Riha; Paytexta sebir û mîstîzmê

Mekan, ne tenê ew der e ku em jiyana xwe lê derbas dikin û zikê xwe lê têr dikin e. Mekan xwedî taybetmendiyeke wisa ye ku raborî heta roja me bi xwe re anîne. Teorsîyenê Marksîst ê navdar ku doktoraya xwe li ser avahîsazî û plansaziya bajarwaniyê kiriye, mekanê bi tevnê têkiliyên civakî ve girê dide, watedar dike. Mekan, rasterast jiyan bi xwe ye ku guhertin û şêweyê herî berhemdar e.

Mekan polîtîk e. Li gorî dem û desthilatê guhertin tê de pêk werin jî di navbera wan de têkiliyeke domdarî heye. Nesekin û stabîl e. Bêrawestan diguhere, lê belê raboriyê jî dike hêmana sereke ya guhertinê. Ev hêman in ku hinek ji wan dergûşa pêşvebirina çand, dîrok, hiqûq û hinek ji wan jî ya baweriyê ne. Mîrateya ku ji raboriya xwe wergirtiye ji bo îroj û sibêrojê, li duh zêde û bicih dike. Bajar jî wisa ne.

Bajarên girîng, taybet û qedîm ên cîhanê hene ku binemala Adem serpêhatiya xwe lê neqişandiye. Wek li rojava Roma û Stenbol; li rojhilat jî Medîne, Îskenderiye û Qûdis. Ew bajarên herî kevn ên cîhanê û axa bavûkalan a mirovahiyê ne. Wek Rihayê.

Bajarê herî kevn ê cîhanê

Her çiqas heta niha dîroka damezirandina vî bajarî nehatibe tesbîtkirin jî Riha li gor lêkolînên arkeolojîk ji bajarên herî kevn ê cîhanê ye. Li gor rîwayetan Hz. Adem û Hz. Havva li vê derê jiyane û bi çandina genim ji bo cara yekem jî dîroka cotkariyê li vê derê dane destpêkirin. Dîroknasê navdar Ebûl Farac îddîa dike ku piştî tofana Nûh yekem bajarê hatiye avakirin Riha ye. A teqez ev e: Li gor lêkolîn û vekolînên li tevahiya bajêr hatine kirin û encamên ku hatine bidestxistin, ev ji wan herêmên ku mirohavî lê bicih bûye û jiyaye ye. Ji ber wê yekê ne rasthatinek e ku herî zêde vekolînên arkeolojîk li vî bajarî pêk hatibin.

Riha bajarekî qedîm e ku bi dîtina encamên arkelojîk ên nû dîrokê ji nû ve dide nivîsandin. Peykerê herî kevn ê cîhanê li nêzikî Gola Masiyan (Balıklı göl) hatiye derxistin.

Perestgeha heri kevn jî li vî bajarî ye bo nîşanî me bide vehûna mîstîk ya îroj ne rasthatinek e. Wek çawa ku zaningeha yekem a cîhanê di nava sînorên vî bajarî de, li Heranê ye. Dibe ku gelekan ji me ev mîrate nedîtibe lê balê cîhanê kişandiye. Ev her du mîrate di nava Mîrateyên Çandî yên Cîhanê de ne. Bi navdariyeke mafdar, cîhan vî bajarî weke ‘Bajarê Muzeyan’ bi nav dike.

Riha bûye xaçerêyeke leşkerî û bazirganiyê û bûye pirek di navbera çandên rojhilat û rojava de. Ev erdnigariya wê mîrateyeke giranbuha ya çandî li dû xwe hiştiye û bûye cihekî ku hemû şaristanî lê hatine neqişandin. Ev bajarê rûhanî û qedîm ku lê olên piryezdanî (polîtezîm) û tekperestî (monoteîzm) li hev civiyane, navenda çand û baweriyan, warê pêxember û ewliyayan, hê jî îlhambûna xwe ji bo mîstîsîzm û otantîzmê berdewam dike.

Bajarê pêxemberan

Li gor dîroknasê navdar ê Ereb Ebûl Farac Riha ji wan yekem bajaran e ku piştî Tofana Nûh hatiye avakirin. Hz. Îbrahîm li Riha ji dayîk bûye, li vê derê bi Nemrûd re ketiye têkoşîneke ewsaneyî. Hz. Yakûb ji xezeba birayê xwe Ays reviyaye û li Heranê bicih bûye, bi keça xalê xwe re zewiciye û 15 salan li vê derê şivantî kiriye, kurê wî Hz.Yusif di du saliya xwe de koçî warên Kenanê kiriye.

Cihûtî û Xirîstaniya rojhilat kesên ku serdana Heranê dikin weke ‘hecî’ qebûl dike. Ji ber ku Hz. Îbrahîm, Hz. Yakub û Hz Musa li vê derê jiyane, Musewî di wê baweriyê de ku ev der di nav axên hatine weatkirî de dimînin.

Li gor Xirîstiyanan, Hz. Îsa vî bajarî teqdîs dike. Desmala Pîroz ku emaneta herî pîroz ê Xirsîtiyaniyê ye û weke Kefenê Pîroz jî tê zanîn, aîdê Riha ye û li Muzeya Torînoyê ya Îtalyayê tê parastin.

Ji bo misilmanan jî Riha bajarekî Îbrahîmî û Eyûbî ye. Hz. Eyûb ku ji binemala Hz. Îbrahîm e, ji warên Şamê tê, li bajarokê Eyûb Nebî bicih dibe. Li herêmê dibe siltanê sebrê û li wê derê tê definkirin. Hz. Elyesa ji bo ku Hz. Eyûb bibîne tê vê derê, wî nabîne û li bajarokê Eyûb Nebî tê definkirin.

 Hz. Musa piştî ku li Misrê Kiptiyekê dikûje, tê bajarê Antîk ê Şuayîb, xwe dispêre vê derê, li cem Şûayîb Pêxember dimîne û şivantiya wî dike. Asayê xwe yê navdar jî ji wî digire û derdikeve çiyayê Tûr.

Bajarê Heranê ku dîroka wê digihije Beriya Mîladê 7000an û 48 km dûrî navenda Rihayê ye, warê Hz. Îbrahîm e ku 3 olên semawî qebûl kirine.

Riha ku ji bo rêberên olî bûye warek, ji ber ku wan cihên pîroz ên li wan tên îstînadkirin jî di nav xwe de dihewîne, weke bajarê pêxemberan hatiye binavkirin.

Şahbanûyên Amazonê li Rihayê ne

Li tevahiya bajarê Antîk Edesa ku nêzî gola Xelîl-ur Rehman e, gorên ku nivîsên bi Suryanî û Grekî û rolyef û mizaîkên ji serdema ewilîn a Romayê mane hatine dîtin. Li Baxçeyê Halebî (Haleplî Bahçe) ku nêzî Gola Masiyan e, qesreke 13 odeyî, li tevahiya qesrê zemîna mozaîkkirî hatiye dîtin.

Mozaîkên Şahbanûyên Amazonê ne ku li cîhanê cara yekem di heman dîmenî de hatine nîgarkirin, denvedaneke mezin kiriye. Tê texmînkirin ku ev mozaîk Piştî Mîladê di sedsala 3. de hatine çêkirin. Ev mozaîk bi teknîk, huner, bi mezinahiya xwe ya 4 mm’yî û bi ziraviya xwe xwedî nirxeke giranguha ne. Ji kevirên resen ên Çemê Feradê hatine çêkirin. Mozaîk niha bi awayekî zêde di rewşeke baş de ne.

Di mozaîkên ku hatine dîtin de taswîrên Xwedawenda parêzvan a avahiyan Ktîcîc, Aşîlê lehengê şerê Truva, Kenteor Khîrîon ku mamosteyê Aşîl e û weke ‘zilamê ji giha’ tê zanîn, Xwedaya deryayan û dayîka Aşîl Thetîs, xwediyê fikra Hespê Trûva Odyesses jî hene.

Mozaîkên herî kevn ên cîhanê ku ji sala 3400an Beriya Mîladê mane li Girikê (Höyük) Haseka girêdayî Sêwregê hatine dîtin û li lîteratûra arkeolojiyê zêde bûne. Hê jî pir zêde mozaîk ku li benda kifşkirinê ne di bin axa vî bajarî de ne.

Em nivîsa xwe ya li ser bajarê qedîm Rihayê ku cihê şaristaniyan, paytexta xweşbînî û mihabetê, cihê ku Hz. Îbrahîm comerdiya xwe lê çandiye, Hz. Eyûb sebra xwe lê avdanî kiriye, bidomînin.

Navê Rihayê ji ku tê?

Li gor Kamus-ul Alam navê Riha yê berê ‘Ur’ an jî ‘Urelkeldaniyan’ e. Piştî fethkirina Îskenderê Mezin, Makedoniyan ev bajar şibandine bajarokê ‘Edessa’ yanî ‘Vodîna’ ya li welatê xwe. Bajar weke ‘Kalîroe’ ku tê wateya ‘Çemên wê xweş in’ binav kirine. Ereban jî weke ‘Ruha’ binav kirine.

Li gor Fîkret Işıltan, Riha ku di serdema Îslamê de weke ‘Diyarî Mudar’ dihat binavkirin, navê ‘Osrhoene’ ku di serdema Qraltiya Osrhoeneyê de dihat bikaranîn, piştî ku bajarê Rihayê ji aliyê Makedonan ve bi navê ‘Edessa’ dîsa hat damezirandin, tê texmînkirin ku ji navên beriya wê yên bi zimanê Suryanî ‘Urhai/Orhai’ û ji navê Erebî ‘Er Ruha’ hatiye latînezekirin. Li gor salnameyên Helebê bajar heyameke kurt wek Antiokya/Antakya bi nav kiribin jî, li gor Prof. Segal,  (Antioch Callirohae) ku li ser sîkkeyên Antiochusê IV. ku Beriya Mîladê 163an de miribû, dibe ku aîdê bajarekî din be.

Li gorî ewsaneyekê jî navê Rihayê ji navê Nemrûd ê din ku tê wateya ‘li cihê avî’ ji ‘Urhai’ kurê Hewyayê tê. Wateya Urhai ya ‘bajarê çemên xweş’, bajarê li ber çemê Edhessaisos ê Makedonyayê û navê vî bajarî ku paşî girt, Vodîna ku di imanê Makedonî de tê wateya avê û her wiha Kalliroe ku tê wateya ‘çemên xweş’ li holê ye. Her çiqas li ser çavkaniya navê Rihayê encameke teqez bi dest neketibe jî hemû rîwayet ‘Av’ ê nîşan didin.

Dîroka Rihayê ya belgefîlmî ji Beriya Mîladê salên 2000î ji Hurrî-Mîttaniyan dest pê dike. Paytexta vê dewletê Vaşugan (Resul Ayn) bû. Di vê serdemê de Riha bûye navendeke çandî ya mezin. Paşê bi koçên dîrokî yên mezin re, Sumer û şaristaniya wan serweriya xwe pêk aniye. Li Riha û derdora wê şaristaniyên Sumer, Akad, Elam  her wiha Keldanî, Hurî, Mîtanî û şaristaniyên Asûr jî hikûmraniya xwe ava kirine.

Riha ku di bin serweriya Ebla, Akad, Sume, Babîl, Hîtît, Hurî-Mîtanî, Aramî, Asûr, Pers, Makedonya, Roma, Bîzansê de ma, sala 1094an li axa Selçûqiyan hat zêdekirin û 1098an jî ketiye bin îdareya Kontnîşîna Haçiyan.

Gencîneyên me yên çandî

Li bajarê Rihayê di serî de 329 malên ku ketine binê parastinê, 39 mizgeft, 12 xan, 15 pir jî di nav de gelek berhemên dîrokî hene. Li bajêr bi giştî 1100 berhemên dîrokî hatine tescîl kirin.

Berhemên giştî yên Rihayê: Keleha Rihayê, Mizgefta Mezin, Dergaha Mewlîd – î Xalid, Gola Masiyan, Şikefta Hz. Eyûb, Xana Gumrikê, Bazarên Girtî, Benda Çemê Karakoyunê, Pira bi Xizma, Xana Dîrokî ya Milet, Dêra Rejî, Mizgefta Selahaddîn Eyûbî, Kûleya Mahmûdbeg, Textê Nemrûdê (Der Yaqûb), Herran û Keleha Herranê, Mizgefta Mezin a Herranê, Girikê Herranê, Tirba Şêx Yahya El – Herranî, Malên Herranê, Tirbên Mela Bakir û Cebir el – Ensar, Kerwanxaneya Han El-Ba’rûr, Şikeftên Bazdayê, Bajarê Şûayb, Xirabeyên Sogmatlarê, Keleha Çimdînlî, Kelaha Bîrecîkê, Kerwanxaneya Çarmelika, Girikê Sultantepe, Girika Titris, Girikê Newalîçorî, Girikê Şaşkan, Girikê Lidar, Girikê Sogutê, Girikê Hasek, Girikê Qurbanê, Girikê Gobeklîtepe- Gurcutepe, Girikê Tilmûsa- Tilbaş çend berhemên dîrokî yên Rihayê ne ku hatine tescîlkirin.

HEFTENAMEYA BAS

BAS – Mehmet Ali Aydın

Derbar Çand Name

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply