Rojnamegerê kurd xelata rojnamegeriya lêkolînerî girt

Rojnamegerê kurd Bêhrûz Boçanî(Behrouz Boochani) bi xebata xwe ya li ser koçberê li ser behra li Avustralyayê ku wî rewşa wan belge kir xelat girt. Bi vê belgekirinê rojnameger Boçanî xelata rojnamegeriya lêkolînerî ya Anna Politkovskaya girt. Oranîzatorên xelatê sedema xelatdayîna ji bo rojnamegerê kurd wisa gotine: “Mijara ku bi taybetî tê veşartin wî raxistiye ber çavan.”

Par ‘No Friend’ nivîsandibû
Xelata Anna Politkovskaya li ser navê rojnamegera rus ku di sala 2006’an de li Rusyayê hat kuştin tê dayîn. Xelat her sal li Îtalyayê ji bo nîşandayîna rojnamegeriya lêkolînerî ya serketî tê dayîn.
Li ser vê yekê The Guardianê nûçeyek çêkir. Behrûz Boçanî ji kurdên îranê ye û ji wê derê reviyaye, ew jî wekî penaberekî ligel penaberan maye. Ew ji sala 2013’yan ve pêşî li Girava Christmas, paşê li girava Manus li nav pergala çavdêriya koçberan a Avustralyayê jiyaye.
Wî, pênc salan ji bo Guardina Avustralyayê çavdêriyên xwe wekî rojnivîsk nivîsand û ev yek di Saturday Paper de hatin weşandin. Dema li Manûsê bû bi telefona destan wî dîmen kişandin ku ev yek kir belgefîlm û di heman demê de îsal ji ev notên wî yên di nav pênc salan de nivîsandibûn pirtûkek derket. Pirtûk îsal bi navê “No Friend” hat weşandin.

‘Divê em li ser van mijaran hinek din bisekinin’
Xebata wî li ser jiyana xirab a penaberan, serîhildana wan, mirin, helwdana zirardayîna bedena xwe, hêvî û bêhêvîbûna wan e.
Merasima xelatdayînê vê înê (5’ê mehê) li dar ket û Boçanî ji ber ku li Gîneya Nû ya Papua ligel penaberan bû nekarî here merasimê lê xelata wî hat dayîn. Boçanî li ser xelatgirtinê ji bo Guardian a Avustralyayê wisa got: “Baweriya min ev e ku tiştên hikumeta Avustralyayê li girava Manus û Nauru kirine nîşan dide ku ev yek pirsgirêke gerdûnî ye. Ji bo siyasetmedarên îşkence bi kesên mehsûm didin kirin bila ev xelat bibe gaveke şermê. Xelatên bi vî rengî nîşan didin ku divê em li ser mijarên wisa hinek din rawestin. Û wekî her gav ezê dîsa çalak bim û binivîsim.”

Rewşa Boçanî
Rojnameger Bêhrûz Boçanî li bajarê Îlamê yê rojhilatê Kurdistanê hatiye. Dema di sala 2013’yan de hêzên ewlehiyê yên dewleta Îranê bi ser ofîsa rojnameyê de girtine Boçanî Îran terk kiriye. Wê salê di meha tîrmehê de çûye giraveke Avustralyayê û çîroka wî wisa dest pê kiriye.
Par ew bi rojnivîska Manus ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hatibû xelatkirin.

Diyarname

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply