Tav hêdî diçû ava, tarî dike erdê
Ewr sorbûn te digot xwîn j’wan tê
Li bajarê qedîm, bajarê Mûhargîn
Ew roj te digot lê bariya bû xwîn
Bi hezara term û laşên mirî
Belawela bûn, peritî û serjêkirî
Dawî hatibû li biratî ya hezar sala
Nehiştibûn ti kesekî ji ciwan û kala
Ferman j’bo wan hatibû danîn, diviyabû bên kuştin
Kujerên wan destê xwe bi av a netew û ol dişûştin
Bajar ji Ermena hat şûştin û paqijkirin
Hemûya kuştibûn j’xeyn ê hatibûn nefî kirin
Di êvara wê roja qiyametê de
Zarokekî Ermen dimeşiya di rê de
Bi tirs û xof, neçar û belengaz
Geh di rê de geh jî li çiya û gaz
Direviya ji bajarê qedîm Mûhargîn
Wê roja ku li sûka wê diherikî xwîn
Navê wî xortê Şewêş bû
Temenê wî deh yazdeh bû
Wî dixwest xwe biavêje Quva Zîla
Belkî wiha xwe xelas bikira j’dest bêesîla
Hatibûn kuştin xwişk û bira, bav û dê
Ji alî kesên qaşo dişopandin rêya Xwedê
Guh dabûm fetwa yê mela û şêxa
Û bi alîkariya dewlet û hin beg û axa
Tevekî bibûn wekî gurê har
Diçirandin laşa wek berx û kar
Bajarê xwe paqij kiribûn ji ecnebiyan
Ew kesên ku nizanibûn şehadet bianiyan
Şewêş di nav van hest û pejnên lihevketî de
Rê şaş kiribû nizanibû ku diçe bi ku de
Gihîşte nêzî gundekî kêm mal
Wekî ku leqayê şêr hatibe xezal
Çok lerizîn, şewişî û ket erdê
Dîte ku mirovek ji wê de tê
Li pêşbûn du heb gayê cot
Berê xwe da Şewêş û jê re got:
“Xortê delal û hêja! Xêre çi bi te hat?
Xuya dike li dora serê te ne hin bobelat
De ka bêje ji xalê xwe re
Yan dixwazî bi min re were
Tu dibînî tarî ket erdê bû êvar
Bawer im tî û birçiyî, xuya dikî jar
Ka em herin îşev bibe mêvanê xalê xwe
Serê sibê zû tê yê bidomînî li rêya xwe
Hem tu yê ji xalê xwe re qal bikî
Çi bi te hat û tu li van dera çi dikî?”
Şewêş di şûna xwe de mît ma û fikirî
Got: “dilpak xuya dike vî ciwanmêrî.”
Herdûya berê xwe dan mala mirovên cotkar
Heyveke sipsor derket ji pişt çiya ew êvar
Gihîştin malê, derî vekir jina malê
Cotkar jê’r got:“mêvanek me heye hevalê.”
Jinik got: “li ser sera û li ser çava hatiye
Lewra mêvan mêvanê Xwedê bi xwe ye.”
Wan vexwende hundir da rûniştin
Li ser kuçik zuzuka goşt da biraştin
Ji xeynî hevsera cotkar
Li mal hebûn sê heb zar
Xwedê dabû wan sê heb qîz
Navê wan bû Sosin, Binefş û Nêrgîz
Nan xwarin Şewêş bi xwe ve hat û têr bû
Mifte ya dev û zimanê wî bi carekî vebû
Ji wan re vegote hal û meselê
Got: “ez mame bi tiqûtenê.”
Dilê cotkar şewitî, hêstir barand û giriya
Got: “Xwedayo! Ma me yê van roja jî bidiya?”
Hevaltiya me ya bi hezar sala
Dawî anîtin lê li deşt û newala
Nexwe tu dibêjî hemû kesên durû
Kifş bûn wekî ku ji darê biweşin berû
Ez bawer im ji aniha pê de
Wê şelûfk biqîrin virde û wêde
Welat wê xuya bike wekî erx û poxan
Wê bifûre bêhna genî li her der wekî dûxan
Xwarzî yê min ê pak û delal
Tu mayî bêxwedî û bêmal
Em jî ne xwedî kuran in va yê tu dibînî
Ger tu bixwazî tu dikarî li bal me bimînî
Yan jî tu çi dixwazî, çi bi dilê te be
Em amade ne ji bo alîkariyê li ber te”
Şewêş ponijî û kûr kûr fikirî
Ji nişke ve li wan fetilî û bişirî
Got: “ka di vê rewşê de ez dikarim çi bikim
Ji bo vê tewqe û pêşniyaz a we şêkir dikim
Ger ku we dil kir û pê de vî tiştê
Ez lava dikim wek ku ketibim bihuştê”
Piştî vê roja kirêt û xeternak
Şewêş ma l’bal van mirovên dilpak
Ew jî bû ferdek ji ferdê wê malê
Pir bikêr bû hetanî dikir cot û gêlê
Dem diborî, sal derbas dibûn
Mêr li ser Şewêş re ranabûn
Hin kesên ku rûdiniştin li wî gundî
Ji cotkar dipirsîn: “ma ev kî ye gidî?”
Cotkar digot: “kurê xwişka min a li çiya ye
Awê ku hun dizanîn ti kes ji wan nemaye
Neyarên wan hebûn, şerekî mezin li wir çêbû
Min ji wî anît ba xwe lewra sêwî û bêkes mabû”
Vêca Şewêş bibû mêrxas û çeleng
Li dorhêla wan dera bibû binav û deng
Temenê wî hatibû temenê zewacê
Dilê qîzaxê tê de bû, navê wê bû Hacê
Emre MÛHARGÎNÎ