(Bangek bi nalînî û birîndarî)
…………………………………………
Ji gundê biniya Cûdî hati bûn şalê min
Li bedena min lefandî, reng û reng û germ bûn
Rojek zivistanî û qefaliya berfê bû
Şevek sar û serma û tarî bû
Wê şevê keraseta hate serê me
Kesek tüne bû bên alîkariya me
Bûyera hat serê me
Ne yê serê gurê çiyan
Sal û demsal qediyan, roj û hefte hiliyan
Zordara jiyana me qedandin, canê me peritandin
Xemla me xera kirin xeyalên me hilweşandin
Ne çiyayê cûdî xwedîtî û starî li me kir
Ne bîzişkekî birîna me derman kir
Li wê newala Roboskiyê
Li gundê Qlebanê, haho hawar
Şev tarî bû kesek bi qêrîniya me ne hisiya
Di sermaya wê şevê de emrê me qediya
Ne çavê me şikêr seh kir
Û ne awaza me kesekiseh kir
Bû gurgura firokan li asîmanê me
Diqefilî bedena me diêşiya dilê me
Dayika min, bavê min, kurê min
Mafê mirovan nemaye, li vê dinyayê
Ji hal ketibûn hesp û hêştirên me
Hawar hawar malîno bê lome be
Hîna balinde şalûl û tilûr ranezabûn
Di nabêna çiyan de em bê xwedî mabûn
Kesek ji me ra nebû derman
Li me teng bû dem û dewran
Xwuya bû me fam kiribû, dayik, zarok û bavan
Em 34 ciwan kirin qurban
Me ne mafê kesekî xwaribû
Û malê kesekî ne kiribû talan
Wey wey dinyayê, her der bûye mij û duman
Xwîn û talan
………………………………………………………..
Ez bi kul û birînim
Berf ji xwînê sor bûye
Dinya li me zor bûye
Çav ji berfê kor bûye
Vegera me zor bûye
Eve edî halê me
Wa herimî şîva me
Peyam ji were gelê me
Me tu caran jibîr nekin
Xwedî derkevin li halê me
Dest bavêjin mafê me
Bibin şahidê halê me
……………………………………………….
Hew karin binivîsin
Hiliya can û cergê me
Bûn baran hêsirên me
Vê buyerê par bikin
Êşa me zelal bikin
Jibîr nekin têxin dilê xwe
Me bikin rûmeta xwe
Wê rojekê dinya zelal bibe
Tavên reş xilas bibe
Emê jî weke hemi kesan bikên mafê xwe
Mamoste Baqî- Stran Çêk Mûdî