Rojî û Heqîqeta Wê

Gelî ewên bawerî anîne! Wekî ku li ên berî we ferz buye, rojî ji we ra jî ferz buye. Dibe ku hûn bitirsin (û xwe biparêzin).

(Rojî) rojên jimartîne. Di nava we da kî nexweş be yan jî rêwî be (û rojîya xwe xwaribe), bila di rojên din de bigre. Ewên quwweta wî nagîhê jî, bi qasî têrkirina xizanekî fidye jê re lazime. Lê kî bi dilê xwe qencîyekî bike, ev ji bo wî çêtir e. Eger hûn zanibin girtina rojîyê ji we re bixêrtir e.

Meha Remezanê ye ku Qur’an di vê mehê da hatiye daxistin û ew ji bo mirovan hîdayet, rêber û delîlên heq û batilê ji hev dikin îzah dike. Ji nava we kî bigîhîje wê mehê bila rojîyê bigre. Kî jî nexweş be yan jî rêwî be (û rojîya xwe xwaribe) bila di hinek rojên din de bigre. Xweda ji we ra hêsanîyê duxwaze, zehmetê naxwaze. (Ev hêsanî) ji bo hûn hejmarê (rojan) temam bikin û ji ber ku Xweda hûn dane ser rêya rast, hûn Wi mezin bikin loma ye. Hêvî heye ku hûn şukir bikin. (Sûreta Beqere: 183-185)

Mana Rojîyê

Rojî peyvek kurdî ye. Bi Farisî jî, ji vê peyvê re “rûze” tê gotin. Ji kurdî derbasî Tirkî jî buye û peyv guherîye “oruc” ê. Peyva sewm di Erebî de tê maneya, ji tiştekî dûr sekinandinê, li hemberî tiştekî xwe parastin û manîbun e. Bi istilaha fiqhê jî tê maneya; ji wexta paşîvê (îmsaqê) heta wexta fitarê ji bo mexsed û armancekî ji xwarin û vexwarinê û munasebeta cînsî dûr sekinandine, xwe parastin e.

Tarîfa Rojîyê

Di lugatê de sîyam, tê maneya xwe ji tiştekî parastin, bi tiştekî girtin û xwe ji tiştekî kişandin e. Ev, tê maneya ji peyvandinê û ji xwarinê dûrketinê jî. Xwedê Teala delîla vîya jî di sûretê Meryemê de di vê ayetê de beyan dike.

“Min ji bona Rehman Rojî girtîye.”(Meryem/ 26)

“Yanî ji bo ku ez nepeyîvim min soz daye.”

Maneya rojîyê ya şer’î jî ev e: ji hilatbuna fecrê heya avabuna rojê ji tiştên ku rojîyê xerab dikin dûrketin e.

Ferzbuna Rojîyê

Rojîya Remezanê di sala hîcreta duyemin de di meha Şabanê de ferz buye. Berê vîya jî, rojî ji bo ummetên din jî ferz bubu. Ehlê kitêb ên di dewra Hz. Pêxember de dijîyan bi rojîyê baş dizanibun.

Rojîya Remezanê ji ummetên berî vê ummetê re ferz nebubu. Rojîya Remezanê xuxusîyetek Ummeta Muhammed e.

Ferzbuna girtina rojîya meha Remezanê bi Qur’anê Kerîm, sunneta Nebevî û îcmaî ummet sabît e. Kesê ku wî inkar bike ne Misliman e.

Qur’ana kerîm wuha dibêje:

Gelî ewên bawerî anîne! Wekî ku li ên berî we ferz buye, rojî ji we ra jî ferz buye. Dibe ku hûn bitirsin (û xwe biparêzin). (sûreta Beqere:83)

Pêxemberê Xweda jî, wuha dibêje:

“Ey însan! Mehek pirr mezin û bi bereket sîya xwe daye ser we. Ew mehek wusaye ku, di nava wê de şevek ji hezar mehî bi xêrtir heye. Xweda rojîya wê ferz kir û di şeva wê de jî, qiyam kire nafîle.”

Rojîya Remezana şerîf ji ruknê Îslamê ye. Ji fecrê sadiq destpê dike heta avabuna rojê dewam dike. Divê mirov xwe di vê demê de ji xwarinê, vexwarinê û munasebeta cînsî biparêze. Ferzbuna rojîyê di sala hîcri ya duyemîn de destpê kirî ye.

Gelek feydên rojîyê heye. Ya herî girîng, rojî denga insanîyetê muhafeze dike. Lewra Xwedê Teala însan, di nava melaîketan û heywanan de xuluqandî ye. Bi tabîrek din Xwedê Teala însan, ji unsûrê ruh û ji unsurê cîsmanî xuluqandî ye. Ji ber vê yekê rojî nahêle cîsîm bi ser ruh de xalib were denga her du unsûran pêk tîne.

Delîlê ku rojî di meha Remezanê de ferz buye ev ayet e:

“Meha Remezanê ye a ku Qur’an têde hatiye daxistin. Ew (Qu’ran) a ku ji bo mirovan hîdayet û rêber û delîlên heq û batilê ji hev diqetîne. Ji nava we kî bigîhîje wê mehê bila rojîyê bigre. Kî jî nexweş be anjî rêwî be (û rojîya xwe xwaribe) bila di hinek rojên din da bigre. Xweda rehetîya we dixwaze, zehmetîya we naxwaze. (Ev hêsanî) ji bo hûn hejmarên (rojan) temam bikin û hûn Xweda mezin bikin li beranberî rêya rast ya daye ber we û hêvîya ku hûn şukir bikin. (Beqere/185)

Delîlê duyemîn jî ev hedîs e:

“Îslam li ser pênc tiştî ava buye: “Şehadet anîn ku ji xêynî Xweda îlah tune û Muhammed evdê Wî û resulê Wî ye û nimêj kirin û zikat dayîn û tewafa heccê û girtina rojîya Remezanê ye. [ Buxari 8, Müslim/l6 û muhadîsên din.]

Û ev peyva ku Hz. Pêxember ji bedevî re gotîye jî: “Xwedê Teala rojîya meha Remezanê ferz kiriye” [Buxarî/1792, Muslim/İl] ji vîya re delalet e.

Di Qur’ana Karîm û Hedîsên Şerîf de Rojî – 2

Di Qur’ana Kerîm de Rojî.

Gelî ewên bawerî anîne! Wekî ku li ên berî we ferz buye, rojî ji we re jî ferz buye. Dibe ku hûn bitirsin (û xwe biparêzin). (Beqere:183)

(Rojî) rojên jimartîne. Di nava we da kî nexweş be yan jî rêwî be (û rojîya xwe xwaribe), bila di rojên din da bigre. Ewên quwweta wî nagîhê jî, bi qasî têrkirina xizanekî fidye jê ra lazime. Lê kî bi dilê xwe qencîyekî bike, ev ji bo wî çêtire. Eger hûn zanibin girtina rojîyê ji we ra bixêrtir e. (Beqere:184)

Meha remezanê ye ku Qur’an di vê mehê da hatiye daxistin û ew ji bo mirovan hîdayet, rêber û delîlên heq û batilê ji hev dike îzah dikin. Ji nava we kî bigîhîje wê mehê bila rojîyê bigre. Kî jî nexweş be yan jî rêwî be (û rojîya xwe xwaribe) bila di hinek rojên din da bigre. Xweda ji we ra hêsanîyê duxwaze, zehmetê naxwaze. (Ev hêsanî) ji bo hûn hejmarên (rojan) temam bikin û ji ber ku Xweda hûn dane ser rêya rast, hûn Wi mezin bikin loma ye. Hêvî heye ku hûn şikir bikin.(Beqere:185)

Ji we ra hate helal kirin ku hûn di şeva rojîyê da herin cem jinên xwe. Ew kinc (cil) ê we ne û hûn kincê wan in. Xweda pê dizanibu ku we li nefsa xwe îxanet dikir, loma towbeyên we qebul kir û hûn efu kirin. Hûn êdi karin nêzî wan bibin û li tiştê ku Xweda ji we ra nifisandîye bigerin. Heta tayê sipî ji tayê reş tê veqetandin, bixwin û paşê heta şevê temam bikin. Gava hûn di mizgeftan da dikevin îtîqafê, nêzî jinên xwe nebin. Xweda ayetên xwe awa îzah dike ku hûn xwe biparêzin.(Beqere:187)

Ew pirrsa hivan ji te dikin. Tu ji wan ra bibêje: “Ew ji bo mirovan û heccê wext in. Başî ne ewe ku hûn di pişt xanîyan da têkevin hûndir. Lê esil başî (rewşa) ewê xwe parastî ye. Di derîyan da bikevin xanîyan. Xwe ji Xweda biparêzin ku hûn bigîhîjîn mirazê xwe. (Beqere:189)

