Rojnamegerî û weşangerîya Kurd: Di navbera salên 1898-1923 de*

Seîd Veroj

1.Rojnameya Kurdistan

Di roja 22yê Nîsana vê salê de, li ser çapkirina yekemîn hejmara rojnameya Kurdistan, 117 sal derbas bûn. Îro em bi munasebeta 117. salvegera rojnamegerîya kurdî berhev bûne. Bêguman di nav vê dema dirêj de ku ji esrekî bêtir e, li çar parçeyên Kurdistanê û herweha li dervayê Kurdistanê jî gelek rojname û kovarên kurdî hatine çapkirin û belavkirin. Ku em bêjin bi munasebeta vê rojê, em dê behsa van hemû kovar û rojnameyan bikin, ev yek ne mimkune. Ji ber vê, çarçoveya axaftina min û ev metna ku ji bo we têta pêşkêşkirin, dê bi qonax û demek dîyarkirî ve bête sînorkirin. Ew dem û qonaxa ku ez dê bi giranî li ser rawestim, 25 salên dawî yên dema Osmanîyan e.

Hun dizanin ku wê demê Kurdistan du parçe bû; beşekî di bin desthilatdarîya Osmanîyan û beşek jî di bin desthilatdarî Îranê de bû. Li vê derê, ez dê li ser rewşa weşangerî û rojnamegerîya Kurdî ya 25 salên dema dawîya Osmanîyan rawestim. Ev dem, ji çapbûna yekemîn hejmara rojnameya Kurdistanê dest pê dike û hetanî dawîya sala 1922yan dewam dike.

Di destpêkê de ji bo ku rojnameya Kurdistan li Îstenbulê bête çapkirin, çendek caran murecatê wezareta daxîlî kirine, lakin desthilatdarîya Evdilhemîdê II. musade nekirîye ku rojnameyek wisa bête derxistin. Ji ber ku hikumeta Îstenbulê rê nedaye çapkirinê, ji ber bêgavîyê Mîqdad Mîdhet Bedirxan mecbur maye ku berê xwe bide Qahîreya paytextê Misrê û rojnameya Kurdistan li wê derê derbixe. Miqdad Mîdhet Bedirxan, bi fikir û ramanên xwe li dijraberê rejîma îstibdadê û desthilatdarîya Evdilhemîdê II. bû. Lewma, Padîşah Evdilhemîd musade nedikir ku rojnameyek wisa di hundirê sînorên desthilatdarîya Dewleta Osmanî de bête çapkirin û belavkirin. Wê demê li Misrê tesîra Evdilhemîd lawaz bû û bêtir giranîya Îngilizan hebû. Ji ber vê, Mîqdad Mîdhet Bedirxan Misir tercîh kiribû.

Bi vê awayê, yekemîn hejmara rojnameya Kurdistanê, di roja 22 Nîsana 1898ê li Qahîreya paytextê Misrê hatîye çapkirin û xwedîyê wê jî Mîqad Mîdhet Bedirxan bû. Lê belê Padîşahê Osmanî, ji bo ku ev rojname li Misrê jî neye çapkirin, giranîya xwe ya li wê derê jî bikaranîye. Di encama mudaxeleya Evdilhemîd II. û mirovên wî de, piştî çapkirina 5 hejmaran, Mîqdad Bedirxan mecbur dimîne ku ciyê rojnameyê ji Qahîreyê biguhezîne ji bo Cenwreya Swîsreyê.

Li ser bergê pêşîn ê hejmara yekê hatîye lêkirin ku rojnameya Kurdistan “Di pazde rojan de carekê têt nivîsandin, cerîdeya kurdî ye; xwedî û nivîskarê rojnameyê Paşazade Mîqad Mîdhet Bedirxan e.”[1] Herweha xwedîyê rojnameyê li ser bergê pêşîn bi nivîskî dibêje: “Ez dê her car du hezar cerîdeyan bê pere rêkim Kurdistanê.”[2] Ji bo adres û ciyê çapkirina rojnameya Kurdistanê, weha hatîye nivîsandin: “Li Misrê, Metbeet El Hîlal”. Li ser bergê pêşîn bedêlê abonetîya salane jî hatîye dîyarkirin û dibêje: “Ji bo her cîyê li dervayê Kurdistanê bedêlê abonetîya salane 80 quriş e, ku taybet ji bo nava Kurdistanê bête xwestin, bedewa tête rêkirin.”[3]

Her hejmarek Kurdistanê ji 4 rûpelan pêk hatîye û zimanê wê yê weşanê bi kurdî-osmanî bûye. Di 3 hejmarên pêşîn ê rojnameya Kurdistan de, hemû nivîs bi tîpên erebî û xwerû kurdî hatine nivîsandin, ji hejmara çaran (4.) û pê ve hin nivîsên bi zimanê osmanî jî di nav rûpelên wê de hatine nivîsandin û belavkirin. “Hejmarên 8, 9, 11, 15 û 16 dîsa tenê bi kurdî hatine nivîsîn û ji wê pê ve jî bi kurdî û tirkî hatine nivîsandin.”[4]

Pênc (5) hejmarên pêşîn li Misrê têne çapkirin. Di çapkirina hejmara 6ê û ji wê şûn de, hem cîyê çapkirinê û hem jî xwedî û perpirsyarê rojnamê diguhere. Mîqdad Bedirxan vedigere Îstenbulê û di ciyê wî de Evdirehman Bedirxan ê birayê wî dibe xwedî û midurmesulê rojnameya Kurdistan. Rojnameya Kurdistan, li Cenewreyê di bin mesulîyetîya Evdirehman Bedirxan de, 14 hejmar têne çapkirin. Wî, ji ber sedemên nedîyar, dîsa rêvebirîya rojnameyê ji Cenewreyê birîye Misrê. Li Misrê 4 hejmarên din hatine çapkirin, ji hejmara 24 û ji wê şûn ve, ciyê rêvebirin û çapkirina rojnameyê dîsa hatîye guhartin. Vê carê rêvebirîya rojnameya Kurdistan berê xwe dide Londona Îngilistanê. “Li Londonê hejmara 24ê tête çapkirin û ji wê şûn ve dîsa ciyê rêvebirî hatîye guhestin ji bo Folkstonê. Hetanî hejmara 29an li vê derê tête çapkirin û paşê dîsa ciyê wê hatiye guhestin, vegeryane Cenewreyê. Hejmarên 30 û 31. li Cenewreyê hatine çapkirin. Hejmara 30yî di 14yê Adara 1902yê û hejmara 31ê jî, di 14yê Nîsana 1902yê hatine çapkirin.”[5]

Îlankirina Meşrûtiyeta Duyemîn û encamên wê, bîlhesa li ser rewşa xebatên weşangerî, ronakbîrî û sîyasî yên kurdên li Îstenbulê tesîrek girîng kirîye. Piştî îlankirina Meşrutîyetê, ji alîyê rewşenbîrên kurd ve ji bo derxistina rojname û kovarên cûr bi cûr, gelek caran ji bo midurê matbuatên daxîlîye muraceat hatine kirin lê musade nedane hemû xwedîyên muraceatan. Hinekan jî musadeya weşanê girtine.

Di wê demê de rojnameyên ku têne neşirkirin, ji vana yek jî Kurdistana Bedirxanîyan e. Ji dîroka “1313” ya li ser hejmara yekemîn der tê ku ev Kurdistan jî berdewamîya Kurdistana pêşîn (1898) e. Vê carê xwedî û midurê rojnameya Kurdistan, Ahmed Sûreyya Bedirxan e. Hejmarên serke yên çapa Îstenbulê hatanî îro neatine dîtin, “tenê li ber destan hejmarên 3. (12 Sibata 1324/ 25ê Sibata 1909) û 4. (5ê Adara 1325/ 18 Adara 1909) mewcud in û ji hefteyê carek hatîye neşirkirin. Lê nedîyar e ku vê rojnameyê çi wext dest bi weşanê kirîye, li ser hev çend hejmar hatine neşirkirin û weşana wê çi wext hatîye rawestandin. Li gor hinek agadariyan mimkune ku li piştî Vaka 31ê Adarê hatibe girtin. Piştî ku weşana vê rojnamyê tête rawestandin, sala 1917 wek berdewamîya wê, bi edîtorîya Sûreyya Bederxan li Îskendereyeya Misrê dîsa dest bi weşanê dike.”[6] Lê nedîyere ku vê carê jî heta kengî weşana xwe domandîye û çend hejmar hatine çapkirin.

Çawa ku di destpêkê de serûvena rojnameya Kurdistanê hate dîyarkirin, herweha piranîya kovar û rojnameyên kurd, li ciyên dûr û dervayê welatê Kurdistanê hatine çapkirin. Ji ber vê yekê di belavkirina wan de gelek astengî û zahmetî çêbûne; ji alîyê desthilatdarîya sîyasî û emnî ya Osmanî ve belavkirin û xwendina wan a di wîlayetên Kurdistanê de hatîye qedexekirin. Lê dîsa jî rojname bi veşartî gehîştine Kurdistanê û ji aliyê xwendevanan ve bi balkêşî hatine şopandin. Em ji nameyên xwendevanan derdixin ku rojname hem ji bo welatên Awrupayî hatine rêkirin û hem jî gihiştîye hin wîlayetên Kurdistanê û ciyên wekî Îstenbul, Bexdad, Şam û Edeneyê ku li wê derê nifûsa kurd gelek hebûye. Ji nameyan dîyar dibe ku neşirbûna rojnameya Kurdistanê, di nav xwendevanên kurd de memnuniyet û xweşhalîyek baş peyda kirîye. Di yek ji wan nameyan de, vê xweşhalîyê bi zelalî dide dîyarkirin û weha dibêje: “Ez li halê me kurdan dinêrim û bi şev û roj xemgîn dibim. Bi tevî ku piranîya kurdan mêrçak û xwedî huner in, ji ber çi hemû ji zanîn û pîşekarîyê dûr in? Ji ber çi kurd ji perwerdeyî, xwendin û nivisînê mehrum mane? Evan fikran ez xistim nav endîşeyê; xemgîn bûm û min ezîyet kişand. Lê şikur ji Xwedê re ku nûha rojnameya me Kurdistan heye û ji bo xizmeta milletê kurd dixebite.”[7]

Naveroka rojnameya Kurdistanê pirr dewlemend nebe jî, li ser çand û dîroka kurdan, rewşa sîyasî û civakî ya wê demê gelek nivîsên balkêş û sereke têde hatine belavkirin. Mem û Zîn, wek matbu cara yekemîn di nav rûpelên Kurdistanê de beş bi beş tête çapkirin; li ser dîroka Mîrên Botan rêzenivîsek dirêj ji alî Evdirehman Bedirxan ve hatîye nivîsandin û belavkirin; li ser perwerdeyîya zarokan, hînbûna pîşe û hunerên nû û hişyarîya milletê kurd nivîsên cûr bi cûr hatine belavkirin; berdewamî behsa neheqî û zordestîya desthilatdarîya rejîma îstibdad a Evdilhemîd kirîye û herweha milletê kurd hişyar kirîye ku bi teşwîq û fesadîya desthilatdarîyê êrîşên ermenîyan nekin. Çinku Evdilhemîd û hikumeta wî zulm û zordestî li kurdan û ermenîyan pêkve dikin.[8]

Alîyekî girîng ê rojnameya Kurdistanê jî, li hemberê rejîma îstibdad a Padîşah Evdilhemîd muxalefeteke dijwar kirîye û herweha bang li kurdan kirîye ku li hemberê karbidestên Padîşah, xwedî li welatê xwe yê Kurdistanê derbikevin. Ji bo vê yekê, sernivîskarê rojnameyê bang li milletê kurd dike û dibêje:“Nuha Kurdistan di bin destê Evdilhemîd de ye; karbidestên li serê we, Evdilhemîd wan rêdike. Lê belê xwedîyê Kurdistanê kurd in! Eger neyarek hat ser Kurdistanê, Kurd dê xwe li ser bidin kuştin! Erdê wê derê kurd dikolin, darên wê derê kurd diçînin; karbidestên ku Padîşah rêdike serê we, pereyên wan kurd didin! Loma Kurdistan a we ye! … Eger we divê Kurdistan tim di destê we de bimîne, eger we divê jin û zarokên we reben û xizan nebin, divê hun karbidestên zalim ji welatê xwe derbixin.”[9]

Di encam de, ewên ku rojnameya Kurdistanê derxistine, ji fikir û ramanên Awrupayî û tevgera neteweyî agadar bûn, bi van xebatan, mefhuma parastina welatê xwe û hişyarîyek neteweyî ya li ser bingeha kulturî, di nav milletê kurd de peyda kirine û bi xwe jî bûne pêşengên sereke yê hişyarîya neteweyî ya millete kurd.

2. Rojnameya Teavûn û Terakkî ya Kurdan

Piştî îlankirina Meşrûtîyeta II., gelek cemîyet ji alîyê kurdan ve hatine damezirandin, li ser navê van cemîyet û rêxistinan rojname û kovarên cûr bi cûr hatine çapkirin û belavkirin. Rojnameya Teavûn û Terakkî ya Kurdan, yek ji wan weşanên sereke yê wê demê bû.

Cemîyeta Teavûn û Terakkî ya Kurdan li Îstenbulê hate damezrandin, Seyîd Ebdulqadir wek serokê yekemîn ê cemîyetê û Emîn Alî Bedirxan jî wek serokê duyemîn hate hilbijartin. Li gor rêznameya Komelê, di koma rêvebir de 15 kes hebûne. Der barê navê kesên damezrêner û rêvebir de nêrînên cihê hebin jî, yên herî navdar û naskirî ev bûn: Babanzade Zîhnî Paşa, Mûşîr Ehmed Paşa, Babanzade Ahmed Naim, Babanzade Îsmaîl Heqî, Tewfîqê Silêmanî (Pîremerd), Mele Seîdê Kurdî, Şûkrî Mehmed Paxirmadenî, Xelîl Xeyalî, Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî, Ahmed Ramîzê Liceyî û yên din. Navenda Komelê li Îstenbulê bû û li hinek bajar û bajarokên wekî Dîyarbekir, Bedlîs, Mûş, Erzerum, Xinis, Mûsil û Bexdadê jî şûbeyên wê hatibûn damezirandin.

Komela navborî dest bi derxistin û belavkirina Rojnameya Teavûn û Terakkî ya Kurdan kirîye. Hejmara yekemîn a rojnameyê 5ê Kanûna Pêşîn a 1908ê hatîye çapkirin. Tewfîqê Silêmanî (Pîremerd) xwedîyê îmtîyaz, mudir mesûl û nivîskarê vê rojnameyê bû. Li ser bergê pêşîn û di kunyeya rojnameyê de hatîye nivîsandin ku ev rojname “wasitayê belavkirina fikrên cemîyetê ye. Rojnameyek dînî, îlmî, sîyasî, edebî û îctîmayî ye, nûha wê hefteyê carek bête neşirkirin” û “Rûpelên me wê daîmî ji kurdên erbabê fikir û qelemê re vekirî be.” Ciyê îdarexaneya rojnameyê, “Navenda giştî ya Cemîyeta Teavûn û Terakkî ya Kurdan e.”[10]

Rojnameya Teavûn û Terakkî ya Kurdan (Rojnameya Hevkarî û Pêşkevtina Kurdan), organa resmî ya Cemîyeta Teavûn û Terakkî a Kurdan[11] bû. Hejmara yekemîn a Rojnameya Teavûn û Terakkî ya Kurdan, 5ê kanûna sala 1908ê tête belavkirin û li ber destê me 9 hejmarên vê rojnameyê mewcud in. Xwedî îmtiyaz û mûdirê mesûl ê kovarê şaîrê nemir Pîremerd û sernivîskar jî Ehmed Cemîl ê Diyarbekirî ye. Pîremerd di nav rûpelên 9 hejmarên rojnameya navborî da bi navên cûda yên wekî “Tewfîq”, “Tewfîqê Silêmanîyeyî”, “M. Tewfîq” helbest û meqale nivîsandine. Pîremerdî hetanî roja mirina xwe ji kultur û edebîyata milletê kurd re xizmet kirîye, di gelek kovar û rojnameyên cûda de bi mahlasên cihê cihê li ser babetên cûr bi cûr nivîsandîye û karê rêvebirîya weşangerî kirîye. Di nav rûpelên rojnameya navborî de yên ku herî zêde nivîsên wan hatine belavkirin; yek ji wan Bedîuzzeman Seîdê Kurdî û yê din jî Seyfullahê Silêmanîyeyî ye. Îsmaîl Heqî Babanzade jî hem damezrênerê komelê bû û hem jî yek ji nivîskarên rojnameyê bû. Der bareyê xebatên vê Komelê de Qedrî Cemîl Paşa dibêje: “Di vê qonaxê de welatparêz û mirovê hêja Xelîl Xeyalî yê Modkî û hevalên wî yên hêja, canecan û niştimanperwer Mîrkatîbzade Ahmed Cemîl û Kurdîzade Amhed Ramîzê Liceyî ji bo perwerdekirina zarokên kurd xwendingehek û çapxaneyek ser bi komelê danîbûn.”[12] Lê mixabin der barê vê xwendingehê de; li ser hejmara xwendekar û mamosteyên wê, dirêjahîya dema karkirina wê agadarîyên berfireh nîn in.

2.1. Rojnameya Teavûn û Terakkî ya Kurdan û netewetîya Kurd

Dema em bala xwe bidin belavoka damezrandina vê komelê û naveroka nivîsên nav rûpelên rojnameya wê; di nav kadroyên wan de fikrek neteweyî-sîyasî yê zelal û cûdaxwaz nîne, ne yekpare be jî, sîyaseta Meşrûtiyetê di çarçoveyeke erênî de hatîye nirixandin û di xebata xwe de jî herî zêde girîngî daye ziman û perwerdeyîya kurdî. Mafê serbestî û perwerdeyîya bi zimanê kurdî, mafê kulturî yê gelê kurd di nav çarçoveya ûmetparîzî de û di bin sîya Xelîfeyê Îslamê û nav sînorên sîyasî yên Dewleta Osmanî de hatîye parastin. Mîsal; yek ji damezirêner û nivîskarê rojanameyê Babanzade Îsmaîl Heqî, dema behsa kurdan dike dibêje: “Kurd berîya her tiştî misilman in, ji wê şûnde Osmanîyên resen in û di dereca sisêyan de jî kurd in.”[13] û herweha di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje:

“Di dinyayê de tû hêzekî nîne ku lihevhatin û aheng, rastî û dûristîya di navbera kurdîtî û osmanîtîyê de tune bike. Osmanîparêzî kurdîtiyê û kurdîparêzî jî osmanîtiyê digire nav xwe û bi şêweyek mutlaq manaya ev herdu peyvan têkelî hev bûye. Xwedê neke ku osmanîtî ji holê rabe, kurdîtî jî namîne; ku kurdîtî ji holê rabe û têkeve rewşekî nedîyar, osmanîtî jî dikeve rewşekî lawaz û perîşan.”[14]

Mele Seîdê Kurdî jî di nîvîsa xwe ya hejmara yekemîn de, pêşîyê girîngîya yekîtî û îslamîyetê û pêre jî ya milletê tîne ziman û weha dibêje:

“Ey gelî kurdan, îttifaqê de qewet, îttîhadê de heyat, biratîyê de seadet, hukunetê de selamet heye. Kabika îttîhadê û şerîta mehebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xilas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we ra bibêjim: Hun bizanin ku sê, sê cewherê me hene, hifza xwe dixwazin. Yek îslamîyet, ku hezar xwîna şehîdan bûhayê wê dane, ê diduwa însanîyet, ku lazim e em xwe nezera xelkê de bi xizmeta aqilî, ciwanmêranî û însanîyetê nîşanê dinê bidin. Ê sisîyan mîllîyeta me ye, ku mezîyetê daye me.”[15]

Naverok û temaya herî berçav a Rojnameya Teavûn û Terakkî ya Kurdan, her wekî di bername û naveroka nivîsan de hatîye dîyarkirin; daxwaza xwendin û perwerdeyîya bi zimanê kurdî, rakirina dijminî û îxtilafên nav civata kurd û yekgirtina milletê kurd e. Di hejmara yekemîn a rojnameya navborî de, bang û wesîyeta Seîdê Kurdî, vê yekê bi zelalî dîyar dike:

“Sê dujminê me hene, me xirab dikin. Yek feqîrtî ye, çil hezar hemalê Îstenbulê delîlê wê ye. Ê diduwan, cehalet û bêxwendinî, ku hezar ji me da yek qezete nikarin bixwînin, delîlê wê ye. Ê sisêyan, dujminatî û îxtilaf e, ku ew edawet û qeweta me winda dike, me musteheqê terbîye dike û hukumet jî ji bêînsafîya xwe zulim li me dike.

… çareya me ew e ku em her sê dujminê xwe ser xwe rakin. Ev şûrê edlê marif û xwendin e; ê diduyan îttîfaq û mehebbeta millî ye; ê sisêyan însanê bi nefsa xwe şixula xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelqê hêvî neke û pişta xwe nedetê.

Wesîyeta paşî: Xwendin, xwendin, xwendin û destê hev girtin, destê hev girtin, destê hev girtin.”[16]

Di nav rûpelên Rojnameya Teavûn û Terakkî ya Kurdan de, ji alîyê naverokê ve nivîsên cûr bi cûr hatine belvkirin. Em dikarin bêjin ku di gelek nivîsan de te’mayên fikra netewetîyê hatine ziman. Der bareyê vê mijarê de Bozarslan dibêje: “Sîyaseta wê komelê li ser du bingehan hatîye avakirin: Yek ji wan bingehan, di nav çarçova meşrûtiyet û azadîyê da yekîtiya dewleta Osmanî bûye; yek jî, azadîya kurd û Kurdistanê bûye di nav sînorên wê dewletê da”[17] Dr. M. Şûkrî Hanîoglu jî dibêje: “Li derûdora Cemîyeta Teavûn û Terakkî ya Kurdan tevgereke neteweyî dest pêkiribû.”[18] Bîlal Şîmşîr jî dibêje:“Di rêznameyê de, herçiqas ji alîyekê ve nasnameya osmanîtîyê hatibe destnîşankirin jî, ji aliyê din ve jî cûdaxwazî kirine û nasnameya kurdîtî derxistine pêş,”[19] Lêbelê lêkolîner T. Z. Tunay dibêje: “Ew komelên kurd ên ku di dema Meşrûtiyeta Duyemîn de hatine damezirandin, mexseda wan ne ew bû ku ji welatê Osmanî cûda bin.”[20]

3.RojnameyaŞark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan]

Rojnameyên ku piştî îlankirina Meşrûtiyeta II. hatine belavkirin, ji wan yek jî Şark ve Kurdistan (ku di vê nivîsê de wek bilêvkirina kurdî, em dê wekî Şerq û Kurdistan binivsînin) e. Ev rojname li Îstenbulê hatîye çapkirin, ciyê rêvebirin û adresa rojnameyê, li ser rûpelê pêşîn weha hatîye lêkirin: “Nuri Osmaniyede 49 numarali daire-i mahsuse.”[21] Di hejmara yekemîn a Şerq û Kurdistan de, nûçeya xebata damezirandina Komela Teavûn û Terrakkî ya Kurdan jî hatiye belavkirin. Dema em tarîxa neşirkirina Rojnameya Teavûn û Terrakkî ya Kurdan û derçûna rojnameya Şerq û Kurdistê bidin ber hev, em dibînin ku ev herdu rojname li du hev hatine neşirkirin. Yekemîn hejmara Şerq û Kurdistan 20ê Mijdara 1908ê û ya Rojnameya Teavûn û Terakkîya Kurdan jî di 5ê Kanûna Ewil de hatîye çapkirin. Li ser bergê pêşîn ê rojnameyê, Ehmed Şerîfê Hersekî, Bedrîyê Melatyayî û Îsmaîlê Hersekî wek mesulên rojnameyê û herweha Ehmed Şerîfê Hersekî, mesulmidur û Bedrîyê Melatyayî jî sernivîskarê rojnameyê hatine destnîşankirin.

Her hejmarekrojnameya Şerq û Kurdistan çar (4) rûpel e, bi alfabeya erebî û zimanê osmanî hatîye nivîsandin û li beşê kunyeyê hatîye nivîsandin ku “di hefteyêk de du caran tête neşirkirin”[22] Li gor agadarîyên heyî, nayê zanîn ku ev rojname li ser hev çend hejmar hatine neşirkirin. Îro li ber destê me hejmarên 1, 2 û 5 hene. Hejmara duyemîn a Şerq û Kurdistan, 24yê Mijdara 1908ê hatîye neşirkirin. Li ser bergê hejmara pêncemîn (5.) jî, tarîxa 5ê Kanûna Ewel a 1908ê hatîye lêkirin.

Li ser bergê rojnameyê mottoya (dustûra) “Ev rojname, teswîra rewşa sîyasî ya Şerqê û şaîbeyên Xerbê yên der barê însanîyetîyê de dike” [Şarkın siyasi vaziyeti ile Garbın insaniyete karşı şaibelerini tasvir eden gazetedir][23] hatîye lêkirin. Ev dustûra jorê, ji alîkî ve armanc û xeta îdeolojîka rojnameyê jî dîyar dike; berpirsyarên rojnameyê, li hemberê nêrîn û nirxên Awrupayî (Xerbî), parastina nirx û nêrînên Şerqî dikin. Di nivîsa destpêk a rojnameyê ku bi navê “îfade-î mahsusa” û bênav hatîye nivîsandin de, îzehata vê dustûra jorê weha hatîye kirin: “Em çima îddîaya şaîbeyên Xerbê dikin? Li gor dîtina wan, şerqîyan li Şerqê dîmenek kirêt derxistine holê. Meseleya Şerqê ji alîyê wan ve bi vê awayê tête dîtin. Belê ji ber vê yekê em behsa neheqî, bêşefaqetî, xedir, kîn, mexsed û meyla Xerbê dikin û em dê bikin; ku ev di zahîrê de şîrîn xuya dike lê di rastîyê de şaîbeyên wan ji bo însanetîyê êşekî giran peyda kirîye.”[24]

Di navê rojnameyê de hebûna peyva “Kurdistan”, nayê wê manayê ku ev rojname ji alîyê rêxistinên kurdan ve hatîye derxistin. Hetanî îro têkilîya wê ya rêxistinî dîyar nebe jî, ev yek nayê vê wateyê ku qethen têkilîya wan a rêxistinî tune bû, mimkun e ku ew bi xwe grubek piçûk bin yan jî bi grub û komeleyek re têkilîya wan hebe. Em dizanin gelek rojname û kovarên ku wê demê hatine çapkirin, bi temamî nebe jî piranîya wan li ser navê komele û rêxistinan hatine belavkirin. Îro qasê ku tête zanîn Şerq û Kurdistan, li ser navê rêxistin û cemîyetekî nebûye. Lêbelê herdu peyvên ku navê rojnameyê pêk anîne, balkêş in. Ji naveroka nivîsên rojnameyê dîyar dibe ku di navê rojnameyê de hebûna peyva “Şark” [Şerq], di manaya dîyarkirina hemû civakên rojhelatî yên dervayê “şarezayîya” Awrupaya Rojava û erdê Osmanî de hatîye bikaranîna.”[25] Peyva “Kurdistan” jî, ji alîyê aîdîyeta kulturî û cografî ve wek parçeyek ji erdê Osmanî di nav peyva “Şark” [Şerq] de hatîye bicîkirin.

Polîtîka weşandina rojnameya Şerq û Kurdistanê li ser parastina “Îtîhadê Osmanî”[26] bû. Lewra “di Şerq û Kurdistan de fikirîyata “osmanîparêzî” serdest bûye û dewra desthilatdarîya Abdulhemîdê II. bi navê “îstîbdatê” hatîye binavkirin. Ragehandina rêvebirîya Meşrutîyeta 1908ê, bi kêfxweşî hatîye pêşwazîkirin û di naveroka hin nivîsên çapkirî de bextewarîya li hemberê ragehandina Meşrîtîyetê û pêkhatina îdareya nûh hatîye dîyarkirin.”[27] Bedrîyê Melatyayî di nivîsa xwe ya bi navê “Kurd û Kurdistan” de vê yeke weha tîne ziman: “Ev kela bilind a hûrriyetê ku îro hatîye fetihkirin, ji xwe daxwaza me kurdan, hemwelatîyên mislim û xeyrî-mislim bû. Milletê Osmanîye çendek sal in ku bi hesretê li benda Meşrutiyetê bûn. Em dê bi hemû xîret û fîîlyata xwe bibin fedekarê Meşrutiyetê.”[28] Pirsgirêka kurd û Kurdistanê jî li ser bingeha Îtîhadê Osmanî, di çarçoveya pêşxistina îslehatan û mafê perwerdeyîya bi zimanê kurdî de hatîye şirovekirin. Herweha der barê vê pirsgirêkê de, rexne li sîyaseta Xerbî girtine û hatîye gotin ku: “Frenk û welatîyên Frenkî bûyî, daîmî, rastîyê bi yek çavî û eksê wê dibînin, di çapemenîya Xerbî de ‘Teracim-î ahval-î Ekrad’ [Tercumeyê halê kurdan] bi awayê çîroka gulyabanî hatîye neşirkirin.”[29]

Herwekî me di destpêkê de jî dîyar kiribû ku li ser bergê pêşîn Ehmed Şerîfê Hersekî, Bedrîyê Melatyayî û Îsmaîlê Hersekî her sê bi hev re wek mesulên rojnameyê hatine nivîsandin. Di nav rûpelên rojnameyê de jî herî zêde nivîsên ev her sê şexsiyetan hatine weşandin. Sernivîskarê rojnameyê, nivîsên xwe bi navê Bedrî, M. Bedrî û Bedrîyê Melatyayî nivîsandine. Midurê mesul jî nivîsên xwe bi navê Şerîf, Şerîfê Hersekî û Ehmed Şerîfê Hersekî nivîsandine. Îsmaîlê Hersekî jî, yek ji damezrêner û nivîskarê berdewamî yê rojnameya Şerq û Kurdistanê ye. Her çiqas hetanî îro têkilîya sîyasî û rêxistinî ya rojnameyê nehatibe tespîtkirin jî, nasnameya sîyasî û etnîkî ya berpirsyar û nivîskarên wê, ji alîkî ve meyla giştî ya rojnameyê dide dîyarkirin. Bi taybetî jî nasnameya sernûserê wê Bedrîyê Melatyayî; ji alîkî ve naskirîyê xwendevanên çapemenîya wê demê ye û ji alîyê din ve jî agadarîyên der barê nasnameya wî ya sîyasî û neteweyî de gelek kêm in. Di berdewamiya vê nivîsê de em dê bêtir li ser vê babetê rawestin. Her çiqas heta îro têkilîya rêxistinî ya vê rojnameyê nehatibe tespîtkirin jî, mimkun e ku ev her sê şexisîyetên namdar bi xwe dendika rêxistinek yan jî grubeke teng bin.

Yek ji nivîskarên balkêş ê rojnameyê jî Mele Seîdê Kurdî ye. Di hejmarên berdest ên rojnameyê de du nivîsên Mele Seîdê Kurdî hatine neşirkirin; di hejmara yekê de nivîsa “Kürdler neye muhtacdır?” [Kurd muhtacê çi ne?] bi navê Mele Seîdê Meşhur û di hejmara pêncan de jî nivîsa bi navê “Kurd Alemi” [Alema Kurdan] bi navê Bedîuzzeman Mele Seîdê Kurdî hatine neşirkirin. Di dawîya vê nivîsê de hatîye lêkirin ku “mabadi var” yanî “berdewanîya wê heye”. Lê mixabin ji ber ku em nizanin weşana rojnameyê dewam kirîye yan na, ger weşana wê dewam kiribe hejmarên din li ber destê me nînin, lewra em nizanin di berdewamiya vê nivîsê de kîjan babet hatine nivîsandin û di hejmarên pey wê re jî çi cûre nivîs hatine neşirkirin. Naveroka nivîsên Seîdê Kurdî û Bedrîyê Melatyayî, bi giranî li ser îslehatên nû û perwerdeyîya bi zimanê kurdî ne. Edîtorya rojnameyê, di pêşekîya nivîsa Mele Seîdê Meşhur a bi navê “Kurd muhatacê çi ne?” de, piştgirîyeke aşkere dane daxwazname û pêşniyara wî ya ji bo perwerdeyîya bi zimanê kurdî. Di wê kurtepêşekiyê de weha hatîye gotin: “Hezretî Bedîûzeman Mele Seîd Efendî, ji bo pêkhatina perwerdeyîya bi zimanê kurdî, daxwaznameyek pêşkêşî mabeynê (daîreya perwerdeyî) kiribû û di netîceya vê hewldana xwe de rastê gelek musîbetan hatibû. Em bi neşirkirina sûretekî vê daxwaznameyê îftixar dikin.”[30] Seîdê Kurdî ji ber vê “daxwazanme”ya ku di nav rûpelên Şerq û Kurdistanê de jî hatîye neşirkirin, ji alîyê dadgeha eskerî ya wê demê ve tête mahkemekirin û ji ber vê yekê gelek musîbet bi serê wî ve têne. Naveroka daxwaznameya wî bi kurtayî ev e:

“Bi biryar û xîreta hikumetê li bajar û bajarokên Kurdistanê xebata dirustkirin û avakirina dibistanan dest pê kirîye, em bi vê yekê kêfxweş û sipasdar in. Lêbelê ji van dibistanan, tenê zarokên aşînayê zimanê turkî îstîfade dikin. Ji ber ku mamosteyên van dibistanan ne weqfê zimanê herêmî û gelek zarokên kurd jî ne aşînayê zimanê turkî ne, ew ji perwerdeyî û medreseyên îlmê ku çavkanîya kemalîyetê ye, mehrum dibin.

… Çareserîya vê yekê ev e: ji bo ku bibe sebebê teşwîq û mîsalek xuyayî, divê li herêmên cûda yên Kurdistanê bi navê Medreset’ûl Zehra medrese bêne çêkirin: yek li alîyê Beytûşebabê di ciyê navenda eşîreta Ertûşî de; ya dî di navenda Modkan û Belikan û Sason de; ew a dinê jî li Wanê di navbera Kakan û Heyderan de bin. Divê li her yek medreseyê kêmtirîn 50 xwendekar hebin, hemû mesrefên wan ên rojane ji alîyê hikumetê ve bêtin temînkirin û di van medreseyan de ligel îlmên dînî, îlmên fenî jî bêtin xwendin. Digel sazkirina van sê sazîyên perwerdeyî, divê piştgirîya pêşxistina hinek medreseyên din jî bête kirin. Pêkanîna vê yekê gelek muhîm e, ev, bi maddî û manewî yek ji sebebê girîng ê heyatîyeta dahatûya Kurdistanê temîn dike.”[31]

3.1. Nasnameya sîyasî û etnîkî ya mesulên rojnameyê

Ji nav van her sê damezrêner û rêvebirên rojnameyê; agadarîyên me yên li ser nasnameya etnîkî ya sernûser Bedrîyê Melatyayî bêtir in. Herdu damezrênerên din; Ahmed Şerîfê Hersekî û Îsmaîlê Hersekî jî bi navên cihê cihê nivîsandine û herduyan jî bi hev re paşnavê “Hersekî” bikaranîne. Ahmed Şerîfê Hersekî nivîsên xwe bi navê “Şerîf” û “Şerîfê Hersekî” nivîsandine. Îsmaîlê Hersekî jî, nivîsên xwe tenê bi navê “Îsmaîlê Hersekî” nivîsandine. Nivîskar Îbrahîm Sedîyanî der barê nasnameya etnîkîya “Hersekîyan” de ji pirtûka Kemal İnanç Işklar neqil dike û dibêje; ji her sê damezirênerên rojnameyê didoyê wan yanî Ehmed Şerîfê Hersekî û Îsmaîlê Hersekî kurdên Balkanî bûn, ji Bosna-Hersekê bûn, rojnameya Şerq û Kurdistan jî, ji alîyê kurdên Balkanî û kurdên Kurdistanê ve hartîye neşirkirin.[32]

Ji nav van her sê mesulên rojnameyê Bedrîyê Melatyayî, ji aliyê raya giştî û çapemenîya kurd ve bêtir tête naskirin. Ji nivîsa wî ya bi navê “Kürdler ve usul-i ictimai” [Kurd û usûlên îctîmaî] wisa dîyar dibe ku ew “endamê Îttîhad û Terakkî bû.”[33] Der barê Bedrîyê Melatyayî de agadarîyên berfireh li ber dest nînin. Li gor agadarîyên lêkolîner Murat Issı ku ji belgeyên Arşîvên Osmanî yên Serokwezîrîyê bidestxistine dibêje: “Navê wî yê eslî Mahmud Bedrî ye. Mahmud Bedrî Beg, kurê Alî Riza Efendî ye û ew ji malbatek navdar a Melatî ye. Di sala hicrî ya 1293ê (1876-77) de li Melatîyê ji dayik bûye. Ji bo perwerdeyîyê di Ruştiyeya Eskerî ya qeza Hekîmxanê de dest bi xwendinê kirîye, paşê jî Îdadîyeya Kulelî û Mektebê Herbîye xwendîye. Sala 1901-02yê bi rutbeya teymenîyê, şehadetnama xwe ya hejmar 6449 ji Mifetîşê Umumî yê Tedrîsta Eskerîyê wergirtîye. Di wereqa wî ya tercûmeyê hal de hatîye lêkirin ku bi navê Veliahd yan jî Mahkeme-î Îstikbal pirtûk telîf kirîye û bi navê Mûjde rojnameyek neşir kirîye.”[34]

Demek di nav eskerîyê de xebitîye, ji ber hin sedemên sîyasî hatîye îxbarkirin û di encamê de hatîye nefîkirin ji bo Qubrisê. Piştî neh mehan, ji Qubrisê reviyaye çûye Misrê. Li wê derê di hin muesesatê sinaî û fennî de îstihdam kirîye û ji beşê taksîm-î arazî û tarîk-î Turkiyeyê şehadetname wergirtîye.

Piştî îlankirina Meşrûtiyeta 1908ê, wekî gelek şexsiyetan ew jî vegeriya Îstenbulê û di îdarexaneyên rojnameyan de dest bi xebata çapemenî û nivîskarîyê kirîye. Paşê berê xwe daye karên îdarî; “16yê Tebaxa sala 1909ê li qelema Îstixbarata Asayîşa Giştî de, bi meaşê 1500 qurişan dest bi kar kirîye. Hetanî 15yê Adara 1910ê li vê derê xebitîye û piştî girtina vê beşê betal maye. 14yê tebaxa 1910ê, di şubeya sêyemîn a heyetê fennîye ya Şaredarîyê de wek muavînê mudir, bi meaşê 2000 qurişan dest bi kar kirîye. … Di 14yê Nîsana 1912 de, bi meaşê 1500 qurişan neqil kirine ji bo sermuhendîsîya Şaredarîyê.”[35]

Bedrî, bi nivîsandin û xebata xwe ya di seha çapemenîyê de navdar e û bi zimanê turkî nivîsandîye. Digel zimanê xwe yê nivîsandinê, “aşînayê zimanên arebî, farisî, ermenî, fransizî, almanî û îngilizî bûye.”[36] Wî di neşirkirin û belavkirina gelek weşanan de mesulîyetî girtîye. Herwekî ku me li jorê jî dîyar kir, ew, hem xwdî îmtîyaz û hem jî mesulmudirê Mûjdeyê bû û navnîşana ciyê rêvebirina Mûjdeyê jî îdarexaneya Şerq û Kurdistanê hatîye nîşandan. Bêguman xebatên wî yên di seha çapemenî û nivîsandinê de, ne tenê ev bûn. Digel ev herdu berhemên Mehmûd Bedrî yê Melatyayî; xebatên wî yên bi navê “Kulliyat-ı Nefise [Küçük Dikişler],Kırmızı Kitap [Pirtûka Sor] ûherweha di rojnameyên wekî Şark, Şark ve Kurdistan, Rojnameya Teavûn û Terakkî ya Kurd, Mûjde û Mûjdeya Nû de jî nivîsandîye.”[37]

4.Damezirandina Komela Hêvî ya Xwendekarên Kurd, kovara Rojî Kurd[38] û Hetavî Kurd

Piştî ceribandina Komela Teavûn û Terakkî ya Kurdan, di pêvajoya navbera salên 1908-12yan de, kurd hem ji Îtîhad û Terakkîyê dûr ketin û hem jî di nav wan de fehma “Îtîhadê Osmanî” lawaztir bû. Di encama vê de, têgehîştin û hişyarîya netewî û çêkirina rêxistinên xomalî bihêztir bû. Damezirandina Komela Hêvî ya Xwendekarên Kurd û çalakîyên wê, di pêşketina tevgera kulturî û sîyasî ya kurd de gav û qonaxeke pirr girîng e. Em dikarin bêjin ku Komela Hêvî, mohra xwe li gelek çalakîyên kulturî û sîyasî yên dema xwe û li pey xwe xistîye; di damezirandina gelek rêxistin, çapkirin û belavkirina gelek weşanan de endam û kadirên Komela Hêvî bûne pêşeng.

Komela Hêvî ya Xwendekarên Kurd, di 27ê Temûza 1912 de tête damezirandin û ji bo sekreterîya komelê jî Omer Cemîl Paşa tête hilbijartin. Ev Komel, bi kurtayî wek Komela Hêvî jî tête binavkirin. Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî) yê ku bi xwe jî endamê komelê bû, der barê damezrandina Komela Hêvî de dibêje: “Min û hevalên xwe, bi şîret û ronahîdarîya Xelîl Xeyalî[39] dest bi xebata damezrandina Komela Hêvî kirin.”[40]

Li gor agadarîya Qedrî Cemîl Paşa damezrênerên Komela Hêvî: Omer Cemîl Paşa, Fuat Temo (kurê Tewfîq Beg ê parlamenê Wanê) Qedrî Cemîl Paşa û Cerahîzâde Zekî yê Dîyarbekirî ye. Herweha Dr. Şûkrî Sekban ê Paxirmadenî jî bi alîkarîya maddî, halan û rênîşandana fikrî piştgirîya wan kiriye. Di yekemîn komcivîna damezrêneran de jî, Omer Cemîl Paşa wek sekreterê giştî hatîye hilbijartin. Piştî lidarxistina Kongreya yekemîn Memduh Selîm Beg, ji bo sekreteriya giştî ya Komelê tête hilbijartin.[41]

Piştî ku Komela Hêvî tête damezrandin di demeke kurt de gelek endamên wê çêdibin. Di nav van endaman de yên herî naskirî ev in: “Kemal Fewzî, Memduh Selîm Begî, Ekrem Cemîl Paşa, Zîya Wehbî, Nejmedîn Huseynî, Ezîz Babanzâde, Hemzeyê Mûksî, Mihemed Şefîq Arwasî, Mehmed Mîhrî[42] yê Sineyî, Tayib Elî, Evdilqadirê Diyarbekirî, Asaf Bedirxan, Mistefa Reşat ê Diyarbekirî, Dr. Mustafa Şewqî yê Mehabadî, Dr. Fuad, Evdirehîm Rehmîyê Hekarî.”[43]

Damezirandina Komela Hêvî û xebatên wê, gelek tesîr li ser ciwan û xwendakarên kurd kirîye. Komela Hêvî, piştî damezirandinê, di çarçoveya armanca komelê de dest bi weşandina kovara Rojî Kurd dike. Rojî Kurd bi zimanê kurdî-tirkî tête weşandin û li ser hev çar hejmar hatine belavkirin. Hejmara yekemîn a kovara Rojî Kurd, di 6ê Hezîrana 1913 de hatiye çapkirin, li ser bergê kovarê hatîye nivîsandin ku xwedî îmtiyaz û midurê mesûl Ebdulkerîm Efendî yê Silêmanî ye. Li ser bergê hejmara pêşîn wêneyê serdar û navdarê kurd Selehedînê Eyubî hatiye çapkirin. Hejmara duyemîn, 6ê Temûza 1913 hatiye çapkirin û li ser bergê wê wêneyê Kerîm Xanê Zend hatîye belavkirin û hejmara sisê jî di 1ê Tebaxa 1913 de hatîye çapkirin û li ser bergê wê jî wêneyê Hûsên Kenan Paşa hatîye çapkirin. Hejmara çaran jî, di 30yê Tebaxa 1913 de hatîye çapkirin û li bin wêneyê li ser bergê wê hatîye nivisandin, “Kurdistan’ın müstahkem şehirlerinden Erzrum şehri/ Bajarê Mûstahkem ê Kurdistanê Erzerum.”

Orjînalên kovara Rojî Kurd bi alfabeya erebî û bi zimanê osmanî-kurdî (bi soranî û kurmancî) hatine çapkirin. Piştî çapa yekemîn a dema Dewleta Osmanî, sala 1981ê sê (3) hejmarên Rojî Kurd, ji aliyê Cemal Xeznedar ve li Bexdayê ji nû ve hatine çapkirin. Sala 2002yê jî, bi redaktorîya nivîskarê vê berhema berdest, her çar hejmarên kovara Rojî Kurd bi alfabeya latînî û wergerandina tirkîya nû, ji alîyê weşanên Warê ve ji nû de hatine çapkirin.

Xebata Komela Hêvî di nav civata kurd de hiş û hişyarîyek netewî peyda kirîye. Ji ber vê yekê, dorûberê hikumetê û bi taybetî jî Tevgera Îtihad û Terakkî, ji xebata Komela Hêvî û derçûna kovara Rojî Kurd gelek aciz bûn. Ji ber vê, gelek zixtên hikumetê li ser komelê û xebatkarên wê çêbûn. Piştî weşandina çar hejmaran, çapkirina kovara Rojî Kurd hatîye rawestandin.

Piştî rawestandina weşana Rojî Kurd, li şûna wê, bi navê Hetawî Kurd kovareke nû hate weşandin (derxistin) û hejmara wê ya yekemîn 11yê Teşrîna Ewel 1329 (24ê Çirîya Pêşîn a sala 1913), li Îstenbulê di çapxaneya “Resîmlî Kîtap” de hatîye çapkirin. Xwedî îmtiyaz û mesûl mudirê kovarê Babanzade Ebdulezîz e û li ser bergê wê hatiye lêkirin ku ev “kovar ji mehê carek tête neşirkirin.”[44] Di nav rûpelên hejmara yekemîn a kovarê de nivîsên van nivîskaran hene: Dr. Abdullah Cevdet, Mesud, T…, Necmedînê Kerkûkî, Zehawîzade, A. M., Binî Erdelanî û Baban Ebdulezîz. Hejmara duyemîn (2.) a kovarê, 21ê Teşrîna Sanî 1329 (4ê Kanûna 1913) di heman çapxaneyê de tête çapkirin.

Hejmara sisêyan (3.), 29ê Kanûna Ewel 1329ê (11 Kanûna Ewel 1914) hatiye çapkirin û di nav rûpelên vê hejmarê de jî nivîskarên wekî Îsmaîl Heqî, Necmedînê Kerkûkî, Ahmedê Silêmanî, Dr. Abdullah Cevdet, H. B. Xarpûtî, Kerîm Kerkûkîzade, M. X., D. Zade Mehmed Mîhrî, Babanzade Îsmaîl Heqî û Qazîzade Mistefa Şewqî nivîsandine. Di hejmara sisêyan de mesele û tespîteke pirr girîng ji alîyê Abdullah Cevdet ve hatiye dîyarkirin, ku ev rexne berdewamî ji tevgera rewşenbîrî û sîyasî ya kurd re hatiye kirin, bi vê tespît û rexneyê jî rastîyeke dîrokî hatîye nîşandan. Cevdet hişyariyê dide rêvebirên Komela Hêvî û kovara Hetavî Kurd û dibêje:

“Ew ciwanê ku di dilê wî/wê de heskirinek xurt hebe û bi xurtî ji qewmê xwe hes bike, divê hewldan û xebata xwe bigehîne Anadolê. Li vê derê, li Îstenbulê qetîyen bi gotin û nivîslêkirinê tiştekî çê nabe.”[45] Hejmarên 4-5ê Hetavî Kurd, 10ê Mayisa 1330 (23yê Gulana 1914) bi hev re hatine çapkirin. Di vê hejmarê de peryoda derxistinê û ciyê çapkirina kovarê guherîye û li ser bergê wê hatîye lêkirin ku “ji 15 rojan carekî tête weşandin”[46] û di çapxaneya “Necmî Îstikbal” de hatiye çapkirin. Adresa wê jî wisa hatiye dîyarkirin: “Îstenbul Şehzade Başinda Kurd Talebe Hêvî Cemîyetî”. Hejmara dehemîn (10.) jî, 20ê Hezîrana 1330ê (3yê Temmuza 1914yê) hatîye çapkirin û li ser bergê wê jî hatiye lêkirin ku “ji 15 rojan carekî tête çapkirin.” Lê belê em nizanin ku ev kovar bi tevayî çend hejmar hatine çapkirin û belavkirin. “Kovara Hetavî Kurd, wek berdewamîya kovara Rojî Kurd û xebata Komela Hêvî, hetanî sala 1914 weşana xwe dewam dike.”[47] Di nav rûpelên hejmarên berdest de bi berdewamî navê van nivîskaran derbas dibe: Dr. Abdulah Cevdet, Mehmed Mîhrî (Zehawîzade, Binî Erdelanî, D. Zade Mehmed Mîhrî), Nejmedînê Kerkûkî, M. X., Mewlanzade Rifat, H. B. (Xarputî), Îsmaîl Heqî, Kerîmzade Kerkûkî, Qazîzade Mistefa û wd.

Dema ku Şerê Giştî yê Yekemîn dest pê kirîye, ji ber şer, piranîya endam û rêvebiran ji bêgavîyê ketin ber xizmeta seferberîya leşkerî, şert û hêza xebatê nema, xebata Komela Hêvî û weşana kovara Hetavî Kurd jî hate rawestandin.

Li ser armanca damezrandina Komela Hêvî û belavkirina kovara Rojî Kurd gelek şirove hatine kirin. Lê divê pêşîyê em bala xwe bidin bername, nivîs û gengeşîyên nav rûpelên kovarê. Di hinek nivîsîn û belavokên kovarê de, têgehîştin û felsefeya damezrandina Komela Hêvî û belavkirina kovara Rojî Kurd weha hatîye dîyarkirin:

“Divê ji dûrê îhtirasên sîyasî, armancek me ya zanistî û civakî ya ku rewayê evro û paşerojê be, hebe… ev e, îro ciwanên kurd, hem li hember dinyayê û hem jî li hemberê kurdîtiyê di bin barê vê armancê de ne. Ciwanên kurd bext dane gelê xwe, ku dê bi awayeke bêkêmanî vê wezîfeyê hilgirin ser milê xwe, bi zanîn û bawerîyê li hember ev êrîş û heqaretên cûr bi cûr raweste. Vê gavê tenê em dikarin bêjin ‘ya girîng xebata mirov e, ne gotina wî’”[48] ye.

Her hewa di berdewamiya nivîsê de tête gotin: “Me du abîdeyên hişyarîyê ava kirin: yek jê Komela Hêvî ye û ya din jî kovara Rojî Kurd e. Ev herdu eser jî dikarin bibin delîlê hişyarîya ciwanên me, ku meşaleya kurdîtiyê hilkirine.”[49]

Der barê ziman, kultur û perwerdeyîya bi zimanê kurdî de gotinên bikirp bêtin kirin jî, lênêrîna beşek damezrêner û nivîskarên kovarê ev e, ku bi girêdayî têgehên Îslamî û Osmanîparêzî têkilîyên nav civakî bête bihêztirkirin. Yanî daxwazên kulturî û perwerdeyîya bi zimanê kurdî, wekî unsurên ji bo pêşxistina hişyarîya neteweyî nayin dîtin, ji bo bihêztirkirina binyata van têgehan wekî xarcekê tête dîtin. Ev fehm û lênêrîn bi vî dirûşmê tête dîyarkirin: “Berîya her tişt mûsûlmantî, pişt ra areb, tirk, kurd an jî acem. …”[50] Babanzade Îsmaîl Haqî jî, di nivîsa xwe ya bi navê “Kurdîtî û Mûsûlmantî”yê de dibêje: “Pêşiyê îslam û paşê kurd, ji ber ku kurdî ji îslamiyetê re xizmet dike, divê bête nivîsandin û belavkirin.” Nejmedînê Kerkûkî jî, di nivîsa xwe ya hejmara yekemîn de, “damezrandina komelên xwendekaran, ji bo dahatûya dewleta Osmanî wek karekî xêrdar” dibîne û dêbêje “yekemîn wezîfeya komelan ew e ku pevgirêdaniya qewmê xwe û meqama Xelîfetîyê bihêztir bikin.”[51]

Dema em bala xwe bidin nivîsên wisa, dîyar dibe ku di armanca belavkirina Rojî Kurd de jî, ji alîyê fikra neteweyî ve zelalîyeke temamî nîne. Bi qasê netewetîyê, umetparêziya Îslamî û Osmanîparêzî jî wek reng û têgehên pirr girîng derdikevin pêş.

Lê ku mirov baş bala xwe bide bûyerên pêkhatî yên ji wê demê şûn ve, mefhumên wekî “îtîhadê osmanî”, “osmanîparêzî”, û “umetparêzî” ji bo pêşîlêgirtina fikra neteweyî ya milletên din e. Ronakbîr û sîyasetmedarên tirkên “îttîhadparêz” û “umetparêzên wê demê, bi vê sîyasetê, ji alîkî ve dixwestin neteweyên di nav sînorên dewleta osmanî de bi sîyaseta “Îtîhad û Terakkî” ve girê bidin û ji aliyê din ve jî pêşî li geşbûna fikra neteweyî ya van qewman bigrin. Bûyera ku li jêr hatîye neqilkirin, mînaka herî balkêş a bêtehamûlî û fikra veşartî ya “îtîhadê turkî” dîyar dike. Dr. Abdullah Cevdet di nîvîsa xwe ya bi navê Rêya Îttîhadê de dibêje: “Dostekî min ê ezîz û rêzdar li ser maseya min kovara Rojî Kurd dît û ji nişkê ve pirsî got: Ev kovara çi ye? Min got: weşana lêgerîna civakî û qewmî ya der heqê kurdan de ye. Hevalê min rûpelên kovarê qulipandin û rastê meqaleyêk kurdî hat û vegriya got “madem ev kovar ne bi turkî ye, madem ku kurdî ye, wê demê kovara cûdaxwazî ye” û kovara Rojî Kurd di cî de danî ser maseyê. Bi gotina Abdullah Cevdet, ev bûyer û nêrînên weha ne tessadûf in, nêrîneke giştî û gelêrî ye, pirr li ber dikevim ku ev felsefeya sexte, ronakbîr jî kişandîye nava xwe.”[52]

Bêguman mirov dikare van mînakan zêdetir bike, lê belê bawer dikim ji bo dîyarkirina armanca derçûna kovarê û hebûna fikir û mêlên ciyawaz, evan mînakan bes in.

Herwekî me di rûpelên pêşîyê de jî gotibû, hikumeta wê demê û bi taybetî jî Tevgera Îtihad û Terakkî, ji xebata Komela Hêvî û derçûna kovara Rojî Kurd gelek aciz bûn. Ji ber vê yekê, gelek astengî derdixist pêşîya xebata komelê û xebatkarên wê. Ji ber zixt û astengên desthilatdarîya sîyasî û rewşa awarte ya Şerê Giştî, weşana Hetavî Kurd jî tête rawestandin.

Di destpêka Şerê Giştî yê Yekemîn de xebata Komela Hêvî û belavkirina vê kovarê jî, ji aliyê desthilatdarîya sîyasî ve hate betalkirin. Di kovara Hetavî Kurd de jî, cardin babeteke herî girîng têkilîya dîn û netewetî ye. Di nivîs û belavokên kovarê de, dîn û netewetî, wek du unsirên temamkerê hev hatine dîtin, ne dijberê hev. Ev yek, di Beyana Civata Hêvî de bi zelalî xuya dibe:

“Bi îzna we carek dî jî em dibêjin felata musilmanî û tewadkirina sebebê wê, naskirina kurdî di dest we da ye.

Ew ên ji bo musilmantî û kurdîtî dixebitin, zehmetan dikişînin, ji xeynê mexfîreta Xudê tû tiştek naxwazin. Ji bo wan arîkirin û çirayê kû ji bo kurdîtî hil bûye û roj bi roj şewqa wê zêde dibe, eger ji bo musilmantîya xwe jî û ji bo dewlet û milletê xwe di dilê we da rehmîyek we û di rehê we da xûna bab û kalikan heye, ha waye li ber we meydanek fire vebûye, lê bixebitin, xwe û wê bi arî û xîretê xelas kin.”

“Civata Hêvî di xulamîya musilmanî û kurdîtî da sekinîye, yeka dî jî; ewê kû mêr û musilman e û ji dewlet û milletê xwe hez dike, bila carek mêze bike kû xizmeta millet bi çi awayî tête wucûd, ew jî wusan bike.”[53]

Bi tevî destpêkirina Şerê Giştî yê Yekemîn di sala 1914an de, rewşa awarte hate îlankirin û ji ber vê yekê dewreya yekemîn a Komela Hêvî jî hate girtin. Bi tevî destpêka şerrî, gelek xwendekar û ronakbîrên kurd rêkirin cepheyên şerr û ligel wan şert û mercan, xabata roşinbîrî, sîyasî û weşangerîya kurdî jî qut bû yan jî pirr kêm û lawaz bû.

Kurdîyê Bîtlîsî (Xelîl Xeyalî) der bareyê xusarên Şerê Giştî yên li ser têkoşîn û rêxistinên kurdan de weha dibêje: “Destên xwîndar û zordarên Şerê Yekemîn, cewherên kêmpeyda yên xezîneya me ya neteweyî ji me veqetandin û rêkirin cepheya berfireh a şer. Tenê nûçeyê wan ên dilkovan ji me ra hatin.”[54]

Dema ku em baş bala xwe bidin belavok û peyreva damezrandina Komelê, xebat û çalakîyên kulturî-sîyasî û nivîsên nav rûpelên kovara Rojî Kurd û Hetavî Kurd, du rengên fikrî bi hev re xuya dibin: a yekemîn, reng an jî mêla osmanîparêzî ye, di bin şemsîya îslamiyet-umetê û nav sînorê Dewleta Osmanî de mafê kulturî yê milletê kurd dixwazin; ya duyemîn jî, rengê (mêla) fikra netewî ya nûzayî ya kurd e. Li gor dîtina kurdzanê navdar Minorsky, kovara Rojî Kurd, rêbazekî neteweyî dabû ber xwe û hestên neteweyî di nav kurdan de belav kirîye.

Bi tevî destpêkirina Şerê Giştî yê Yekemîn û bidawî hatina wî, nêzîkê pênc salan li ser girtin û rawestandina faaliyetên Komela Hêvî derbas bûn. Dema ku cara duyemîn Komela Hêvî dest bi xebatê kir, Xelîl Xeyalî bi minasebeta vê dewreya nû weha dibêje: “Hêvîya” me nemir, ew meşaleya netewî ya ku me bi gelek derd û tengasîyan vêxistibû, cardin di destê ciwanên jîr û jêhatî de wê rêya me ya dahatûyê ronahî bike.”[55] Di vê dewreya nû de reng û fikra netewetîyê hîn bêtir xuya dibe û derdikeve pêş. Ev yek, di Belavoka Komela Xwendekarên Kurd Hêvî [56] de, bi awayekî vekirî xuya dibe, armanc û hedefa sîyasî ya xebata Komelê jî bi kurtayî wekî li jêrê hatîye dîyarkirin:

“Komela me berî her tiştî bi vê yekê bawer dike, ku ew faqtorên bingehîn ên ku refah û îqbala neteweyek ebedî dikin, ji bingehên bawerîyê, dewlemendîyê û zanînê pêk têne. Bi rastî jî, ew neteweyên ku li qerekter û bawerîya wan sistî peyda bûye, hebûn û dewlemendîya wan winda bûye, zanîn û rûmetên wan ên bilind bi tiştên xirab têkil bûne, ew netewe dawîya dawîn dîl dikevin, di dîlîyê da ji rûmetê dikevin û mehkûmê berzebûnê dibin… Ji bo ku neteweya kurd bigîje mertebeka xwedîşeref a ku layiqê xislet û xwîyê wî yê bijare be, berî her tiştî divê bawerî, namûs û îdeala kurdîtiyê bi bawerîyeka nemir bê parastin…. Komela Xwendekarên Kurd Hêvîyê, zarûreta pêşveçûna neteweya kurd di rêya zanînê da, ji bo xwe şopa sereke qebûl kirîye û li dora vê armancê ev carê nîzamnama xwe guhartîye û fire kirîye. Hêvî, ji bo gîhana vê mexsedê, dê li her derê Kurdistanê şax veke… Tarîxa neteweyî ya Kurd û Kurdistanê; hazirkirina wesîteyên berhevkirina vê tarîxê jî, di nava mexsedên bingehîn ên komelê de ye. Ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanekî mefadar û kêrhatî, bigîje hêginîya (qebilîyeta) îfadekirinê û di demeke kurt da bibe zimanê nivisînê, komela me dê xebat bike.[57]

Di nav rûpelên kovara Rojî Kurd de em rastê navê gelek nivîskaran têne, van nivîskaran paşê di kovarên wekî Hetavî Kurd, Jîn, Kurdistan û wd. de jî nivîsandine. Ev nivîskarên ku navê wan di nav rûpelên van kovaran de derbas dibin, piranîya wan heman demî rêber û kadirên komele û tevgera kurd a wê demê bûn. Wekî ku me berê jî dîyar kiribû, di nav rûpelên Rojî Kurd û Hetavî Kurd de nivîskarên ku berdewamî nivîsandine ev in: Nejmedînê Kerkûkî, Ebdulkerîmê Silêmanî, Abdullah Cevdet, Zehawî Zade A. M., Binî Erdelanî A. M., D. Zade Mehmed Mîhrî, Fikrî Nejdetê Diyarbekirî, Fuad Temo, Îsmail Heqî Babanzade, M. Salih Bedirxan, Mewlanzâde Rifat, H. B. Xarpêtî, Modanî X. (M. X.), Husên Paşayê Bedirxanî, Qazî Zade Mistefa Şewqî, Mesudê Silêmanî û wd.

Endamên Komela Hêvî, nivîskarên kovara Rojî Kurd û Hetavî Kurd bi xebat û helwesta xwe ya der barê rûdanên sîyasî û civakî yên wê demê de, ji bo pêşxistina hişyarîya neteweyî û civakî ya kurd, xizmetên pirr girîng kirine. Dema em bala xwe bidin naverok û armanca xebatên wan ên çapemenî, kulturî, zimanzanî, civakî û dîrokî yên wê pêvajoyê, mirov dikare xebatên wisa wek qonaxa destpêka peydabûna fikra neteweyî binav bike.

5.Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) [Komela Pêşketina Kurdistanê]: Rojnameya Jîn, Serbestî ûkovara Kurdistan

5.1. Jîn

Piştî bi dawîhatina Şerê Giştî yê Yekemîn, Dewleta Osmanî têk diçe û rewşeke nû peyda dibe. Di vê rewşa hanê de kurd, ji nû ve dest bi xebatê dikin: Sala 1918, bi navê Cemîyeta Tealî ya Kurdistan [Komela Pêşketina Kurdistanê], komeleke nû tête damezirandin. “Damezrênerê sereke yên Komelê Bediûzzeman Mele Seîd, Hemzeyê Mûksî û Xelîl Xeyalî Begê Modkî bûn.”[58]

Navenda Komelê li Îstenbulê bûye û li Amed, Bedlîs, Xarpêt û Dêrsimê jî şaxên wê hatine vekirin. Di kongirê de ji bo Civata Kargêrîya Komelê ev şexis hatine hilbijartin: “Seyîd Evdilqadir (serek, Şemdînan), Emîn Alî Bedirxan (alîkarê serek ê pêşîn, Botan), Fuad Paşa (alîkarê serek ê diduyan, Silêmanî), Hemdî Paşa (Sekreterê Giştî), Seyîd Evdila (muhasib), Mîralay Xelîl Beg (endam, Dêrsim), Mîralay M. Elî Bedirxan (endam, Botan), M. Emîn Beg (endam, Silêmanî), Xoce Elî Efendî (endam), Şefîq Arwasî (endam, Wan), Prof Şukrî Baban (endam, Silêmanî), Fetullah Efendî, Mevlanzâde Rifat û Dr. Şukrî Mihemed (Paxirmadenî).

Hemzeyê Mûksî

Her weha gelek kurdên navdar û naskirî jî bûne endamên Komelê û bi hawayekî aktîf xebitîne. Hinek endamên tewr naskirî û xebatkar ev bûn: Dr. Fuad Berxo (Amed), Kemal Fewzî (Bedlîs), Necmeddîn Huseyn (Kerkûk), Kamran Alî Bedirxan (Botan), Reşîd Axa (serekê karkerên kurd), Qazîzade Mistefa Şewqî (Mehabad), Mihemed Mîhrî (Sine), Emîn Feyzî (Silêmanî), Memduh Selîm (Wan), Evdilwahid Berzencî (Silêmanî), Dr. Hamid Şakir, Law Reşîd, Yamulkîzade Evdilezîz (Silêmanî), Evdirehîm Rehmî (Hekarî).[59]

Piştî çêbûna rêvebirîyê, Komela Pêşketina Kurdistanê dest bi çapkirin û belavkirina rojnameya heftane ya Jînê dike. Jîn, weşana neresmî ya Komela Pêşketina Kurdistanê ye, ji hefteyê carek tête weşandin û hejmara wê ya yekemîn di roja 07/11/1918 de hatîye çapkirin. Xwedî û berpirsyarê Jînê, Hemzeyê Mûksî bûye. 20 hejmarên Jînê, di bin berpirsyarîya Hemzeyê Mûksî de hatine çapkirin û hejmara 20 û ji wê pê ve jî Memduh Selîm Begê bûye berpirsyarê kovarê.

Memduh Selîm Begî

25 hejmarên Jînê bi kedeke mezin ji alîyê M. Emîn Bozarslan ve hatine latînîzekirine û bi wergera wan a tirkî-kurdî sala 1985ê li Swêd, di nav weşanên Deng de hatine çapkirin. Li gor agadarîya M. Emîn Bozarslan, kovara Jîn, li ser hev 25 hejmar hatine çapkirin û hejmara wê ya dawî jî roja 02/10/1919 hatîye çapkirin. Lê belê li gor hejmarên berdest, hejmara 36. a vê kovarê jî di 20ê Hezîrana 1920ê[60] de hatîye belavkirin û li ser bergê wê peyva “journal” hatîye nivîsandin.

Tariq Zafer Tunay dibêje: “Kamuran Elî Bedirxan, Emîn Elî Bedirxan, Dr. Şûrkî Mehmed Sekban, sernivîskarê kovara Kurdistan Mehmed Şefîq û mûdirê mesûl Mehmed Mîhrî, mûdirmesûlê kovara Jîn Hemze, Ebdilwahîd Berzencîzade, Ezîz Yamulkîzade û hwd. endamê lijneya rêvebirî û kadirên tewr aktîf yên Komeleya Tealî ya Kurdistanê bûn.”[61]

Di vê rewşa nû de Komela Hêvî jî careka din tête sazkirin û bi navê Kurdistan dest bi weşandina kovareka nû dikin. Memmduh Selîm Begî ku yek ji damezrênerê komelê bû, di nivîseke xwe ya bi navê “Tarih huzurunda bir tashih/ Di hizura tarîxê de teshîhek” de dibêje: “Mecmuayên Rojî Kurd, Hetavî Kurd, Kurdistan û rojnameya Jîn berhemê tovên çandî yên Komela Hêvî ne…. Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê, Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaî ya Kurd, Cemîyeta Tamîm Marîf û Neşrîyata Kurd û Partîya Millet a Kurd (Kürd Millet Firkası[62]) her yek ji abîdeyên îmana Hêvîparêzan e.”[63]

5.2. Serbestî

Mewlanzâde Rifat

Dema behsa dewreya sereke ya rojname û rojnamevanîya Kurd bibe, bêguman divê navê Serbestî û Mewlanzâde Rifat, di xetên pêşî de bêne lêkirin. Lewra Serbestî, yekemîn rojnameya rojane û herî temendirêj e ku bi rêvebirîya kurdekî namdar hatîye neşirkirin. Navê Mewlanzâde Rifat û Serbestî, bi hev re bûne yekpare. Xwedî û mesul midurê Serbestîyê Mewlanzâde Rifat; kesayetekî namdar û têkoşerekî girîng ê milletê kurd e, ew bi xebat û nasnameya xwe ya rojnamevanî, sîyasetmedarî û dîplomatî tête naskirin.

Lêbelê divê em pêşîyê vê yekê bêjin ku problemên di warê xebatên vê sehayê de gelek in û herweha lêkolînên li ser rojnameya Serbestî û M. Rifat jî pirr kêm û berteng in. Hetanî îro li ser nivîs û berhemên wî yên di weşanên cûr bi cûr de, xebateke berfireh nehatîye kirin. Li gor pirtûk û meqaleyên berdest, dema em bala xwe bidin naveroka nivîs û berhemên wî, em dibînin ku M. Rifat xwedî qelemek tûj, mirovek xwîngerm û hostayê polemîkê bûye. Di vê nivîsê de jî, li gor çavkanîyên berdest, bi giranî dê alîyê wî yê rojnamevanî û têkilîya wî ya bi tevgera kurd û Kurdistanê re derkeve pêş.

Mevlanzade Rıfat, sala 1869ê li Îstenbulê ji dayik bûye û kurê Abdurrehman Nacîm e. Bavê wî Abdurrehman Nacîm, wê demê mifetîşê kutipxaneyên Îstenbûlê bû. Alî Bîrîncî der heqê A. Nacîm de dibêje: “Ew, yekemîn mûrrettîbê defterên der heqê matbuatên kutupxaneyên Îstenbulê, şaîr, hiquqnas, zanayê edebiyata elsîne-î selase ye û di rêya Neqşîbendîtîyê de bû. Abdurrehman Nacîm (21ê Gulana 1833 – 9 Gulana 1934ê) li Şehrezorê ji dayik bûye. Navê bavê wî Mehmed Beg bû û ji mîrekên Silêmanî bû.

Tahsîla xwe di medreseyên Silêmanî û Bexdayê de îkmal kirîye û îcazeta xwe girtîye. Dikare bi zimanê turkî, erebî û farisî bixwîne, binivsîne û herweha muqtedîrê axaftina zimanê kurdî ye.”[64]

Abdurrehman Nacîm, demeke dirêj di bûrokrasîya Osmanî de xebitîye; di Sala 1861ê de dest bi karê Mifetîşîya Kutupxaneyên Dersadetê kirîye, demekî mamostetîya farisî, mesulmudirîya rojnameya Vekay-i Zabtiye kirîye û paşê derbasê Mûlkîyeyê bûye û wî rêkirine ji bo qaymeqamîya Şamê. Sala 1880ê li Helebê bûye muddeyê ûmumî yê mahkemeyên îstînaf û nêzîkê salekî li Diyarbekir jî wek reîsê daîreyê, vî karî dimeşîne. Herweha sala 1894ê wek Reîsê Daîreya Cezayê neqlê Elezîzê dibe û 23yê Hezîrana 1895ê li bajarê Elezîzê diçe ser dilovanîya xwe.[65]

A. Nacîmî, qîma xwe tenê bi karê bûrokrasîyê neanîye, wî herweha pirtûkên dersê jî amade kirine û bi sê zimanan gelek berhemên menzum û mensur jî nivîsandine.

Dema em kar û wezîfeyên fermî yên A. Nacîm bînin ber çavê xwe, ji wê dîyar dibe ku kurê wî M. Rifat li bajarê Îstenbulê ji dayik bûye. Roja ji dayikbûna wî dîyar nebe jî, li gorî nameya wî ya ku di 15 Hezîrana 1909ê[66] de ji Nabî Begê Sefîrê Atînayê re rêkirîye, ew roj di çil salîya xwe de bûye. Agadarîyê me yên der barê jîyana wî ya berîya Meşrûtîyeta II. de, kêm in û nebes in. Berîya ku Meşrûtîyet bête îlankirin, ew bi îdeaya nêzîkbûna bi Sultan Mehmed Reşat re tête tawanbarkirin û 12 sal ceza ji bo wî tête birrîn. Ji ber vê cezayê, wî rêdikin bajarê Sana ya Yemenê.

Bi tevî îlankirina Meşrûtîyeta 23yê Temûza 1908ê, efû tête derxistin û M. Rifat jî dikeve ber vê efûyê û vedigere Îstenbûlê. Piştî vegera Îstenbulê, li hemberê îstibdadê û ji text daxistina Amdulhemîd, dest bi muhalefet û têkoşînek dijwar dike. Destpêkê dixwaze fikir û pêşniyarên xwe bi rêvebirên Cemîyeta Îtîhad û Terakî re parve bike, lakin piştî hinek danûsendinan lihevkirina wan mimkun nabe û ji wan dûr dikeve. Ji wê şûn de tevlî xebata Cemîyeta Fedekaranê Mîllet dibe. Bi vê cemîyetê ve girêdayî rojnameya Hukuk-î Umumîye tête neşirkirin û ew jî wek mesulmidurê vê rojnameyê, cara pêşîyê dest bi xebata weşangerîyê dike. Lêbelê xebata wî ya di nav vê rêxistinê de, zêde dewam nake û M. Rifat di bîranînên xwe de dibêje: “Me dît ku kesên bîyanî (nenas) tevlî Cemîyeta Fedekaran bûne û ji ber vê yekê em ji cemîyetê veqetîyan û dest bi neşirkirina Serbestîyê kirin.”[67]

Di 16ê Îlona 1908ê de dest bi karê neşrîyatê dike. Neşrîyata rojnameya Serbestî jî, roja 1ê Kanûna 1908ê dest pê dike. Lê mixabin hejmarên sereke yên Serbestîyê li ber destê me nînin, ew ên nik me, ji hejmara 169ê dest pê dike û yê çapa salên 1918-19yê ne. Li ser bergê hejmara 176ê ya tarîxa 16yê Kanûna Ewel a 1918ê, ev agadarî hatine nivîsandin: “Sahib û midurê wê: Mewlanzâde Rifat e; rojnameyek rojane ye û sala wê ya dehemîn e; stunên me ji nivîsên rêya heqîqetê re vekirîne; nivîsên hatine rêkirin neşir bibin yan jî nebin, nayin vegerandin; fikrên rewacê yên Partîya Radîkal Avamê”[68] Adres û telefona wê jî weha hatîye dîyarkirin: “Dîvan yolunda Kadınlar Dünyası’nda bir özel daire/İstanbul, qutiya postayê 346 û hejmara telefonê jî 2474 e.” Serbestî di qewareyê kaxizê A3 de 2 rûpel hatîye çapkirin. Di bin sernivîsa “Hudud-î Dahîlîye” û “Hudud-î Harîcîye” de nûçeyên hundur û derva hatine nivîsandin. Di gelek stunan de nivîsên bêîmze hene û di hinek hejmaran de jî stunên vala hene, ew jî dîyar dike ku hin nivîs hatine sansorkirin.

M. Rifat qîma xwe tenê bi rojnamevanîyê neanîye, ji alîyê sîyasî ve jî piştgirîya Partîya Ahrarê dike, lê belê ne endamê wê ye. M. Rifat di bîranîn xwe de dibêje: “Ji alîkî ve em ne endamê Partîya Ahrar a Prens Sabahaddîn bûn lê me piştgirî dida wê, ji alîyê din ve jî em dixebitîn ku partîyeke sîyasî ya nû damezrînin.”[69] Ew heman demî muhalîfekî dijwar ê Partîya Îtîhad û Terrakî bû, desthilatdarî û rêvebirîya Îtîhad û Terakkî ji xwe bi giştî tehamûla muhalefetê nedikirin, bi taybetî jî, ji fikrên M. Rifat û weşana rojnameya Serbestî pirr aciz bûn. Ji ber vê yekê, berdewamî gef lê dixwarin û wî bi kûştinê tehdît dikirin. Dawîyê qîma xwe bi gefxwarinê neanîn, di şûna M. Rifat de bi xeletî sernivîskarê Serbestî Hesen Fehmî kûştin.

Hîn li ser serbestbûn û vegera M. Rifat salek derbas nebû bû, piştî kûştina sernivîskarê Serbestî, bûyereke girîng a din çêbû; di 13yê Nîsana 1909 de bûyerên bi navê Vaka 31 Adarê rû dan. Ji ber van bûyeran M. Rifat, carek din rastê êrîşên desthilatdarîya Îtîhad û Terakkî tê; ji alîyê Dîwana Herbê Ûrfî ve bi egera têkilîya wî ya bi vê bûyerê re, 10 sal cezayê nefîkirinê ji bo wî tête birrîn, ji bêgavîyê berê xwe dide welatên bîyanî û ji warê xwe dûr dikeve. 22yê Nîsana 1909ê berê xwe dide Misrê û piştî rêwîtîya 5 rojan digîje Qahîreyê. “Dema ku li Misrê dimîne, nexweş dikeve û li ser teswîyeya doktoran, bi tevlî Nûreddîn Ferruh berê xwe dide Atînayê[70] û ji wê derê jî derbasê Parîsê dibe.”[71]

M. Rifat li Parîsê Şerîf Paşa dibîne ku Şerif Paşa bi xwe jî muhalîfekî meşhur ê wê demû bû û “sala 1909ê li Parîsê bi navê Firkaya Islahatê Esasîye partîyek damezirandibû. M. Rifat li wê derê dibe endamê vê partîyê û li ser ji nû ve neşirkirina Serbestîyê, ew û Şerîf Paşa 27 Temûza 1909ê peymanek dualî çêdikin û bi piştgirîya Şerîf Paşa Serbestî wek rojnameyek heftane li Parîsê 12 hejmar têne çapkirin.”[72] Ji çapkirina 12 hejmaran şûn de, di navbera herduyan de nakokî peyda dibin. Şerîf Paşa piştgirîya ji bo çapkirina Serbestîyê qut dike û ji ber vê yekê çapkirina rojnameyê tête betalkirin. M. Rifat piştî rawestandina çapkirina Serbestîyê, carek din vedigere Misrê. Li Misrê ji nû ve hewl dide ku neşrîyata rojnameya Serbestî bidomîne û hetanî Sibata 1910ê, 7 hejmarên din li vê derê çap dike û paşê neşriyata rojnameyê tête rawestandin.

M. Rifat bi alîkarîya hin şexsiyetên li Misrê, carek din bi hêvîya derxistina rojnameyê berê xwe dide Parîsê û vê carê jî 4 hejmarên din li vî bajarî çap dike. Di van çar hejmaran de, hem rexneyên tund li îttîhad û Terakkî digire û hem jî rexne li rojnameya Meşrutiyet a Şerîf Paşa digire. M. Rifat, “sebebê bingehîn ê nakokîya navbera xwe û Şerîf Paşa, di rîsaleya xwe ya bi navê Bîlanço û hejmara tarîxa 1ê Tebaxa 1912 ya Serbestîyê de bi berfirehî tîne ziman.”[73] Nakokîyên navbera herdu kurdên Silêmanîyê dibin sebebê vê yekê ku M. Rıfat, Şerîf Paşa wek “Derbederê sîyasetê” bi nav dike.[74]

M. Rifat piştî çapkirina 4 hejmarên li Parîsê, cardin vedigere Misrê. Ji demekî kurt şûn ve, carek din ji bêgavîyê welatê Misrê terk dike û berê xwe dide Atînayê. Sala 1911 li Atînayê bi piştgirîya rumên kevnewelatîyên osmanî rojnameyên Faruk (3 hejmar) û Ceht (11 hejmar) neşir dike.[75] Wextê ku li Atînayê dimîne, ji ber zixtên hikumeta Yunanî, mecbur dimîne ji Yunanîstanê derbikeve. Ji wê şûn de ji bêgavîyê berê xwe dide Îstenbulê. Dema tê Îstenbulê ji alîyê polis ve tête girtin û bi biryara Dîwanê Herbê Ûrfî cezaya îkameta mecburî digire û wî rêdikin bajarê Bursayê.

Dema ku Hikumeta Ahmed Muhtar Paşa efû derxist, ew jî ket ber efûyê û vegeriya Îstenbulê. Piştî vegerê, di 29ê Temmûza 1912 de li Îstenbulê dewra duyemîn a neşirkirina Serbestîyê dest pê dike lê mixabin zêde dirêj najo û di 1ê Îlona 1912 de neşirkirina rojnameyê tête rawestandin.[76]

Piştî rawestandina weşana Serbestî, di sala 1913 de hem di jîyana wî ya fikrî û hem jî ya şexsî de guhartinên girîng çêdibin. Ji alîyê fikrî ve M. Rifat, di destpêkê de wekî nihêrînek giştî ya gelek rêxistin û rewşenbîrên kurdên wê demê, wî jî çareserîya meseleya kurd û Kurdistanê, di çarçoveya parastina yekîtîya Dewleta Osmanî de, bi pêşxistina reforman û naskirina mafê kulturî yê milletê kurd dinirixand. Lê piştî ku desthilatdarîya Partîya Îtîhad û Terakkî, xwe li xet û îdeolojîya tukçîtîyê girt û vê yekê bi zordarî li ser milletên din ferz kirin, M. Rifat jî wekî gelek sîyasetmedar û têkoşerên Kurdistanê, êdî îqna bû ku ji xeyrî rêxistinbûna milletê kurd û serxwebûnê Kurdistanê rê li ber wan nîne.

Ji vê demê şûn ve, meyla wî ya li ser meseleya Kurdistanê têkilîya wî ya bi rêxistin û weşanên kurd re, kûrtir û berfirehtir dibe. Ew di nameya xwe ya ji bo rêvebirên Hetavî Kurd de dibêje: “Nûka wezîfeya me ev e, divê bîzathî em kurd bi xwe li çareserîya mesela xwe bigerin. Ew ên ku li pey îdealekî mîllî baznedin, milletê xwe nas nekin, bê ruh in û di nav koma beşer de pirr paşve mane. Bêruhbûna milletekî tesewir bikin, mirov çi qas dêşîne. Di nav medenîyeta sosyal de bêgavîya li hemberê asîmîlebûn û mirinê çi qas dilêş û giran e.”[77]

M. Rifat di berdewamîya vê nivîsa xwe de rexne li nêrînê Abdullah Cevdet digir û dibêje: “Ez di vê babetê de tevlî nêrînên Dr. Abdullah Cevdet Beg[78] nabim; ku armanceke zelal û dîyar li meydanê tune be, rêkirina ciwanên kurdan ji bo Anatolyayê bêfayde ye, nepêdivî ye û dema vê pêşniyarê nehatîye…. Divê em berîya her tiştî armancên xwe dîyar bikin, zûtirîn dem bi metanetê amadekarîya xwe bikin û paşê biçin Kurdistanê.”[79]

Guhartina duyemîn jî, di jîyana wî ya şexsî de çê dibe û M. Rifat di dawîya sala 1913 de, di 44 salîya emrê xwe de bi Nuriye Ulvîye xanim re dizewice. Nurîye Ûlvîye Xanim, di seraya osmanî de perwerde bûbû, jinek aktîvîst a wê demê bû û bi navê Kadınlar Dünyası [Cîhana Jinan] mecmuayek derdixist. Êdî hetanî destpêka Mûtarekeyê, pirranîya dema M. Rifat di îdarexaneya vê mecmuayê de derbaz dibe û ji bo ku ji hevsera wî re bibe nazîre, ew jî di kanûna 1914 de tenê hejmarek mecmuaya Erkekler Dünyası [Cîhana Mêran] derdixe.

Piştî Mûtarekeyê, yekemîn partîya sîyasî roja 22/10/1918yê tête damezirandin û yên ku pêşîyê derdikevin meydana sîyasetê, yek ji wan jî M. Rifat e. Dibêje: “Min bi navê Radikal Avam, partîyek sîyasî damezirand û li ser navê partîyê jî di 26ê Çirîya Pêşîn a 1918 de dest bi neşirkirina rojnameya İnkılab-ı Beşer [Soreşa Beşer] kir”[80] Li ser damezirandina Partîya Avam, nêzîkê du meh derbas dibin û di 17yê Kanûna Ewel a 1918 de bi serokatîya Seyîd Abdulkadirê Nehrî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê jî tête damezirandin. Em hîn bi zelalî nizanin di navbera vê partî û Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) de çi têkilî heye, ew nedîyar e. Mevlanzâde Rifat bi xwe dibêje “Ez endamê merkeza umumî ya Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê bûm.”[81]

Herwekî M. Rifat bi xwe jî dibêje, ew, endamekî aktif û navendî yê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê bû, digel hevalên xwe yên rêxistinê, bi navê cemîyetê tevlî gelek rûniştin û hevdîtinên sîyasî û dîplomatîk bûye. Di vê çarçoveyê de, em dikarin bêjin ku neşrîyata rojnameya Serbestî jî, piştî Şerê Giştî, gehiştîye statuyek nûh. Ji vê demê şûn de Serbestî, wek neşrîyateke Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê (CTK) tête nasandin. Abdurrehîm Rehmî yê Hekarî di nivîsa xwe ya bi navê “Kurd û Kurdistan” de, der heqê vê têkilîyê de weha dibêje: “rojnameya Serbestî, Jîn û Kurdistan ji bo parastina hiquqa me ya mîllî hatine tahsîskirin. Divê mutleqe li her cîyê Kurdistanê bi berdewamî bêne belavkirin, temînkirin û bi dîqet bêne mutaalakirin… Û ji bo ku abonetîya van rojnameyan bêtir bibe, divê ehmîyetekî zêde bête nîşandan û bûhayê abonetîya rojnameya rojane ya Serbestî û kovarên heftane yên Jîn û Kurdistan raste rast ji bo navenda cemîyeta me bêne şandin… Kurdistan, li bende ye ku her kes wezîfeya xwe bêkêmanî pêk bîne.”[82]

Ji van agadarîyan wisa tête fêmkirin ku Serbestî, di vê dewreyê de wek weşanek rojane ya CTK hatîye neşirkirin. Di nav rêza nivîskarên vê dewreyê de, navê kesayetîyên wekî Kamiran Bedirxan, Celadet Bedirxan, Ebdurrehîm Rehmî Hekarî, Tewfîqê Silêmanî, M. A., Xelîlê Siwêrekî, Îbrahîm Memduh û wd. hene. Herweha hin navên mahlas jî wekî “Qabaqulaq” û “Ferîde” hatine bikaranîn. Di vê dewreya nûh de, di nav rûpelên Serbestî de gelek nûçe û nivîsên li ser kurd û Kurdistanê hatine çapkirin.

Di nav rûpelên Serbestî de hin nivîsên li ser kurd û Kurdistanê

Ji ber ku hemû hejmarên Serbestî li ber destê me nînin, nayê zanîn ku ji serî heta dawîyê û bi taybetî jî di hejmarên çapa Parîs û Misrê de li ser kurd û Kurdistanê çi hatîye nivîsandin û nîqaşkirin. Li gorî lêgerêna me ya di hinek nûsxeyên navbera salên 1918-1919 de, nivîsên li jêrê hatine neşirkirin.

  1. – Kamiran Bedirhan, Kürdler hakkında [Der heqê Kurdan de], no: 181, 21 Kanun-i Evvel 1918
  2. – Kamiran Bedirhan, Kurdistan-1, no: 186, 26 Kanun-i Evvel 1918
  3. – Kamiran Bedirhan, Kurdistan-2, no: 188, 28 Kanun-i Evvel 1918
  4. – Kamiran Bedirhan, Kurdistan-3, no: 193, 2 Kanun-i Sani 1919
  5. – Kamiran Bedirhan, Kurdistan-4, no: 198, 7 Kanun-i Sani 1919
  6. – Celadet Ali Bedirhan, Kürdler ve itihad siyaseti [Kurd û sîyaseta îtîhadê], no: 209, 22 Şubat 1919
  7. – Mewlanzâde Diwan-i Harbe Urfîde [Mewlanzâde di Dîwana Herbê Urfî de], no: 210, 23 Şubat 1919
  8. – Mewlanzâde Diwan-i Harbe Urfîde [Mewlanzâde di Dîwanê Herbê Urfî de], no: 211, 24 Şubat 1919
  9. – Kamiran Bedirhan, Kurdistan, no: 462, 7 Nisan 1919
  10. – Kamiran Bedirhan, Kurdistan hakında selayhiyetdar olmayanlar [Ew ên ku der heqê Kurdistanê de ne selahîyetdar in], no: 470, 19 Nisan 1919
  11. – Kürdler ve Kurdistan: Kürd vatandaşlara [Kurd û Kurdistan: Ji kurdên welatî re],no: 476, 25 Nisan 1919
  12. – Kamiran Bedirhan,Kürdler ve Kurdistan: Kürdistan’da haleti fikriye [Kurd û Kurdistan: Li Kurdistanê rewşa fikrî], no: 477, 26 Nisan 1919
  13. – Kürdler ve Kurdistan: Kürd hemşerilerimiz [Kurd û Kurdistan: Hemşerîyê me yên kurd],no: 479, 28 Nisan 1919
  14. – Kürdler ve Kurdistan: Bir beyanname münasebetiyle [Kurd û Kurdistan: Bi mûnasebeta beyannameyek], no: 480, 29 Nisan 1919
  15. – Kürdler ve Kurdistan: Kurd muhacielerinin vaziyeti [Kurd û Kurdistan: Rewşa muacîrên kurd], no: 481,30 Nisan 1919
  16. -Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kurdistana Kurd memurler [Kurd û Kurdistan: Memurên kurd li Kurdistanê], no: 482, 1 Mayıs 1919
  17. – Hekkarili Abdurrahim Rehmi,Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], no: 483, 2 Mayıs 1919
  18. – Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kurdistana doğru [Kurd û Kurdistan: Ber bi Kurdistanê ve], no: 484, 3 Mayıs 1919
  19. – Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Nazik bir vaziyet karşısında [Kurd û Kurdistan: Li hember wezîyetek nazik], no: 485, 4 Mayıs 1919
  20. – Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kurd Lisani [Kurd û Kurdistan: Zimanê Kurdî],no: 486, 5 Mayis 1919
  21. – Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan-3 [Kurd û Kurdistan-3], no: 487, s: 1-2, 6 Mayis 1919
  22. – Cizreli Taceddin Takî, Kürd Mektubu [Mektuba Kurd], no: 487, sf. 2, 2 Mayıs 1919
  23. – Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kürtlerin Amali [Kurd û Kurdistan: Amelê Kurdan],no: 488, 7 Mayis 1919
  24. – Kurdistan Teali Cemiyeti Beyannamesi [Beyannameya Cemîyeta Tealîya Kurdistanê], no: 488, sahife: 2, 7 Mayis 1919
  25. – Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kürdlerde İttifaq [Kurd û Kurdistan: Tîfaqa Kurdan],no: 489, 8 Mayis 1919
  26. – Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kurdistana göz dikenler [Kurd û Kurdistan: Yên çav berdana Kurdistanê], no: 490, 9 Mayis 1919
  27. – Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kürd Edebiyati- Mem û Zîn-I [Kurd û Kurdistan: Edebîyata Kurdî- Mem û Zîn-I], no: 491, 10 Mayis 1919
  28. – Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kürd Edebîyatı: Mem ve Zîn-2 [Kurd û Kurdistan: Edebîyata Kurdî- Mem û Zîn-2], no: 495, 14 Mayis 1919
  29. – Siverekli Halil, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], no 492, 11 Mayis 1919
  30. – Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], no: 496, 15 Mayis 1919
  31. – Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], no: 497, 21 Mayis 1919
  32. – Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], no: 498, 21 Mayis 1919

Evan nivîsan di hejmarên mewcud de hatine tespîtkirin. Ger hejmarên din bêne bidestxistin û kontirolkirin, mimkune em dê rastê gelek nivîsên din jî bêne.

Di sala 1920an de Cemîyeta Tealîya Kurdistanê, li ser esasê otonomîparêzî û serxwebûnparêzîyê parçe bû. “Piştî parçebûna (jihevbûna) CTKê, Mewlanzâde Rifat di nav rêza damezrênerên Cemîyeta Teşkîlatê Îçtîmaîye de cî digre.”[83] Lêbelê têkilîyên wî û Seyîd Abdulkadir jî berdewam dikin, di gelek hevdîtinên sîyasî û dîplomatîk de bi hev re tevdigerin.

Peymana Lozanê rewşeke nû derdixe holê; di vê peymanê de bendek li ser sirgûnkirina muhalîfên Tevgera M. Kemal hebû ku TBMMyê li gorî vê bendê, navê M. Rifat jî xistîye nav “sirgûnên 150yan”.[84] Ji ber vê, M. Rifat cardin mecbur ma di dawîya sala 1922yan de Îstenbulê terk bike û derbasê Yunanîstanê bibe. M. Rifat li Yunanîstanê demek dirêj nemaye, ji ber xebatên sîyasî ji wê derê derbasê Helebê bûye. Li gor agadarîyên Ali Birinci, “Ta ku M. Rifat ji ber sirgûnên 150yan Îstenbulê terk kirîye, neşirkirina rojnameya Serbestî jî dewam kirîye.”[85] Lê mixabin em nizanin hetanî dawîyê çend hejmar hatine çapkirin.

Ji ber ku M. Rifat endamê merkezî yê CTK bû, bivê nevê ronîkirina têkilî û rola wî di Tevgera 1925an de, alîyekî girîng ê jîyana wî ya sîyasî ye. Bêguman entellektuelek wekî M. Rifat, nemimkune ji tevgera netewî û şoreşgerî ya milletê kurd dûr bikeve. Ew, raste rast tevlî xebat û çalakîyên Tevgera 1925 bûye û ji ber vê yekê demek zûtir ji Yunanîstanê veqetyaye, berê xwe daye rojavayê Kurdistanê û li bajarê Helebê bicî bûye. Li vê derê “Rêxistina Kurdên Helebê damezirandine û bi xwe jî rêvebirîya vê rêxistinê kirîye. Herweha di damezirandina Cemîyeta Xoybûnê de cî girtîye û wezîfeyên girîng girtine ser milê xwe. Li bakurê Kurdistanê tevlî Ethemê Çerkez, bi Şêx Seîd re hevdîtinek pêk anîne; li ser navê tevgerê tevlî hevdîtinên dîplomatîk bûye û li gorî raportek îstixbarata Fransiz, bi tevî Selaheddînê kurê Şêx Seîd di nav komîteyêk de xebata xwe berdewam dikin.”[86]

Di encam de ji xebat û çalkîyên wî dîyar dibe ku ew têkoşerekî sînornenas û evîndarê azadîyê bû. Van taybetîyan di bîranînên xwe de weha tîne ziman: “Ez evîndarê hurrîyetekî bêsînor im, ez dixwazim hemû welatî û hemû mirov, heta dixwazim hemû benî beşer; bi tevî nijadên sipî, zerik û reşik giş bibin hevparê evîna me.”[87] M. Rifat wek evîndar û derwêşekî doza rewa ya millete kurd û hûrrîyetê, di rêya vê xebata dûr û dirêj a bênavber de, 8ê Îlona 1930ê li bajarê Helebê di 71ê salîya xwe de çû ser dilovanîya xwe.

5.2.Kovara Kurdistan (1919-1920)

Mehmed Mîhrî Hîlav

Digel kovara Jînê, kovara Kurdistan jî, ji alîyê Komeleya Pêşketin a Kurdistanê ve hatîye çapkirin û belavkirin. Yekemîn hejmara kovara Kurdistanê, roja 30ê Kanûna 1919 (30 Kanun-î Sanî 1335) di çapxaneya Necmî Îstiqlal de hatîye çapkirin. Ev kovar, kovareke hefteyî ye, tê de nivîsên bi zimanê osmanî, kurdî, farisî û erebî hatine belavkirin. Ciyê çapkirina wê, bajarê Îstenbulê ye. Mehmed Mîhrî xwedîyê îmtiyaz û Arwasîzade Mehmed Şefîq jî sernûserê kovara Kurdistanê bû.

Îro em baş nizanin ku ev kovar li ser hev çend hejmar hatine çapkirin. Di nav rûpelên kovar û rojnameyên hevdem ên wê de, danasîna kovarê û nûçeyên çapkirina hejmarên nû hatine belavkirin. Di hejmara 490. a kovara Serbestî de ji ber çapkirina hejmara 8. a kovarê, nûçeyek weha hatîye belavkirin: “Hevalbenda me kovara Kurdistan weşaneke berdewamî ye û hejmara wê ya 8. hate çapkirin. Di nav rûpelên kovarê de bi kurdî û turkî gelek meqaleyên mifedar hene. Em kovara Kurdistanê teswîyeyê hemû welatîyên kurd dikin. Ev kovar, bi eşqa neteweyî ya kurd xebatê dike û divê her welatîyekî kurd bi balkêşî û ji dil bixwîne.”[88] Di nav rûpelên gelek hejmarên kovara Jînê de nûçe û danasîna hejmara nû ya kovara Kurdistanê hatîye belavkirin. Di hejmara 25. ya Jînê de jî agadarîya çapbûna hejmara 14. ya kovara Kurdistanê[89] hatîye belavkirin. Der bareyê hejmarên derçûyî yên kovara Kurdistanê de bîrûrayên ciyawaz hene. Li gor agadarîya Memed Bayrak ku ji raporek Hasîp Koylan neqil dike û têde behsa hejmara 15. ya kovarê û nivîseke Mehmed Mîhrî ya bi navê “Kürtlerin Hissiyat-ı Necibesi”[90] dike. Li gor nivîsîn û neqilkirina Dr. Ferhad Pîrbal jî, “Mamoste Eladîn Sicadî û Kemal Xeznedar li ser ew bawerîyê ne ku kovara Kurdistan 27 hejmar hatine belavkirin. Lêbelê ji bo rastnîşandana vê îddîayê, ji hejmara paşîn rûpelek tenê jî li berdest nîne. Mamoste Kemal Mazhar jî dibêje: “Hejmara dawî ya ku min dîye, hejmara 19. ye û li ser bergê wî hatîye nivîsîn; 7ê Receba 1338 (1920) û sala duwemîn.”[91] Viladimir Minorsky jî dibêje: “Kovara Kurdistan a heftane, li ser hev 37 hejmar hatine çapkirin.”[92] Lê tu çavkanîyek jî dîyar nake.

Di vê xebata berdest de hunê naveroka hejmarên 1, 2, 3, 4, 5, 6, 8, 9 û 13 yên kovara Kurdistanê bibînin. Hejmarên din li ber destê min nîn in. Li ser bergê pêşîn ê hejmara yekemîn weha hatîye lêkirin: “Ji dervayê sîyasetê behsê her babetê tête kirin, bi her zimanî tête çapkirin û kovareke hefteyî ye.”[93] Der barê ciyê neşirkirinê jî weha hatîye lêkirin: “Di çapxaneya Necmî Îstiqbal de hatîye çapkirin.” Di hejmarên 5-6an de em dibînin ku pênasaya jorîn guherîye û li şûna wê de weha hatîye lêkirin: “Sîyasî, civakî, edebî û îlmî ye, ji hefteyê carek tête neşirkirin.” Li ser bergê hejmarên 8. û 9. jî weha hatîye lêkirin: “Kovareke fikrî û serbixwe ya sîyasî, civakî, edebî û îlmî ye, ji hefteyê carek tête neşirkirin.”[94] Wek ciyê belavkirinê jî navnîşana “Îstanbul Bab-ı Ali caddesinde Yeni Şark Kütüphanesi” hatîye dîyarkirin. Di hejmara yekemîn a kovara Kurdistanê de, bi navên cihê cihê pênc nivîsên M. Mîhrî hatine çapkirin.

Herwekî ku me li jorê jî behs kir, di hejmara yekemîn a kovarê de sîyaset, li dervayê mijûlayî û xebata kovarê bête nîşandan, di hejmarên paş wê re pênaseya kovarê diguhare û sîyasîbûna kovarê jî tête dîyarkirin. Dema ku kovar di çarçoveya armanceke sîyasî de weşana xwe bike, ev armanca sîyasî, bêguman wê bi armanca sîyasî û neteweyî ya Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê (CTK) ve têkildar be. Di vê çarçoveyê de dema ku armanca sîyasî ya Komelê, naverok û munaqeşeyên nivîsên di nav rûpelên kovarê de bêne nirixandin, dîyar dibe ku ji bo belavkirin û pêşxistine fikra netewîya kurd, kovara Kurdistan bûye wasîteyek pirr girîng. Abdurrehîm Rehmî yê Hekarî jî der barê girîngîya vê kovarê û weşanên wê yên hevalbend de weha dibêje: “Rojnameyên wekî Serbestî, Kurdistan û Jînê ji bo mudafaakirina hiquqa me ya mîllî dixebitin. Ji ber vê yekê, divê li her alîyê Kurdistanê bi balkêşî bêne şirovekirin, herweha ji bo temînkirin û belavkirina wan a berdewamî û berfirehî, divê bi awayek lezgînî û mutlaq teşebbûs bêne kirin.”[95] Ev taybetîya kovarê yanî weşan û xeta wê ya neteweyî, bala wezîfedar û hêzên navdewletî jî dikşîne û di raporteke (FO 371/4191, 10ê Temmuza 1919) serbazê îngilîzî C. L. Woolley de, hatîye dîyarkirin ku “kovara Kurdistan, weşaneke netewî ya heftane ye.”[96]

Bêguman dema ku babet li ser kovar û rojnameyên kurdî be, çapemenî û weşangerîya kurdî be, nûqteyek girîng jî ragehandin û belavkirina wan e. Hinek nimûneyên pirr hindik ne tê de, pirranîya weşanên kurd wê demê li dervayê sînorên Kurdistanê hatine çapkirin. Ji ber vê yekê belavkirina wan a di nav rewşenbîr û xwendevanan de, problemek bingehîn ê xebatê bû. Em dizanin ku ji rojnameya Kurdistan a Mîqad Mîdhat Bedirxan bigre hetanî kovara Kurdistan, ji dema Dewleta Osmanîyan bigre heta dewra komara nû ya Turkiyê û di pey wê re jî ku çiqas weşanên kurdî hatine çapkirin, bêîstisna ji alîyê desthilatdarîya sîyasî ya wê demê ve zixtên polîsîye li ser wan û xwendevanên wan hatine kirin, li hemberê belavkirinê jî astengî û tengasîyên îdarî, sîyasî û ewlekarî hatine çêkirin. Bi tevî hemû astengîyan em dibînin ku di gelek bajarên Kurdistanê de, kovara Kurdistan gehiştîye ber destê xwendevanan û ji aliyê xwendevanan ve têlgiraf û nameyên pîrozbahî ji bo kovarê hatine rêkirin. Dema em bala xwe bidin nav rûpelên hejmara pêncan (5), em dibînin ku ji bajarên wekî Diyarbekir, Dêrsim û Wêranşarê ve têlgirafên pîrozbahî ji bo navenda kovarê hatine rêkirin.

Di serrûpelê kovara Kurdistanê de hatîye lêkirin ku “Ji derveyê sîyasetê bahsê her babetê tête kirin”. Lê belê di naverokê de sîyaset jî tê de, li ser gelek babetên cûda nivîsên cûr bi cûr hatine belavkirin. Dema mirov bala xwe bide nivîskarên kovarê, em dibînin ku navê gelek nivîskar û kadirên pêşhatî û namdarên wê demê têde derbas dibin. Ji nav nivîskarên kovarê, divê pêşîyê navê xwedîyê kovarê Mehmed Mîhrî bête bilêvkirin ku wî ne tenê bi navê xwe, bi mahlasên Mehmed, Mîhrî, M. Mîhrî, M. M. û Kake Heme nivîsandîye. Sernivîskarê kovarê Arwasîzade Mehmed Şefîq jî, bi navên A. Mehmed Şefîq û Mehmed Şefîq nivîsandîye. Digel nivîsên wan, nivîsên Abdullah Cevdet, Abdurrehîm Rehmî Hekkarî, Kemal Fewzî, Abdulwahîd, Ahmed Wehbî, Ahmed Arif, Qadîzade M. Şewqî, E. Q., M. Selîm Begî, Emîn Fewzî, Cano, Mehmed Osman, M. Yamulkîzade, Îbn el Reşîd, Lawê Delal û Sabrî Suleyman di nav rûpelên hejmarên kovarên bedrdest de hatine çapkirin.

Di encam de, dema em bala xwe bidin naveroka nivîs û nasnameya nîvîskarên kovara Kurdistanê, em dibînin ku du alîyên girîng ên naverok û armanca giştî ya weşan û xebatên rewşenbîrî yên wê demê derdikevin pêş: a yekemîn, pêkanîna lêkolînên li ser ziman, edeb, dîrok, çand û rewşa komelî ya milletê kurd e; ya duyemîn jî, bi lêkolîn û ronîkirina van babetên cûr bi cûr, hişyarkirin û pêşxistina fikra neteweyî ya kurd e.

Dîroka çapbûna hejmarên Kurdistanê:

  1. Kurdistan, hejmar: 1, 30 Kanûna Sanî 1335/ 30ê Kanûna Paşîn 1919
  2. Kurdistan, hejmar: 2, 9 Kanûna Sanî 1335/ 9ê Sibata 1919
  3. Kurdistan, hejmar: 3, 25 Şubat 1335/ 25ê Sibata 1919
  4. Kurdistan, hejmar: 4, 15 Mart 1335/ 15ê Adara 1919
  5. Kurdistan, hejmar: 5, 3 Nisan1335/ 3yê Nîsana 1919)
  6. Kurdistan, hejmar: 6, 22 Nisan1335/ 22yê Nîsana 1919
  7. Kurdistan, hejmar: 8, 2 Mayıs1335/ 2yê Gulana 1919
  8. Kurdistan, hejmar: 9, 11Heziran1335/ 11yê Hezîrana 1919)
  9. Kurdistan, hejmar: 13, 31Ağustos1335/1919)

______________
* Ev nivîs, di roja 26/04/2015 de, di panela “117. Salvegera Rojnamegerîya Kurdî” de hatîyê pêşkêşkirin ku ji alîyê PAKê ve hatibû sazkirin.

  1. [1]Kurdistan, no: 1, 22 Nîsana 1898
  2. [2]J. b.
  3. [3]J. b.
  4. [4] Kurdistan (Rojnameya Kurdî ya Pêşîn), Cild: 1, wergera M. Emîn Bozarslan, Wşanxana Deng, Çirîya Paşîn,1991, Sweden, r. 10
  5. [5] J.b., r. 12
  6. [6] Kürt Tarihi, Yener Koç, Kürdistan Gazetesi [Rojnameya Kurdistan] (1908-1909) Üzerine Birkaç Not, hejmar: 8, r. 39
  7. [7] Celîlê Celîl, Kürt Aydınlanması, Avesta Yayınları, Îstenbul-2000, r. 28
  8. [8] Kurdistan (Rojnameya Kurdî ya Pêşîn), Cild: 1, wergera M. Emîn Bozarslan, Wşanxana Deng, Çirîya Paşîn,1991, Sweden, r. 39
  9. [9] Kurdistan (rojnameya kurdî ya pêşîn), Cild: 1, wergera M. Emîn Bozarslan, Wşanxana Deng, Çirîya Paşîn,1991, Sweden, r. 38
  10. [10] Serbestî, no: 176, 16yê Kanûna Ewel 1918
  11. [11]Ji bo agadarîyên berfireh binêrin: M. Emîn Bozarslan, Kürt Teavün ve Terakkî Gazetesi (Rojnameya Teavûn û Terakkî ya Kurdan), weşanxaneya Deng, Sweden, 1998. Malmîsanij, Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti ve Gazetesi, weşanên Avesta, çapa 2., Îstenbul, 1999
  12. [12]Qedrî Cemîl Paşa, Doza Kurdistan, weş. Bîr, 2007, Dîyarbekir, r. 25
  13. [13]Babanzade Îsmaîl Heqî, Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi, Kurd û Kurdistan, Wergera M. Emin Bozarslan, no: 1, Sweden,1998
  14. [14] Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi, werg. M. Emin Bozarslan, no.:1, Sweden, 1998
  15. [15]Bedîûzeman Mele Seîdê Kurdî, Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi [Rojnameya Hevkarî û Pêşkevtina Kurdan], wergera M. Emin Bozarslan, no: 1, 1998, Sweden
  16. [16] Mela Seîdê Kurdî, Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi [Rojnameya Teavûn û Terakkî ya Kurdan], h: 1, wergera M. Emîn Bozarslan, Sweden, 1998
  17. [17] M. Emin Bozarslan, Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi [Rojnameya Hevkarî û Pêşkevtina Kurdan], Sweden, 1998, r. 9
  18. [18] Dr. Şûkrû Hanioglu, Bir siyasal düşünür olarak Doktor Abdullah Cevdet ve dönemi, Üçdal Neşriyat, 1981, Îstenbul, r. 315
  19. [19]Bilâl Şimşir, Kürtçülük (1787-1923), weşanên Bilgi, çapa 3., 2009, Ankara, r. 258
  20. [20]Tarık Zafer Tunay, Türkiye’de Siyasi Partiler, Cild: 1, weşanên İletişim, çapa 4., 2011, İstenbul, r. 434
  21. [21] Şark ve Kurdistan, no: 1, 20ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 1. Di nivîsa sereke ya bi navê İfade-i Mahsusa[Gotara Taybet] a rojnmeyê de ku bê îmze hatiye lêkirin, armanca weşandina rojnameyê û şiroveya dustûra “Ev rojname, teswîra rewşa sîyasî ya Şerqê û şaîbeyên Xerbê yên der barê însanîyetîyê de dike” [Şarkın siyasi vaziyeti ile Garbın insaniyete karşı şaibelerini tasvir eden gazetedir] hatîye kirin.
  22. [22] Şark ve Kurdistan, no: 1, 20ê Mijdara 1908, Îstenbul
  23. [23] Şark ve Kurdistan, no: 1, 20ê Mijdara 1908, Îstenbul
  24. [24] Şark ve Kurdistan, no: 1, Îfade-î mahsusa, r.: 1, 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/malatyali-bedri-kurd-ve-kurdistan-sark-ve-kurdistan-sayi-1-20-kasim-1908/, 15.02.2015
  25. [25] Serhat Bozkurt, Bir II. Meşrutiyet gazetesi olarak Şark ve Kurdistan, Kürt Tarihi, no: 8, Îstenbul, 2013
  26. [26]Îtîhadê Osmanî: Di manaya fikra parastina yekgirtina Dewleta Osmanî de hatîye gotin. Di vê çarçoveyê de sala 1889ê “Cemîyeta Îtîhadê Osmanî” hatibû damezirandin. Ev rêxistin ji alîyê Îbrahîm Temo, Îshak Sûkûtî, Abdullah Cevdet, Mehmed Reşîd û Hîkmet Emîn ve hatîye damezirandin. Bn. Dr. M. Şükrü Hanioğlu, Bir Siyasi Düşünür olarak Abdullah Cevdet ve Dönemi, weşanên Üçdal, 1981, Îstenbul, r. 25
  27. [27] Serhat Bozkurt, Bir II. Meşrutiyet gazetesi olarak Şark ve Kurdistan, Kürt Tarihi, no:8, Îstenbul, 2013
  28. [28] Malatyalı Bedri, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/malatyali-bedri-kurd-ve-kurdistan-sark-ve-kurdistan-sayi-1-20-kasim-1908/, 15.02.2015
  29. [29] Malatyalı Bedri, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/malatyali-bedri-kurd-ve-kurdistan-sark-ve-kurdistan-sayi-1-20-kasim-1908/, 15.02.2015
  30. [30] Molla Said-i Meşhur, Kürdler neye muhtaç?, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/molla-said-i-meshur-kurdler-neye-muhtac-sark-ve-kurdistan-sayi1-20-kasim-1908/ , 16.02.2015
  31. [31] Molla Said-i Meşhur, Kürdler neye muhtaç?, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/molla-said-i-meshur-kurdler-neye-muhtac-sark-ve-kurdistan-sayi1-20-kasim-1908/ , 16.02.2015
  32. [32] Bn. http://www.ufkumuz.com/kurt-basin-tarihi-6144yy.htm, 13.04.2013, Kemal İnanç Işıklar, Bir Şizofrenin Tahlili: Said-i Nursî Dosyası- 3, Hakimiyet-i Millîye, 2 Ocak 2011
  33. [33] M. Bedrî, Kürdler ve usul-i ictimai [Kurd û Usûlên Îctîmaî] , Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], no: 2, 23yê Teşrîna Sanî 1908
  34. [34]Murat Issı, Ömür boyu süren Osmanlılık serüveni, Bir Osmanlı Kürt Aydını: Malatyalı Bedri, https://www.academia.edu/ 930937/MALATYALI BEDRI, 10,01,2015
  35. [35]J.b.
  36. [36]J.b.
  37. [37]J.b.
  38. [38]Çar (4) hejmarên kovara Rojî Kurd, sala 2002yê di nav weşanên War de li ser hev wek pirtûkek hatine çapkirin. Herweha hun dikarin di nav rûpelên malpera www.kovarabir.com de jî bigîjin hejmarên dijîtal ên Rojî Kurd.
  39. [39]Xelîl Xeyalî, di salên 1911 de midur muhasibê Mekteba Zîraata Bilind a Halqalî bû. Wê demê gelek tesîra wî li ser xwendevanên kurd ên di vê mektebê de hebû. Ew dixebitî ku di nav xwendekarên kurd de hişyarîya neteweyî peyda bike.
  40. [40] Qedrî Cemîl Paşa, Doza Kurdistan, weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r. 29
  41. [41] J.b, r. 34
  42. [42]İsmail Göldaş dibêje: Mehmed Mîhrî endamekî tewr aktîf ê Komeleya Hêvî bû ku ew Komele di sala 1912 de hatibû damezirandin. Bn. İsmail Göldaş, Kürdistan Tealî Cemiyeti [Cemîyeta Tealîya Kurdistanê], weşanên Doz, 1991, Îstenbul, r. 53
  43. [43]J. b., r. 35
  44. [44]Hetavî Kurd, no.: 1, 24ê Çirîya Pêşîn 1913
  45. [45]Dr. Abdullah Cevdet, Hetavî Kurd gazetesi yazarlarına, Hetavî Kurd, no.: 3, 11yê Kanûna 1914
  46. [46] Hetavî Kurd, no: 4-5, 23 Gulana 1914
  47. [47]Qedrî Cemîl Paşa, Doza Kurdistan, weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r. 37
  48. [48]Rojî Kurd, no.: 1, weşanên War, 2002, Îstenbul, r. 14-15
  49. [49] J.b. r. 14
  50. [50] Rojî Kurd, no.: 2, weşanên War, 2002, Îstenbul, r. 52
  51. [51] Babanzade Îsmaîl Hakkı, Rojî Kurd, h.: 2, weşanên War, Îstenbul, 2002
  52. [52] Abdullah Cevdet, Îttîhad Yolu/Rêya Yekîtîyê, Rojî Kurd, no: 2, weşanên War, 2002, Îstenbul, r. 51
  53. [53]Beyana “Civata Hêvî” ya Feqehê Kurdan, Hetavî Kurd, no.: 4-5, 23 Mayıs 1914
  54. [54] Jîn, no.: 14 (28ê Adara 1919), wergera M. Emîn Bozarslan, Sweden, 1998
  55. [55] Jîn, no.: 14, cild: III, wergera M. Emîn Bozarslan, Sweden, 1998
  56. [56] bn. Jîn, Belavoka Komela Xwendekarên Kurd Hêvî, h.: 21-22, cild: 5 wergera M. Emîn Bozarslan, Sweden, 1998
  57. [57]Jîn, no.: 21-22, cild: 5 wergera M. Emîn Bozarslan, Sweden, 1998
  58. [58]Qedrî Cemîl Paşa, Doza Kurdistan, weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r.51
  59. [59] Jîn, kovara kurdî-tirkî (1918-1919), cild: I, wergera M. Emîn Bozarslan, Weşanxana Deng, Sweden, 1985, r. 29
  60. [60] bn. Jîn,no: 36
  61. [61]Tarık Zafer Tunay, Türkiye’de Siyasi Partiler, Cild: 1, weşanên İletişim, çapa 4., 2011, İstenbul, r. 434
  62. [62]Qedrî Cemîl Paşa di pirtûka xwe ya Doza Kurdistan de dibêje: “Ev partî ji bo armanca neteweyî bi dil û can dixebitî û alîkarîya Komela Teşkîlatê Îçtîmaîye dikir. Necmeddîn Huseynî, Memduh Selîm, Kemal Fewzî û Babanzade Ezîz Beg rêvebirên vê partîyê bûn. Bn. Qedrî Cemîl Paşa, Doza Kurdistan, weşanên Bîr, 2007-Dîyarbekir, r. 56
  63. [63] Kurd Wanî (Memduh Selîm Begî), Dîyarîyî Kurdistan (Hediyetu Kurdistan), no: 16, 11/05/1925, Bexda.
  64. [64] Ali Birinci, Tarih Gölgesinde Meşâhir-i Meçhûleden Birkaç Zât [Di Sîya Dîrokê de ji Meşahîrên Meçhûl Çend Zat], bn. Sicill-i Ahval Defteri (BOA. C. 18, s 125), Dergâh yayınları, Şubat-2001, Îstenbul, r. 287
  65. [65] Ali Birinci, J. b., r. 288
  66. [66] Bn. Mewlanzâde Rifat, Sürgün Hatıralarım [Bîranînên Dema Nefîyê], weşanên avesta, çapa yekem, 2009, Îstenbul, r. 70
  67. [67] Mevlanzade Rifat, Sürgün Hatıralarım [Bîranînên Dema Nefîyê], amedekarê çapkirinê Mithat Kutlar, weşanên avesta, Îstenbul, 2009, r. 28
  68. [68] Serbestî, 1918, no: 176
  69. [69] J. b., r. 31
  70. [70] M. Rifat dema ku li Atînayê dimîne, ji alîyê Dîwanê Herbê Ûrfî ve 10 sal ceza nefîkirinê ji bo wî tête birrîn û herweha biryara berdestkirina wî tête girtin. Bn. Mevlanzade Rifat, Sürgün Hatıralarım [Bîranînên Dema Nefîyê], j. b.
  71. [71] Ali Birinci, Tarih Gölgesinde Meşâhir-i Meçhûleden Birkaç Zât [Di Sîya Dîrokê de ji Meşahîrên Meçhûl Çend Zat], bn. Sicill-i Ahval Defteri (BOA. C. 18, s 125), Dergâh yayınları, Şubat-2001, Îstenbul, r. 382
  72. [72] Ali Birinci, j. b., r. 382
  73. [73] Mevlanzade Rifat, Sürgün Hatıralarım [Bîranînên Dema Nefîyê], amedekarê çapkirinê Mithat Kutlar, weşanên avesta, Îstenbul, 2009, r. 88
  74. [74] Mevlanzade Rıfat, Türkiye İnkılabının İçyüzü [Rûyê Hundirîn ê Şoreşa Turkiyê], Pınar Yay. 2. Baskı, 2000/İstanbul, s. 270
  75. [75] Ali Birinci, Tarih Gölgesinde Meşâhir-i Meçhûleden Birkaç Zât [Di Sîya Dîrokê de ji Meşahîrên Meçhûl Çend Zat], bn. Sicill-i Ahval Defteri (BOA. C. 18, s 125), Dergâh yayınları, Şubat-2001, Îstenbul, r. r. 383
  76. [76] Ali Birinci, j. b. r. 383
  77. [77] Mevlanzâde Rifat, Muhterem Hetavî Kurd gazetesi kurucularına [Ji Damezrênerên muhterem ên Hetavî Kurd re], Hetavî Kurd, no: 2, 21 Teşrin-i Sani 1329 (4 Aralık 1913, http://www.kovarabir.com/bira-me-mevlan-zade-rifat-muhterem-hetavi-kurd-gazetesi-kurucularina/, 22 Mart 2015
  78. [78] Li vê derê M. Rifat dixwaze bala xwendevanan bikşîne li ser nameya Dr. Abdullah Cevdetî ya bi navê “Ji nivîskarên Hetavî Kurd re”. Ew nivîs di hejmara yekemîn a Hetavî Kurd de hatîye belavkirin û bi kurtayî tê de ev pêşniyar hatîye kirin: “Her ciwanê ku bi dil hes ji milletê xwe bike û heskirina wî bihêz be, wezîfeya wî ya sereke ew e ku bazde Anatolyayê. Li vê derê, li Îstenbulê bi qelem û gotinan qethen tiştekî nabe… Ey ciwanên kurd! Çi wextê ku me mamostetîya dibistana gundekî kurd, tercîhê qaymeqamî û midurîya cîyekî mezin kir, wê demê em dê bikevin rêyekî rast. Bn. Abdullah Cevdet, Hetavî Kurd, no: 1, Îstenbul, 5ê Teşrîna Ewel 1913. http://www.kovarabir.com/bira-me-dr-abdullah-cevdet-hetavi-kurd-gazetesi-yazarlarina/, 19.11.2013
  79. [79] Mevlanzâde Rifat, Muhterem Hetavî Kurd gazetesi kurucularına [Ji Damezrênerên muhterem ên Hetavî Kurd re], Hetavî Kurd, no: 2, 21 Teşrin-i Sani 1329 (4 Aralık 1913, http://www.kovarabir.com/bira-me-mevlan-zade-rifat-muhterem-hetavi-kurd-gazetesi-kurucularina/, 22 Mart 2015
  80. [80] Mevlanzade Rıfat, Türkiye inkılabının içyüzü [Rûyê Hundirîn ê Şoreşa Turkiyê], Pınar Yay. 2. Baskı, 2000/İstanbul, s. 319
  81. [81] Mevlanzade Rıfat, Türkiye inkılabının içyüzü [Rûyê Hundirîn ê Şoreşa Turkiyê], Pınar Yay. 2. Baskı, 2000/İstanbul, s. 270
  82. [82] Hekkarili Abdurrahim Rahmi, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], Serbestî, no: 483, 2 Mayis 1919, http://www.kovarabir.com/ hekkarili-abdurrahim-rahmi-kurdler-ve-kurdistan/, 19 Şubat 2015
  83. [83] Rohat Alakom, Şerif Paşa, weşanên avesta, çapa duyemîn, Îstenbul, 1998, r. 79
  84. [84] Ayşe Hür, Resmi tarihin hainleri: 150’likler [Xayînên dîroka fermî: Nefîyên 150yan]. Taraf gazetesi, http://arsiv.taraf. com.tr/yazilar/ayse-hur/resmi-tarihin-hainleri-150-likler/16783/, 3 Temmuz 2011
  85. [85]Ali Birinci, Tarih Uğurunda Matbuat Âleminde Birkaç Adım [Di Rêya Dîrokê de ji Alema Matbuatê Çend Gav], Dergâh Yayınları, İstanbul, 2001, r. 19
  86. [86]Dr. Murat Issı, Mevlanzâde Rifat Bey ve Kurdistan [Mewlanzâde Rifat Beg û Kurdistan], Kürt Tarihi, sayı: 8, Ağustos-Eylül 2013
  87. [87] Mevlanzade Rifat, Sürgün Hatıralarım[Bîranînên Dema Nefîyê], amedekarê çapkirinê Mithat Kutlar, weşanên avesta, Îstenbul, 2009, r. 60-61
  88. [88] Serbestî, h.: 490, Îstenbul, 9ê Gulana 1919
  89. [89]Jîn, no.: 25, wergera M. Emîn Bozarslan, Cild:V, Weşanxana Deng, Sweden, 1988
  90. [90] Mehmet Bayrak, Kürtler ve ulusal-demokratik mücadeleleri, weşanên Özge, 1993, Ankara, r. 96
  91. [91]Dr. Ferhad Pîrbal, Kovara Kurdistan (1919-1920), Hewlêr, 1998
  92. [92] Viladimir Minorsky & Thomas Bois, Kürt Milliyetçiliği (Netewetîya Kurdan), Örgün Yayınevi, Îstenbul, 2008, r. 202
  93. [93] b.n. kovara Kuristan h.: 1, 30ê Kanuna 1919, Îstenbul
  94. [94] Kovara Kurdistan, no: 5-6, 3yê Nîsana 1919
  95. [95] Abdurrehîm Rehmî Hekarî, Kurd û Kurdistan, Serbestî, no: 483, 2 Mayis 1919
  96. [96] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan(1918-1958), weşanên Doz, Îstenbul, 1991,r. 54

Derbar Rêvebir

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply