Di şevên tarî de dema mirov serê xwe radike û li asîmanan dinêre stêrkên weke çirayê esmanên me dixemilînin xuya dikin, mirov her dixwaze temaşe bike û mirov mereq dike gelo ev stêrk çawa ne, gerdûn çawa ye, em li kû ne..? Wek tê zanîn di nexşeya gerdûnê de komên galaksîyan hene. Em di galaksîya Kadizê de, di rojbendê yan jî di sîstema rojê de ne. Niha em ê bi kurtasî li sîstema rojê binêrin û gerestêrkên weke dinyayê li dora rojê dizîvirin nas bikin.
Rojbend-Solar System-Güneş Sistemi
Rojbend, di galaksîya me Kadizê de cih digire. Li navendê roj heye û li dora rojê 8 gerestêrk, 166 peykên van gerestêrkan û 5 gerestêrkên cûce hene. Bi dorê gerestêrk: Zawe, Gelawêj, Dinya, Behram, Berçîs, Keywan, Ûranûs û Neptûn in.
1.Zawe/Tîr(Mercury)
Gerestêrka herî nêzî rojê û herî piçûke. Li gor me di 88 rojan de carekê zivirîna xwe temam dike û di rêgeha xwe de di 116 rojan de carekê dizîvire. Yanî salek 116 roj in. Peyka wê tune ye. Ji ber ku atmosfera wê tune ye germahîya wê zêde diguhere( bi roj 427 °C û bi şev -173 °C)
2.Gelawêj/Venûs
Ji ber ku atmosfera wê tîrêjên rojê digire gerestêrka rojbendê ya herî germ e(bi gelemperî 464 °C). Di 243 rojan de carekê zivirîna xwe temam dike(li dijî hemû gerestêrkên din dizîvire). Gerestêrka herî nêzî dinyayê ye û hema bêje bi qasî dinyayê mezin e.
3.Dinya/Earth
Biqasî tê zanîn cihê yekane ye di gerdûnê de jîyan lê heyî. Germahîya serve: herî kêm −89.2 °C, herî zêde 57.8°C. Pekhate: 78.08% nîtrojen (N2) 20.95% oksîjen (O2) û gazên din… Dema zivirîna li dora xwe: 23:56:04( hema bêje 24 saet). Zivirîna li dora rojê: 365 roj û 05:58:09.
4.Behram/Merix/Mars
Xwedî atmosfereke tenik e(%95.9CO2, %2Ar û hwd) Bagerên rojbendê yên herî mezin li vir pêk tên Germahîya herî kêm −143 °C Germahîya herî zêde 35 °C Zivirîna li dora xwe, 24:39:35. Zivirîna li dora rojê, 687 rojên dinyayê. Dibe ku av û şertên jîyanê lê hebin û gelek projeyên avakirina kolonîyan li ser Marsê hene.
5.Berçîs/Jupiter
Gerestêrka rojbendê ya herî mezin û herî giran e. Ji gazên hîdrojen û helyumê pêk tê. Zivirîna di rêgehê de(li dora rojê): 398 roj in. Ji ber ku ji gazê pêk tê hemû bi hevre nazîvire Zivirîna li dora xwe: Li ekvatorê 09:50:30 Li cemseran 09:55:40 Germahî: -167 °C
6.Keywan/Saturn
Ji gazên hîdrojen û helyumê pêk tê Zivirîna li dora xwe: Li ekvatorê 10:14:00 Li cemseran 10:39:24 Li dora wê xelek hene û ji navenda wê û pêve ji 670000km destpê dikin heta 480000 km firehîya xelekên wê hene Xelek bi qasî 100 metreyan stûr in. Germahîya wê -178 °C ye.
7. Ûranûs/Uranus
Ji gazên hîdrojen, helyum û metanê pêk tê. 10 xelekên wê hene Zivirîna li dora xwe di 17.5 saetan de pêk tîne. Zivirîna li dora rojê 84 sal in. Berê cemsera wê li rojê ye û ji ber vê yekê xelekên wê jî bi awayekî şakulî li dora wê bi wê re dizîvirin. Germahîya wê – 273°C ye.
8.Neptûn/Neptun
Pêkhateyên atmosferê: hîdrojen, helyum û metan in. Gerestêrka ji rojê herî dûr e(4.5milyar km) Gerestêrka herî sar e (-218°C) Li kakilê navenda wê germahî: 5000°C ye. Zivirîna li dora rojê 164.7 sal in. Zivirîna li dora xwe: Li ekvatorê 18 saet Li cemseran 12 saet.
Ji berê Plûton jî weke gerestêrk dihat zanîn û me digot 9 gerstêrk hene, lê piştre êdî Plûton weke gerestêrk nehat qebûlkirin.
Zanyarên asîmanî ji bo ku cismek asîmanî weke gerestêrk bê qebûl kirin 3 xal dîyar kirine:
- Divê li dora rojê rêgeheke birêkûpêk hebe.
- Divê şiklê wê giroverî be.
- Dive dora cismê asîmanî paqij be(divê tiştên li dora xwe yan bikêşe xwe yan jî ew tişt jê re bibin peyk)
Nivîskar: Halît Uslu
Ferheng
Rojbend:güneş sistemi
Rêgeh:yörünge
Xelek:halka
Peyk:uydu
Gerestêrk:gezegen
Kadiz:samanyolu
Gerdûn:evren
Pêkhate:bileşen
Cemser:kutup
Mihwer: Eksen