Rezvanî

Mêw, yek ji darên kulîlkdar e. Gelemperî li erdê nêzî metreyekê  li ser şax û guliyên xwe bilind dibe. Li ser gulî û şaxên xwe, her sal şax û guliyan berdide. Ji sir û seqema zêde hez nake. Germî ji bo ekl û berebûna wê gelekî girîng e. Li gor germa salê, di dawiya meha avrêl û meha gulanê de, dikeve gulê. Ango kulîlkên gurşiyên tirî, dikevin dema polengirtinê. Paşê dibe hersim ku ew jî tirş e. Paşê jî gurşiyên mêwê ekla şêrîn ya tirî distîne. Di vê demê de, sir û seqema zêde, barana gij û terez bandoreke mezin û neyênî lê dike. Pelên mêwê tirş in. Û ji pelên wan ê nû jî xwarin çê dibe. Tirşbûna pelên wan ekleke xweştirîn dide xwarinê.

Ji çend mêwan jî rez pêk tê. Mêw jî ji milkan pêk tê. Milk, şax û guliyên nûtirîn sal in. Ev milk, di sala yekem de tirî nagirin. Di sala xwe yê duyem de tirî digirin. Li ser milkan movik hene. Ev movik, çavikên şaxên sala dahatû ne. Milkê nû, bi qulpikên xwe yê xwezayî li hev digerin. Per û baskên xwe diavêjin ser dar û holikan.

Birrîna mêwan; divê her sal mêw were birrîn. Ji bo ku xwe nû bike, birrîn nebe nabe ye. Heger mêw, xwe nû neke, dê rêjeya berê wê kêm bibe. Û her ku here mêw, dê ji berê bikeve. Û dawîtirîn mêw, dê kor û hişk bibe. Ji ber vê hawê milkên mêwan bi hostayî û zanayî dihê birrîn. Li gor hêz û kişandina milkên sala borî, çend milk li mêwê dihê terxankirin. Milkên din jî dihê birrîn. Şax û guliyên mêwê, ji xîçikan yani milkokanê biçûk, dihê paqijkirin. Jixwe milkên li mêwê dihên terxankirin, ne milkên lawaz, ne jî milkên stûr in. Milkên normal ku nêzî metereyek û herî zêde metreyek û nîv in.

Bi rastî di cûre birrîna rezan heye.

A yekem; ji milkan sê yan çar movikan dihêlin. Û li gor hêz û kişandina mêwê, milk dihê terxankirin. Milk û movikên din dihên birrîn. Ji vê cûreyê birrîna dêlîkî dihê gotin.

A duyem; li gor hêz û kişandina mêwê , milk dihên terxankirin û yên din dihên birrîn. Bi ti awayî movikên milka terxankirî nayên birrîn. Milk seranser bi movikên xwe dimîne. Tenê milkên din dihên birrîn. Ji vê cûreyê re jî birrîna rezkî dihê gotin.

Merdana rezan; mêw, reha xwe pirî bera binê erdê nade. Tenê li dora xwe û li nêzî rûyê erdê digerîne. Ji ber vê hawê ber koka mêwan, divê bi baldarî were merkirin yan kolandinê.

Ligel vê, merdan karekî gelekî zor e. Ji ber vê hawê ji alavê merdanê re gotine “mer” ku nêzî peyva “mêr”e.

Dema ku ax, ji av û heriyê dadiweribe, rez dihên merkirin. Ji armancên merdanê jî yek ev e ku gul û gihayên zerarê didin mêwê, werin tunekirin. Ji ber ku ev gul û giha, di demên zûha de, rewaya axê dibeşînin. Yanî ji rewaya mêwê sûdê werdigirin û mêwê bêav dihêlin. Heger ku mêw, bêrewa bimîne, pelên xwe diweşîne. Rengên pelên kevzî, diguhere li rengên zerî. Û hersimê mêwê biçûk dimîne. Paşê tirî jî biçûk û bêşîre dimîne. Heta ku hersimî dimîne. Di dema esirandinê de ev hersim, ji şîra tirî dimêje.

Fisixandin, ji bo cûreya bîrrîna rezkî; di cûreya birrîna rezkî de movikên milkê seranser diman. Dema ku şax ji movikan kişiyan û gihaştin mîna 15-20 cm’ê, di her milkê de sê-çar movikên pêşîn dihên hiştin. Û milk dihê qurmiçandin. Yanî milk, nîvşikestî dihê kirin ku milkên berî qurmiçandinê ji bo sala pêş de meriv bihêle. Jixwe movikên dû qurmiçandinê, qelsî dişixulin. Ew tenê ji bo tirî dimînin. Û milka nîvşikestî, li darekî di erdê de çikandî dihê gerandin. Ku ji vî darî re dibêjin saxme. Ev dar, milkê sax dihêle. Bi vê hawê fisixandin encam dibe.

Dermankirina mêwan; zêdetir ev nexweşî dijeve mêwan ku jê re dibêjin, arî. Ku pelên mêwan bûn wek ariyê. Yan gulereşê zeng û zingarê li pelan diyar bibe, ariyê li mêwan xistiye. Ji bo ariyê kukurtê bikar dihînin. Lê belê divê demên diyarde de ev derman were dayîn. Yan na li dû ariyê ev derman ti berjewendiyê nade mêwê.

Arî, li mêwên ku ax û aqara wan pir e, û di salên zêde rewa û baranê de zêdetir lê dixe. Di van salan de divê tevdîr were stendin.

Heger ku arî li hersimê xwe, hersim zûha dibe. Reş dibe. Di dema esirandinê ev mehûjên zûha, şîrê vedixwun.

Wekî ji bilî ariyê kurm û kêz jî zerara didin mêwan. Divê ji bo vana jî tevdîr were stendin..

Dema mahserê; li gor germ û hewa havînê, dema mahserê kêm zêde meha îlonê ye. Di dema nahserê de selkan bi selkan tirî dihê çinîn. Û dihere mahserê. Jixwe ji her tirî jî şîrê çênakin. Gelemperî tiriyê marzone dihere esirandinê. Esarvan bi lingan an jî bi makîneyên hevdem, tirî diecikîne. Şîrê jê dihîne. Ligel vê esarvanî jî ne karekî hêsan e. Karekî zor û zehmet e. Ji ber vê hawê ev kar jî li ber destê zilaman e. Ango li ber lingê wan e.

Di esarê de heger tirî baş çê nebibe yanî hersim be, dê şîra wê jî neçê be hem bi rengê xwe hem jî bi ekla xwe. Jixwe ji şîra hersimê jî araqê çê dikin. Ew piçekî tirş e. Heger tirî baş çê bibe, dê şîre jî rengezêrîn be. Û bi ekl û tam be. Paşê bi rojan şira xwe li ser mahserê dikewidînin û dikelînin, dikin dims û bastêq û hwd…

Rezvanî, li ser çand û ola me jî bi bandor e. Heger hêjayî gotinê be ku dibêjin;  rez berê rez bû, de îja terezê lê kir. Yan biwêjek ku dihê gotin; wecê te hew qas tirş e, dibê qeyn hersim xwariye. Wekî din ku “rezvan” ferîşteyeke ku notirvanê baxê bihûştê ye. Rezvanî ji berê de li mezra botan karekî hêja ye. Bi taybet bajarê Mêrdîn niha jî ji aliyê rezvaniyê de deng vedaye. Ku av û araqa Romê, Mêrdîn bû. Niha jî bi dims û bastêq û her cûreyên din gelekî navdar e.

Rezvanî

Milkê ji mêw ku bibirre bo rezan
Av çûye mêw meh adar e ey rezvan

Ne kêm û pir milkan nede li mêwan
Xweş bitevgir can nazik e ey rezvan

Av û herî çû ji axê bi merdan
Bik vî karî ser hev axê ey rezvan

Rez vebûn û şax kişiyan li milkan
Carde ji nû biqurmiçîn ey rezvan

Deyne li ber fisixanê tu saxman
Tirî li ser wek gerdanê ey rezvan

Baş binêre û nehêle bêderman
Yan li êre tirî sêr e ey rezvan

Derman bike merdan bike li mêwan
Da kom bike selkan selke ey rezvan

Mustafa Rêzan
01.05.2017    /  AMED

 

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Destar

Destar, du kevirên pan in, di danî- ne ser hev û dibe aş; ew aşê …

Leave a Reply