Rijenê Hîpofîz (Toşpiya Hîpofîz)

Hîpofîz rijenek biçûk e, bi qasî habika nok e. Lê hîpofîz rijênêk gelek bi bandor e, hormonên vî rijênê gelek rijên û şaneyên laş ji xwe re dike armanc. Çalakiya rijênê hîpofîz bi hîpotalamusê ve girêdayî ye. Hîpofîz li gor hormonên hîpotalamusê, hin hormonan berhem dike û der dide nav xwînê.

Otomatik alternatif metin yok.

Rijenê hîpofîz ji du lobên sereke pêk tê, loba pêş û loba paş.(wek hîpofîza pêş û hîpofîza paş jî tê bi navkirin).

Hormonên hîpofîzê an rasterast bandor li ser endam(lebat) û şaneyan dike an jî bi hormonên hander (teşwîqer), bandor li ser rijênên din dike da ku ew rijên hormon berhem bikin.

Görüntünün olası içeriği: yazı

Wekî mînak; hormona geşê bandor li hemû xane û şaneyen hestî û masûlkeyan dike. Hormona handerê rijênê tîroîd ,bandor li ser rijênê tîroîdê dike ku ev rijên hormona tîroksînê berhem bike.

Rupela Bîyolojiya bi Kurdî

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply