Rêzimaneke kurdî ji sala 1869

Nivîsara Samuel A. Rhea Brief Grammar and Vocabulary of the Kurdish Language of the Hakari District (Kurterêziman û ferhengoka zimanê kurdî yê devera Hekarî) yek ji berhemên pêşîn in ku li ser zimanê kurdî bi zimanekî ewropî, vê carê inglîzî, hatine nivîsîn. Nivîsar û ferhengok sala 1869 di Journal of the American Oriental Society (Kovara Civata Rojhilatî ya Amerîkayê) de hatiye weşandin.

Rhea

Berhem ji 35 rûpelan pêk tê ku 17 jê li ser rêzimanê ne û 18 jî ji ferhengokê pêk tên.

Rhea ne zimannas lê qeşe bû. Armanca wî vekolîna kurdî bi mebesta wergerandina Pîroznameyê (Incîl û Tewratê) li zimanê kurdî bû. Nivîsar piştî mirina Rhea hatiye ”sererastkirin” û weşandin.

Rhea hewl daye behsa rêzimana kurdî li gor birrên peyvan bike. Ew ji ”rastnivîsînê” (ortography) dest pê dike lê di rastiyê de mebesta wî dengnasî ye, ne rastnivîsîn e. Paşî ew behsa pirtikan (articles), navdêran (nouns), cînavan (pronouns), hejmarnav (numerals), lêkeran (verbs), pêşdaçekan (prepositions) û girêdekan (conjunctions) dike. Beşa berfirehtirîn li ser sinifandin, çemandin û demandina (diyarkirina li gor deman) ya lêkeran e.

Li gor şertên dema xwe, Rhea çend agahiyên balkêş pêşkêş kirine. Lê nivîser ne şarezayekî zimannasiyê û bi taybetî jî ne pisporekî zimanê kurdî bûye. Ew hin şaşiyên herî bingehîn jî dike.

Bo nimûne, Rhea idia dike ku di kurdî de (mebesta wî kurmanciya Hekariyan e ku mijara vekolîna wî ye) cinsê rêzimanî peyda nabe. Ew herwiha di beşê cînavan de dibêje ku tenê cînavên yekem û duyem formên çemandî hene lê di rastiyê de hemû cînavên kesî yên kurmancî xwedî formên cuda yên çemandî û neçemandî ne.[1]

Ev berhem ji aliyê Rojan Hazim ve bi navê Devokê Hekarîya li kurdî jî hatiye wergerandin.[2]Çapa orijînal ya bi inglîzî dikare li vê derê were xwandin:

https://archive.org/details/jstor-592123

________________________________
TÊBÎNÎ

[1] Binêrin: Husein Muhammed Cînav di kurdî de di vê hejmarê de.

[2] http://www.xweza.com/xani-bateyi.html

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 6

Derbar Çand Name

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply