RİO 2016 – Kurd jî li Rio ne

Îsal jî 2 werzîşvanên Başûrê Kurdistanê beşdarê Olîmpiyadên Rio 2016 dibin.

Yek ji giringtirîn organîzasyona werzîşî yê cîhanê Oloppiyatên Rio de Janeiro 2016, bi beşdariya tîmên werzişî yên 206 welatên cîhanê, bi organîzasyonek nûwaze destpê kir. Werzîşvanên Kurd ên başdarê olîmpiyatan dibin jî bi hêzek mezin xwe amade dikin.

Îsal lîstikvanê fitbolê yê Kurd Şêrko Kerîm bi navê tîma neteweyî ya Iraqê di olîmpiyatan de cîh digre. Herwiha wezîşvanê avêtina rime yê kêmendam Kovan Hesen jî beşdarê pêşbirkan dibe.

Her çend hejmara wan ji tiliyê destan derbas nabin jî di olîmpiyatên dema borî de jî werzîşvanên ji Başûrê Kurdistanê cihê xwe di pêşbirkan de girtine.

Yek ji wan pehlewanê bilindkirina giraniyê Mihemed Yasîn e ku di olîmpiyatên Los Angeles ê 1984ê de bibû 4emîn.

Rahênerê hilgirtina giraniyê yê tîma Iraqê Serheng Abdulxaliq, di olîmpiyatên Barselona yê 1992ê de, rahêneriya 5 werzîşvanên Iraqê dikir. Heta niha jî Iraqê nekariye bi 5 lîstikvana beşdarê vê baskê pêşbirkan bibe.

Herwiha Mihemed Salih û Mihemed Tahir du werzîşvanên din ên Başûrê Kurdistanê bûn ku di olîmpiyatên Barselona yê 1992ê de beşdarê hevrikiyan bibûn.

Werzîşvanê Kurd Îsmaîl Mewlûd jî di olîmpiyatên Londonê yê 2012ê de cihê xwe girtibû.

Çavkanî: Rudaw

Derbar candame

Check Also

Pirtûka Gotinên Pêşiyan hat çapkirin

Li bajarê Wanê ji Weşanxaneya Sitavê pirtûkekî 4 cildî li ser gotinên pêşiyan û bav …

Leave a Reply