ji gotinên Garabêtê Xaço ye.

Konê Reş

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply