Rojname, Kovar û Rojnamegeriya Kurdî

Di jiyana civakî de rojname roleke berbiçav digire ser xwe. Bi saya rojnameyan civak ji bo hişmendî û feraseteke hevbeş tê perwerdekirin. Em bi rojnameyê di derheq gellek bûyer û qewimînan de dibin xwedî agahî. Ev agahdarî dike ku em bibine aliyekî ya van bûyeran. Em dibin xwedî helwest û seknekê.

Li Ewropayê bi keşifkirina metbaayê qonaxa ronesansê hat destpêkirin. Pêşketina zanistê û civaknasiyê bi saya pirtûkan pêk hat. Piştî şoreşa Fransayê (1789) bandor û tesîra rojnameyê hat dîtin.

Lew bo prosesa dahatûyekê rojname gel perwerde dike û xewn û xeyala dahatuyê di hiş û mejiyê wan de bi cih dike. Nexwe em dikarin bibêjin ku dîroka rojnameyê dîroka mirovahiyê ye.

Bi saya rojnameyan edebiyat jî bi pêş ket. Çîrok, helbest, roman û di warê hunerên din de jî pêşketinek pêk hat.

Ji ber van taybetiyên xwe rojname û dîroka rojnamegeriya kurdî di dîroka kurdî de xwedî ciheke pîroz û taybet e. Lew,ew digel agahdarî, propoganda, parastin…Her wiha dezgeya herî xurt ya tomarkirina jiyan û kultura civaka me ye jî. Em îro bi saya rojnameyên kurdî zanin beriya sed û bîst salan kurdan çi kirine, çawa xwe bi rêxistin kirine, çi dihizirîn, çawa tevdigeriyan hwd.

Rojnameya ewil ya kurdî di 22 yê Nîsana sala 1898 de li Qahîrê bi destê Miqdad Mîdhat Bedirxan tê weşandin.(31 hejmar)

Bi rêzê dîroka weşandina rojnameyên kurdan;

Şark ve Kurdistan-1908 Stenbol

Amîd-î Sevda-1909 Stenbol

Rojî Kurd-,

Hetawî Kurd,

Yekbûn-1913 Stenbol

Jîn- (Kovar) 1918-Stenbol

Kurdistan-

Jîn(Rojname)-1919 Stenbol

Piştî damezrîn û bi pêkanîna pergala Komara Tirkiyê dengê rojnamegeriya kurd ta demekê tê qutkirin. Em di sala 1923an de li Sêwregê rastî rojnameyeke bi navê ÎRFAN tên. Li bin rojnameyê ”rojnama gel a siyasî,civakî,edebî,mîzahî û serbixwe ye” hatiye nivîsandin. Ev rojname bê navber ta sala 1983an hatiye weşandin. Digel ku rojname bi tirkî û herêmî be û li ser pirsgirêkên civata herêmî rawestiyabe jî di ber re bi gor rewşa siyasî ya Tirkiyê car caran bi gor rewşa kurdan jî nivîs belav kirine. Wek di hejmara 1768an de Serhat Bucak di gotara xwe de aşkere vedibêje ku ,”Komara Tirkiyê dagirker û kolonyalist e, ta ev pergal hilneweşe bi guhertina îqtidaran rewşa wê ya kolonyalist nayête guhertin.”

Îhsan Nurî Paşa di pirtûka xwe ya bi navê “Serhildana Çiyayê Agiriyê” de dibînin ku behsa rojnameyeke ku bi kurdî û bi dest dihate nivîsandin û belavkirin dike. Her wiha Zinar Silopî jî merşekê ji rojnama AGIRΠneqil dike. Dîsa Garo Sasûnî neqil dike ku bi navê GAZIYA WELATbultenek dihate derxistin û li herêmê dihate belavkirin da ku gele herêmê di derheqê şoreşê de agahdar bike.

Agrî,Agrî,tu agir bû

Nav dunyayê serbilind bû

Li kurdistan tu çira bû

Hilbe Agrî,hilbe Agrî

Di sala 1948 de bi navê DİCLE KAYNAĞI rojnameyeke hefteyî tê derxistin.(Musa Anter-Xwedî)

Dr.S:K Şivan di derheqê vê rojnameyê de;

Di temmuza 1948an de hin xwendekarên universiteyê û rewşenbîrên kurdan li dora kovara hefteyî ya Dicle Kaynağı ku Musa Anter derdixist diciviyan û li gor imkanên xwe li ser mesela rojhelatê (kurdistanê) têkoşîna fikrî didan.

Di kovara hefteyî de her li ser pirsgirêkên rojhilatê dihate sekinandin,gellek caran ji bo pêşdebirina bajarên rojhilatê “reforma erdî” dihate xwestin.

 

ŞARK MECMUASI-1950-Musa Anter

Ev kovara hefteyî jî bêhtirîn li ser pirsgirêk û arîşeyên welêt hatiye weşandin. Di hejmara yeke de tê gotin ku piştî 125 salan kurd dikarin hînê xwendin û nivîsandinê bibin. Li dibistanan. Di nivîsa “Du Rojhelat De” rewşa welêt ji alî siyaset û aborî, civakî û zanistê ve hatiye analizkirin.

Dîsa ji bo qetlîama 33 gundiyên Ozalpê dê Mustafa Muğlalı dê bê darizandin. A 4.de tê nivîsin ku ew hatiye berdan.

Şarkın Sesi,Demokrat Doğu,Ağrı (4 hejmar) Cudi, Dersim, Henek

 

İLERİ YURD;1958

Ev rojname yekşem ne tê de her roj derdiket. Musa Anter û Canip Yıldırım dinivîsin,

Nivîsên bi kurdî jî tê de hene (Kımıl)

Çima em derdikevin;

1-bûyerên li rojhilat diqewimin û di çapemeniya Stenbol û Enqere de cih nagirin

2-Memurên li Rojhilatê ne divê bêtir kar bikin û fedakar bin

3-Her partiyeke siyasî a Tirkiyê wek şirkete ke adi ye Tırkıyê ye

4-Rojhelat muhtacî xwendinê ye.

Ji ber ku ev rojname gellek bi bandor e û nivîskarên wê li ser pirsgirêka Kurdistanê radiwestin gellek caran dibin hedefa êrîşên faşistan. Piştî girtina 49an (ku giş nivîskarê vê rojnameyê ne) ev rojname tê girtin.

 

SİLVAN’IN SESİ; 1962-İsa Şans

Ev rojname bi awayeke aşkere di derbarê rewşa gelê kurd û rastiya wan de hatiye weşandin. İsa Şans daw û doza perwerdehiya bi zimanê dayîkê dike û dibêje “Ger rojhelatî imkan bibinin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin ,wê gavê nezanîn jî ji ortê radibe.”

Ji ber nivîsa xwe ya 23.10.1962an de “Gelo di ideolojiya “Xwedê Tirkan biparêze ya nijadperestan de em –kurd-jî hen?” tê girtin.

Dozger A.Rahman Bilgîç;

“Tiştên wiha şerm e İsa. Ez jî kurdekî Semsûrî me, çapxana min jî heye. Lê nivîsandina tiştên wiha û gotina “Ez Kurd im”..Bi rastî şerm e.

İsa;

“Tu hem dibêjî ez kurd im û hem jî şerm e qala kurdiya xwe bikî, ev çi nakokî ye.”

Dixwazin wi bibin cem doktor û raporekê bidinê ku dîn e.

 

DİCLE-FIRAT-1962 Edip Karahan

Kovara herî politîk û teorîk a li ser pirsgirêka kurdan hatî weşandin e. 8 hejmar derçûye. Edip Karahan tê girtin.

“Çima Em derdikevin ;

Karê pêşîn ku rojnameyê daye ser mile xwe, pêşdexistina ekonomik û kulturî ya Rojhilatê ye. Her wiha dixwaze hemû dijayetiyên bîrûbawerî hel bike û yekitiya wan pêk bîne.

Rojnama me ji kijan tebeqey civakî (esnaf, tucar, axa, pale, karker) dibe bila bibe ji her kesê rojhilatî re û ji civanan re vekiriye. Bi şertê ku ew kes bi dil û can terefdarê pêşdeçûyîna rojhelatê be.

Ev rojname dê siyaseta partiyan nemeşîne û dê li hember hemû partiyan objektif û bêteref be. Lê divê ev yeka jî bête zanîn ku bêterefî û objektîfî ne ew e ku mirov li hember tevger û dîtinên partiyên pêşverû û paşverû pasif bimîne.

“rojnama me, dê piştgiriya têkoşîna rakirina van qanûnan bike ku li gor baweriya me sebebe pêşdeçûyîna rojhilatê ne.”

Sê çîrokên kurdî. Xecê û Siyamend, Swaro, Heydo û Ferho

M.Ehmedê Cizîrî, Şêx Ehmedê Xanî ,H.Qadirê Koyî-RAHŞAN

23 kes tên girtin ku 9 neh kes ji wan ji başûrê welêt in.

KEKO,DENG,ROJA NEWE(kurmanci, zazaki-tirki) RÊYA RAST

 

 

YENİ AKIŞ-Mehmet Ali ASLAN-1966

Ev kovar bi tirkî û kurdî hatiye weşandin. 4 hejmar

Yekem kovara fikrî-siyasî ye. Di derheqê arîşeya kurdan de gotarên siyasî nivîsandine û xwestine statuya kurdan bi awayekî zanistî raxin ber çavan û li rêyên çareseriyê sekinîne.

Li hember gotara Nihal Atsıza tirk ku ji bo kurdan digot;

“Heta ku sere miletê Tirk nexistine belayê û ew bi xwe jî mehf nebûne bila barkin herin. Kuda? Dilê wan kuderê bixwaze,ç avê wan kuderê dibine bila herin wir. Bila herin Îranê, Pakistanê, Hindistanê yan jî cem Barzanî. Bila muracetê Yektiya Neteweyan bikin ji Afrikayê cihekî bo wan bête hilbijartin.”

 

Li hember vê gotarê li Agırî, Batman, Bingol, Bedlis, Cizîr, Diyarbekir, Xarpêt, Erzirom, Hekkarî, Xunus, Kanireş, Mêrdin, Muş, Sêwreg, Dersim, Ruha,Wan, Gumgum çalakiyên protestoyî tê li dar xistin.

Şi’rên kurdî yên Kemal Badıllı, Faik Bucak, İhsan Aksoy, Edo Dêran tên weşandin.

Belavokek tê belav kirin û di binî de diruşma BIJÎ TURKİYE;BİJÎ GELÊN TURKİYE

 

Vejîn ,Dengê Mêrdînê-Nezir Şemikanlı-1969

Zalim li ser pişt amin fil-ZALİMLER SIRTIMDA FİL

Wan hildigrim bi piştqulozi-TAŞIYORUM EĞİL EĞİL

Ez çêr û pehînan- ATILACAK TEKME DEĞİL

Destekî dostane dixwazim-UZANACAK EL İSTERİM

Ji bo hilbijartinan jî; bila tirkiyeya pêşketî, xewnên xweş, planên we yên pêşdaçûnê, şaristaniya we jî ji we re be, tenê bela xwe ji min vekin.

 

DENGÊ SÊWREK-Komeleya Kulturî siyasî

Di vê kovarê de digel gotarên li ser rewşa welêt û li ser zimanê kurdî, nameyek ji bo parlamenterên rojhelatê re heye ku giring e. Di nameyê de ji parlamenterên rojhelatî û yên di nava AP cih digirin tê xwestin ku li hember derxistina “parastina nîzama qanuna esasî” derkevin.

Di vê nameyê de tê gotin ku “rojhelat koloniyeke nîv-feodal e”

Di bin vê nameyê de imzeya 15 komeleyên bajarên Kurdistanê hene.

Piştî derketina vê qanûnê li gellek bajarên kurdan çalakî tên lidarxistin: Amed, Hilvan, Varto, Sêwreg

Yekem car diruşmên kurdî li ser pankartan tê nivîsandin;

Zinhar e zinhar

Morrison, warisê Bayar

Destê xwe nede ber çerxa dijwar

Dişkîne serê Koledar.

 

DDKO BULTENA NÛÇEYAN;

Komela Kulturî ya Rojhelat a Şoreşger;

Bi vê kovarê em dibînin ku kurdan bergeha fikr û hizirîn û ya rêxistinbûnê firehtir kirine. Hinek gotarên li ser rewşa cîhanê û yên li ser Tirkiyeyê û qanûna esasî dibe bingehek bo ku sibê kurd bi awayekî cuda bên rêxistinkirin.

Nato-Turkiye

Şerê İsrail û ereban

Qanûna Esasî

Tiştên li Kibris diqewimin

 

ÖZGÜRLÜK YOLU-RÊYA AZADÎ-1975-1979-Kemal Burkay-İhsan Aksoy-30*000

Piştî Roja Newe vê kovarê jî cih daye nivîsên bi zaravayê Zazakî.

Bi kurdi-Cegerxwin, Ereb Şemo, Heciyê Cindî, Eskerê Boyik, Qanadê Kurdo….

 

RIZGARÎ; Ruşen Aslan, Mehmet Uzun-1976-1978

 

Li bin kovarê bi kurdî “Kovara rêzanî û çandiya mehanî”

Yekem kovara siyasî û teorîk a li ser pirsgirêka kurdî ye.

Di her hejmarê de mijarek hatiye vegotin:

Siyaseta hilbijartinê,

Siyaseta rêxistinên demokratik ên cemawerî

Siyaseta ittifaqan

Li tirkiyê sosyal şovenizm

Faşizm

 

ROJA WELAT-1977-Sıddık BOZARSLAN-15 rojî

Karkerên hemû welatan û gelên bindest yek bin!

Kurmancî-dimilî

 

1-Şêst saliya şoreşa çiriya pêşîn

2-Rêveçûna Gelê Kurdê Pêşketî kê ditirsîne?

3-Çend Hikyat, Straneke Dimilî, Pêkenok

 

DEVRİMCİ DEMOKRATİK GENÇLİK-1978-Medeni Marşil-Selim Bakaç-10*000 hezar nusxe

(Ciwaniya Şoreşger û Demokrat)

Kovara kurdî-tirkî ya mehane ya siyasî ya ciwanî

1-Dijminê Tevgera Jinan a navnetewî;Feminizm

2-Ciwani û têkoşîna li hember faşizme

3-Li ser ronakbîran

4-Lêkolînek derbarey ziman

5-Navneteweyî û cianî

6-Çiroka me-şi’r –Rojen Barnas

 

KAWA-1978

Nivis hemû bi tirkî ne

Bîr û baweriya felsefi ya Mao Zedung

 

ALA RIZGARÎ-İkram Delen-Hatice Yaşar

 

JİNA NÛ-1979 Mehmet ECE

TÊKOŞÎN-1979-Entab

 

TÎRÊJ_1979-Enver Yüzen-Ahmet Bozgil

Kovara Çandî û Pîşeyî

Yekem kovara xwerû bi kurdî û du zaravayî

Rojen Barnas, Arjen Arî, Mem Ronga, Malmisanij, Berken Bereh

4 hejmar

5000 nusxe

 

HEWAR-1980

Di Hepisxana Diyarbekir de ji bal girtiyên PKKê tê derxistin û bi destan tê amadekirin.

12 hejmar

 

Roja GEL-1980

Li Îranê dihate çapkirin

6 hejmar-1981

Rojan Hetav tê kuştin.

 

Çandiya Berxwedan, Çirûska Jiyan-li hepisxana Diyarbekir 1984-1988

M. Selim Çürkükkaya

 

MEDYA GÜNEŞİ-1988

Cemal Özçelik-Yakup Karademir

Pişti 12ê Îlonê yekem kovara ku nivîsên kurdî tê de hene,

Di şertên orfi idare de hate weşandin

Karekî piroz kirin

21 Heziran 1988 medya güneşi -özgür halk- ihd tên bombekirin.

 

TOPLUMSAL DİRİLİŞ-1988

4 HEJMAR

 

DİRİLİŞ-1988

 

ÖZGÜR GELECEK-1988 ANKARA

Mehmet BAYRAK

 

VATAN GÜNEŞİ-1989

Li Kurdistanê pirsgirêka neteweyî

 

DENG-1989-1992

18 hejmar

Kemal Burkay

Fehim ışık- amed – 5 sal ceza

 

HALK GERÇEĞİ-1990

9 hejmar

YENİ HALK GERÇEĞİ-1990

Sê hejmar

 

YENİ ÜLKE-1990-1992-30*000 tiraj

Serhat Bucak

Günay ASLAN

Di nav salekê de 55 da’we, 30 girtin,18 civandin-Rekora Dinya yê

Gellek niviskarên wê hatin girtin

Beşikci niha jî tê darizandin

 

ROJNAME-1991

Kurdî-Zazakî

A. Zeki Okçuoğlu

Rojnameyek piralî

 

GOVEND.1991-92 çar hejmar

Mazhar Kara

 

NUBİHAR;1992

Hê berdewam e

130 hejmar

 

REWŞEN;1992

4 hejmar

Xwerû kurdî

 

WELAT 1992

20 hejmar

Xwerû kurdî

 

TEWLO-Mizah-1992

8 hejmar

 

AZADÎ-1992

8 hejmar

Ragıp DURAN- hê jî dewam dike

 

AZADIYA WELAT

2006

Hê derdikeve

Di 2006an de bû rojane

Gellek nûçegihanê wê hatin kuştin

 

Kovara W

 

Çirusk

 

1988-1990-41 rojnamegerên kurd hatin kuştin.

 

1992-1993: 20 kujernediyar

2 Aralık 1994-Özgür Ülke-Bombalandı

Seracettin Müftüoğlu, Hürriyet gazetesi, Nusaybin, 29 Haziran 1989

◦ Mehmet Sait Erten, Azadi-Denk dergisi, Diyarbakır, 3 Kasım 1992

◦ Halit Güngen, İkibine Doğru dergisi, Diyarbakır, 18 Şubat 1992

◦ Cengiz Altun, Yeni Ülke gazetesi, Batman, 24 Şubat 1992

◦İzzet Kezer, Sabah gazetesi, Cizre, 23 Mart 1992

◦ Mecit Akgün, Yeni Ülke gazetesi, Nusaybin, 2 Haziran 1992

◦ Hafız Akdemir, Özgür Gündem gazetesi, Diyarbakır, 8 Haziran 1992

◦ Çetin Ababay, Özgür Halk dergisi, Batman, 29 Temmuz 1992

◦ Yahya Orhan, Özgür Gündem gazetesi, Ceylanpınar, Gercüş, 9 Ağustos 1992

◦ Hüseyin Deniz, Özgür Gündem gazetesi, Ceylanpınar, 10 Ağustos 1992

◦ Musa Anter, Özgür Gündem gazetesi, Diyarbakır, 20 Eylül 1992

◦ Yaşar Aktay, Türkiye gazetesi, Hani, 9 Kasım 1992

◦ Hatip Kapçak, Hürriyet gazetesi, Mazıdağı, 18 Kasım 1992

◦ Namık Tarancı, Gerçek dergisi, Diyarbakır, 20 Kasım 1992

◦ Orhan Karaağar, Özgür Gündem gazetesi Van muhabiri, Van, 19 Ocak 1993

◦ Kemal Kılıç, Özgür Gündem gazetesi, Akçakale-Urfa, 18 Şubat 1993

◦ Mehmet İhsan Karakuş, Silvan gazetesi, Silvan, 13 Mart 1993

◦ Rıza Güneşer, Halkın Gücü gazetesi, İstanbul, 14 Temmuz 1993

◦ Ferhat Tepe, Özgür Gündem gazetesi, Bitlis, 28 Temmuz 1993

◦ Nazım Babaoğlu, Özgür Gündem gazetesi, Siverek-Urfa, 12 Mart 1994

◦İsmail Ağay, Özgür Ülke gazetesi, Batman, 29 Mayıs 1994

◦ Ersin Yıldız, Özgür Ülke gazetesi, İstanbul, 3 Aralık 1994

◦ Seyfettin Tepe, Yeni Politika gazetesi, Bitlis, 29 Ağustos 1995

◦ Metin Göktepe, Evrensel gazetesi, İstanbul, 8 Ocak 1996

◦ Yemliha Kaya, Halkın Gücü gazetesi, İstanbul, 27 Temmuz 1996

◦ Selahattin Turgay Daloğlu, serbest gazeteci, İstanbul, 9 Eylül 1996

◦ Ayşe Sağlam, serbest gazeteci, Derince, 3 Eylül 1997

◦ Yaşar Parlak, Silvan Mücadele Gazetesi, 18 Ağustos 2004

◦ Metin Alataş, Azadiya Welat gazetesi, Adana, 4 Nisan 2010

Kadir Bağdu-14 Ekim-2014

 

Piştî salên 2000î gelek malperên rojnamevaniyê hatin amadekirin. Îro wek Diyarname ,Ajansa DİHA, Firat,Yüksekova Haber, İlke Haber, Kurdistan Aktuel, Kurdistanprees, Rûdaw, BasNews, Kurdistan Aktüel…gelekên din bi kurdî weşanê dikin.

Çavkanî-Rojnamegeriya Kurdî – (Malmîsanij, Mahmûd Lewendî – Özge Yayınları, Ankara 1992)

Berken BEREH
Rûpela Nû

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply