Rêzimaneke kurdî ya 90-salî

”Kurdî yek ji balkêştirîn zimanan e. Bicoş, ahengdar, hêsan, deqîq, zengîn û cihêreng e, bo hînbûnê hêsan e…”

Wiha dest bi kitêba xwe ya rêzimana kurdiya kurmancî bi zimanê fransî dike, keşîş Paul Beidar di kitêba xwe ya bi navê Grammaire Kurde (Rêzimana kurdî) de ku sala 1926 hatiye çapkirin. Ew herwiha pê ve diçe û pesnê serpêhatî û bi taybetî jî gotinên pêşiyan yên kurdî dide. ”Kurdî li ser her mijarê gotineke pêşiyan heye.”

Ji vê kitêba kurt (tenê 77 rûpel) lê delal diyar e ku Beidar aşiq û evîndarê zimanê kurdî, xaseten serpêhatî û gotinên pêşiyan yên kurdî ye. Beidar li Zaxo jiyaye û geriyaye û zimanê kitêba wî bi piranî devoka vê deverê ye.

Di her beşa kitêbê de serpêhatiyek yan çîrokeke (narration) kurdî li gel wergera wê ya fransî li rex hev hatine bicihkirin. Paşî mijareke rêzimanî tê pêşkêşkirin. Herwiha yek yan çend gotinên pêşiyan tên rabekirin.

Li destpêka kitêba xwe Beidar idia dike ku “kurdî ti alfabe nînin. Ew bi hemû alfabeyan tê nivîsîn.” Helbet kitêb berî 90 salan hatiye nivîsîn û hingê rewş ne wek niha bû lê dîsa jî hingê jî kurdî bi alfabeyeke diyar (alfabeya erebî-farisî) dihat nivîsîn. Herwiha kurdînasên rojavayî yên berî Beidarî jî alfabeyeke nîv-standard ya latînî bo veguhastina kurdî bi kar dianî.

Mixabin Beidar ne guh daye alfabeya ku kurdan pê dinivîsî û ne jî ya ku vekolerên ewropî berî wî bi kar anîbû. Wî hewl daye kurdî li gor rastnivîsîna fransî binivîse. Bo nimûne, Ş wek CH, I wek E, S-ya qelew (“sad”a erebî, S-ya wek di peyva “sed” de) carinan wek C û hin caran jî wek Ç dinivîse. Ji van jî xerîbtir, bo ku fransîxwîn komdengên EN û EM (bi kurdiya niha –IN Û –IM) wek I-ya bêvilî (nasal) nexwînin, Beidar herdem E-yekê li dawiya wan jî dinivîse, bo nimûne “min, zalim” wek “mene, zaleme” dinivîse.

Loma nivîsîna wî ji xwandevanê niha re pir xerîb e. Bo nimûne, ew dinivîse j’ gotene hatta kerene, ria pázda çalané a li şûna nivîsîna ji gotinê heta kirinê riya pazde salan e. Di rastiyê de Beidar ne tenê ji xwe re rastnivîsîneke xerîb bijartiye lê bi xwe jî li gor wê nake. Eger li gor rêbaza li destpêka kitêba xwe de kiriba, diviya wiha ev hevok nivîsîba: J’ gotené hattá kerené ria pázda çalane a.

Beidar kitêba xwe li gor beşên rêzimanî parve kiriye, bo nimûne beşek li ser alfabeyê ye, yek derbarê navdêran e, yek sebaret bi cînavan e, yek li ser hejmaran û hwd. Ji her rûpela kitêbê diyar e ku Beidar ji serpêhatî û gotinên pêşiyan yên kurdî hez dike. Lê di heman demê de ji her rûpelê diyar dibe ku warê Beidar baş rêzimana kurdî fehm nekiriye û herwiha di ware rêzimannivîsîna bi fransî de jî ne zêde şareza ye.

Malpera Zimannas vê kitêbê dixe xizmeta kurdîxwîn û kurdînasan:

https://zimannas.wordpress.com/2015/11/30/paul-beidar-grammaire-kurde-1928/

Derbar Çand Name

Check Also

Melayê Bateyî Nasbikin!

Melayê Batê yan jî Mela Hesenê Bateyî helbestvan, wêjevan û nivîskarekî klasîkê kurd e. Navê …

Leave a Reply