Rojnameya Kurdistan: (Jimar: 1, 20/10/1324-11/1/1946)

Kurdistan

Belavoka hizra Partîya Demokrata Kurdistanê

(Jimara 1, sala yekem, pêncşemba 20 -10 -1324/ 11- Janvîye (1) -1946)

Kurdistan ji layê heyeta tehrîrîyê tête amadekirn

 Wergera ji soranî: Kafî Alawî

Amanca Me

Niha ku axa Kurdistanê li her demekê zêdetir pêdivî bi fidakarîya xelkê xweye.

Di vê deme da ku hemî neteweyên cîhanê ji bo ragirtin, ji bo destveînana s

erbestî û azadîya xwe û ji bo peydakirina amrazên pêşkevtina hevwelatîyên xwe dixebitin.

Di vî wextî da ku hemî alem ji bilî serbestî û meznahîya nîştimanê xwe amancek dî çinînin û şev û roj ji bo giheştina bi vê amancê dixebitin; em mijûlê çine û amanca me çîye?

Paş çend salan derbiderî û serşorî û girtin û kutanên bê hejmar û xwelîserî û hejarîyê, paş wê hinde navlêdana dijminan, em bi navê Mengur û Mameş û Zerza û Dêbukrî û Gewrik û Gelbaxî û … berbibûne can û malê hev, me xûna hev dimijî û dirijand û me ji bo berjivendîyên kesîyê xwe çi tişt raçav nedikir û her mijûl bûn duberekîyê bêxîne nav hev, bi kurtî em qet di fikra hevniştimanîyên xwe da nebûn û li nav wê xubara zemanê da ji bilî qazancê xwe xudanê hizrek dî nebûn û dijminan nedihêla em bi zimanê xwe bixûnin û ji tîrêjên zanista dewrê bîstê hatibûne bêparkirin û hizra serbestîyê bal me bêmana bû û em ewên ku xudan hizir bûn jî, kêm bûn, bitaybetî dêwê istibdada Riza Xanî bi yekcarî pişta me şikandibû. Mêrên nîştimanperwerê Kurdistanê yan hatine kuştin û yan li Şîraz û Tehran û Xurasanê di bendê da bûn. Li demekê ku zilet û derbiderî bi ser serê me ra hawêtibû. Xwedayê mezin li me hate rehmê û bûyera Şehrîwera 1320ê (meha 9ê sala 1942ê) qewimî. Em li zincîra dîlîyê rizgar bûn û destên me yên girêdayî hatine vekirin û çavên xewgirtî yên me vebûn. Komek ji law û gencên Kurdistanê berhev bûn û destê biratî û yêkîtîyê dane hev û bêyî rawestan xebitîn heta Hizba Demokrata Kurdistanê çêkirin û her neyar û xayînek ku hebû li nav xwe rakirin; Hizba Domukrat di midehekî kurt da karî şaxên xwe li hemî bajêrên Kurdistana Îranê veket. Îro rojê li Kurdistanê da navên Mengur û Mameş û Zerza û Dêbukrî û… û her peyva ku bêhna cudahîyê jê bêt, nayêne gotin. Hemî bi yek dengî dibêjin em kurd in, hej kurdbûnê dikin. Niha me serşorî, bi serbilindîyê û hejarî, bi dewlemendîyê û duberekî, bi yekîtîyê guhertîye.

Em hevnîştimanîyan bi yeksanî dibînin û bo milet kar dikin û bi zimanê şîrîn ê kurdî dixûnin. Me exlaqê xirab ê xwe bi exlaqê baş guherîye.

Me ku bawir nedikir em bibine xudanê çapxane û weşanê; niha bi harîkarîya Xweda, nameya Kurdistan hatîye danan û yekem jimara wê hatîye belavkirin. Ew nameya ku ji layê Hizba Demokrata Kurdisatnê ve belav dibît, dixwazît kelhekî polayîn ji bo yekgirtin û biratîyê çêket ku xîmê wê li ser zanist û huner û tendurustîyê hatibîte danîn û bikarît li hember lehîya duberekî û bêdînî û hemî cure kiryarên ku ji bo serbestîyê zerer hebît, xwe ragirît. Em hivîdarin ew kelha ku em mijûlin ava dikin, wisa bi tev û bi hêz bît ku çi hêzek nekarît dijayetîya wê biket.

Seyid Mihemmed Hemîd

Got û bêja Cenabê Qazî Mihemmed

Pêşewayê mezinê Kurdistanê digel xudanên rojnameyên Tehranê

Hindek ji rêvebirên belavokên Tehranê: Axayê Tefesulî; xudanê rojnama Îranî Ma, Axayê Ebasî Şahinde; xudanê rojnama Ferman, Axayan Bizurgê Elewî û Hurmuz nivîserên du rojnameyên Rehber û Îranî Ma ji bo agadarbûn li rewşa Kurdistana xudmuxtar hatine Mehabadê û di gel cenabê Qazî Mihemmed rêberê miletê kurd hevdu dîtin û gotûbêj kirin. Bona agadarîya xwendewarên hêja pirsên wan û bersivên Cenabê Qazî tête nivîsîn:

Pirs: Li Tehranê dibêjin kurd bi rêberîya cenabê te daxwaza cudabûn û istiqlala Kurdistanê dikin, gelo raste?

Bersiv: Xeber rast nîne; çunkî em li dewleta Îranê dixwazin qanûna bingehîn cîbicî biket û em dixwazin di çarçoveya xudmuxtarî li bin alaya Îranê da bijîn. Me xudmuxtarî vergirtîye.

P – Çend wexte hûn xudmuxtar in?

B – Çar sal xudmuxtarîya me ya navxweyî heye.

P – Hûn çawa xudmuxtarîya xwe bi rê ve dibin?

B – Li vî welatî da ku me karîye xudmuxtarîya navxweyî bikar bînin, midehekî berî niha ku nûnerên gelê mezin ên kurd li Mehabadê bûn, me helbijartin bi rêvebir û şandiya (9) kesî bi navê Şandiya Netewî, hatine helbijartin û serokê wê Şandiyê ez bi xwe me.

P – Li Tehranê dibêjin cenabê te çend kes şandine Bakûyê û ji wir va çapxane û kaxez û çek înane û we Hizba Komonîst ava kirîye; gelo rast e?

B – Eva gotinên karbidestên leşkerî ne ku dijîtîya me dikin, evana rast nînin. Me kaxez û çapxane li Tewrêzê kirrîne û hûn jî dikarin ji cihê ku me kirrîye agadarîyan wergirin; avakirina Hizba Komonîst derew e. Lê tiştek din heye. Em li Kurdistanê; her wekî ku destûra bingehîna Îranê rê didet, bi giştî di bîr û bawirên xwe da azad in û me hizbek bi aşkerayî heye; ew jî Partîya Demokrata Kurdistanê ye.

P – Gelo hûn dikarin bo me basa armanca Partîya Demokrata Kurdistanê biken?

B – Belê ez dikarim bi kurtî ji bo we basa armanca Partîya Demokrata Kurdistanê bikem:

  1. Gelê kurd li Îranê di rêvebirin û pêkanîna karên navxweyî da azad bît û di sinûrên Îranê da bi azadî bijît.
  2. Bikarît bi zimanê kurdî bixûnît, di welatê Kurdistanê da kar û barên nivîsînê di îdareyên dewletê da bi kurdî bît.
  3. Şêwrên eyalet û wîlayetî yên Kurdistanê; herwekî destûra bingehîn dibîjît, bêne danandin ku sergêrî û çavdêrîya hemî karên civakî û dewletî biken.
  4. Memûrên dewletê divêt xelkê xocêyî bin û li gor destûrê reayet û malik lihev bên ku paşeroja her du layan mîsoger bît.
  5. Hizba Demokrata Kurdistanê bixebitît ku hemî gelê Îranê bi biratî û yeksanî bijîn û bona bextewerî û pêşkevtina welatê xwe bixebitin.

P – Gelo di hemî welatê Kurdistanê da rêxistina Hizba Demokrata Kurdistanê heye?

B – Partîya Dêmukrata Kurdistnê di hemî cihên ku dewleta dîktator û paşverû rê dabît, bi aşkerayî çiqên xwe heye, lê li cihên dî veşartîne û me di gel hemî kurdên Îranê peyvendî heye.

P – Gelo Partîya Dêmukrata Kurdistnê di gel kurdên ne Îranî jî peyvendî heye? Gelo daxwaza yêkîtîya hemî kurdan diket?

B – Nexêr bi çi awayekê.

P – Hûn dibêjin; em dixwazin destûra bingehîn di Îranê da cîbicî bît. Eger daxwazên we di gel destûra bingehîn hev negirin, hûn dê çi biken?

B – Belê Partîya Demokrat dixwazît destûra bingehîn û demokrasî di Îranê da bête cîbicîkirin û her dema daxwazên me digel destûra bingehîn; ku bi xûna gelek ji mirovê azadîxwaz pêkhatîye hev negirin, emê destûra bingehîn rabigirin.

P – Partîya Demokrata Azerbaycanê di helbijartinê da mafê dengdanê dabû jinan jî, gelo we jî ev kare kirîye?

B – Ez ku wî karê Azerbaycanê bi baş dizanim, dibît bêjime hewe ku ev derfete ji bo me çê nebûye.

P – Li wî çar salên ku we xudmuxtarîya xwe ragehandîye, gelo we di gel dewleta navendî da gotûbêj hebûya yan na? Eger hebûye çawa bûye?

B – Ez du caran çûme Tehranê û her du caran jî min basa daxwazên xelkê Kurdistanê bo melîkê payebilind kir û min ji wî xwast: batî şandina top û tangan ji bo ser kurdên ku daxwaza mafê xwe diken, destûrê biden rewşa saxlemî û ferhengîya wan bête başkirin, lê bêencam bû. Eger dewlet bixwazît li vê hindê zêdetir bê rehim bît, mumkine bibîte sebeb ku em bikarin azadî û demokrasîyê ji bo hemî gelê Îranê dabîn biken.

P – Dibêjin gelek kurdên Iraqê bi çek û sîlah ve hatine Îranê û li vira bi piştevanîya Rûsan dijîn û zimhêr ji bo wan hatîye dabînkirin. Gelo wisa ye?

B – Hindek kesan ji Iraqê ve hewara xwe ji bo me anîne û li van derdûran jî memûrên Sovyetê çi nînin ku harîkarîya wan biken.

P – Li Kurdistanê Hizba Komele heye?

B – Komele yan Hizb û tiştek bi vî awayî li Îranê da jî çi nîne. Tenê li Iraqê hîzbek bi vî navî heye, lê çi peyvendî bi me ve nîne.

Generalîsmos Stalîn (Bona şêst û şeşemîn sala jidayîkbûna wî)

Yûsif Stalîn pêşewayê mezinê rêncber û paleyên cîhanê û rêberê gelên Yêketîya Komarên Şorewîya Sosyalîstî di 21 Disambra 1879ê li bajêrê Gorî ya Gurcistanê ji dayk bûye. Babê Stalînî mirovekî pale bû. Stalîn di temenê 15 salîyê da tevlî bizava şoreşê bû û ji sala 1898ê ta 1900ê rêberîya civînên Marksîstî yê paleyan dikir û ewilîn kes bû ku di şoreşa Marksîstî da di serokatîya rêxistina Sosyal Domukrate Gurcistanê da cî girt. Sala 1901ê bi awayekî fermî xebatên şoreşê des tpê kir û bingehên rêxistina piştî Qefqazê damezrand û piştgirîya sîyaseta Lênîn û rojnameya –Îskira– dikir. Sala 1902ê ku ji bo Sîbiryayê hatibû dûrxistin digel Lênîn peywendî dana û ji bo cara yekê li sala 1905ê li konfiransa Bolşevîkên -Tamirforsê Finlandê- Lênîn zîyaret kir.

Stalîn demî şoreşa 1905-1907ê serkêşê bişivîkên piştî Qefqazê bû û rênîşanderê xebata pale û cotkarên piştî Qefqazê dikir. Sala 1907ê heta 1910ê rêxistina Bolşevîkên Bakûyê rêve dibir û li sala 1912yê bi endametîya komîteya navendîya Hizba Bolşevîk hate hilbijartin û di gel Lênînê rêberîya karûbarên şoreşa Rûsîyê dikir.

Stalîn di midehê xebata şoreşgêrîya xwe da heşt caran hate bendkirin û heft caran jî hate dûrxistin. Lê şeş caran li dûrxistinê hilat; paş şoreşa Oktobira sala 1917ê li dawî dûrxistinê rizgar bû û çû Petrogiradê (Lênîngirad) û xebatên kumîteya nawendî ya Partîya Bolşevîk rêveberî dikir û rojnama Pirawda belav kirîye.

Li meha Gulana 1917ê ji bo endametîya şandeya sîyasî ya komîteya nawendî hate helbijartin û li meha Ote 1917ê bi xwe karên şeşemîn kongireya Hizba Bolşevîk birêwe bir û li rojên şoreşa Oktobra 1917ê rêberîya serhildana çekdarî bi serkêşîya nawenda hizbê dikir.

Stalîn sala 1917ê heta sala 1923ê komîserê millîye yê karên milîye yê neteweyan û li sala 1919ê heta 1922ê komîserê çavdêrîya pale û cotkaran bû. Û li salên şerê navxweyî da di gel Lênînî Sipaya Sor pêk înan.

Sala 1922ê wek sekreterê giştîyê kumîteya navendî ya Hizba Bolşevîk hate dîyarkirin û heta niha li ser wî karê xwe ye.

Stalîn dost û hevkarê berdewam û bi emegê Lênîn û digel wî jî Hizba Bolşevîk damezrand û paşê rêça Lênîn kemiland. Yek ji karên pirr girîng ku Stalînî bi cî anî, çêkirin û rêxistina Komarên Millî û damezirandina wan di binemala yekgirtîya Yêketîya Komarên Şorevîya Sosyalîstî û nivîsîna destûra bingehîne Yêketîya Komarên Şorevîye Sosyalîst e. Dewlet serê rêberîya Stalînî abûra (iqtisad) millîye Yêketîya Komarên Şorevî li ser bingehên Sosyalîstî hate damezrandin û tazekirin û rêvebir û zehmetkêşên Şorevî di bin fermana Stalînî da memleketên Yêketîya Komarên Şorevî kirine memleketekî mezin û payedarê sinetî û hêzekî polayînê bergirîyê çêkirin.

Gelên Şorevî, Stalîn wek yekem nûnerê Şêwra Bilind a Komarên Şorevî ya Sosyalîstî hilbijart û li şeşê meha Gulan 1941ê bi serokatîya şêwra bilinda millî ya yêketîya Şorevî hate dîyarkirin. Dema li sala 1941ê Almanîya faşîst êriş bire ser Rûsîyê, Stalîn fermadeyê giştîyê hêzên Şorevî bû û hemî gelên Şorevî ji bo serkevtin bi ser Almanîya faşîst hidayet kir û hemî cîhan ji tirsa wêranbûnê rizgar kir.

Li ber bi cî înana karên xwe û xizmetên bêheval, Stalîni şanazîya vergirtina du nîşana (Pîrozî), nîşana dereceya yêk e (Navdar) û çend nîşan û midalîyayên şerî û naznavê (Lehengê karên Sosyalîstî) û (Lehengê Sovyetê) bi dest xwe ve anî û li ber lêhatîbûn û karzanîya xwe, gihîşte dawî Nîşana Serbazî (Generalîsmos).

Wergêr Şahpesend

Hildana Alaya Muqedes a Kurdistanê Li Bajêrê Bokanê

Li gor fermana Şandeya navendîya Partîya Demokrata Kurdistanê û emrê cenabê Qazî Mihemed serokê mezin û pêşewayê Kurdistanê, birryar hate dan, Alaya sê reng a Kurdistanê li Bokanê jî bête heldan. Hêjayan; Mîrza Mistefa Sultanîyan, Ebdulqadir Muderisî, Husên Firûher, Mîrza Mihemed Emîn Şerqî, Elî Xusrewî, Mehmûd Welîzade, Mîrza Rehîm Leşkerî û endamên Şandeya Partîya Demokrata Kurdistanê û hêja Şêxulislamî Hêmin, şairê milî û nûnerê Şandeya rêveberîya milî û hêja Mihemed Naniwazade fermandeyê leşkerê milî, bi fermandeyê garda rêzgirtinê û Şandeya mûzîkê di gel hêja Qasim Axayê Îlxanîzade nûnerê komîteya xocêyîya Partîya Demokrat, çiqa Bokanê wek memûrên helgirên (alaya muqedes) hatine dîyarkirin û demjimêr 1ê paşnîvroya roja çarşemba 5/10/24ê bi şanazîya rêketina Şandeya helgirên alayê li hewşa navenda partîyê bi sirûda milîye Kurdistanê hate xwendin û mûzîk hate jenîn û li wê deme da trombêla taybet li naw hezaran kesên xûşk û birayên Sablaxî gihaşte ber derîyê navenda Partîya Demokrata Kurdistanê û sekinî.

