Ristemê Zal

Navê Ristemê Zal, di berhema Şahnameyê de derbas dibe. Li gorî vê berhemê em hîn dibin ku Ristem di dewrên Key Kûbat (Kavî Kavata), Key Kavûs (Kavî Ûsadhan) û Key Xisro (Kavî Hûsravah) de jîyaye.[1] Şerefxanê Bedlîsî dibêje Ristem kurd bûye û bi navê ‘Rostemê Kurdî’ hatiye nasîn.[2]

Ristem, kurê Zal e û her du jî bi mêrxasîya xwe tên naskirin. Ev destan wek destaneke Îranî tê nasîn, lê dîroka qewimîna destanê nayê zanîn. Ev leheng, bi cengawerîya xwe nav daye û ji bilî Îranê bi taybetî di nav miletên Rojhilatî de hatiye nasîn û cihê xwe di berhemên wan de girtiye.

Di destanê de Ristem û bavê xwe wek pehlewan li Îran û welatên Rojhilatî navdar in. Begekî bi navê Mesîxan, qîza xwe Fireng Şahabî dide Ristem. Piştî ku Freng Şahabî ducanî dibe, Ristem terka wê dike. Ristem, rojekê ji Keyxusrew aciz dibe, terka Îranê dike û berê xwe dide Hindistanê. Bêyî ku xwe bide nasîn, bi salên dûvedirêj li wir dimîne. Di vê navberê de kurekî Ristem ê bi navê Cîhangir çêdibe û li Îranê bi pehlewanîya xwe nav û deng dide. Rojekê, Cîhangir birayê xwe Feremez (ji dêyeke din) dibîne û her du bi hev re diçin pey bavê xwe. Digihîjin Hindistanê, çend pehlewanên giregir ên Hindistanê yên Rayê Hindê tên pêşîya wan û Feremez û Cîhangir wan dikujin. Ristem, seh dike ku hinekên xerîb hatine û ew pehlewanên navdar kuştine, pir hêrs dibe. Piştî vê bûyerê, hê nû nasnava xwe ya pehlewantîyê li Hindistanê eşkere dike û diçe ku Cîhangir û Feremez bikuje. Gava digihîje Feremez û Cîhangir, Ristem û Feremez hevdu nas dikin. Ji ber ku Cîhangir û Ristem hev nedîtine Feremez wan bi hev dide naskirin û Ristem digel her du kurên xwe vedigere Îranê.[3]

Ev nivîs ji Teza Volkan Korkmaz BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE ” hatiye wergirtin

[1] Şemoyê Memê, “Di Mîtos, Dîrok û Zargotina Kurdî de Rostemê Zal”, Kovara Zend, Rêzepirtûk 22, Stenbol, havîn-payîz 2014, r. 54.

[2] H.b., r. 55.

[3] Zîlan û Roşan, h.b., rr. 125-140.

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply