Serê sibê zû
Ber gulistanê
Ji bo roja nû
Çim dibistanê
Rojbaş mamoste
Her dem roja te
Xweştir xelat e
Çim dibistanê
Ez amada me
Ev şahî dem e
Pênûs ji çem e
Çim dibistanê
Gel dost û biran
Gel der û cîran
Bêtirs wek şêran
Çim dibistanê
Çi berf û baran
Çi jî biharan
Ez keça Kurdan
Çim dibistanê
Ez hatim polê
Ķim peyv û şorê
Vêxim rok û rê
Ji dibistanê
Li kursiyê rûn
Wek gul û beybûn
Ta mamoste l-şûn
Rûn dibistanê
Ji heftê pênc ro
Sibê êvaro
Ne şev bes biro
Çim dibistanê
Bes şem û yekşem
Li malê bi xem
Dimînim ew dem
Bo dibistanê
Rojbaş mamoste
Rojbaş roja te
Hest û helbest
Bi dibistanê
Mustafa Rêzan
14.06.2017 Amed