Ji bo Xwedê hecc û umrê temam bikin. Eger hûn (ji ber şer û nexweşîyê) jê bêne menkirin, êdî qurbanek ji we ra hêsane (bişînin). Heta qurban digîhîje cîyê xwe serê xwe nequsînin. Ji we yek nexweş be yan jî êşek di serê wî da hebe, jê ra roji û sedeqe yan jî divê qurbanekê bike fîdye. Gava hûn emîn bibin û bixwazin, heta heccê umrê bikin, divê qurbanek ku ji we ra hêsane hûn bidin. Lê eger hûn vêya nebînin, di wexta hecê da sê roj û gava hûn vedigerin (welatê xwe) jî, heft roj ku ev dike deh roj, rojî li we wacib dibe. Ev (hukum) ji bo kesên mala wan ne li mescîd-ê Heram e. Ji Xweda bitirsin û bizanibin ku cezayê Xweda giran e.(Beqere:196)

ji bo mu’mînekî ji xeletîyê pêve kuştina mu’mînekî nabe. Kesê ku bi xeletî mu’mînekî bikuje, (cezayê wî) azadkirina koleyekî mu’mîn û ji malbata mirî ra dayîna dîyetê ye. Eger malbata mirî dev ji dîyetê berde û bibexşîne ne têda. Eger kuştî ji, mu’mîn be û ji qewmekî ku dijminê we be, azadkirina koleyekî mûmîn lazime. Eger ew ji qewmekî ku di nava we û wan de peyman heye be, ji malbata wî ra dîyet û azadkirina koleyekî mu’mîn lazim e. Kesê ku evanan nebîne, ji bo ku Xweda towbeya wî qebul bike divê du mehan li ser hev rojîyê bigre. Xweda zana ye xwedî hikum û hikmet e. (Nîsa:92)

Xweda we ji wan sondê we yên ku hûn beredayî dibêjin mesul nagre. Lê we ji wan sondên ji dil gotîye mesul digre. Kefarete wê (sondê) ev e: “Ji wê xwarina nîvwarî (wasatî) ye. Ji xwarina ku hûn didin malbata xwe deh kesên xizan têrkirine yajî cilkirina

wan e yan jî azadkirina koleyekî ye. Kî evanan nebîne, ji wî ra sê roj rojî heye. Gava hûn sond bixwin keferata sondên we ev e. Sondên xwe biparêzin. Ji bo ku hûn şikir bikin Xweda, ayetên xwe awa îzah dike. (Maîde:89)

Gelî ewên bawerî anîne! Gava hûn di îhramê da bin, nêçîrê nekujin. Ji we kî wî bi qesdî bikuje heywaneka wekî ya kuştîye cezayê wî heye. Ev jî qurbaneka ku digîhîje Kabbê ye û di nava we da du kesê adil hukum dide. Yan jî kefareteka ku têrkirina xizana ye yan jî bi qasî wî rojî girtine. Ji bo ku webalê karê xwe tam bikin loma ye. Xweda, tiştê derbas buye effu kiriye. Kî dijminantîyê bike Xweda heyfê jê distîne. Xweda, Ezîz û heyfgirt e. (Maîde:95)

Êdî bixwe û vexwe bila çavê te rohnî bibe. Eger tu mirovekî bibînî bibêje: “Min ji bo Rehman rojî girtî ye. Ez îro bi tu merivekî ra napeyîvim. (Meryem:26)

Bi rastî Xweda ji bo mêrên musliman û jinên musliman, mêrên mu’mîn û jinên mu’mîn, mêrên îtaetkar û jinên îtaetkar, mêrên rast û jinên rast, mêrên ku sebir dike û jinên sebir dike, mêrên bi rûmet û jinên bi rûmet, mêrên sedeqê didin û jinên sedeqê didin, mêrên rojîyê digrin û jinên rojîyê digrin, mêrên erzê xwe diparêzin û jinên erzê xwe diparêzin, mêrên pirr Xweda zikir dikin û jinên pirr Xweda zikir dikin ra mexfîreteka mezin hazir kiri ye. (Ehzab:35)

Lê ewên nikarin vîya peyda bikin, berî temasê divê du meha li ser hev rojîyê bigrin. Ên nikarin vîya jî bikin divê şêst xizanî têr bikin. Ev (hêsanî) ji bo ku we bi Xweda û pêxemberê wî bawerî anîye loma ye. Evanan tixubê- hidudê Xweda ne. Ji bo kafiran ezabekî biêş û jan heye. (Mucadele:4)

Di Hedîsên Şerîf de Rojî û Fezîleta Rojîyê

Her emelê zaryên Adem lê tê qatkirin. (Lewra di vê xususê de sunneta Rebbê Alemê bi vî awayî ye:) Emelên bixêr bikêmasî bi deh mislê wî tê nivîsandin, ev bi qasî heftsed mislî jî zêde dibe. Xwedê Teala (di hedîsek qudsî de ) wuha dibêje: “Rojî, wekî din e. Lewra ew ji bo min tenê ye. Xelata wî jî, (li gorî daxwaza xwe) ez didim. Evdê min ji bo min şewheta xwe û xwarina xwe terk kir. Ji bona kesê bi rojî du şahî heye: Yek, şahîya ku gava rojîya xwe vedike ye. Ya din jî, şahîya ku gava digîhîje cem Rebbê xwe ye. Bêhna ku ji devê ê rojî girtîye tê; li cem Xwedê Teala ji bêhna mîsk û enberê xweştir e. Rojî mertale. Gava ji we yekê rojî girt bira gotinek xerab nebêje û hêrs nebe. Gava yekê jê re gotinek xerab got yajî pê re pevçinî, bira bibêje: “Ez bi rojîme ( û pêşkarî wî nebe).” (1)

“Di cinnetê de derîyekî ku jê re Reyyan tê gotin, heye. Bi tenê ên rojî girtine di wî derîyî de derbas dibin. Gava ên rojî girtine tê de derbas dibin, êdî kes nikare tê re derbas bibe.” (2)

“Kî gava di rêya Xweda de (cîhad dike); rojekê rojîyê bigre, Xweda di nava wî û agir de çalek bi qasî nava erdê û esmana digre çêdike. (3)

“Xwedê Teala, kesê ku di rêya Xweda de rojî girtîye, ji ber rojîya wî ya rojekê ve wî ji agirê cehennemê heftê salî dûr digre. (4)

“Rojî nîvê sebrê ye” (5)

“Rojî mertal e.” (6)

”Bêşik rojî, mertale ku evd bi wî xwe ji cehennemê diparêze. (Xwedê Teala wuha gotîye:) rojî ji bo mine û berdêla wê jî, ezê bidim. (7)

“Ji bona ên rojî girtîye du şahî heye. Ji vanan yek wexta fitarê ya din jî, dema leqayî Rebbê xwe tê ye.” (8)

“Ji her qencîyê re ji deh mislî heta heftsed mislî berdêl heye lê rojî wekî din e. Lewra rojî ji bo mine û ecrê wî ezê bidim wan.” (9)

“Wê roja qiyametê rojî û Qur’an li evdan şefa’etê bike. Wê rojî wuha bibêje: “Ya Rebbî! Min bi roj ew ji xwarin û şehwetê men kir. Ji ber vê yekê di derheqê wî de min bike şefa’etvan; Qur’an jî, wê wuha bibêje: “min bi şev ew bêxew hişt. Min jî di derheqê wî de bike şefa’etvan.” Bi vî awayî her du jî, ji wî evdî re şefa’etê dikin.” (10)

“Ki bi fezîleta wê bawerî bîne û berdêla wê Ji Xweda bixwaze û rojîya meha remezanê bigre; gunehên wî yên derbas bune efu dibin.” (11)

“Gava meha remezanê tê, derîyên cinnetê vedibin û derîyê cehenemê tê girtin û şeytan tên girêdan.” (12)

“Kî fitarê bide mirovekî bi rojî, bi qasî xêra yê rojî girtîye ji wî re jî xêr tê nivîsandin û ev xêr tu tiştekî ji xêra ên rojî girtîye kêm nake.” (13)

“Ebu Umame (r.a) dibêje: “Min ji Resulê Xweda re got, Ya resulê Xweda! Emelekî wusa emrê min bike ku (gava min ew kir) bira Xweda xelatê bide min.” Resulullah (s.a.s) wuha got: “Ez şîreta rojîyê li te dikim, lewra heval (û tayê wê) tune.” (14)

“Kî bi rojî be û jibîr bike û tiştekî bixwe û vexwe; bira rojîya xwe temam bike. Lewra Xweda bi wî daye xwarin û vexwarin. (15)

“Kî rojîyê berê fecrê bi nêtê bi cî neke rojîya wî tune.” (16)

Enes (r.a.) dibêje: “Resûlullah (s.a.s.), carna mehekê rojî nedigirt û me digot qey wê ji wê mehê qe rojîyê negre. Carna jî, wusa dewamî digirt ku, me digot qey wê ji wê mehê qe rojekê bê rojî derbas neke. Eger te bixwesta wî şev li ser nimêjê bibînî, miheqeq teyê ew bidîta. Eger te bi xwesta wî şev di xewê de bibînî, miheqeq teyê ew bidîta.” (17)

Li gorî rîwayetan, zilamekî ku porê wî belav buye hatê cem pêxember (a.s) û jê re wuha got: “Ya Resulê Xweda! Qeysa rojîya ku Xweda ez jê re mukelef kirime bibêje.” Pêxember (a.s) jê re wuha gotibu: “Meha Remezanê bi rojî derbas bike.” Zilam vê carê wuha jê pirsî bu: “Ji xêynî vîya rojî bigrim yana?” Pêxember (a.s) jî; “Naxêr, li ser te rojîyek din tune. Lê tu karî rojîya nafîle bigrî, zilam bi vî awayî pirsê xwe dewam kiribu û di derheqê nimêj, zikat û heccê de malumat girtibu û gotibu: “Bi navê wî Xwedayê îkramê dide sond dixwim ku ji ên hatine gotin zêdetir tişekî nakim û kêm jî nakim. Pêxemberê me di pêy wî de wuha gotibu:”Eger bi gotina xwe bike, ev zilam xelas buye. (18)

Îbnî Ebbas (r.a) dibêje: “Resulullah (s.a.s) ji meha remezanê pêve tu mehek seranser bi rojî derbas nekiriye.” (19)

“Îbnî Umer (r.a) dibêje: “Resulullah (s.a.s) Remezan zikir kir û got: “Heya we hîv nedît, rojîyê negrin. Dîsa heya we hîlal nedît nexwin. Eger dinya ewr be, hîvê texdîr bikin. (hejmarê li sî rojî temam bikin) (20)

“Heya we hîva remezanê nedît û hejmar îkmal nekir , (rojîyê) di pêş de nekşînin û destpê nekin. (piştî ku we hîv dît û hejmar temam kir), heya hûn hîvê dibînin û hejmarê temam dikin, rojîyê bigrin. (21)

“Em Ummetek ummî nin. Ne bi nivîsê zanin û ne jî, bi hesab, hîv bi vî awayî ye: “carekî bîst û neh û carekê jî, sî dikişand. (22)

“Kî gotinek derew (derew, xiybet, fesadî û gotinên guneh) û emelê xerab terk neke; (bila bizanibe ku) Xweda ne hewcîyê wîye ku ew dev ji xwarin û vexwarinê berd e.” (23)

“Gelek kesê bi rojî hene ku, (ji ber ku xwe ji heraman neparastine) ji rojîyê tiştê ji wan ra maye bitenê birçîbun û tîbun e. ” (25)

“Eger mêrê pîrekê hebe bira bê destur rojîya (nafîle) negre (24)

“Xwedê Teala nîvê nimêja rêwî rakir. Di alîyê rojîyê de jî, ruhsata xwarinê da rêwî û eger ji bo zarokê xwe xemgîn bibin, ruhsat da pîrekên hemîle û pîrekên zarokên xwe dimêjîne.” (25)

“Eger ji we yekê xwest, rojîya xwe veke bira rojîya xwe bi xurmê veke. Eger xurmê nebîne, bira bi avê veke. Av paqij e.” (26)

“Eger ji we yekê jibîr kir û tiştek xwar û vexwar, bira rojîya xwe temam bike. Lewra Xweda ew daye xwarin û vexwarin.” (27)

Âmir Îbn Rebîa (r.a.) dibêje: “Gava Rasûlullah (s.a.s.) bi rojî bu min pirr caran dît ku xwe mîswaq dikir.” (28)

“Âişe (r.a.) wuha got: “Carna Rasûlullah (s.a.s.) bi malîyên xwe re dikete munasebetê û bi cinobetî sibe dikir. Paşê xwe dişuşt û rojîya xwe digirt.” (29)

Çavkanî:

1- 2- (Buxârî, Sawm 4, Bed’u’l-Xalk 9; Muslîm, Siyâm 166, Jimara Hedîsê: 1152; Nesâî, Sîyâm 43; Tirmizî, Sawm 55, Jimara Hedîsê: 765)

3- (Tirmizî, Cîhâd 3, Jimara Hedîsê: 1624)

(Buxârî, Cîhâd 36; Muslîm, Sîyâm, 167-168; Tirmizî, Fezâîlu’l-Cîhâd 3; Ebû Dâvud, Cenâîz 3)

4- (Buxârî, Cîhâd 36; Muslîm, Sîyâm, 167-168; Tirmizî, Fezâîlu’l-Cîhâd 3; Ebû Dâvud, Cenâîz 3)

5- (Tirmizî, Deavât, 86, 87, jimara Hedîsê: 3519)

6- (Buxârî, Sewm 9; Tirmizî, îman 8)

7- (Ahmed bîn Hanbel, III/396)

8- (Buxârî, Sewm 9)

9- (Muslim, Siyâm 164; Nesâî, Siyâm 42)

10- (Ahmed bîn Hanbel, II/174)

11- ) (Buxârî, îman 28, Sewm 6; Muslim, Siyâm 203, Musâfîrîn 175; Ebû Dâwud, Remezan 1, Sewm 57; Tirmizî, Sewm 1, Cennet 4; Nesâî, Siyâm 39; Îbn Mâce, Îkamet 173, Siyâm 2, 33)

12- (Buxârî, Sewm 5, Bed’u’l-Xalq 11; Muslim, Siyâm 1, 2, 4, 5; Nesâî, Siyâm 5)

13- (Tirmizî, Sewm 82, jimara hedîsê: 807; Îbn Mâce, Siyâm 45, Jimara Hedîsê: 1746)

14-(Nesâî, Siyâm 43 -4, 165-)

15- (Buxârî, Sewm 26, Eymân 15; Muslim, Siyâm 171, Jimara Hedîsê: 1155; Tirmizî, Sewm 26, Jimara Hedîsê: 721; Ebû Dâwud, Sewm 39, Jimara Hedîsê: 2398)

16- ) (Ebû Dâwud, Sewm 71, Jimara Hedîsê: 2454; Tirmizî, Sewm 33, Jimara Hedîsê: 730; Nesâî, Sewm 68)

17- (Buxârî, Sewm 53, Teheccud 11; Muslim, Siyâm 180, Jimara Hedîsê: 1158; Tirmizî, Sewm 57, jimara Hedîsê: 769)

18- (Buhârî, Savm 1; Müslim, İman 9)

19- (Buxârî, Sewm 53; Muslim, Sewm 178, Jimara Hedîsê: 1157; Nesâî, Sewm 70)

20- ) (Buxârî,Sewm 11, 5, 13, Telâq 25; Muslim, Siyâm 9, Jimara hedîsê: 1080; Ebû Dâwud, Sewm 4, Jimara Hedîsê: 2320; Nesâî, Sewm 10, 11; Muvattâ, Siyâm 1)

21- (Ebû Dâwud, Sewm 6, Jimara Hedîsê: 2362; Nesâî, Sewm 13)

22- (Buxârî, Sewm 13, 5, 11, Telâq 29; Muslim, Sewm 13-15, Jimara Hedîsê: 1080; Ebû Dâwud, Sewm 4, Jimara Hedîsê: 23129-2321; Nesâi, Sewm 17)

23- (Buxârî, Sewm 8, Edeb 51; Ebû Dâwud, Sewm 25, j. hedîsê: 2326; Tirmizî, Sewm 16, Jimara Hedîsê: 707)

24- Buxârî, Nîkâh 84, 86; Muslim, Zikât 84, Jimara Hedîsê: 1026; Ebû Dâwud, Sewm 74, Jimara Hedîsê: 2485; Tirmizî, Sewm 65, Jimara Hedîsê: 782)

25- Ebû Dâwud, Sewm 43, j. Hedîsê: 2408; Tirmizî, Sewm 21, j.Hedîsê: 715; Nesâî, Sewm 51; İbn Mâce, Siyâm 12, j. hedîsê: 1668)

26-(Ebû Dâwud, Sewm 21; Tirmizî, Zekât 26, Sewm 10; İbn Mâce, Siyâm 25)

27- Buxârî, Sewm 26, Eymân 15; Muslim, Siyâm 171; Ebû Dâwud, Siyâm 39; Tirmizî,Sewm 26; Îbn Mâce, Siyâm 15)

28- Buxârî, Sewm 27; Ebû Dâwud, Sewm 26, Jimara Hedîsê: 2364; Tirmizî, Sewm 29, jimara Hedîsê: 725)

29- (Buxârî, Sewm 22, 25; Muslim, Siyâm 76)

Kifşkirina Meha Remezanê – 3

Meha Remezanê bi du şikli kifş dibe:

Ya yekemin eve; divê di meha Şabanê şeva sîyemîn de hîv bê dîtin. Lê divê şahidekî adil ji vîya re şahidiyê bike.

Ya duyemîn jî eve ku, eger meha Şabanê bi sî rojî bê temamkirin Meha Remezanê kifş dibe. Ev jî eger hewa ewr be û hîv neyê dîtin yan jî şahidekî adil hîvê nebîne dibe Hz. Pêxember (s.a.s) wuha dibêje:

Gava we hîv dît rojîyê bigrin û gava we dîsa hîv dît rojîyê biterikînin. Eger hewa ewr be û hûn hîvê nebînin Şabanê bi sî rojî temam bikin. [Buxarî/1810, Muslîm/1080]

Îbnî Ebbas wuha rîwayet dike dibêje: Bedevîyek hat cem pêxember (a.s.) û jê re got:

Min hîva Remezanê dît.

Pêxember (a.s.) got:

Tu bi yekîtîya Xwedê Teala şehadet dikî?

Got:

“Belê.”

Pêxember (a.s) got:

Tu şehadet dikî ku ez resûlê Xweda me?

Got:

Belê .

Pêxember (a.s) got:

Ya Bîlal! Rebe ji xelkê re bibêje bila rojîyê bigrin.[ Îbn Hibban, (Mevarid’uz-Zaman/870); Hâkîm, Mustedrek, î/424]

Eger li welatekî hîva Remezanê bê dîtin li ser xelkên ku nêzî wî cîyî rudinin jî girtina rojîyê ferz dibe. Lê li ser xelkê ku dûrî wî welatîye ferz nîne. Lewra Şam Heleb û Xumus welatek tê hesibandin û welatên wek Mekke û Kahîre û Şamê ji hev dûrin cîyek nayê hesibandin. Dûrbun bi îxtilafê metalî tê textîrkirin.

Îro bi îlîm sabite ku di kîjan şevê de û li kîjan welatî hîv hiltê. Rewş bi vî awayîye jî, bi vîya emel nayê kirin. Lewra dînê îslamê emrî me dike ku ji bona sibuta Remezanê ancax bi çavekî tazî hîv bê dîtin, rojî tê girtin. Ji bona sibuta wê emrî me nekirîye ku em hîvê bi rêyek din bişopînin. Lê di vê demê de ji alet û edavatên hessas îstîfadekirin mimkun e. Bi vanan berê hîv di kîjan şevê de û li kîjan welatî û di kîjan hêlê de hiltê tê kifşkirinê paşê bi çavê tazî li wir hîv tê şopandin.

Li gor mezhebê Îmamê şafîî li welatekî ru’yet -î hîlâl sâbit bibe li ser her hêlî ji sed û çil û çar kîlometreyî re hukum carî ye, li gor Şafîîyan cîyên ku nimêja seferî lê tê kirin û ên jê dûrtir ne di xisusa

nimêjê de û ne di xisusa ‘eydyê de nabin peyrewê wî welatî. Mesela li Lîbya û Tûnusê hîv bê dîtin muslimanên li Tirkîyê nikarin bibin peyrevê vanan.

Lê li welatekî rûyet-î hîlal sabît bibe û hakimê wê ji bo rojî û ‘eydyê hukum bide hemu kesên ku di bin hakimyeta wî de ye,-şafii jî- mecburin ku hukmê wî bînin cî. Lê şafîyên ku ne di bin hukmê wî de ne ji bona ku di bin hukmê wan de najîn di xisusa rojîyê û ‘eydyê de nabin peyrewê wan.

Mirovek li cîyekî ‘eydê bike û here welatekî dûr ku ‘eyd nekirine, ew jî wek xelkê wir îmsaqê dike.

Tu hukmê hîva ku bi roj hatiye dîtin tune. Eger ji bona vêya ji rojîyê re bê nîsbetkirin îmsaq hewce nake. Eger ji Şevalê re bê nîsbetkirin, ne caîze ku rojî bê şikandin.

Eger mirovekî ku şehadea wî ne mexbule hîvê bibîne ji bona ku şehadeta wî ne mexbule li ser xelkê girtina rojîyê ne ferze lê divê ew rojîyê bigre.

Delîlên Hukmên ku Buhurîye

Ji Kurayb wuha hatiye rîwayetkirin got: Ez hê li Şamê bum hîva Remezanê hate dîtin. Min jî hîv di şeva înîyê de dît. Paşê ez di dawîya mehê de hatim Medînê. İbnî Ebbas gelek tişt ji min pirs kir. Paşê roja ku hîv jî hatiye dîtin jî zikir kir û got:

Te hîv di kîjan rojê de dît?

Min got:

Min di şeva înîyê de dît.

Got:

Te bi çavê xwe hîv dît?

Min got:

Belê xelkê jî hîv dît û rojî girt. Muavîye jî rojî girt.

Got.

Lê me hîv roja şemîyê dît û ji bona ku em li sî rojî temam bikin em rojîyê digrin, yan jî emê hîvê bibînin.

Min got:

Ma qey tu bi dîtina ku Muavîye hîv dîtîye û rojî girtîye qîma xwe naynî?

Got:

Na! Hz. Pêxember bi vî awayî emrê me kir. [Muslim/1087]

Li ser vîya aliman wuha gotine: Mirovekî ku ji bajarekî lê hîv hatiye dîtin here bajarekî din, di xisusa rojîyê de dide pêy cîyê ku çuye. Dixwazî sî roj temam jî kiribe. Lewra bi çûyîna wî bajarî buye mirovekî ji wan. Dîsa ji bajarekî ku hîv lê nahatîye dîtin here bajarekî ku hatiye dîtin dixwazî 28 roj rojî girtibe dîsa jî li gor bajarê ku çuye tevdigere. Lê eger 28 roj rojî girtibe rojekî qeza dike. Lewra meh yan 29

yan jî sî roj e. Eger ji bajarekî ku ‘eydî kirine here bajarekî ku xelkê wî bi rojîye, ji bona ku bibe peyrewê wan divê ji xwarin û vexwarinê dûr bisekine.

Xuyabuna hîvê bi şehadeta şahidekî sabît dibe. Tîrmîzî wuha rîwayet kirî ye: “Erebekî di hizura Resulullah de şahidî kir ku wî hîv dîtî ye. Di ser vê yekê re Resulullah emrê rojîyê li xelkê kir. “

Li gorî mezhebê Şafîî li welatekî ru’yetî- hîlâl sabît bibe, di her alî de hukmê wê ji sed û çil û çar kîlometreyî kêmtir be carî ye. Lê ji 144 km. yî ku ji bona şafîîyan cîyê ku heta nimêja seferî lê tê kirine zêdetir be, di rojî û cejnê de meriv nade pêy wan. Mesela li Lîbya û Tunusê hîv bê dîtin Muslimanên Kurdîstanê tabi’ê wan nabin. Lê eger li welatekî ru’yetî hîlal sabît bibe û hakimê wir ji bona girtina rojîyê û kirina cejnê hukum bide, divê hemu kesê di bin hukmê wî de –şafii jî daxil- mecburin ku bidin pêy hukmê wî. (Al- Fetava al Kubra C.2 s.81) Lê di nava wan û Şafîîyên ku ne di bin hukmê wî de ne da 144 km. yajî zêdetir mesafe hebe, hukmê wî pêk naynin. Mesela Li Siûdî Erebîstanê ru’yetî hîlal sabît bibe û îxtîlaf derkeve, ji bona ku Şafîîyên li vir ne di bin hukmê wan de ne, di xisusa rojî û cejnê de dikarin nedin pêy wan.

Lazime ku em vê mesela muhîm jî di vir de bînin ziman ku ji bona meselên îctîhadî ne caîze ku musliman bi hev re têkevin munaqeşê. Tiştekî di mezhebê me de ne caîz be, dibe ku di mezhebek din de caîz be. Mezhebên ku Ummetê heqbuna wan qebul kirine tev meşrune û em bibin peyrewê kîjanê jî, ji me re tu mesulîyetek tune.

Ji ber vê yekê ji bona Ru’yetî hîlal û roja cejnê hevudin tekfîrkirin û rexnekirin ne caîze û divê musliman xwe ji van tiştanan dûr bigre.

Gava me bi şehadeta mirovekî adil rojî girt, piştî temambuna sî rojî hîv neyê dîtin jî, emê cejna xwe bikin. Ji bona vêya di roja bîst û nehê meha Şabanê de divê meriv li hîvê bigere. Eger hîv bê dîtin rojî tê girtin. Eger neyê dîtin. Şaban bi sî rojî tê temamkirin û roja din roji tê girtin.

Tu hukmê hîva ku bi roj bê dîtin tune.

Despêkirin û Xelasbûna Dema Rojiyê – 4

Îmsâq; Di Erebî de tê maneya “xwe girtin, parastin û manîbunê.” Ruknê rojîyê ê esil jî di vê maneyê de ye. Di zimanê me de mana wexta îmsaqê despêkirina yasaxên rojîyê (xwarin, vexwarin û munesebeta cînsî) ye. Wexta îmsaqê, belekbuna fecrê (fecrî Sadiq) ye û ji vê demê pêve dema nimêja Î’şa derketîye û dema nimêja sibê destpêkirî ye. Di vê demê de wexta paşîvê xelas dibe û rojî destpê dike. Wexta fitarê jî, tê maneya yasaxê rojîyê xelas buye û serbestbuna xwarin û vexwarin û munasebeta cînsî ye. Ev dem gava roj diçe ava destpê dike. Bi vê demê re wexta nimêja êvarê jî destpê dike. Li herêmên ku şev û roj teşekkul nake jî, dema rojîyê li gor herêmên nêzî wan tê kifşkirin.

Di Qur’anê de despêkirin û xelasbuna dema rojîyê bi mecazî bi vî awayî tê qalkirin:

“…Heta tayê sipî ji tayê reş tê veqetandin, bixwin û paşê heta şevê temam bikin. Gava hûn di mizgeftan da dikevin îtîqafê, nêzî jinên xwe nebin. Xweda ayetên xwe awa îzah dike ku hûn xwe biparêzin…” (Sûreta Beqere:187)

Divê ji paşîvê heya fitarê ji xwarin û xexwarin û munasebeta cînsî dûr sekinandin mexsedek hebe û ev kar bi şiûrekî bê kirin. Ev armanc û şiur, razayîya Xweda ye ku bi tabîra “nêtê” tê îfadekirin. Eger ev armanc û şiur nebe, ji bo birçîbun, parêz, rejim , zîndetîyê ji van hersê tiştan (xwarin, vexwarin û munasebeta cînsî) dûr sekinandin; rojî nayê hesibandin.

Rojî di piştî sal û nîv hîcreta pêxember (a.s) ve Di dehê meha Şabanê de hatiye ferzkirin û ji pênc ruknê ÎSlamê ye. Pêxemberê me di vê xususê de wuha gotiye: “Îslam li ser pênc tiştan hatiye avakirin: Şehadet bi Ji Xêynî Xweda îlah tune û Muhammed evdê wî û qasidê wî ye anîn, kirina nimêjê, dayîna zekatê, girtina rojîya meha remezanê û Zîyareta Beytullahê (heccê) ye. (Buxârî, îman 34, 40, Îlîm 25; Muslîm, îman 8)Ayetên ku ferzbuna rojîyê beyan kirine jî; Sûreta Beqere 183 û 184 e.

Ji bo ku girtina rojîyê, li gorî îbadetên din hinekî din jî bi eza û cefaye, Gava Xwedê Teala ferzbuna rojîyê beyan dike; bi uslubeka ku psikolijîk hêsanîyê dide û ji bo muslumanê muxatabê vî emrîye rehet bike, behsa girtina rojîyê dike û dibêje rojî li ummetên berê jî ferz buye û di alîyekî din de ji bo nexweş û rêwîyan jî, mazereta rojîyê beyan dike. Ev uslub ji bo nimêjê neatîye karanîn. Lewra nimê jî, ji ummetên berê re hatibu ferzkirin.

Ji bo ku pirr hindik rîya dikeve nava rojîyê, xêr û sewabê wê jî pirr zêde ye. Herwekî ku ji pêxemberê me hatiye neqilkirin, Xwedê Teala (c.c) wuha kerem kirîye: “Rojî ji bo mine û xêra wî jî, li ser min e. (Buxârî, Sewm 2, 9; Muslîm, Siyâm 30)

Di îbadetan De Li Hîkmetê Gerîn û Hîkmeta Rojîyê:

Emr û yasaxên Xwedê Teala, ji bo evdê Wî ye. Alimên îslamê îtifaq kirine ku hemu hukum ji bo feyda mirovan e. Di tiştê ku Xweda xwestîye evdê Wî bikin de ji bo evdê wî gelek xêr û feyde heye. Di yasaxên wê de jî, zirar û zîyanên mezin heye. Di Qur’anê Kerîm de tu emr û yasaxek li dijî hiş û aqil tune ye. Jixwe mirov bi hemu hîkmet û feyda van emr û yasaxan jî nizane. Ji alîyekî din ve, divê muntesîbê wî dînî, îbadetê ku Xwedê Teala emir kirîye, di ser hiş û aqil re bigre û di her îbadeta xwe de razayîya Xweda bîne ber çavê xwe.

Gava Îmam Gazalî qala sê derecên rojîyê dike, wuha dibêje:

Rojîya ‘ewam: Rojîya Kesê ku herdu azayê xwe, yanî mîde û uzvê cînsî ji tişti ku jê zewqê distîne mahrum dike û xwe ji vê zewqê diparêze ye.

Rojîya Hewas: Rojîya Kesê ku herdu ûzvê xwe û bi vanan re çavê xwe û gohê xwe û ûzvên xwe yên din jî, diparêze.

Rojîya Ehassu’l Hewas: Evanan rîayetî hemu rojîya hewas dikin û di ser vanan re dilê xwe ji emelên piçuk, fikara dinyayê û masîvayê safî dikin

Kîjan dereca rojîyê bê girtin bila bê girtin, rojî mirov digîhîne kemalatê û di nav civatê de û di heyata mirov de hizur û derbasîyek baş bexşî mirov dike.

Rojî mirov ji hêrs û xeydê, ji kerb û rikê diparêze. Di meha rojîyê de di civakê de dizî, zîna, qumar û araqxurî kêm dibe û millet xwe ji pirr xuy û hesletên kirêt diparêze.

Pêxember (a.s) di hedîsek xwe de wuha dibêje: “Rojî mertale; gava hûn bi rojînin, nezanîyê nekin û gotinek xerab nebêjin. Eger yek pêşkarî we bu û bela xwe bi we da, bira bibêje: Ez bi rojî me, ez bi rojî me.” (Buxârî, Savm 9; Muslîm, Siyâm 30)

Di rojîyê de mexsed xwe birçihiştin tenê nîne. Ji her karê kirêt û pîs xwe parastin û bi ruh û aqilekî kemal ji Xweda re teslîmbun e. Rojîya gelek mirovan hene ku ji birçîbun û tîbunê pêve tu feydek jê re tune. Pêxember (a.s) wuha dibêje: “Ji mirovên ku rojîyê digrin ên wusa hene ku, kara wan bitenê birçîbun û tîbun e.” (Îbn Mâce, Siyâm 21)

Rojî li hemberî daxwazên mirov re sebrê û hêzên sebatê bexşî meriv dike. Di civakê de çi problem çêdibin tev ji ber nefsa meriv ve çêdibe. Nefs, dewamî emrê xerabîyê li mirov dike û tiştê ku Xweda yasax kiriye, dicu. Însanê ku bi zaneyî rojîyê bigre xwe ji hemu karê nefsa xwe diparêze. Nabe hêsîrê şehweta xwe. Lewra rojî şehwetê kêm dike.

İnsanekî ku rojîyê bigre ji birçîbun û xizanîyê fahm dike. Ji rewşa xizan û feqîran haydar dibe. Ji nîmetên ku Xwedê Teala dayê re şukir dike û alîkarîya xizanan dike. Jixwe meha remezanê meha alîkarî û piştgîrîyê ye.

Di Qur’anê de, di gelek ayetan de, rojî û sebir bi hev re tê karanîn. Lewra mirovekî rojîyê bigre ji ber feqîrîyê ve sebir dike. Îsyan nake. Dizane ku ev xizanî ji bo wî îmtihane û eger sebir bike û di rêya Xweda de bixebite wê Xwedê Teala miheqeq rizqekî paqij bide wî. Qur’an di vê xisusê de wuha dibêje: “Bi sebr û nimêjê alîkarîyê bixwazin” (Beqere:153) pêxember (a.s) jî wuha dibêje: “Rojî nîvê sebrê ye.” (Tirmizî, Deavât 86)

Dîsa tip jî qala gelek başî û feyda rojîyê dike. Beden salekê wek makîneyê dixebite. Pirr diweste. Lazime ku ew jî hilma xwe bigre û hinekî raweste. Rojî mehekî bedena mirov dide rawestandin.

Eger meriv li nefsa xwe ambargo daneyne û bibe hêsîrê nefsa xwe û aqlê xwe û ezîtîya xwe ber bi nefsa xwe da bifetilîne; bi îfada Resulullah ji şeytanê mezin re mexlub dibe û îmtihana dinyayê hinda dike. Li dinyayê hem zirarê dide xwe û hem ji dide hinekî din. Însan bi nefs û şehweta xwe dibe cinewûr. Bi tabîra Qur’anê ji heywanan nizimtir dibe.

“Me ji bo cehennemê ji cinn û mirovan gelek kes afirand. Dilê wan heye, lê bi wî fahm nakin. Çavê wan heye, bi wan nabînin. Guhê wan heye, bi wan nabihîsin. Evanan wek heywanan e, heta ij wan nizimtirin (yajî zêdetir xerifandîne). Han ewên di xefletê da ne evanan in.” (A’raf:179)

Însan dewamî meylê xerabîyê û gunehan dike. Ji bo şikandina vê meylê Qur’an wuha dibêje: Gelî ewên bawerî anîne! Wekî ku li ên berî we ferz buye, rojî ji we ra jî ferz buye. Dibe ku hûn bitirsin (û xwe biparêzin). (Beqere:183)Em ji malumatên ku Qur’anê daye me fahm dikin ku ji H.z Adem û her civatên pêxember jê re hatiye şandin re rojî hatiye ferzkirin. Ên bi xirîstîyanîyê baş dizanin, qebul dikin ku di eslê xirîstîyanîyê de rojî mewcud e.

Hîkmetên Rojîyê, Sirrên Rojîyê û Feydên Rojîyê

Divê berê hertiştî lazime musliman bizanibe ku rojî îbadete û Xwedê Teala ew ferz kirîye. Ji îbadetê mexsed îteata emrê Xweda ye û wezîfa xwe ya ku evdîtîyê anîn cî ye ku bi vê armancê rojî girtin e. Mirovên musliman li aqubeta ji ber girtina vê îbadetê muhtemel tiştê ku hasil dibe nanêre û rojîya xwe digre. Eger awa bike û hîkmet û feydeyên rojîye bikole jê re guneh tune. Bêşek di hemu hukmên Xwedê Teala de ji bo evdên Wî gelek hîkmet û feyde hene. Lê mirovên ku îbadetê dike ne mecbure ku bi hikmet û feydeyên vê îbadetê bizanibin. Dîsa bêşek gelek hîkmet û feydeyên rojîyê hene. Meriv bi hinek hikmet û feydeyên wan haydar dibe û hinek jî ji bona evdan veşartî dimîne. Em dikarin hîkmet û feydeyên rojîyê li jêr bi vî awayî birêz bikin:

  1. Rojîya sahîh, ji bona murakaba Xwedê Teala dilê mu’mînan hişyar digre. Kesê bi rojî, piştî demekê birçîbun û tîbunê hîs dike. Nefsa wî meylê xwarin û vexwarinê dike. Lê ji bona ku bi şiûre û dizane bi rojîye ji vîya re dibe manî. Kêsê bi rojî ji daxwaza hewa û hewesa nefsa xwe re dibe manî. Vîya jî, ji bona ku emrê Xwedê Teala bîne cî dike. Bi vî awayî dilê wî dewamî hişyar dimîne. Di wê şiûrê de ye ku ew tim di bin murakeba Xwedê Teala de ye û dewamî Xweda zikir dike. Qudret û ezameta Wî hîs dike.
  2. Meha Remezanê mehek pîroz e. Xwedê Teala ji evdên xwe xwestîye ku vê mehê bi îbadetê derbas bikin û ji bona nêzîkbuna Xweda xîret bikin. Lê buyîna vîya li ser sifra xwarinê û di meclîsîn araqê de kêyf û şahî kirin ne mumkun e. Ji ber vê yekê kirina îbadetê û ji bo nêzîkbuna Xweda meha Remezanê wextek musaît e.
  3. Ji bona ku seranser salekî xwarin tê xwarin hîssên meriv sist dibe û nefs har dibe. Herdu rewş jî, ji bona musliman nabe. Tê fahmkirin ku hîkmeta ferzbuna rojîyê paqijkirina nefsê û bihêzkirina hîssan e.
  4. Herî bingeha girîng ya ku civaka îslamê li ser ava buye jî merhamet û hizkirina nava muslimana ye. Heya dewlemend, êşa birçî team neke û felaketên ku hatiye serê wî hîs neke li xizanan merhametê nake. Lê meha Remezanê şiûra xizanîyê dide dewlemend û di elem û xizanîya wî de pê re dijî. Bi vî awayî rojî îbadetek wusaye ku merhametê dixe dilê dewlemendan û wan ji bona alîkarîyê sewq dike.

Hukmê Wî Kesê Ku Bê Mazeret Rojîya Meha Remezanê Diterikîne.

Ji bona ku rojîya meha Remezanê ji ruknê Îslamê ye û ji ferzîyeta dîne; yê ku ferzbuna wê înkar bike dibe kafir. Wek murtedekî ji towbeyê re tê dawetkirin. Eger towbe bike towbeya wî tê qebulkirin. Eger towbe neke tê kuştin. Eger nû ketibe îslamê û li welatekî ku dûrî aliman welidî be û mezin bibe nayê kuştin. Lê eger mirovek bê uzir rojîyê biterikîne û ferzbuna rojîyê înkar neke û bibêje: “Ez bi

ferzbuna rojîyê bawerî tînim lê rojîyê nagrim” ew kes fasiqe, ne kafir e. Wacibe ku mirovekî awa bête hepiskirin û ji xwarin û vexwarinê bête menkirin. Bi vî awayî zahîren jî wê rojîyê bigre.

Şertên Wucûbîyet û Sihhata Rojîyê – 5

Şertên Vacibbuna Rojîyê:

Ji bona ku rojî wacib bibe, heft şertê wê hene:

  1. 1) İslam: Kesê ku ne musliman be rojî li ser ne wacib e. Ancax kesê ku ji Îslamê îrtîdat kiribe (ew kafir be jî) li ser wacib e. Yanî eger bizivire Îslamê mecbure ku wî qeza bike.
  2. 2) Balîxbun: Li ser zarokan ne wacib e. Lê ji bona ku zarok hînî rojîyê bibe welîyê wî mukellefe ku rojîyê pê bide girtin.
  3. 3) Bi aqil bun: Li ser kesê dîn, ji bîr ve çûyî, xeriqî û serxweş rojî ne wacib e. Kesê ji bîr ve çûyî, demekê were ser xwe û nêta xwe jî, ji êvar de anîbe; rojîya wî sahîh e. Lê kesê gava serxweş, xeriqî û îrtîdat dike, dîn bibe, piştî ku hişê wî were serê wî divê rojîya xwe qeza bike.
  4. 4) Ji bona girtina rojîyê hêza wî hebe: Kesê ku pîr be û nikaribe rojîyê bigre rojî li ser ne wacib e. Lê fîdye lê dikeve.
  5. 5) Paqijbun: Pîreka ku di heyîz û nîfasê de be li ser ne wacibe ku rojîyê bigre. Lê di hinek rojên din de divê bi qasî rojên ku negirtîye wê rojîyê bigre.
  6. 6) Sihata wî di cî da be
  7. 7) Bicî (mukîm) be : Li ser kesê ku nexweş û li ser kesê ku 144km. rêwîtîyê dike girtina rojîyê ne wacib e. Piştî ku nexweş baş bibe û rêwî jî mukîm bibe wê bi qasî rojên ku rojî negirtine qeza bikin.

Şertên Ji Bona Sahîhîya Rojîyê

Şertên ji bona sahîhîya rojîyê çar in.

  1. Divê ji bona girtina rojîyê dem mûsaît be. Di şevê de, di cejna Remezanê û Qurbanê de û di rojên di pêy wan de tê û di rojên gumanê de girtina rojîyê ne mûsaît e.
  2. İslam (muslıman bun)
  3. Mumuyyîzî (yanî başî û nebaşîyê ji hev kirin)
  4. Ji heyîz û nîfasê paqijbun.

Şertên Sihatbuna Rojîyê

Ji bona sihatbuna rojîyê divê ev şertên li jêr hebin.

  1. Musliman be, Rojîya ku kafir girtîye ne sehîh e.
  1. Bi qail (hişê wî li serê wî) be. Divê kesê ku rojîyê digre xwedî temyîz be ji ber vê yekê rojîya dînan û zarokên ku ne xwedî temyîzin sehîh nîne. Lewra di vanan de nêt tune. Rojîya zarokên ku mumeyyîze sehîh e. Eger hêza wî bigîhîjê
  1. Uzrekî ku ji rocîyê re dibe manî tunebe. Mesela divê pîrek ne di cilan de be û zêvistanî be û kesê rojî girtîye di temamê rojê de nexeriqî be û dîn nebube.

Ruknên Rojîyê

Ruknê rojîyê dudu ne:

  1. Ji bona rojîyê nîyet anîn .
  2. ji segûra sibê (fecrê) heya roj diçe ava ji tiştên ku rojîyê dişkîne dûr sekinandin e.

Nîyet qestkirina rojîyê ye. Cîyê nîyetê dil e. Eger di dil de nîyet tunebe bi ziman tenê nîyet anîn qîm nake. Şert nine ku bi ziman nîyet anîn jî.

Delîlê wacibbuna nîyetê jî ev hedîs e:

Emel li gor nîyetê ye. [Buxarî/l, Müslim/19078]

Di nîyeta rojîya Remezanê de divê ev xisûsana hebin:

  1. Di şevê de nîyet anîn.

Berî ku fecir hilnehatîye şerte ku wuha bête gotin: “Min ji bona rojîya sibê nîyet anî.” Eger di pêy fecrê de nîyet bê anîn hem rojî û hem jî nîyet batil dibe.

Delîlê vîya ev hedîs e:

“Kesê ku berê fecrê nîyeta xwe neyne rojîya wî tune.” [Dârekutnî 11/172, Beyhaqî, IV/2029]

  1. Tayînkirin

Ev, beyankirina kîjan rojîyê ye. Mesela şexsê ku rojîyê digre kîjan rojîyê digre nîyeta xwe li gor wê rojîyê tîne. Eger li gor rojîyekî na mutleq ji bo rojîyê nîyeta xwe bîne nîyeta wî sehhîh nîne. Lewra pêxember (a.s.) gotîye: “emel li gor nîyetan e.

  1. Dubarekirina nîyetê.

Her şev berî fecrê ji bona rojîya sibê nîyet anîn e. Ji bona mehekê yek carekî nîyet anîn qîm nake. Lewra rojîya Remezanê yek îbadetek nîne. Her roj bi serê xwe îbadetek e. Ji ber vê yekê ji bona her îbadetê nîyetek lazim e.

Di rojîya nafîle de di şevê de nîyet anîn û tayînkirin ne hewce ye. Di berî zewalê de mutleq nîyet anîn bes e.

Delîlê vîya ev hedîsa ku ji Hz. Aîşe hatiye rîwayetkirin e: Rojekê Hz. Pêxember (a.s.) ji Hz. Aîşeyê pirsî got: “Li cem we xwarinek heye yan na?” gava Hz. Aîşeyê got na tiştek tune Hz. Pêxember got: “wêçaxê ez îro bi rojî me.” [Darekutnî10]

Tiştên ku rojîyê dişkîne

  1. Bi qesdî û zanebun tiştek têkeve wucuda mirov û xwarin û vexwarin

Eger yê bi rojî bi qesdî tiştekî bixwe û vexwe,tiştê ku xwaribe û vexwaribe çiqas hindik be jî, rojîya wî dişkîne. Lê ji bîr bike ku bi rojîye û bixwe û vexwe tiştê ku xwaribe û vexwaribe çiqas pirr be jî rojîya wî naşkîne. Lewra HZ. Pêxember wuha gotî ye:

Kî gava bi rojîye, ji bîr bike û bixwe û vexwe bila rojîya xwe (neşkîne û) temam bike. Lewra Xweda bi wî daye xwarin û vexwarin [11]

  1. Di pêş û paşîya wî de tiştek tikeve hundirê wî.
  2. Bi zanebun verişandin
  3. Bi zanebun munasebeta cînsî
  4. İstimna; bi şehvet bi xanima xwe re leystin yan jî bi maçkirinê hatina menîyê.
  5. Heyîz
  6. Nîfas
  7. Dînbun
  8. Murtedbun, ji dîn derketin

Adabên Rojîyê

Gelek adabê rojîyê hene ji vanan hinek evananin:

  1. Di vekirina fitarê de lezkirin.
  2. Rabuna paşîvê.
  3. Texîrkirina paşîvê. Ji texirkirina paşîvê mexsed berê segura sibê xwarina paşîvê ye.
  4. Terikandina çêran û kirina derewan û xiybetê û fesadîyê û ji mêzekirina jinan û guhdarkirina sitranên wan dûrketin.
  5. Ji bona ku di despêkirina rojîyê de pakijbin, berî segura sibê xwe ji cinobetîyê paqijkirin.
  6. Terikandina dayîna xwînê û xwîn berdanê. Lewra evanan mirov zeîf dixîne.
  7. Mirov fitarê bide kesekî bi rojî.
  8. Fitarê bi dua vekirin.
  9. Pirr sedeqe dayîn û pirr xwendina Qur’anê û li ser muzakere kirin û di mizgeftan de ketina î tîqafê.

Mekruhên Rojîyê

Mekruhên rojîyê; di aleyha adabê rojîyê de tevgerbun e. Tiştên ku ji adabên rojîyên tê hesibandin terikandin e.

Kefareta Rojîyê

Mirovek di Remezanê şerîf de bi rojî be û bikeve munasebeta cînsî; wê rojê qeza dike û ji wî re kefaret lazim e. Kefaret jî ev e: Eger rewşa wî li cî be koleyekî azad dike, na eger hêza wî negîhîje vêya bi hesabê hîvê şêst rojî yan jî du mehan li serhev rojîyê digre. Eger pêncî û neh rojî rojîyê bigre û rojekê negre; ji nûh ve de şêst rojî rojîyê digre. Eger pîr be yan jî nexweş be û ji ber vêya ve nikaribe rojîyê bigre zikê şêst xizanî têr dike. Hedîsek ku ji Ebu Hureyre tê rîwayetkirin bi vî awayî ye:

Mirovek hate cem pêxember (S.A.V) got: “Ya Resulê Xweda ez perîşan bum”

Pêxember (S.A.V) jî jê pirsî got:

“Tiştê ku tu perîşan kirî çi ye?”

Got:

“Ez di Remezanê şerîf de bi pîreka xwe re ketim munasebetê. Di ser vê yekê re Resulullah got:

“Tu dikarî koleyekî azad bikî?”

Bersiv da got:

“Naxêr.”

Resulullah got:

“Tu du mehan serhev dikarî rojîyê bigrî?”

Got:

“Naxêr.”

Resulullah got:

“Tu dikarî şêst xizanî têr bikî?

Got:

“Naxêr”

Paşê runişt. Pêxember (S.A.V.) selekek ku di navê de xurme hebu anî û got:

“Viya tesedduq bike.”

Di ser vê yekê re wî şexsî got:

“Ma qey kesekî ku ji me hewcetir heye ku ez vîya bidim wî. Bi Xwedê sond dixwim ku; li Medînê di nava herdu çîyayên Labît de malek ji mala me xizantir tune. Pêxember (a.s) heya diranê wî xuya kir tebessum kir û got:

“Here vîya bi mala xwe bide xwarin.” (Buxari, Muslim)

Ji xêynî wexta Remezanê di demek din de mirov, bi rojî be û ev rojî, rojîya qezayê yan nezrê be û di vê demê de bikeve munasebeta cînsî yan jî di Remezanê de be jî îstîmna bike; yan jî di Remezanê de pîreka ku pê re bikeve munasebetê re; kefaret ne wacib e.

Herwekî ku me li jor îzah kir, ji ber negirtina rojîyê re hewceye çar tişt bê kirin.

  1. Qeza,
  2. îmsaq,
  3. Fîdye,
  4. Keffâret .

1 – Qezakirin: Nexweş, mêvan, hemîle, pîreka zarokên xwe dimêjîne û di heyîz û nîfasê de ye û kesê xeriqîye (bîrve çuye) piştî ku mazereta wan derbas dibe bi qasî rojên ku rojî negirtine; mukellefin ku rojîyê bigrin. Rewşa kesên bê mazeret jî rojîya xwe xwarîye, bi vî awayî ye.

2- Îmsaqkirin: Kesê ku bê mazeret û bi qesdî rojîya xwe bişkîne yan jî di wextê de nîyeta xwe neanîbe û jibîr kiribe; mukellefe ku îmsaq bike û wek mirovê bi rojî ji tiştê ku rojîyê dişkîne dûr bisekine.

3 – Dayîna fîdyê: Pîrên ku nikare rojîyê bigre û pîreka ji bona mêjandina zarokên xwe rojî negirtîye re fîdye îcab dike û kesê qezayên xwe heya Remezanek din texîr kiriye re jî fîdye îcab dike.

4 – Keffâret: Ji mêrê ku di Remezanê Şerîf de bi zanebun dikeve munasebetê re kefaret îcab dike.

Ji bona wucuba kefaretê heft şert hene.

  • a – Mêr be. Bi tu awayî ji jinê re ne wavib e.
  • b – Bâliğ be:ji zarok û murâhikan re ne wacib e.
  • c – Xerabuna Rojîyê : Mirovek di Remezanê de ji bîr bike û bikeve munasebetê ji wî re kefaret îcab nake.
  • d – Şikandina rojîya Remezanê: kesê rojîya qezayê û nezrê û kefaretê bişkîne, ji wî kesî re kefaret îcab nake
  • e – Bi munasebeta cînsî şikandina rojîyê: Mirovek di Meha Remezanê de xwarinê bixwe û avê vexwe ji wî re kefaret îcab nake. Eger mirovek bi heywanekî re bikeve munasebetê ev karê ku kirîyê herame lê ji bona ku xeyrî fitrî ye kefaret jê re îcab nake.
  • f – Gunehkar be: kesê ku mêvan û nexweş be û bi rojî bikeve munasebeta cînsî jê re kefaret îcab nake
  • g – Bi rojî be: Mirovê ku ne bi rojî be berê xwarinê bixwe û rojîya xwe bişkîne û paşê bikeve munasebetê dibe gunehkar lê jê re kefaret îcab nake.

Sünnetên Rojîyê

Hinek sunnetên rojîyê evananin:

  1. Texîrkirina paşîvê.
  2. Di xwarina fitarê de lezkirin. Resulullah (S.A.V.) wuha dibêje: “Paşîvê bixwin. Lewra di paşîvê de bereket heye. Heya ku însan di fitarê de lez bike di wan de xêr heye. (Buxarî û Muslim)
  3. Rojîyê, eger hebe bi xurman tunebe bi avê vekirin.
  4. Terikandina bêhnkirina bêhna xweş û mêzekirina tiştên ku kêfê didin mirov.
  5. Terikandina hecematê.
  6. Bi roj terikandina cûtina benîşt û teamkirina xwarinê.
  7. Piştî vekirina fitarê xwendina vê duayê: “Allahumme leke sumtu ve ala rızqîke eftartu”
  8. Eger îmkanê mirov hebe, di Remezanê de bila sedeqê bidin û zikir bikin û Qur’anê bixweynin.
  9. Di roja Remezanê ya dawîn de ketina îtîqafê.

Rojîyên ku Ferz in

  1. 1- Rojîya Meha Remezanê: Her sal di meha Remezanê de tê girtin
  2. 2- Rojîya Kefaretê: Kesê di meha Remezanê de bi rojîye bi zanebun munasebeta cînsî bike, kefaretê vî cezayê xwe dide ku ev li serhev du meh e.
  3. 3- Rojîya Nezirê: Rojîya di piştî tiştê ku hatiye nezirkirin were cî de tê girtin.
  4. 4-Rojîya Nafîle. Herwkî ku di meha Remezanê de rojî ferze, ji bona terbîyekirina ruh û nefsê di van rojên jêr de girtina rojîyê jî nafîle ye:

 

  1. Ji bona kesê ku ne mêvane û ne li heccê ye re di roja Arefê de girtina rojîyê sunnet e. Lê eger kesê ku buye mêvan, ji rojîyê zirarê bibîne, sefera wî kurt be jî, jê re rojî ne sunnete û li ser kesê ku ji bona rojîyê nîyeta xwe anîye re jî, rojî ne sunnet e. Lê eger di roja Arefê de nêt kiribe ku wê bi roj neçe Waqfê wê bi şev here weqfê re rojî sunnet e.
  2. Di meha Muharremê de, di roja nehan û dehan û yazdeyan de girtina rojîyê sunnet e.
    Resûlullah (S.A.V.) wuha dibêje:
    ” Ez hêvî dikim ku Xwedê Teala ji bona ku di roja Arefê de rojî girtîye gunehê wî mirovî ên sala berê û bertirê effu bike. Dîsa ez hêvî dikim ku, Xwedê Teala gunehê wî mirovê ku di roja Aşûrê (dehê
    Muharremê) de rojî girtîyê ên sala berê effu bike. Pêxember (S.A.V.) dewam kir û got: “Eger ez di salek din de sax bimînim ezê di roja nehan de jî, bigrim. Lê berê wê salê wefat kir. (Muslim)
  1. Di rojên Duşemê û pêşemê de girtina rojîyê sunnet e. Resûlullah (S.A.V.) dibêje:
    “Emel, di roja Duşemê û pêşemê de ji Xweda re tê pêşkêşkirin. Ez hez dikim ku dema ez bi rojî me, emelên min ji Xwedê Teala re bê pêşkêşkirin.” (Tirmîzî)
  1. Di her mehê de, di rojên sêzdemîn û çardemîn û panzdemîn de girtina rojîyê sunnet e.
  2. Piştî meha Remezanê di şeş rojên meha Şewalê de girtina rojîyê sunnet e. Eger ne nezir û qezabe û ji wirdekî wî re nebe manî di roja şemî û yekşemê de girtina rojîyê mekruh e.

Kesê ku rojîya nafîle bigre û mazeretk wî tunebe rojîya xwe bişkîne mekruh e. Qur’ana Kerîm wuha dibêje:

“Emelên xwe pûç û betal nekin.”

Lê eger mazeretek wî hebe, mesela li cîyekî mêvane û xwedîyê malê ji bona xwarina Wi pirr israr dike û eger xwarinê nexwe wê xwedîyê malê bixeyîde wêçaxê dikare rojîya xwe bişkîne. Ji bona ku rojîya xwe şikandîye qeza jî îcab nake.

Şikandina rojîya ferzê ‘eyîn û nezrê heram e.

Pîreka zewucî eger ji bona girtina rojîya nafîle destura mêrê xwe negre mekruh e.

Di rojên cejn û teşrîkan de girtina rojîyê heram e. Ji xêynî vanan herdemê girtina rojîyê mekruh e.

Mirovê ku berê rojî negirtîye, di panzdehên Şabanê de rojîyîyê bigre mekruh e.

Îtiqaf

Îtîqaf, kesekî musliman pirr dibe hindik dibe nîyeta xwe bîne û di mizgeftekî yan jî mescîdekî de bimîne ji vîya re îtîqaf tê gotin. Di her wextê de ketina îtîqafê sunnet e. Lê di meha Remezanê deh rojên dawîn de ketina îtîqafê efdaltir e.

Çar ruknê îtîqafê heye:

  1. Nîyet anîn. Eger mirovek nîyeta xwe neyne û di mizgeftê de bimîne, ev îtîqaf nayê hesibandin. Kesê ji bona ku bikeve îtîqafê nezir bike; di nîyetê de lazime ku nîyeta jê re ferze bîne.

Ji bona îtîqafê wextekê kifş neke û nîyeta mutleq bîne jî, ew ji bona wî bes e. Lê eger ji bona vegera mizgeftê nêt neke û here paşê vegere, ji nûh ve de anîna nîyetê lazim e. Lê demekê beyan bike û mesela bibêje, min îro nîyeta xwe anî ku ezê di vê migeftê de bikevim îtîqafê û ji bona mazeretekê ji mizgeftê derkeve û paşê şunda vegere, jê re ji nûh ve de nîyet îcab nake.

  1. Divê îtîqaf di mizgeftekî yan jî mescîdekî de be.

Eger kesek di malekê de yan jî hucreyekê de nîyeta îtîqafê bîne, ew îtîqaf nayê hesibandin. Lê îtîqaf di mizgeftek kû nimêja înê têde tê kirinê de be, efdaltir e. Eger kesek bi şertê ku wê dernekeve nimêja înê bi qasî hefteyekî ku wê di mizgeftê de bikeve îtîqafê nîyeta xwe bîne, eger di wê mizgeftê de

nimêja înîyê neyê kirin, ji bona ku mecbure here nimêja înê di wê mescîdê de na di mizgefta ku nimêja înîyê dike divê bikeve îtîqafê.

Kesê nezir kiribe ku wê di Mescîdê Heram de yan di Mescîdê Nebevî de yan jî di Mescîdê Aqsa de bikeve îtîqafê, lazime ku li cîyê ku tayîn kiriye bikeve îtîqafê.

Lê kesek nezir bike ku wê di Mescîdê Aqsa de bikeve îtîqafê, ji bona ku ji wê efdaltire di şuna wê de dikare di Mescîdê Heram û Mescîdê Nebevî de bikeve îtîqafê.

Lê ne Mescîdê Nebevî şuna Mescîdê Heram digre û nejî Mescîdê Aqsa şuna Mescîdê Nebevî yan jî Mescîdê heram digre. Ji xêynî van hersê mizgeftanansi nava mizgeftên mane de ferq tune. Ji bona vêya mesela kesê ku ji bona Mizgefta Xelîl Îbrahîm ya Ruhayê nîyeta xwe anîbe û di şuna wî de li Diyarbekir di Mizgefta Mezin de dikare bikeve îtîqafê.

  1. Hindik be jî, demekê di mizgeftê de mayîn:

Ji bona îtiqafê di mizgeftê de runenê jî, li pîya bisekine û bigere bes e. Lê bitenê di mizgeftê de derbasbun jibona îtîqafê ne kafî ye.

4. Şertên ku mirov bibe mutekîf (îtîqafa wî qebul bibe) sisêne:

  1.    a) Musliman bun
  2.    b) Biaqil bun
  3.    c) Ji Hadesê ekber paqijbun. Yanî ne bi cinobetî be û di heyîz û nîfasê de nebe. Eger mirovekî bêdesnimêj here mizgeftekê dikare ji bona ît’iqafê nîyeta xwe bîne û anîn jî, sunnet e. Lê bi desnimêj têkeve mizgeftê û nîyeta xwe bîne efdaltir e.

Eger mirovekî di îtîqafê de îhtîlam bibe, jê re şuştin lazime. Bi cinobetî di mizgeftê de mayîna wî heram e.

Eger mirovek di mizgeftekî de nezir bike ku biqasî hefteyekî di îtîqafê de bimîne û bixeriqe yan din bibe, muddeta xeriqbun û dînbunê ji bona wî ji îtîqafê tê hesibandin.

Kesê ku di îtîqafê de bêhnê bi xwe bide yan kincê xweş lixwe bike yan jî rojîyê bigre jê re ne zirar e.

Eger kesek di rojek bi rocîye de nezir bike ku wê têkeve îtîqafê, divê di rojek bi rojîye de bikeve îtîqafê.

Kesê ji bona hefteyekî nezir kiribe ku wê têkeve îtîqafê ji ber mazereta ku wek girtina desnimêjê û xwarina xwarinê û ji bo xwendina azanê derkeve ser minarek ji camîyê wê de lê ne dûr û ji ber nexweşîyê û heyîzê dikare ji mizgeftê derkeve. Lê ji bo dema ku ji ber nexweşî û heyîzê li derveyî mizgeftê maye re qeza lazim e.

Ji bo kesê ku di îtîqafê de ye, caîze ku bi şefqet zarokên xwe maç bike û porê xwe şe bike û bizewuce û bizewucîne û kincan li xwe bike danustandinê bike û bi dirûn û nivîsandinê mijul bibe û xwarinê bixwe. Dîsa caîze hem kesê di mizgeftê de di îtîqafê de ye û hem kesên din peyva mubah bibêje û razê û vezelê. Dîsa caîze ku di mizgeftê de xwarinê bixwe û sifrê rabixîne û di nava firaqekî de destê xwe

bişo. Lê kesê di mizgeftê de ketîye îtîqafê, li gor îmkanê xwe Qur’anê tîlawet bike û bi îlîm mijul bibe efdaltir e.

Îtîqaf her wextê sunnetê muekede ye. Lê ji bona ku rastî şeva Leylet’ul Qedrê were, di meha Remezanê de ketina îtîqafê bixêrtir e.

Fîkrî Amedî
fikriamedi.blogspot.com.tr
Dema weşandinê ya di Çandnameyê de: 6.06.2016

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply