?????????????????????????????????????????????????????????

Rêzgirtına Ji Bo Pîr û Kalan(Xutbe)

 

وَمَنْ نُعَمِّرْهُ نُنَكِّسْهُ فِي الْخَلْقِ أَفَلَا يَعْقِلُونَ (68) يس

Bawermendên birûmet!

Armanca dînê Îslamê ew e ku di her du dinyayan de xweşî û aramiya mirovan e. Xudayê mezin di nav zindeweran de yên herî birûmet afirandî mirov in û temamê zindeweran jî kiriye di bin xizmeta wan de. Ji bo vê yekê rêzgirtina ji mirovan re peywireke olî ye. Bêguman rêzgirtin, hezjêkirin, şefqet û merhemet ji wan hestên mirovahiyê ne ku Xuda Teala dane mirovan. Ew civaka ku ji van hestên mirovahiyê mehrûm û bê par bin ne guncan e ku di xweşî, aştî û aramiyê de bijîn. Em ji umeta pêxemberekî wisa nin ku gotiye: “Heta ku hûn îmanê neynin hûn naçin bihiştê û heta ku hûn ji hev jî hez nekin nayê gotin ku we îman aniye.[1] “Mînaka muminî, di hezjêkirin, şefqet û merhemetê de, mîna bedenekê ye ku çi dema dereke wê biêşe, temamê wê diêşe û şiyar dimîne û dikeve tayê.”[2]

Misilmanên birûmet!

Bêguman pîrî û kalîtî rastiyeke jiyanê ye. Mirov di dema pîrî û kalîtiyê de gelek tecrûbeyan bi dest dixe. Tişta ku  dikeve ser milê me ji wan re rêz bigrin û ji tecrûbeyên wan sûdê wergirin. Nexwe pêwîst e mirov her tim pêwendiyê digel wan çêke û qedr û qîmetê bide wan. Lewre rêzgirtina ji mirovan re, bi taybetî ji pîr û kalan re, hem peywireke însanî û hem jî olî ye. Çawa ku pêxemberê me  di hedîseke xwe ya şerîf de wiha dibêje: “Kesê merhemetê li mirovan neke, Xuda jî lê nake.”[3] Di serî de pêwîst e em qedrê dê û bavên xwe û temamê pîr û kalan  jî bigirin û ji wan gotin û kiryarên  ku pê aciz bibin xwe dûr bikin. Xuda Teala di Qurana pîroz de wiha dibêje: “Xudayê te ferman kiriye ku hûn benîtiyê ji wî bi tenê re bikin û bi dê û bavên xwe qenciyê bikin. Vêca heke yek ji wan, yan jî her du li cem te kal bibin; ji bo wan “Of!” nebêje, wan neêşîne û ji bo wan xebereke xweş û birêz bibêje. Ji bo wan, bi dilovanî xwe nerm bike û per-baskên xwe ji wan re nizm bike û bêje: Xudayê min! Dema ez piçûk bûm çawa ku wan ez xwedî kirim û dilovanî li min kirin her wisa tu jî dilovaniya xwe li wan bike.[4]

Misilmanên birûmet!

Bila em ji bîr nekin ciwanên îro pîr û kalên sibê ne. Îro hinek ji mirovên ku hêz û qeweta wan li cî ye dibe ku ji beriya pîrîtî û kalbûniyê herin ser dilovaniya Xuda Teala û hinek ji wan jî dibe ku Xuda Teala temenekî dirêj bide wan û ji hêz û qeweta xwe bikevin. Xuda Teala di vî derbarî de wiha dibêje: “Çi kesê em temenê wî dirêj bikin, em di nav xelkê de (ser û berê wî) diguherînin (êdî bêhêz û piştqûp dibe). Ma ew ji vê jî aqil nagirin.”[5] Vêca ew  tişta ku dikeve ser milê me em jî ji wan re bibin alîkar. Ez xutbeya xwe bi wateya hedîseke pêxember diqedînim. Ew wiha dibêje. “Ew kesê merhemetê li piçûkên me neke û qedrê mezinên me jî negire ew ne ji me ye.”[6]

Mele Cewadê Girdarî-Çandname
[1]  Mislim îman 98
[2] Fethulbarî ela sehîhil buxarî c.10 .367
[3]  Tirmizî hejmara h.5847.
[4]  El-Isra 23-24 .
[5]  Yasîn 68
[6] Tirmizî bir 15; Ebu Dawûd edeb 66

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply