Rihan yan jî Merzekew çiye?

Rihan bi navê xweyê din Merzekew tê zanîn. Rihan bi keskahî yan jî bi rengekî hişk kirî tê bikar anîn û di warê tendurustî de jî bi sude.

Rihan li avûhewa yan jî demsalê hênikahî de digihîje ango şîn dibe. Gulên pembe-sipî vedike û rehekeke xwedî bêhnek xweşe.

Sudên Rihan çine?

Reheka rihan ji bo Kuxikê başe. Çaya wê yan jî her wisa bikar anîna wî ji bo gêjbuna serî û gaza di ruvîkan de derbas kirinê başe.

Rûnê rihanê ji bo vekirina îştihan, birînên dev bi bandore. Pêşî li weşandina por digre û porê bi hêz dike.

Giyayê rihanê çawa tê bi kar anîn?

Rihan hem bi hişkî hem jî bi awayî kesk tê bikar anîn. Bi gîştî xwarinan de tê bikar anîn. Weke ku di salata û şorbeyan de tê bi kar anîn, di nava tiştên cuda yên vexwarinê û şerbetan de weke bêhna xweş tê bi kar anîn.

Rihan di baxçeyan de jî weke reheka xweşikiyê tê çandin.

Rihan di malan de ji ber ku reheka durxistina pêşû û kêzikane, li mal û Ofîsan de hem weke bêhn hem jî ji bo dûrxistina pêşûyan tê bikar anîn.

Merzekew bi giştî weke çay tê dem kirin li gel hingiv tê temijandin û tê vexarin.

Rihan ji bo zêde kirina şîrê dayîk, derbas kirina tengezarî û stresê, dehandina hêsan û îshalê dikare bê bikar anîn.

Di heman demê bi çaya rihanê şuştina por pir bi hêz dibe û weşandinê radiwestine. Pirsgirêkên weke birînên dev re jî rihan weke lepe bi kar anîn pir başe. rihan weke benîşt çend car bikar anîn cigarê jî dide berdan.

Tovên Rihanê li gel hingiv ji bo derbas kirina sanciyên rovîk tê bi kar anîn.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply