Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk

Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di warê zimanzaniya kurdî da bi taybetî vala ye lêkolînên liser rêzmana dîrokî ya kurdiyê ye. Pirraniya lêkolînan bi piştgermiya jêderên ne kurdî yên mîna nivîs û kevir-niviştên Pehlevî an zimanên dî yên ziman-malbata Hindûewropayî hatine kirin.

Di vê lêkolînê da, bizav hatiye kirin ku bi meyizandina awayê xebitandina hindek lêkeran di Dîwana Melayê Cizîrî da aliyekê dî yê nepen ji dîroka zimanê kurdî bihêt eşkira kirin. Ev lêkolîn dikare bibe sedema destpêbûna zincîreka lêkolînên hevşêwe di warê zimanzaniya dîrokî ya zimanê kurdî  da.

Dîwana Cizîrî wekî kan û madenekê gelek gewherên hêşta dernexistî têda hene. Ji gelek aliyan ve mirov dikare lêkolînan liser Dîwanê bike. Aliyên hizrî, felsefî, civakî, dîrokî, edebî, siyasî, zimanî, hwd. Hêşta gelek aliyên nedîtî û nebihîstî yên vê kaniya zelal hene. Gelek kesan bê şehrezayiyeka serdemiyanî û bi şêwaz û metodên dûr ji lêkolînên zanistî kitêb û nivîsar liser Melayê Cizîrî û dîwana wî belav kirine ku pirraniya wan ji rastiyê dûr in. Jibo mînak gelekan gotiye û nivîsiye ku Melayê Cizîrî destgirtiyek bi navê Selmayê hebûye. Gelekan gotiye destgirtiya wî ne Selma, lê Selwa bûye. Gelekan jî ev zanyarên şaş di kitêb û nivîsarên paştir da dubare û çendbare kirine. Heta vê gavê jî dîwaneka bê şaşî û dirist jî çap nebûye. Li goreyê şêwazên tûjandin û vejandina destxetên kevin, hêşta jî Dîwan bi dirstî nehatiye tujandin. Lê ev hemî jî ne babetê me yê evro ye.

Biyav û Bazina Lêkolînê

Xwîndin û lêkolîna rêzimana dîwana Cizîrî, bêguman dê lîkolîna rêzmana kurdiyê be. Ev jî ne karê nivîsar an gotareka mîna vê ye. Lewma, dema bihêt gotin “rêzimana Dîwana Cizîrî”, dibê merem tiştekê dî be. Di vê lêkolînê da, ez dê li destpêkê piçekê behsa hindek ji wan saloxetên bingehîn yên zimanê kurdî kim ku bi dîtina min hindek caran dihên piştguhvehavêtin. Anku di pişka yekê ya lêkolînê da dê behsa wan alî yên rêzimanî bihêt kirin ku giştî yên zimanê kurdî in. Jibo mînak, hindek aliyên wekî ergatîvitiyê gellek bi eşkirayî di Dîwanê da hatine parastin.

Lê, erkê serekî yê vê lêkolînê ku orîjînalitiya wê ye behsa awayê xebitandina hindek lêkeran di Dîwanê da ye.

Hindek rastî liser nijinman anku konstruksyona Dîwanê bi xwe jî hatine eşkira kirin. Bi gotineka dî, hûrbûna li Dîwanê bil ji zêdekirina zanînên me liser zimanê kurdî zanînên me liser Melayê Cizîrî bi xwe jî zêde dikin. Bi hevberdanana Dîwana Cizîrî digel dîwanên helbestvanên dî yên kurdan ku hevdemên Cizîrî bûne an hema demeka kurt piştî wî hatine, mirov dikare bi awayekê zanistî awayê werarkirin û guhartinên zimanê kurdî di van çend sedsalên dawiyê da jî binitlîne (çart bike).

Ev hemî hêvênê lêkolînên dî ne.

  1. Aliyên Giştî yên Rêzimana Kurdî di Dîwanê da
  • Ergatîvîtî

Yek ji bingehên serekî ku wekî saloxeteka karakterîstîk a zimanê kurdî ye ergatîvîtî ye. Ez li vêderê nakim ku behsa ergatîvîtiyê bi xwe bikim. Jiber ku babetê me ne we e. Kesên ku dixwazin hema behsekê kurt liser ergatîvitiyê bixwînin dikarin nivîsara min a liser rûperîn torgeh anku websîteya nefel.com-ê bixwînin (http://www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?MemberNr=31&RubricNr=24&ArticleNr=4508).

Tiştekê baş e ku bi bîra guhdaran biînim ku min di çi malikek ji malikên Dîwana Cizîrî da nedîtiye ku bêrêzî li ergatîvitiyê hatibe kirin. Berniyas e ku li dema vehûnandina helbestan bi erûz û kêşên erebî helbestvan gellek caran dikeve nav tengasiyan da. Jibo xelasbûna ji wan tengasiyan, carina hindek qayîde û binemayên denganî (phonetic) û dengzanistî (phonolojîk), rêzimanî û kelwaşzanistî (morfolojîk) bin pê dibin. Yek ji tiştên ku çi caran di Dîwanê da nehatiye dîtin ew e ku ergatîvîtî qurbanî kêş û erûzê bibe. Anku bi ber çavên min nekeftiye ku tenê di malikekê da jî Melayî ergativitiya kurmanciyê neparastibe. Di warê ergativitiyê da, yekdestî anku konstîstensiyeka weha di Dîwanê da heye ku eger mirov di destnivîsekê da binpêkirineka wê jî bibîne, dikare bê dudilî û guman bibêje ku şaşiyek di dema libernivîsînê da qewmiye û ew neparastina ergativitiyê ne karê Melayî bi xwe bûye. Çend mînakekên ergativitiyê:

Yarê ku dî em geda, dest bi destê me da
Em
bi semayê birîn, reqs û sema jî we ma.

Hûn dibînin ku “yar” kithejmar e, lê ji ber ku “em” pirhejmar e, lêkera hevokê bûye “birîn”, ne bir. Bi kurdiyeka pexşankî hevok weha ye: Yarê em bi semayê birîn.

Bi zehrê xwe y’ şerîf xwendim, go “xidmetkarê dêrîn î,
Te
purr cewr û cefa dîne d’ silûk û se’y û cehdê da”.

Hûn dibînin ku “te” a kithejmar cewr û cefa “dîtine”, ne “dît”. Mînakên wekî vê gelek in, herwekî min got, ez naxwzaim liser ergatîvitiya zimanê dîwanê biaxivim, ji ber ku bi rastî çi mînaneka bervajî wê di Dîwanê da nîne. Hûn dê bibînin ku jiber pêdivîtiya kêş anku mûsîqaya helbestan, Melayî carcar aliyên dî yên gramerê binpê kirine, lê min qet binpêkirina ergatîvitiye nedîtiye.

Zulfên but û şîrîn-leban jehrî ne şubhet eqreban
min ji biska purr-girê, îro tenê girtin du ta.

Dîsa jî hûn dibînin ku “min”ê kithijmar du tayên biska pirr-girê “girtin”.

  • Zayenda Navan

Di dîwana Cizîrî da bi eşkirayî zayendên wekî kurmanciya evro hene. Lê, ji ber ku dêrr û malikên helbestên Dîwanê bi kêşan û pîvanên erûza helbesta erebî hatine kêşan û pîvan, li hindek cihan zayend qurbanî kêş û mûsaqaya helbestê bûye. Lê tiştekê pirr giring heye ku dibê bihêt gotin. Pirraniya caran, zayend ji ber bikarînana term û risteyên farisî di helbesta kurdî da hatine binpêkirin. Jibo mînak, di kurdiyê da av navekê mê ye (ava sar, ava zelal), lê hindek caran di helbestên Cizîrî da li şûna ava kurdî, ab-a farisî hatiye û riste û îdiyomên mîna “abê çeşm”ê ji wê hatine çêkrin. Anku dema îzafe anku birnesera peyvan li goreyê risteyên farisî be, zayend di îzafeyê da wekî zayenda nêr diyar dibe. Di serrastkirina destxetan jibo capê da jî dibê ev yek li ber çavan bihêt girtin (û ev yek di hemî dîwanên çapbûyî yên Dîwana Cizîrî da hatiye piştguhvehavêtin). Nemaze dema peyvên ku di farisî û kurdiyê da wekhev in (can, hebîb, qelb, derd, sofî, dua, seher, …) di dîwanên çapkirî da ew risteyên farisî jî mîna yên kurdî derbaz dibin, lê di koka xwe da ne kurdî ne. Hindek mînakên vê ev in:

Xerqê deryayê gunah în, teşneyê lutfa heq în
Rehmetê
Amurzgar û şefqetê Xeffar bes.

Wekî hûn dibînin, derya, rehmet û şefqet di kurdiyê da mê in, lê di helbestê da, jiber parastina kêşa eruzî ya helbestê û jiber îdiyomên farisî-erebî, zayenda wan wekî ya nêr hatiye. Mînakeka dî:

Ku îşaret bi bişaret biderit nexmeyê çeng
Ji rûyê ayîneyê dil birretin perdeyê jeng.

Di vê malikê da jî, nexme, ayîne û perde, hersê mê in û li goreyê ristesazî a farisiyê di kurmanciyê da wekî navên nêr hatine (nexmeya çengê, ayîneya dilî, perdeya jengê). Lê ji bîr mekin ku dema ez dibêjim zayenda wan anvên mê wekî nêr hatiye, di rastiyê da ew ne nêr hatine. Tenê ku ew wekî farisiyê bihên nivîsîn di kurdiyê da wekî navên nêr dihên xwîndin.

Mînakên mîna van gelek in, lê ev mistek in ji barekî.

  • Tewang

Li gelek cihan, di Dîwanê da tewang jî qurbanî kêşa helbestê bûye. Ev di stranên fulklorî yên kurdî da ku kêşa wan ne kêşa erûza erebiyê ye jî dihêt dîtin. Anku qurbanbûna tewangê li beranberî kêş û rewaniya helbestê ne tiştekê taybetî yê qalibên teng ên helbesta erûzî ye. Tiştê ku nabe bihêt jibîrkirin ew e ku binpêkirina tewangê di helbestan û stranan da çi qas rewa û belav jî be, ev yek di zimanê pîvankî anku standard da ne rewa ye. Mînakeka vê ev e:

Ku îşaret bi bişaret biderit nexmeyê çeng
Ji rûyê ayîneyê dil birretin perdeyê jeng.

Mirov dikare vê malikê bi kurdiyeka pexşankî weha binivîse: Ku nexmeya çengê îşaretê bi bişaretê biderit, perdeya jengê ji rûyê ayîneya dilî birretin. Hûn dibînin ku tewandina îşaretê, bişaretê, çengê, dilî, û jengê hatiye binpêkirin.

Mînakeka dî:

Belko dîwar bi guh in, lê bi Xudê kî, bi Xudê!
Bi tu rengî nekirî eşkere esrarê hudûs.

Li vêderê hudûs nehatiye tewandin. Mînakeka dî:

Ma ji umrê me çi mabit, were êdî vi me ra
Da di eqtarê wucûdê bikirîn seyrê melek.

Ev mînak pirr balkêş e. Di nîvmalika duyê da wucûd hatiye tewandin û bûye “wucûdê”, lê her di wê nîvmalikê da, ji ber parastina kêşa helbestê, “melek” nehatiye tewandin.

Mînakên ji vî rengî jî zehf in. Herwekî zayendê, dibe ku risteyên li goreyê ristesaziya farisiyê jî rolek di vê binpêkirina tewangê da hebe. Lê ya rast ew e ku nemana tewangê gelek caran ne ji ber bandora farisiyê, lê ji ber erûz û kêşa helbestê ye.

Tiştê balkêş ew e ku qet ergatîvitiya kurdiyê ji ber kêşa helbestê nehatiye binpêkirin. Ev bingehînbûn û pêdivîbûna ergatîvityê wekî saloxeteka dî ya kurdiyê diselmîne û îsbat dike.

  • Kurtkirina Peyvan

Di axiftina rojane ya kurdan da gelek caran hindek peyv bi awayekî dihên kurtkirin ku hemî kes bi kurtkirîbûna wan dihesin. Jibo mînak, her kurmancek, li kî deverê dibe bila bibe, û ser bi kî devokê dibe bila bibe, dizane ku “dibêm” kurtkiriya peyva “dibêjim”ê ye. An “mi go” kurtkiriya “min got”ê ye. Mînakên weha di Dîwana Melayê Cizîrî da jî hene. Ez dê çend mînakên wê diyar bikim.

Yarê ku em geda, dest bi destê me da
Em bi semayê birîn, reqs û sema jî we ma.

Li vir “dî” li şûna “dît”ê hatiye. Mînakeka dî:

Heçî furqet nedî, hicran, nebê “min dax û key lê ne”
Jibil derbê di hicranê, firaqê rûh û can kê da.

Peyva “heçî” kurtkiriya “her çî”yê ye, “nedî” kurtkiriya “nedît”ê ye, “nebê” kurtkiriya “nebêjit”ê ye.

Ji Wadî Eymenê dilber nizam enguştek izhar kir
Ku xweş enwar û berq in, ew tecellî bûn di Torrê da.

Di vê malikê da jî “nizam” li şûna “nizanim”ê hatiye. Di mînakeka dî da “min” hatiye kurtkirin:

Zahir tu perîşaniya hale mi’ nebîn
Mecmu’ di zatê xwe û Tuxra im ez.

Bi dîtina min xebitandina peyvên kurtkirî nîşaneyeka peydabûna astên cida-cida yên zimanî ye. Jibo mînak, dema kurdek digel mezinekî, berpirsekî, seydayekî biaxive, kêmtir peyvên kurtkirî bi kar diîne, lê dema digel hevalên xwe an endamên malbata xwe diaxive zêdetir dibêje “mi’ go’.” Lê, jibo mînak, dema kesekê xelkê Silêmaniyê berî 60-70 salan ji zaroyan ra digot “minall” nedizanî ku kurtkiriya “mindall”ê bû. Jiber ku wî qet nedigot “mindall”. Kurmancan dema digot “dibêm” dizanî “dibêjim” jî hebû.

  • Neparastina Daçekan ji ber Kêş û Erûza Helbestê

Ev jî tiştekê hevpişk yê hemî edebyata me ya nivîskî û zardev û klasîk û nûjen e. Mînakên wê jî dibe ku di helbesta erûzî da mişetir bin, ji ber ku qalibên helbesta erûzî ji ya azad tengtir in. Hindek mînakên wê di Dîwanê da ev in:

Zerreyek bûm di hewaya te di wêraneyekê
Mislê rojê bi şu’aa xwe te meşhûr kirîn.

Awayê pexşankî yê vê malikê (ku yek ji malikên bijare yên rewanbêjî ya Dîwanê ye), dibê bi vî awayî be: “Ez zerreyek bûm di wêraneyekê da, di hewaya te da (anku di eşq û evîna ted a), wekî (mislê) rojê bi tîrojka (şu’aa) xwe te em meşhûr kirîn”. Wekî dihêt dîtin, du caran “da” hatiye piştguhvehavêtin.

  • Ji-hev-veqedandina Parçeyên Lêkeran

Dîsa dibe ku jiber rewanbêjiyê an jî ji ber kêşa erûzî ya helbestê, carina lêker jî parçe dibe:

Selwa ’eqarib lê weten, ew nazika nûrîn-beden
Qendê dirêjin guft û ken, biskan dikir baweşîn.

Di koka xwe da, dibê “lê dikir baweşîn” ba.

  • Awayê Cida yê Kesê Yekê yê Pirrhijmar

Bi xêra kêş û mûsîqaya helbesta erûzî mirov bi eşkirayî dibîne ku di Dîwanê da, wekî pirraniya deverên Behdînan û Hekariya ya niha, Mela jî kesê yekê yê pirrhijmar cida ji du kesên dî yê pirrhijmar dixebitîne. Niha di wê kurmanciya nîv-pîvankî da ya ku pirranî li Bakur dihêt bikarînan jibo me û em-ê jî lêker mîna (he)we û hûn û wan û ew-ê dihêt bikarînan. Jibo mînak em/hûn/ew hatin/keftin/dîtin/kuştin û em/hûn/ew diçin/dibînin/dibêjin.

Lê, li pirraniya deverên Behdînan û hindek deverên Hekariyayê hêşta dibêjin: Em hatîn/keftîn/dîtîn/kuştîn, û em diçîn/dibînîn/dibêjîn.

Mînakên weha di dîwana Melayê Cizîrî da jî mişe in. Bi dîtina min ku bervajî vê di Dîwanê da hebe, an jiber parastina kêşa helbestê bûye an jî ji şaşiyên libernivîsîna nivîskaran.

Yarê ku dî em geda, dest bi destê me da
Em bi semayê birîn, reqs û sema jî we ma.

“Em birîn”, ne em birin.

Du sucde ferz in, fîlhal bibîn ber
Dema xoya bin ew qed û qamet.

Li vêderê jî, “bibîn” hatiye. Mînak zehv in, ez tenê dê wan xêzlibin nivîsim:

Dest nehêlîn em ji se’y û cehdeyê
Cehde û se’ya me nadit her ’ebes.

Kerixîn em di qiyamê, me ji dil perde dirrand
’Arifê weqt im û Me’rûf bila bêt ji Kerx

Bê hed ku ’eyb d’ ew bexşeya Rizwanê Xeyb
Van naliyan nînin tu ’eyb, suhtîne em, dil bû seqer.

Xerqê deryayê gunah în, teşneyê lutfa heqq în
Rehmetê Amurzgar û şefqetê Xeffar bes.

  • Çêkirina Lêkerên Kurdî ji Peyvên Erebî

Yek ji saloxetên zimanên zindî ew e ku li dema wergirtina peyvan ji zimanên biyanî wan peyvan li goreyê rêzmana xwe dixebitînin. Lê mixabin niha di kurdiyê da (û bi rengekê gellek berçaftir di farisiyê da jî) lêkerên ku ji peyvên biyanî dihên bi rêya lêkerên alîkar ên mîna kirin, girtin, dan û bûn-ê dihên xebitandin. Mînakên van coreyên lêkeran di kurdiyê da gellek hene: hisabkirin, kopîkirin, resimkirin, îsbatkirin, haşayîkirin, îfadekirin. Ev awayê çêkirina lêkeran wesa berbelav bûye ku peyv û lêkerên kurdî jî hingaftine. Niha mirov peyvên mîna hizirkirin, pirskirin, axiftinkirin û hwd jî dibihîse. Bi rastî ev tiştekê wesa ye ku li paşerojê dikare makîneya kurdiyê bisekinîne.Berê di kurdiyê da elimandin, elimîn, tebitîn, fehmîn, xeyyirîn, qulipîn (qulibîn), û gellek peyvên dî yên mîna van ji peyvên erebî hatine çêkirin û hatine bi kar anîn. Lê niha tenê li hindek deverên mîna Şingalê hêşta ev saloxeta kurdiyê maye û carina dibe sedema wê ku xelkên Dihokê henekên xwe bi şingaliyan bikin. Li Şingalê mirov mişe rastî peyvên mîna beyyitîn, ecizîn, ezilîn, û hwd dihêt. Melayê Cizîrî jî mînakên weha di helbestên xwe da înane:

Ew şekl û sûret sewwirîn, esl in lib ala zeyyinîn
Nisbet bi wan em saye în, tertîbê xellaqî we da.

Lêkera sewwirîn-ê ji sûret (wîne) ya erebî hatiye çêkirin. Sewwirîn lêkereka negerguhêz anku nederbaz e. Lê di mînaka bihêt da sewwirand hatiye ku lêkera gerguhêz anku derbaz a wê ye:

Husnek munezzeh sewwirand, nûra Hebîb jê afirand
Alem di kunhê heyyirand, Rûhulqudis can nefxe da.

… Işqa ji husnê rakirî, xaret kirin hûr û perî
Herçî di kunhê fekkirî, ew ma di ecz û heyrê da.

Lêkerên fekkrîn û heyyirand û sewwirand jî bi rêz ji peyvên erebî yên fikr, hîret û sûretê hatine çêkirin.

Ev di avakirina zimanekê standard da dikare gellek bi kêrî me kurdan bihêt.

  • Kurdandina Peyvên Erebî

Di dîwana Melayê Cizîrî gellek peyvên erebî û farisî hene. Jiber rênivîs anku alfabêya Kevin a kurdî (ku mîna ya farisî) liser bingehê alfabeya erebî hatibû avakirin, şiklê peyvên erebî dihat parastin. Anku, êdî giring nebû ka kurdan ew peyvên erebî bi çi awayî bilêv dikirin û digotin, ew peyv bi rênivîsa xwe ya erebî dihatin nivîsîn. Ev awayê nivîsînê tiştekê berniyas yê pirraniya pergalên nivîsînê li cîhanê ye. Bi vê yekê etîmolojî anku riha peyvan dihat parastin. Hemî edebyata klasîk ya farisî, kurdî, osmanlî, urdû, peştû û neteweyên dî yê îranî gevahên vê rastiyê ne.

Niha jî di pirraniya Dîwanê Melayê Cizîrî da, çi yên ku bi tîpên erebî li Başûr, Rojhilat û Rojavayê, çi jî yên ku bi tîpên latînî li Bakur an Ewropayê belav bûne, peyvên erebî bi awayekî ji awayan wekî peyvên erebî dihên nivîsîn. Ji xwe nivîsîna peyvên erebî bi tîpên erebî ne zehmet e, lê bi alfabeya latînî jî, wekî Dîwana çapa Nefel/Arasê, peyvên erebî bi hindek tîpên cida ji tîpên kurdiyê hatine nivîsîn.

Bi ser vê hemiyê ra jî, li hindek cihan, bi eşkirayî Melayê me peyvên erebî kurdandine. Çawa? Jiber ku rênivîsa original ya Dîwanê erebiye û jiber ku hemî helbest liser kêşa erûzî hatine helbestin, mirov dikare bi eşkirayî bibîne ku li hindek malikan da peyvên erebî wekî peyvên kurdî hatine nivîsîn, bi awayekî ku eger wan bikî erebî dê helbest tûşî dalengiyanê bibe. Di van mîankên li jêrê, peyva mîftah a erebî bûye mifte a kurdî:

Nesîmê sunbul û sêvan, seher da hebs û zindanê
Vebû qufla me bê mifte, zirringînî li quflê da.

Her weha, di helbesta navdar a ku bi “Ellah sehergaha ezel”ê dest pê dike da, weha hatiye:

Nûrek ji nûrê wî vekir, genca zuhûrê pê vekir
Kenza xwe qufl û mifte kir, hêj wê di qufl û mifte da.

Eger bi her awayekî “mifte da” ya dûmahiyê bihêt guhartin dê şaşî bikeve nav serwa anku qafiyeya helbestê. Lewa cihê gumanê nîne ku Melayî “mifte” ya kurdandî li şûna miftaha erebî nivîsiye.

  1. Saloxetên Rêzimanî yên Taybetî Dîwana Cizîrî

Merema min ya serekî ji vê nivîsarê ev e. Di dîwana Melayê cizîrî da, hindek lêker di dema nebihurî da bi rengekê gellek nemaze anku taybetî hatine bi kar înan. Min ev awayê xebitandina wan lêkeran bi tivavî bervajiyê xebitandina wan lêkeran di devok û bindevokên niha yên kurmancî û soranî û kelhurriyê dîtiye. Ev awayê xebitandinê di zimanê farisiyê nûdem da jî nemaye.

Di Dîwanê da, çend lêker hene mîna kirin, dan û birin-ê ku di dema nebihurî da gellek cida ji awayê nihayê wan lêkeran di zimanên îranî da dihên xebitandin. Jibo mînak, em di kurdiya niha da dibêjin: Ez filan karî dikim. Ez filan tiştî dibim. Ez filan tiştî didim. Lê di Dîwanê da, Cizîrî jibo mînak jibo lêkera kirinê weha dibêje:

’Erzê kê dê bikirim sûretê hal
Ku tu î qibleyê erbabê du’a.

Belko dîwar bi guh in, lê bi Xudê kî, bi Xudê
Bi tu rengî nekirî eşkire “esrarê hudûs”.

Şîrê elmasê kişînit, tu ji lami’ de xeber
Vekirit
huqqeyê yaqût, ji gewher meke behs.

“Kullu yewmîn huwe fî şein” nebî xafil jê
Her peyapey ji şiûnan dikirit feyz û meded.

Rûz û şeb her seyrê dîdara te tên
Nakirin
ew seyr û dewranê xelet.

An jibo birin-ê:

Şimşadê xeram û serwê xennac
Canan dibirit bi ’îşwe tarac.

An jibo dan-ê:

Ser bi ’eczê diderit quwwetê derrakeyê ma
Rece’e ’lqelbu kelîlen we meta qame qe’ud.

Du qedeh mey bi Nîşanî diderit reng bi reng
Nêrgiza nazika re’na û gula taze ya geş.

Sunbulên ter li gulan pal bi mestî diderin
Sûsinên taze ji nesrîn-wereqan bûne helek.

Ku îşaret bi bişaret biderit nexmeyê çeng
Ji rûyê ayîneyê dil birretin perdeyê jeng.

Kirin, dan û birin di kurdiya niha da, li dema nebihurî, jibo mînak, bi vî rengî ne:

Ez dikim, tu dikî, ew dikit, em dikîn, hûn dikin, ew dikin.
Ez didim, tu didî, ew didit, em didîn, hûn didin, ew didin.
Ez dibim, tu dibî, ew dibit, em dibîn, hûn dibin, ew dibin.

Lê li cem Cizîrî, li hindek cihan weha ne:

Ez dikirim, tu dikirî, ew dikirit, em dikirîn, hûn dikirin, ew dikirin.
Ez diderim, tu diderî, ew diderit, em diderîn, hûn diderin, ew diderin.
Ez dibirim, tu dibirî, ew dibirit, em dibirîn, hûn dibirin, ew dibirin.

Bi rêya seydayê xwe, rêzdar Malmîsanij jî agehdar bûm ku di kirmanckî da jî bi awayekê kêm-zêde her bi vî rengî ye ku di Dîwanê da hatiye. Jibo mînak, ev nîvmalika Dîwanê, Da di eqtarê wucûdê bikirîn seyrê melek, di bi kirmanckî weha be:

Ke eqtarê wucûdî de bikirên seyrê melek

Kirin di kurdiya niha da, li dema bihurî dibe “kir”. “min dikir, te dikir, wî/wê dikir, me dikir, we dikir, wan dikir”, an “ez (zindanî) dikrim, tu … dikirî, ew … dikir, em dikirin, hûn dikirin, ew dikirin”. Lê li dema nebihurî, em dibêjin: “Ez dikim, tu dikî, ew dikin, em/hûn/ew dikin”, û “min … dikî/dike/dikin, te … dikim/dike/dikin, wî/wê … dikim/dikî/dike/dikin, me/we/wan … dikim/dikî/dike/dikin”.

Anku di dema nebihurî da, em ji kirinê tenê “ki”ê dihêlin, û li dema bihurî “kir”ê. Di soraniyê da, û di farisiyê da jî hosa ye.

Mînaka farisî:

Jibo dema nebihurî:

Men mîkonem, to mîkonî, û mîkoned, ma mîkonîm, şoma mîkonîd, îşan/anan mîkonend.

Jibo dema bihurî:

Men kerdem, to kerdî, û kerd, ma kerdîm, şoma kerdîd, îşan/anan kerdend.

Mînaka Soranî:

Jibo dema nebihurî:

Min dekem, to dekey, ew deka(t), ême dekeyn, êwe deken, ewan deken.

Jibo dema bihurî:

Min kiridm, to kirdit, ew kirdî, ême kirdman, êwe kirdtan, ewan kirdiyan.

Tenê jibo lêkerên mîna girtin-ê em li dema nebihurî “gir”ê dihêlin. Jibo mînak em dibêjin: “ez digirim, tu digirî, ew digirit, …”. Dîsa di farisî û soraniyê da jî weha ye:

Bi farisî: “men mîgîrem, to mîgîrî, û mîgîred, ma mîgîrîm, şoma mîgîrîd, îşan/anan mîgîrend”. Di soranî da: “min degrim, to degrî, ew degrê(t), ême degrîn, êwê degrin, ewan degrin”.

Çima Cizîrî li hindek cihan van lêkeran bi vî awayî dixebitîne? Gelo ew formê kevnar an yê arkayîk yê van lêkeran bûye? Gelo dibe ku mirov bifikire helbestên Dîwanê mumkin e ne yên yek demê bin û hindek ji wan kevnartir bin ji hindekan?

Ev pirsyar cihê pûtedaneka zêde ne. Lê du tişt li beranber anku dijberî hizra arkayîkbûnê derdikevin. Yek, qesîdeyeka gellek balkêş di Dîwanê da heye ku bêhna min pê hat û di eynî qesîdeyê da lêkera kirin-ê bi herdu awayan (ku dikarim bibêjim awayê ortodoks û awayê awarte) hatiye xebitandin. Da em lê binihêrrin:

Qesdê wehdet dikirit rûh bi rûh
Wer ne aşiq ji wîsalê çi xerez.

Du malikan bi dû ra weha dibêje:

Ne cemala te tecellî bikirit
Me ji xûban bi cemalê çi xerez.

Lê her di malika piştî wê da dibêje:

Ne ji le’lên te mela behsê bikit
Me ji vê behs û sualê çi xerz.

Wekî diyar, her di yek demê da, helbestvanê vê qesîdeyê kirin bi her du awayan bi kar înaye. Ev nîşana wê ye ku ev diyrde ne bi tena sere xwe ne nîşana wê ye ku helbestên Dîwanê di yek demê da nehatine nivîsîn.

Jibo zanîna wê ka ev awayê xebitandina van lêkeran arkayîk e an ne, dibê me nivîsên kevnartir ji Dîwana Cizîrî jî hebin ku mixabin heta niha nîne. Jiber nebûna belgeyên kevnartir bi kurdî, mirov dikare li belgeyên farisî jî binihêre. Lê bi qasî ku nivîskarê van rêzikan dizane, di farisî ya nûdem û ya ku dibêjinê Farisî ya Derî da jî mînakên weha yên xebitandina van lêkeran nînin.

Di zimanê pehlevî da, rewş piçekê cida ye. Di pehleviyê da li dema nebihurî, kirin bi du awayan dihêt bikarînan. Kirin ku bi ramana evro ya kirinê di zimanê kurdî da bihêt, riha wê di zimanê pehlevî da jî mîna farisiya niha dibe “kun”. Mînakeka wê ev e:

Destweran fremûd kû hemgoneg kun.[Destweran anku mûbedan ferman kir, emir kir, ku herweha bike] (ji kitêba: Gignoux, Ph., 1984, Le Livre d’ Arda Viraz, Paris; ji zardevê kitêba یداللە منصوری، 1384)

Lê ku kirin bi ramana pê dane kirinê be, bi rengekê dî anku piçekê wekî ya Melayê Cizîrî, dihat bikarînan. Ev awa di farisî ya nû da nîne, herwekî ku di kurdiya me da jî nîne. Mînakeka vî awayî di zimanê pehlevî da ev e:

Gyagrob ej men kerînd, kî wîrazînd mîhen ûd man. [Cêrrûf anku gêsikî ji min çê dikin, ku xan û manê pê dirazînin] (ji kitêba: Dirextî Asûrîk, ji zardevê kitêba: یداللە منصوری، 1384)

Anku em dibînin awayekê xebitandina lêkera kirin-ê di zimanê pehlevî da heye ku dişubhe awayê xebitandina wê li cem Cizîrî, lê ya Cizîrî bi çi awayekî wekî wê nîne. Bi gotineka dî, di Dîwanê da, cidatiyeka bi wî rengî di navbera du core anku du ramanên kirin-ê da nahêt dîtin.

Rewşa zimanê Avestayê nêzîkî rewşa zimanê Cizîrî ye. Ev ecêbiyeka mezin e. Di avestayiyê da  di dema nebihurî da riha lêkera kirin-ê (li şûna kun- a pehlevî) dibe kiri- û riha kirin-ê bi raman pê dane kirinê dibe kirya- (یداللە منصوری، 1384).

Di zimanê partî da jî, rewşeka kêm-zêde mîna rewşa zimanê avestayî heye. Di dema nebihurî da riha lêkera kirin-ê kir- e, û dema raman pê danekrinê ji peyvê bixwazin dibe kirî- [Johnny Cheung, 2007].

Lê jibo dan û birin-ê jî tiştekê weha heye? Li goreyê zaîna min, ne di kurdiya nû da, ne jî di farisiya nû, û pehlevî û avestayî da dengê /r/ê di riha nebihurî ya lêkera dan-ê da dernakeve.

Di kurdiya nû da, em dibêjin:

Ez dibem, tu dibî/dibey, ew dibe/dibit/dibê/dibet/dibetin, em dibin/dibîn/dibeyn, hûn/ew dibin/diben.

Di farisiya nû da jî, weha ye:

Men mîdehem, to mîdehî, û mîdehed, ma mîdehîm, şoma mîdehîd, îşan/anan mîdehend.

Dihêt dîtin ku, ne di mîankên kurdiya nû û ne di mînakên farisiya nû da, çi /r/ di van lêkeran da nîne.

Di pehlevî û zimanên dî yên kevnar da jî min dengê /r/ê di riha dan-ê di dema nebihurî da nedîtiye. (da-, deda-, dedatî-, date-, …). Lewma, nahêt zanîn ka /r/ê ya lêkera dan-ê di dema nebihurî da ji kîderê hatiye. Herçend e ku di gellek devokên kurdiyê da, jibo navê bikerî dengekê /r/yê derdikeve nav navan. Jibo mînak, li şûna ku bihêt gotin “filan kes nande ye”, dibêjin “filan kes nander e”. Dibe ku ev ji qiyas û berhevdaneka –ker a navên mîna karker-ê hatibe. Lê, lêkolîneka zêdetir divê.

Awayê xebitandina lêkera birin-ê piçekê dişubhe kirin-ê. Jiber ku di lêkera birin-ê da jî dengê /r/yê ji xwe heye. Lê, di kurdiya niha da di dema nebihurî da ew deng dernakeve. Lê di farisiyê da jî mîna pehlevî û avestayiyê û zimanên dî yên kevnar ew deng derdikeve (We dît ku di farisiya nû da, mîna kurdiya nû, ew dengê /r/yê dernakeve). Li vê derê jî Melayê Cizîrî awayekê kevintir ji kurdiya niha dixebitîne.

Encam

Wekî encam, em dikarin ji xwe bipirsin çima weha ye. Bi dîtina min çend şirove hene, lê ku rastiya meseleyê bi tivavî zelal bibe, bi rastî jî xebatên berfirehtir pêdivî ne.

Ku mirov dibîne niha jî di kirmanckî da dengê /r/yê digel lêkerên dema niha ya kirin û danê dihêt, dibe yek ji şiroveyan ew be ku li dema Cizîrî ew saloxet bi awayekê arkayîk û kevnar jî bûbe, hêşta di (hin) devokên kurmanciyê da jî mabû, an jî bi kêmanî Cizîrî xwestiye bi rengekî devoka kurmanckî jî di dîwana xwe da vebihewîne. Ka kî ji van herdu şiroveyan digel rastiyê ye, lêkolînên zêdetir divên.

Yek ji şiroveyên dî dikare ew be ku bibêjîn hindek parên wê dîwana ku niha em bi navê Dîwana Cizîrî diniyasin kevnartir in ji hindek parên dî. Bi derbazbûna demê, jiber awayê libernivîsîna destxetan, û jiber rewşa aloz û şerpize ya kurdan jiber dagîrkarî û şewitandin û komkujî û tevkujiyan gelek parên dîwanên corbicor ji kesên corbicor, ji yên kevntir û nûtir tevlihev bûne û hemî wekî dîwanekê hatine binavkirin. Ji xwe pirraniya xwînda û xwîndewar û zanayên kurdan û pirraniya neteweyên herêmê li destpêkê her mela bûn, lewma ne dûr e ku gelek kesan bi navê “mela”yî helbest helbestibin.

Lê, tiştê ku vê şiroveyê piçekê lewaz dike ew e ku hindek caran (wekî mînaka me ya bertir) di yek helbestê da herdu awayên nû û yên kevnar hatine. Şiroveyeka vê dîsa dikare her ew be ya me got, anku tevlihevî ya gelek dîwanan û şaşiyên libernivîsînê.

Şiroveyeka dî dikare ew be ku ew awayê kevnar yê xebitandina wan lêkeran di dema Cizîrî bi xwe da hêdî-hêdî ber bi nemanê bûye, lewma carina hatine û carina jî ne.

Kî ji van şiroveyan dikare bersiva dawîn be? Nizanim, lê dibe ku ev dergehkutan destpêka lêkolînên berfirehtir di vî warî da be.

Jêder û Çavkanî:

Jibo lêkolîna Dîwanê, mifa ji gelek nusxeyên çapbûyî û çapnebûyî yên hêşta destnivîs hatiye wergirtin. Lê ez nikarim bibêjim ku çi yek ji dîwanên çapbûyî û neçapbûyî bi awayekê serekî hatine bikarînan.

  1. Edwin Lee Johnson, 1917, Historical Grammar of Ancient Persian Language, New York, American Book Company.
  2. N. MacKenzie, 1971, A Concise Pahlavi Dictionary, London, Oxford University Press.
  3. Johnny Cheung, 2007, Etymological Dictionary of Iranian Verbs, Leiden, Brill.
  4. ژالەی آموزگار، احمد تفضلی، 1381، زبان پھلوی، ادبیات و دستور آن، تھران، مركز.
  5. یداللە منصوری، 1384، بررسی ریشەشناختی فعلھای زبان پھلوی (فارسی میانەی زردشتی)، تھران، فرھنگستان زبان و ادب فارسی.
  6. Namenigariyeka elektronî bi Malmîsanij ra.

Çavkanî: zimannas.wordpress.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Sê Qewmandinên Ecêb Ji Jîyana Ronakbîrên Me

Elîyê Ebdilrehman û êlêktrîka havîngeha wî Nivîskarê kurd Elîyê Ebdilrehman, ku di şerê dijî faşîstan …

Leave a Reply