Roja ”Zimanê Dayikê”

”Roja Navnetewî a Zimanê Zikmakî” her 21 sibatê tê pîrozkirin. Ev roja pîroz, ji hêla ”Organîzasyona Netewên Yekbûyî ji bo Perwerde, Zanîn û Çandê- UNESCO”yê, di dawiya sala 1999 an de hatibû pejirandibûn. Balkêşiya ser zanîn û giringiya toreya ziman û çandê ye, armanca wê. Tecrube û zanîn dê li ser hevfêmkirin, tolerans û diyalogê bê avakirin. Bi vê yekê dê giringiya roja zimanê dayikê, bala xelkê bikşîne.

Di vê roja giring de, li gelek deverên Cîhanê bi semîner, konferans û çalakiyên çandî balê dikşînin ser azadiya xwendin û nivîsîna bi zimanê zikmakî. Ev yek ji bo pêşketina zarokan giring e. Fêrbûna zimanê duwê, hêsantir dike. Diyaloga nav çandan pêk tê. Hevkariya wan zêdetir dibe. Cihê nirxên çandî baştir tê fêmkirin. Unesco pêşniyaz dike ku, li dibistanên destpêkê mecalên xwendina pir zimanî, bi taybetî mecalên perwerda bi zimanên herêmî, hebe. Dewlet, ne tenê yek zimanî, lê perwerda bi zimanên li herêmê jî biêxin programa xwe.

Li Cîhanê nêzî 6000 zimanan hene. Lê qedexa li ser zimanan, intrese û berjewendiyên aborî û polîtîk, siyaseta ne însanî kelemên herî mezin in ku, nîvê van zimanan dê dawiya qirnê em tê de dijîn, winda bibin. Li gorî agehdariyan, diyalektê zazakî (Dimilî) û turoyo jî li herêma me, bakurê welêt li ber winda bûnê ne. Ji ber siyaseta xelet a Turkiyê, ne tenê herdu diyalekt lê belê sê zimanên din jî li Turkiyê di xeterê de ne: Laz, pontus Grekî û ermenî.

Rewş li Turkiyê hê jî xirab e. Mirov pê bawer e ku qedexeya li ser zimanê kurdî rabûye. Lê ne wiha ye. Tenê zexta li ser ziman kêm bûye.  Rê li ber perwerda bi zimanê kurdî ne vekirî ye. Pêwîst e ziman, di çarçoveya peymanên navnetewî û bi piştgiriya dewletê li dibistanan bibe zimanê perwerdê. Ev mafê eqeliyet û baweriyên li welêt e. Ev yek ji bo fêrbûna zimanên duwê, têkiliya nav çandan, diyalog û hevkariya hemwelatiyan giring e. Lê siyaseta neteweperest û yekalî rê li ber digre.

Siyaseta Turkiyê ji vê hêlê ve nikare bê fêmkirin. Li dijî eqeliyetên welat e. Asîmîleya çandên ne turk, ji xwe re dike armanc.  Lewra diyalog û têkiliya nav çandên herêmê roj bi roj xiraptir dibe. Divê yaseya bingehîn a Turkiyê de mafê bi perwerda kurdî hebe û bi piştgiriya dewletê bibe. Li dibistanên Kurdistanê, kurdî bibe zimanê perwerdê û li zanîngehên welêt ders bi kurdî bibe. Kurdî ji hêla perwerde, zanîn û bazarê xurtir bibe.

Weke mîsal li Swêdê bi 200 zimanan tê axavtin. Hinek ji wan, mina “woolof” û “mandînka”, tenê sed-dused kes pê qise dikin. Lê li dibistanan mafê wan û perwerda zimanê zikmakî heye. Maf bi qanûnan hatiye parastin. Hinek ji zimanên qedîm; fînî, samî û romanî di çarçoveya “Peymana Europayê bo Parastina Eqeliyetan”, ku Swêdê sala 2000 î de îmze kiriye, piştgiriya taybetî distînin. Li gorî “Institutet för språk och folkminnen”, pêşxistina zimanê zikmakî, mafê bingehîn ê însên e. Rêgirtin û zexta li ser ziman, bandorek neyênî li pêşeroja zarokan dike. Zarokên bi zimanê xwe dixwînin, dikarin zimanên din zûtir fêr bibin. Entegreyî civatê bibin. Zanîna gelek zimanan, deriyên nû ji bo bazirganiyê û têkiliyan vedike. Welat pêş dixe.

Nexwe çareserî, ne zexta li ser ziman e. An jî sînorkirina azadiyê ye. Divê qanûnên ne demokratîk ji holê rakin. Pêwîstî bi parastin û pêşxistina zimanên qedîm li herêmê û pêşkêşkirina alîkariyê ji bo perwerdê heye.

Polîtîka Turkiyê ji bo perwerda bi zimanê zikmakî zêde ne zelal e. Niqteya zelal, helwêsta paşxistina wê ye. Ev siyaset ne emir dirêj e. Polîtîka neteweperest ji bilî zerar û kurbûna nakokiyan pê ve, çi fêdeya xwe ji turka re tune ye.

Şer êş e, xwîn e, çûna can û mal e. Fêdeya wê tune ye. Hemû kes pê dihêşe. Rê diyalog e. Tolerans e. Lihevrûniştin e. Guherîna yaseya bingehîn e. Rakirina qedexeyên li hemberî perwerda kurdî ye. Naskirina nasnameya kurda, wekhevî û rêzgiritina mafê mirovan e. Zêdebûna azadiyê ye.

Bi van hîsan roja zimanê dayikê li me tevan pîroz be…

Gabar Çiyan

Derbar Adem Murteza

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply