Riz(Birinc) û Dewlemendiya Rizê

Qafikê rizê(birinc) ku bikêrî tiştekî nahêt, û ji ber vê jî dihêt avêtin, çavkaniyeke xurt ya proteîn, rûn, mîneral(berbes) û vîtamînê ye. Lêkolîner diyar dikin ku qafikê rizê dikare ji bo mirovahiyê alternatîfeke pirr baş û bisûd be.

 

Qafikê rizê bi gelemperî ji bo têrkirina ajalan dihêt zanîn û hema bêje qet bikêrî mirovahiyê nahêt. Profesor Elizabeth Ryanê ji Colorado State University û rêvebira xebatê li hember vê yekê derdikeve û wiha dibêje; “Porsiyoneke qafikê rizê ya 28 gramê beramberî xwarina danekî(nîvroj) dihêt ku tê de vîtamînên girîng û sereke B1, B3 û B6 heye.

 

Lêkolîner ji bo xebata xwe serî li amûra bi navê spektrofotometreyê (spektrometre, spektrograf an jî spektroskop) dane û bi spektrofotometreyê xebatên xwe li ser molekûlên di qafikê rizê de bûne pêk anîne. Lêkolîner ji ber encamên bidest xestî yên ji sê cureyên rizê yên li Amerîkayê dihêt dîtin, pirr kêfxweş bûne. Di hin beşên molekûlên qafikê rizê de tespîtkirina madeyên ku rê li ber îltihabê digirin û tansiyonê dadixînin, pêk dihêt. Dîsa qafikê rizê xwediyê potansiyeleke xurt ya proteînê bûye, radeya proteînê ya di qafikê rizê de ji sedî dehûdudo(12) heya dehûpênc bûye û ev jî dikare rê li ber birçitiya li seranserê cîhanê bigire.

 

Elizabeth Ryan wiha berdewam dike; “Riz, ji bo pirraniya mirovên li darê dinê xwarina sereke ye. Hejmara welatên ku li wir çandina rizê rû dide, ji sedî zêdetir e. Qafikê rizê dikare têra 400 madeyên xwarinê bike û divê em xebata biberfirehî berdewam bikin.”

Rewanbêj

Derbar ziman

Check Also

Li Ser Penceşêra (qanser) Malzarok û Memikan

  Çavkanî: hawarnet.org

Leave a Reply