Şandeya helgirin alayê bi çepik û fîtiklêdan û dengê bilindê “Herbijî Kurd û Kurdistan!” bi dilgermî rêketin û demjimêr du û nîvê nîvro Şand gihaşte Mîyanduavê û li wir kesên ku hatibûne pêşwazîya wan; hêjayan Qazî Qizilcî, Hesen Xanê Budaqî, Birahîm Axayê Îlxanîzade, Mihemmed Emîn Axayê Îlxanîzade, Ebûbekir Axayê Îlxanîzade û du kes şairê milî; Hezar û Heqîqî digel zêdetir ji sed kesan; ji endamên komîteya xocêyî ya Bokanê hatine pêşîya wan û rêwûresmên rêzgirtinê bi cî anîn, sirûd hate xwendin û mûzîk hate lêdan. Wêca rêza erebên şandeyê û yên hatibûne pêşwazîya wan, rêketin heta gihaştine (Teqîaviyê). Li wir jî ermenîyên birayên me yên Demokrat bi fermandehîya Işqî Xan li destê rastê rê û xûşkên ermenî jî li destê çepê rawestabûn, silava leşkerî dan û çepik lêdan û Işqî Xanî bedela hemîyan pîrozbayîya heldana alaya Kurdistanê kir. (Qasim Axayê Îlxanîzade) bi navê Şand û hemî birayên kurd, destxoşî û sipasî ji xûşk û birayên ermenîyên hev amanc kir Partîya Demokrata Kurdistanê sipasê ji wan diket û qedrê Işqî Xanî dizanin. Şand bi çepiklêdan û hûraya birayên ermenî rê ket heta gihaşte Qeremûsalîyan [Banîya wî gundî ye ku meha Reşemeya par (Serwan Xaksar û Serbazên wî) bi xîyalên xwe ve zorbêjîyê bereberê biharê hatibûne wê derê û mizgevt kavil kiribûn cot û nîr sotandibûn û xelkê wê derê jihev belavkiribûn].

Wê derê Mîrza Mistefa Muqtedîrî û Mehmûd Xan û Yûnis Xan û Ebdulla Xanê Emîrî, endamên çiqa xocêyîyê Demokratê, digel hemî xelkê gund û çend gundên derdorê jî, bi rêz rawestabûn û Mîrza Mistefa bedela hemîyan pîrozbahî li wan kir û sê caran teqe hatekirin û hûra kêşan û çepik lêdan û qurbanî serjêkirin.

Şand rêkevt û demjimêr çar û nîvê paşnîvro giheşte [Elîavayê] li sî kîlometrîya Bokanê. Li wir garda rêzgirtinê bi fermandehîya Selîm Axayê Îlxanîzade û hindek suwarên di bin emrê Cafer Axa û Marif Axayê Îlxanîzade û xwendekarên xwandingeha Bokanê û hêjayan Ehmed Begê Feyzullahbegî û Feyzullah Xan û Elî Xan Qazilyan û Ehmed Axa û Emer Axa û Kerîm Axayê Ebasî û Ebas Axa û Xalid Axayê Hisamî û çar-pênc hezar kes ji xelkê Bokanê û derdora wê, hatibûne pêşwazîyê, şanda helgirê alayê peya bûn û alaya muqedes wek roj li pişt ewran bête der, bi kêf derkevt û Kurdistan girte ber perrên pîrozê xwe û mizgînîya bextewerî û xoşbextîyê gehande netewa kurd. Sirûda milî hate xwandin û dest bi lêdana mûzîkê hatekirin û ji layê gardên rêzgirtinê yên Mehabad û Bokanê û suwaran sê caran gule berdane hewa û qurbanî serjêkirin û Ala li ser milên lawê jêhatî Ebûbekir Axayê Îlxanîzade di nav çepiklêdan û hûra û bijî kurd û Kurdistanê da, gihîşte Kêleşînê, dîsan qurbanî hatine serjêkirin û bi xoşî û şayî “ala” gihaşte ser hewza Bokanê ku piranîya xelkê li derva hevzê û meydana wê civîyabûn û (Qazî Mihemed Qizilcî) axivtin û helbesta germ û gurre xwe di bin alayê da xwend û paş wî Heqîqî û Hejar, helbestvanên milî, her yekê çend helbestên cuwan xwendin û şanda hildana alayê çûne avahîya kelayê ku pêştir ji bo pêşwazîkirina li wan hatibû avakirin.

Hejar:

Bîbînê ew kesey pêywaye kurd ser nakewê

Kê bû pêywabû temî negbet le serman narewê

Darî alakem weku çeqlêke bo çawî edû

Here dilî xoşî newê rebî weber xencer kewê

Darî alam darî kird bo xwînmijî kurdî hejar

Pêy billên ba dakewê lew xak û awe çî dewê

Darî  alaman bira sêdareye bo dujminan

Her le asog serkewê pêwîste jînî xoy newê

Parçekey sê rengî xoy denwênî rengî sûr dellê

Ta tinokêk xwênî kurd mabê qedî min nanewê

Yan dellê ta leşkerî sûr berqerar û zîndûwe

Qewmî kurd rizgare ew dillşidare bext û naxewê

Yan dellê lêm sûre dêmokrasî le alem serkewt

Mustebid û murtecî kewtûne gêjî gêjewê

Sipyekey mijdeyî beyanî bextî kurdî kird beyan

Rojî bextî kurd peyda bû nema perdeyî şewê

Du gullî genmî dellê agat le rizqî xot bibê

Xot ke birsî bo çî dujmin pêy bijîn lêre û lewê

Pêw dellê nûkî qelem ger jînî xoş û pêdewê

Xeyrî min desnakewê bo rêyî teraqî pêşrewê

Rengî sewzî yanî daykî (Nîştiman) lew rokewe

Cuwan û ser sewze wegîrî kewtewe umrî newê

Lawekan namûsî no(neh) mîlyone ew alayeman

Gîyan biden bo hifzî ew namûsetan le mino kewê

Rêyî necatmane pena bo îtihadî şorewî

Surmeye bo çawî ême xakûxulî Meskewê

Rebî (Stalîn) bijî bo lagirî mezlûmekan

Ta zemane xul deda û ta roj debexşê purtewê

Rebî her kes dujminî ew mîlete dillpakeye

Jêr kewê kostî kewê rebî seatêk nesrewê

====================

Helbestvan Ebas Heqîqî

Nîştimanperwerekan serwerekan

Lawekan haw wetenan rehberkan

Cêjnî azadî Kurdistane

Mewqiî kar û le xew hestane

Xerqî xoşîm û supasî barî

Hellkira beyreqî xudmuxtarî

Rojî eyş û terebe û şadî kurd

Hellkira perçemî azadî kurd

Heldirra xeymeyî ew rengî weten

Hellkira beyreqî sê rengî weten

Hate ber baxî seadet eserî

Hellkira rayetî feth û zeferî

Xunçeyî bext û teraqî pişkuwt

Le çîya û deştî weten her du be cût

Kewkebî bextî ke wa çobûwe xew

Le nakaw sandî le rojê purtew

Barî kird leşkirî renc û îdbar

Hate cê şadî ke kirdî ewbar

Mal û namûs û heya hatewe des

Des becê lêkewte bû nakes û kes

Muşkilî kurdî ke bû layenhel

Kirdî hel ruhmî xudayî ez û cel

Kurde tu xawenî ezmêkî qewî

Şahîdî xêretî ton xelkî zewî

Bese bêganeperestî ta key

Tenbelî û sistî û mestî ta key

Ew kerret heste pê dujmin têkden

Pişt be pişt destu we destî yêkden

Dête guwêm dengî Selahedînî

Rû be xakî wetenî rengînî

Ke ewey dîwme ewa dêmewe min

Mirdibûm gerçî ewa jîmewe min

Hate cê ewro hemî awatim

Gîyan fidayî mîlleteke û alatim

Wê rojê demjimêr diwazdehê danê sibê cenabê Hacî Babe Şêx, Serokê Milîyê Kurdistanê digel Ehmed Axayê Îlxanîzade gihaştine Bokanê û silava serbazî û kutana duhol û mûzîkê bi cîhat û wê rojê jî; bona wê hindê ku hemî xelkê derdorê xwe bigehînine bajêr û ji nîmeta wê cejna behra xwe biben, ala nehate hildan.

Roja heyînê 7/10/24ê demjimêr 8ê danê sibêra dest bi teşrîfatê hatekirin.

1- Li ser banê avahîya Qelaya Bokanê bona hilkirna alayê, cenabê Hacî Babe Şêx li layê rastê ya alayê û cenabê Hacî Bayîz Axa jî layê çepê rawestan û li her du alîyan jî du muselsel hatine danandin.

2- Xwendekarên xwendigeha Bokanê û mamosta û xelkekî yekcar zêde li ser doşika qelayê -Şandeya mûzîkjenan û garda rêzgirtina ya Mehabad û Bokanê bi fermandehîya hêja Mihemedê Naniwazade fermandeyê ordûya milîya Mehabadê û Selîm Axayê Îlxanîzade fermandeyê Bokanê li eywana nîveka qelayê amade bûn- hemî axayên ku navên wan hate gotin, layê jorî û hejmarek dî jî ji axayan wek; Husên Axayê Elîyar û birayê wî li ser banê qelayê di çend rêzan da li herdu layê alayê rawestan. Xelkekî bê hejmar jî li meydana jêrî û dewrûberê hêza mezina Bokanê rawestan.

3- Qasim Axayê Îlxanîzade progiram vexwand û (cenabê Hacî Babe Şêx) bi axavtinekî germ mizgînîya xoşbextîya netewa kurd da hemî miletê kurd ji bo gihaştin bi mafê xwe … kir û “Alaya” pîroz bi destê xwe hilda.

4- Sirûda milî ya Kurdistanê hate xwendin û mûzîk hate jenîn û bi dused tifeng û sê muselselan, sê car gule hatine havêtin. Hêja Hesenê Qizilcî bedela Rehman Axayê Îlxanîzade ku di rêka azadîya kurd û merama demokrasîyê zehmetekî bêhed û hisab kêşabû û bixwe jî li mal nebû, hildana alayê pîroz kir.

5- Hêja Qazî Mihemedê Qizilcî nutqekî bi germ û gurr kir.

6- Hêja Elî Xusrewî serokê îdara çap û belavkirina Hizba Demokrata Kurdistanê di axivtina germ û gurra xwe da bona pêşketin û serketina netewa kurd û behrewergirtin ji azadî û dunyaya Demokrat, basa yêketî û dest bi destê hev danê kir û herwiha got ku di dunyaya îroyîn da pirranîya miletan ji nîmeta demokrasîyê behra xwe wergirtine, vêca ji ber vê hindê dibît em bi hêza dest û milên kurdê bakûr, birayên kurdê başûr ku di benda zincîra istibdadê da dinalin rizgar biken û axivtina xwe bi silametîya pêşewayê azadîya cîhanê Generalîsmos Stalîn û rêber miletê kurd cenabê Qazî Mihemed bi dawî anî.

7- Hêja Hezrî çend helbestên şîrînê Seyid Kamilî vexwend.

8- Ehmed Axayê Îlxanîzade axivtinekî germ û gurr li dor xwe gorîkirin û canfidayîya di rêka Kurdistanê û bilindkirina Alaya Kurdistanê kir.

9- Hêja Heqîqî yê helbestvanê milî, çend helbestên xweş xwendin.

10- Hêja Rehmanî Muderisî, ji layê şandeya lawên Mehabadê hildana alaya muqedesa Kurdistanê li hemî biraderên devera Bokanê pîroz kir.

11- Xalid Axayê Hisamî çend helbestên baş xwendin.

12- Hemed Emîn Axa Îlxanîzade nutqekî baş kir û dema basa Derdar Heme Husên Xanî anî, ji bo rêzgirtin li wî, gule hatine berdan.

13- Marif Axayê Îlxanîzade nutqekî qenc kir û bitaybetî li ser dîlî û êxsîrîya bira kurdên başûr bi başî axivt û got; xîreta me qebûl naket birayên me bi vî awayê li mafê netewayetî û mirovî bê par bin û di çengên istibdad û zorbêjîyê da binalin.

14- Cafer Axayê Îlxanîzade di axivtina xwe da piştî pîrozbayîkirina alayê, bi zimanekî şîrîn got; hemî miletê kurd pêdivîye di rêka bilindkirina alayê û pêkanîn û destveînana azadîyê ji bo birayên dî jî serê xwe gorî biken.

15- Cenabê Hacî Bayîz Axa Îlxanîzade li ser nîmeta mezina azadîyê û hilkirina Alayê Muqedesa Kurdistanê şukra xwedê kir û şîretekî pirr bi nirx li birayê Demokrat kir û aferîn li fidakarîya wan kir.

Di dawîyê da hêja Qasim Axa Îlxanîzade bi germ û gurrî sebaret bi xoşî û azadîya kurd axivt û demjimêr yek û nîvê paş nîvro bi xwendina sirûda milî û lêdana mûzîkê cêjin bi dawî hat. Birayên Mehabadî demjimêr çarê paş nîvro bi hûra û çepiklêdan û hawara bijî kurd û Kurdistan, hatine rêwîkirin.

Kurdistan: Em jî ji layê xwe ra li fedakarîya şandeya Partîya Demokrat û kargêrên hizbî li Bokanê û bi taybetî li Axayên Îlxanîzade ku di rêka azadî û demokrasîyê da bi salane fedakarîyê diken û di cejna hilkirana alaya muqedesa Kurdistanê da tûşê zehmetî û xercekî zor bûn, bê qîyas sipasdarîn û hêvîdarîn ku înşaellah di merama muqedesa xwe da serkevtî û serbilind bin.

Tika:

Em li xwendekar û nivîseran tikayê diken xwe li şandina helbest û çîrok û serhatîya kesên kurd teqsîrê nekin. Şertên hinartina nivîsan evana ne:

1 – Bi xetekî xweş û tenê li ser rûyekî kaxezê bête nivîsîn.

2 – Nav û nîşanên xwe bi aşkerayî binivîsin û eger nexwazin navê wan neyête nivîsîn li dawîya nivîsê da binivîsin (bêîmza bît) yeqîn bin ku navê wan belav nabît.

Civîna Şanda Ferhengîya Kurdistanê, jimara 32

Roja çarşembî 12/ 10 / 24ê Şanda Ferhengîye Kurdistanê demjimêr duyê paş nîvro civîyan. Sebaret bi dersxanê û danana du çavdêran ji bo dersxanan peyivîn. Birêzan Elî Xusrewî û Rehîm Leşkerî bona çavdêrîyê hatine bijartin û fermana wan hate dan.

1- Biryar hate dan ew zarokên ku bêkes in û parsê dikin, bêne berhevkirin û di nav miletê da bêne parvekirin û bi roj di dersxana Gelawêj bidine xwandinê û bona berhevkirina wan hejar û bêkesan e, emir bi şarewanîyê hate kirin ku ewan berev biket û teslîmê hêjayan; Husên Firûher û Menafê Kerîmî bikin, ku ew jî wan bi ser miletî da parve bikin.

2- Bi pirranîya dengan hate pesendkirin hêjayan; Firûher û Kerîmî xelkê nexwendewar amade bikin ku bi şev di dersxanan da bi zimanê kurdî bixûnin.

3- Hate pesendkirin hemî nîşanê (tablo) îdare û dersxane û ticaretxane û îmaretan bêne guhertin û bi kurdî bêne nivîsîn.

4- Hate pesendkirin ew zarokên têne bervkirin, temenê wan ji şeş salan kêmtir û ji çaredeh salan zêdetir nebît.

5- Li dawîya civînê hate pesendkirin ku di civîna din da, curên kincên xwendekarên dersxanan bête kivşkirin

Agadarî

(1 / 4) Hemî xelkê xoştivîyê (Mehabadê-Sablaxê) têne agadarkirin; bi emrê pêşewayê mezin û biryara Partîya Demokrata Kurdistanê ji nûha wêda pêdivîye bona perepêdan û girîngîdana bi zimanê kurdî, xwendin di dersxanan da bi kurdî ye. Ji vê deme ra heta 10 rojan her kesê ku kurr û keçen wan hebît û di temenê xwendinê da bin, divêt bişînine medresê. Helbet her kesê li vê fermanê bi cî neînît, dê bi giranî bête sizadan.

Komîteya Navendî ya Partîya Demokrata Kurdistanê

(Cîgirê Partîyê Tehazade)

 

Çapxana Kurdistan (Mihabad)

(Ev nivîs ji malpera kovarabir.comê hatiye wergirtin)

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply