Rojekê Xweda Ehrîman li tirimbêla xwe siwar dibe û welat bi welat digere. Di tirimbêlê de xayîntî, durûtî, wehşîtî, cehşîtî, neqencî, derewkarî, fesadî, pîsîtî, beraztî û hwd. hebûn. Berê wî dikeve kîjan welatî xirabîyekê û toqa naletîyê diavêje ser rûyê wê axê.
Ji rojan rojekê berê Xweda Ehrîman dikeve Kurdistanê. Dema tê Kurdistanê tekerê tirimbêla sist dibe û pişt re jî ji cih derdikeve. Heta Ehrîman tekerê tirimbêla xwe dixê cih de ji alîyê Romê Reş, Faris û Ereban ve hemû xirabî û naletîyên di hundirê tirimbêlê de tê dizîn. Ji wê rojê û pê ve ev hemû tebîetên ne xweş bûya para van her sê netewan. Ji para Kurdan re jî tiştekî xirab nemaye ji bilî pakîyê, lewma hewqasî ji dil û can in û bi her tiştî tên xapandin.
Mela Mihyedîn