Rîba û Ziyanên Wê-Mele Cewadê Girdarî

 

فَإِنْ لَمْ تَفْعَلُوا فَأْذَنُوا بِحَرْبٍ مِنَ اللَّهِ وَرَسُولِهِ وَإِنْ تُبْتُمْ فَلَكُمْ رُءُوسُ أَمْوَالِكُمْ لَا تَظْلِمُونَ وَلَا تُظْلَمُونَ (279) البقرة

Bawermendên birûmet!

Riba ew e ku malekî bi deyn bide kesekî heta demeke diyar,  bi şertê zêdahiyekî li gor dirêjbûna demê. Riba bi Quran, sinet û yekdengbûna zanyarên olî hatiye qedexekirin. Ji gunehên herî mezin û ji wanên ku mirovan dibe hîlakê ye. Xuda Teala ji bilî kesê ku ribayê dixwe  pê ve, li hember tu gunehkarî bangawaziya cengê nekiriye. Riba di temamê dînên semawî de hatiye qedexekirin. Xuda Teala wiha dibêje: “Dîsa bi sedema ribaxwarina wan, digel ku (di Tewratê de) jê hatibûn qedexekirin.”[1] Xudayê mezin di Qurana pîroz de, di derbarê ribayê de wiha dibêje: “Ewên ku ribayê dixwin, her wekî wanên ku ji lêdana şeytên dîn bûbin (roja dûmahiyê ji tirbên xwe) radibin. Ev rewşa wan, ji ber wê sedemê ye ku dibêjin; kirîn û firotin jî mîna ribayê ye. Hale hale ku Xuda Teala kirîn û firotin helal kiriye û riba jî heram kiriye.”[2] Di ayetên ku pîştî vê ayetê de tên, Xuda Teala kesê ribaxwer wiha hişyar dike: “Gelî bawermendan! Hay ji ferman û qedexeyên Xuda Teala bimînin û dev ji wê ribaya mayî (ya li cem xelkê) berdin, eger bi rastî hûn bawermend bin. Êdî heke hûn dev ji ribayê bernedin vêca bizanin ku ji aliyê Xuda Teala û pêxemberê wî ve li hemberî we şerekî dijwar heye. Heke hûn poşman bibin, jê vegerin, vêca sermiyanê we her ji we re ye; ne hûn zilmê bikin û bila li we jî zilm neyê kirin.”[3]

Misilmanên birûmet!

Çawa ku tê xuyakirin Xuda Teala di van ayetan de, riba bi teqez qedexe kiriye. Kesê ku baweriya wî bi Xuda Teala û roja dûmahiyê hebe pêwîst e xwe ji ribayê dûr bike. Pêxemberê me, di xutba xwe ya xatirxwestinê de, deng li sed hezaran misilmanan kir: “ Bi emrê Xuda, vêca riba qedexe ye. Temamê cûreyên vî adetê ku ji cahiliyê mane, di bin lingên min de ne.” Li hember ribayê helwesta xwe daye xuyakirin. Dînê Îslamê ji bo ku edaleta civakî zexim bike, îbadetên malî yên mîna zekat û sedeqeyan emir kiriye û selef û riba jî qedexe kiriye. Em di demeke wisa de dijîn ku pirê mirovan  ji komkirina malê dinyayê pê ve, tu kul û xemên wan tune ne. Çûyîn-hatin, hezjêkirin û silavdayîn tev bi berjewendiyê ve hatine girêdan. Ji ber ku tirsa Xuda Teala di dilê mirovan de nemaye; şefqet, merhemet, mirovahî û dilovanî jî nemaye. Mirovahiyê nirxên xwe winda kirine û tev bûne berjewendî. Ger berjewendî hebe; çûyin-hatin, hezjêkirin û silav jî dê hebe, ger tune be, ew jî tune ye. Ji wê wisa lê hatiye ku êdî pirê mirovan li helal û heramî nanêrin. Pêxemberê me di hedîseke xwe de wiha dibêje: “Wê demek li ser umeta min de were, êdî kes nanêre ka malê wî ji helalî ye yan ji heramî.”[4]

Misilmanên birûmet!

Nexwe pêwîst e em xwe ji ribayê biparêzin û xwîna birayên xwe yên misilman nemijin. Lewre pêxemberê me dibêje: “Malê misilmanî jî weke xwîna wî bi rûmet e.”[5] Nexwe eger em misilman bin pêwîst e ku em li gor emrê Xuda û pêxemberê wî tevbigerin. Lewre misilmanê qenc ew e ku bê şert û merc xwe teslîmê emr û fermanên Xuda û pêxemberê wî bike.

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1]  En-NÎSA 161.

[2]  El-Beqere 275

[3] El-Beqere 278-279

[4]  Buxarî

[5]  Buxarî

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply