Rêzeçîrokên perwerdekirina kurmanciyê – Çîroka Delalê

Rêzeçîrokên Perwedekirina Kurmancîyê, wek ji navê wê jî dîyar e hewl dide bi çîrokan rêbazên kurmancîyê liberçav bike.

Ev çîrok li gor pîvanên meteryalên pewerdekirinê li gor asta 3/5 e, tê de dema niho, dema borî(awayê lêkergerguhêz û lêkernegerguhêz) û dema bê, danên xwarinê, demsal, reng, li ser li bin, li rex, li pêş, li paş û h.p hene û pê re pişka pirs-û-bersivê heye.

Miradê Gundikî

——
Navê min Delal e, ez 6 salî me. Navê dayika min Zozan e û navê bavê min Kawa ye.

Ez rojê sê caran xwarinê dixwim û ez ji gutilikan hez dikim. Ez her sibeh bi dayika xwe û bavê xwe re taştêyê dixwim û her êvar jî bi wan re şîvê dixwim.

Ji ber ko bavê min û dayika min di nîvroyan de nayên malê, firavînan, bi tenê ez û leleya(notirvana) xwe dixwin. Bavê min firavîna xwe li dibistanê dixwe û dayika min li nexweşxaneyê dixwe.

Bavê min mamoste ye. Bejna wî ji bejina min dirêjtir e, bejna dayika min jî ji bejna min dirêjtir e, dirêjtirînê mala me bavê min e.

Pora min û dayika min ji ya bavê min dirêjtir e, li mala me pora dirêjtirîn ya dayika min e.

Em di hefteyê de carekê an jî du caran, bi hev re derdikevin derve.

Ez gelek hez dikim ko em bi hev re biçin seyranê.

Em dema ko dibe bihar an jî havîn di hefteyê de ya kêm carekê diçin seyranê. Di zivistanê de dinya sar dibe ji ber wê em nikarin biçin seyranê. Di havînan de jî ji ber ko dinya germ dibe em li bin siha daran dirûnin. Wê demê pelên(pelçimên) daran kesk in lê di payîzan de pelçimên daran zer û sor dibin û diweşin.

Bavê min ji min gelek hez dike û ez jî ji wî gelekê hez dikim. Ew ji dayika min jî gelek hez dike û ez jî ji dayika xwe hez dikim, em hemî ji wê hez dikin.

Dayika min dixtor(bijîşk) e, ew nexweşan sax dike. Dema ko serê min, zikê min an jî dereke min biêşe ew zûka sax dike.

Ew dermanan dide min û ez pê(bi wê,bi wî, bi wan) sax dibim. Ew her car hebikên rengorengo(rengîn) dide min. Ez dema ko nexweş dibim dixwazim hebikên sor bixwim, ji ber ko tama wan şirîn e, lê hebikên zer, heşîn, kesk, spî û kehweyî tehl(tal) in. Ez ji tama tehl û tîj(tûj) hez nakim. Ez ji tama tirş jî hez dikim, ez dikarim lîmonan xwerû bixwim.

Dema ko ez mezin bibim, ez ê bibim mamoste, ez ê dersan fêrî zarokan bikim.

Ez ê kitêban bixwînim û ez ê ji bo zarokan li ser textereşî nivîsan binivîsim. Ez ê li ber maseyê mamosteyan û li ser kursîyê wan birûnim. Maseyê min dê li pêşiya yên xwendekaran be, maseyên xwendekaran jî dê li pişt maseyê min be.

Ez ê ji xwendekarên xwe re her sihar bibêjim rojbaş, ez ê her nîvro bibêjim nîvrobaş, ez ê her êvar bibêjim êvar baş lê ez ji wan re nabêjim şev baş ji ber ko di şevan de ez ê li mala xwe bim.

Hevaleke(hevaleka) min û hevalekî(hevalekê) min hene. Navê hevala min Xezal e û navê hevalê min Zana ye. Zana û Xezal xuşk û bira ne.

Navê bapîrê min jî Zana ye û navê pîrika min Zînê ye. Ez ji pîrika xwe û bapîrê xwe leztir dimeşim(bi rê ve diçim), ew ji min hêdîtir dimeşin. Pîrika min û bapîrê min pîr in, ew ji min pîrtir in û ez ji wan, ji pîrika xwe û bapîrê xwe ciwantir im.

Pîrika min dibêje:

‘’ dema ko ez ciwan bûm, ez lez dimeşîyam. ‘’
Ew dibêje ko dema ko ew ciwan bû ew lez dimeşîya lê niho hêdî dimeşe. Keyfa min gelek ji bapîr û pîrika min re tê. Ez ji bapîr û pîrika xwe gelek hez dikim.

Pîrika min û bapîrê min li gundekî(gundekê) Şirnexê dijîn lê em li Diyarbekirê dijîn. Dema ko ez 4 salî bûm mala me jî li Şirnexê bû. Ez li mala pîrik û bapîrê xwe dijîyam. Dê û bavê min jî li mala wan diman.

Min li wê derê gelek bi herîyê lehîst, ez gelekê çûm seyrangehan. Min çîyayên bilind li wê derê dîtin. Ez çûm rezê tirîyan û min tirî li wê derê xwarin.

Pirs û bersiv:

1- Gelo Delal rojê çend caran xwarinê dixwe?

2- Gelo Çima Delal firavînan bi dayika xwe û babê xwe re naxwe?

3- Gelo Delal ji kîjan xwarinê hez dike?

4- Gelo Delal firavînan bi kê re dixwe?

5- Gelo Bejna dayika Delalê dirêjtir e na jî ya bavê wê dirêjtir e?

6- Gelo Kîjan kesa/ê di mala Delalê de dirêjtirîn e û pora dirêjtirîn ya kê ye?

7- Delal di hefteyê de çend caran û bi dê û bavê xwe re derdikeve derve?

8- Delal ji kîjan tamê/an hez dike û ji kîjanê/nan hez nake?

9- Kîjan hebik tehl in û kîjan şirîn e?

10- Delal dixwaze dema ko ew mezin bibe kîjan karî bike-dixwaze ew bibe çi?

11- Zana çîyê Xezalê ye û Xezal çîya Zanayî ye?

12- Pîrik û bapîrê Delalê li kû derê dijîn û Delal li kû dijî?

13- Delalê li Şirnexê çi xwariye?

——-
1- Ez ê kitêba …. (xwe/min) bixwînim.

2- Bavê … (min/xwe) hat malê.

3- Kitêba … (xwe/min) sor e.

4- Ez ji te …. (lezgîn, lezgîntirîn, lezgîntir) im.

5- Ez …..ê (legîntir, lezgîntirîn) vê malê me

6- Ez rojê sê caran xwarinê (dixwim, bixwim, xwar)

7- Min xwarin (dixwim, xwar, bixwim)

8- (Ez, Min) zanî.

Miradê Gundikî-kurdigeh.com

Derbar ziman

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply