Ristemê Zal

Ristemê Zal an Rustemê Zal lehengekî destan, çîrok û çanda devkî ya kurdan e. Ristem lawê Zal e. Mirov nizane ka kesayetiyeke rastî ye yan mîtosî ye. Mixabin herçendî dewlemendiya çanda Kurdan e, tirk û farisan xwedî lê derdikevin û bikartînin.

 

Ristemê Zal merd, şervan, wêrek, welatparêz û şoreşger e. Serokê doza bindestan e. Ti dijmineke zalim nikare li ber Ristemê Zal bisekine. Di çîroka Kurdî de cihekê xwe yê mezin heye. Hin caran bi bandora ola Îslamê di şûna navê Ristemê Zal de Elî derbasdibe. Pûşî ya Ristem bi xwîna împaratorên xwînrêj û zalim e. Şûrê wî hebûna wî ya herî pîroz e û ji hesinên esmanî hatiye çêkirin. Destiya şûrê Ristem ji darên kesk, sor û zer e. Bejna wî dirêj, simbêla wî zirav, kirasê wî spî ye. Rû biken e. Şûtika wî sor e. Cihê ew lê derbas be, zalim dilerizin, gul û sosin şad dibin, gur û çeqel boçika xwe hildidin û bazdidin.

 

Yekem car destanê Ristemî Zal, ji aliyê Firdewsî ve, di Şahnamê de bi nivîskî hate nivîsandin, Firdewsî, helbestvanê mezin yê Farsan e, di pirtûka xwe ya Şahnamê de dibêje Ristem bi eslê xwe kurd e.

 

Ristemê Zal jî navê pirtûkeke Xurşîd Mîrzengî ye.

 

Ev nivîs ji wikipedia kurdî hatiye wergirtin

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply