Çarşem , Tîrmeh 17 2019
Destpêk / Wêje / Rexne yên Wêjeyî / Rexneya Pirtûka Hopo – 4

Rexneya Pirtûka Hopo – 4

             Di Romanê de Dem

            Roman bi giştî salên 1940 î û şûn de jiyana ku hatiye jiyîn parve dike. Beriya şerê Weteniyê û berfirehtir piştî şerê weteniyê(1941-1945) bûyer tê vegotin. Dem carinan dibe bihar, carinan dibe payîz, carinan dibe zivistan û dikeve nav kelekela havînê. Roj berbangê dest pê dike heta zivistanê.

            Roman di destpêkê de di çîrokiya dema boriya têdeyî de dest pê dike. ”Berfa li çiyê ketî rê xitimandibû.” (r.15)  û bi awayekî berfireh êdî rê dide dema fireh ”Xezalê ji zavayê xwe hez dikir;”(r.19) û dema niha ”-Giha min da, çima dipirsî?”(r.22)

            Carinan jî dikeve di nav dema bê ”Ez ê vê fîncanê bi eşqa edilayiyê vexwim!”(r.161)

            Di Romanê de Cih

            Bi giştî bûyer li gundên Axbaranê, Elegezê, Darebiyê û derûdoran derbas dibe. Dozdeh gundên ku xebata kolxozê di nav xwe dihebînin. Li bintara çiyayê Elegezê. Di nav zeviyan de derbas dibe. Carinan gotin diçin nav Êrivan, Moskov û Tiblîsê jî. Kûban gere neyê jibîrkirin. Carinan Camûşvana Sîpkan dikeve nav xeyalan. Meydanek li Tiblîsê vedibe bargir û barkêşa dixe nav belengaziyê. Tê li klûbê bêhn vedide.

            Di Romanê de Vebêjer

            Vebêjerê sereke nivîskar bixwe ye. Di her beşî de ev vebêjertî pêş e. Kesê sêyem e. Lê carinan tîp wek vebêj derdikevin pêş. Wek ”-Ka Emerikê kalikê we li kû ye?”(r.63) di vê hevokê de. Di romanê de nivîskar çavdêr e.

            Vegotina Romanê

            Civakî ye. Jiyana gundên deşta Elegezê li Axbaranê tîne ziman. Salên beriya 1940 î û şûn de kedkarên kolxozê çi ked dane tîne ziman.

            Cureya Romanê

            Romanek Civakî ye. Rêbaza hunerî, Sosyalîst e. Agahî çi qas jî ji dîrokê hildabe lê li gorî mijara xwe civakî ye. Roman realîst e ji ber ku dîrok û çanda civakê pênase dike. Di teknîka romana civakî de ye.

            Vegotin û Zimanê Nivîskar

            Roman bi kurdiyek herikbar û zimanekî fesîh bi devoka Serhedî hatiye nivîsîn. Çanda Kurdan, edetên Kurdan bi pisporî dixe nav perê romanê.  ”Emrê Lenîn, Kurdêd Elegezê, Şivanê Kurd û Koçekê Derewîn.”(r.80) di vir de bi pisporî nivîskar berhemên xwe yê hêja dixe nava rêzên romanê.

            Xebat û pergala sosyalîzmê wek metafor derketiye pêş. Zilma axa û began di nav pergala Kolxozê de dide xeniqandin. Pergala ku hatiye avakirin şert û mercên axa û began jî ji berê xweştir kiriye. Nivîskar ”Gelo begêd me, an axayêd me, wexta ku hemû mecal di destên wan de bû, di xaniyên wiha de qe dijiyan?”(r.162) bi van gotinan rewşê bi şênberî tîne ber çavan.

            ”…axir tu tayê bi tenê yî…”(r.85) Ev gotin tenê ji bo mêran tê bikaranîn di nav gel de. Girîngiya tişt û kesan nîşan dide. Bêhempabûna wî kesî dide nîşandan. Nivîskar jî vê gotina hunerî bi pisporî di nav perên romanê de bi kar aniye. Nivîskar carinan jî bi gotinê pêşiyan carinan jî bi ciwankariyê hunera xwe tîne ziman.  ”-Weyla bi erda sar de çûyê,…”(r.85) ”…simbilên genim…bi wan re bi tevayî şa dibûn.”(r.86) Di vir de jî şexsiyetek daye objeyan. ”Firra mirîşkê, hetanî kadînê.”(r.90) Ev gotinekî pêşiyan e. Carinan agahiyên der barê wêjeya Kurdî de jî xwînerê xwe dixe nav xeyalên beytan. ”…Mem û Zînê, an Kerr û Kulik pak guhê xwe bide ser,…”(r.163)

            ”…derî vebû, qûjîniya Zozanê bû ….ser çavê xwe qelaştibû…”(r.37) Ev tevger di rûpelên romanê de gelek caran hatiye bikaranîn. Çanda ku jina paşta hiştin bigire her tiştî tîne ber çavan. ”-Weyla bi erda sar de çûyê,…bi rex mêrekî xerîb ket, çû!”(r.85) Dîtina jin û mêran bi hev re an jî di nav tevgerek rojane de nakokiyên ku meriv tê de ne nîşan dide. Tenê gilî ji jina re tê kirin. Ku sûc be? Çawa tenê dibe para jinan nîşan dide. Serdestiya mêran dîsa pêş e.

            ”Kolxozvan dihatine klûbê, gazêteya Riya Teze dixwendin, hinekan tame dilîst, hinekan jî kişik dilîst û guh didane ser radyoyê…”(r.38) Jiyana rojane û pêşta çûyîna gel bi awayekî zelal di van hevokan de tîne ziman. ”Hovhannês Tûmanyan, Êgîşê Çarêns, Pûşkîn, Tolstoy, Tûrgenyev….Emrê Lenîn, Kurdêd Elegezê, Şivanê Kurd û Koçekê Derewîn.”(r.80) Keç û xortên Kurdan çawa di nav îlm û ji bo xwendinê kedek çawa didin tîne ber çavan.

            ”…wekî nanekî wisa wê bê, wekî giş nanê genim bixwin,…”(r.47) Ev belengaziya ku gel dikişîne di gelek cihan de derdikeve pêşberî meriv. Ev gotin  Birîna Reş a Musa Anter tîne bîra meriv. Dema ku Bedo tê malê dayik û bavê Bedo çawa nanê genim ku naxwin û dikevin nav lîstika tenê nanê genim Bedo didin xwarin.

            ”…ji ber qetla Romê reviyabûn hatibûn vir…Lê ew zulma Padîşahê Romê careke din jî li wan qewimî. Ew sala 1918’an bû.”(r.64) ”…havînê bû Şerê Ûrisêt û Romê.”(r.90) Agahiyên dîrokî û zilma ku gel kişandiye û çawa bi kuştinê re rû bi rû mane bi awayekî pisporî dixe nav perê romanê.

            ”Li ser wê xalîçeyê, berxvanek neqişandibûn. Ew li ser zinarekî rûniştibû, kolos qot kiribû, bilûr li ser devê…”(r.80) Hunera ku gel tê de ne di objeyekî de nîşan daye. Di nav gelê Kurd û Ermenî de ev hunera desta bi nav û deng e. Nivîskar li wan hunera xwedî derketiye. Ku ev hunera wek malên wan neyên wêrankirin.

            Ev gotin gelemperî di nav çîrokan de tê gotin. Nivîskar di vir de dibe vebêjer û du cureyên edebî bi hev ve girê dide. ”…ji xwendevanên xwe yên ezîz re gilî bikin ka zînê kî ye,…”(r.90)

            ”…min şerjêkir. ….min hinek da berxvên, ê din jî kire qelî.”(r.141) ”Ew çend meh bû, hingî Emerik miribû, kulfetê wan hê reş li serên wan bûn.”(r.250) Çanda Kurdan dixe nav perê romanê. Ev çand çiqas hatibe jibîrkirin jî lê hê nava gelek civatan de maye. ”Ji wê dewrê re dibêjin, matrîarxat. …ji destên jinan derket, kete destên mêran.”(r.212) Pergala dêşahî çawa dibe pergala mêran, serdestiya mêran di dîrokê de hê tunebû tîne ziman.

            Encam         

            Dema ku dikevî nav perê romanê tu dibî palê nav zeviyan. Keda ku tê dayîn zed lê neyê girtin dibî  wek karekî li ber kêrê. Dîrok di bîranînan de û çîrokan de dijîn dide nîşandan. Dengê kotanan û toza ku bêderan radibe dikeve bêfilên meriv. Lod wek hêviyan tê qûçkirin. Dil gêre dibe di bin gîsnan de. Berf û barana ku serê çiyayê Elegezê radibe xwe dide ber tava Axbaranê. Dîrok xwe dubare dike û gel tê mişextkirin ber bi welatê ku hatî mişextkirin. Sêwîbûna kesan dibe sêwîbûna hestan di nav perê romanê de. Dayik ji berxên xwe çawa neban dibin, sêwîbûn tenê nabe para zarokan û dibe para axa û began di nav kedên ku tê xwarin. Peyman ne peymanên desthilatdara nin. Peyman peymana sosyalîzmê ye di bin navê kolxozê de. Welat nayê firotan dibe qelendê Zînê û qajîn li çiyayê Araratê dikeve ku li deşta Rewanê dûr ketiye.

            Çand nas in ne şiltaq û pergala axa û began e. Îro berodan e kîsbûn dibe kul dikeve nav koza dilê kedxwaran. Hêvî xwe di gîsinan de girê dide. Lod û hêvî dikevin lacê. Hev bilindtir dibin digîhîjin serê çiyayê Elegezê. Firxûnek diçe serê çiyayê Elegezê kedan bar dike tîne li deşta Axbaranê bêder dike.

Çavkaniyên Pirtûkî

SAĞNİÇ, Feqî Huseyn, Dîroka Wêjeya Kurdî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Çapa               Yekem, Stenbol 2002.

ŞEMO, Ereb, Hopo, Weşanên Lîs, Çapa Yekem, Stenbol 2007.

 

Çavkaniyên Malperî

http://dergiler.ankara.edu.tr/dergiler/42/1608/17309.pdf

http://www.academia.edu/10079148/Kolhozlar_Sovhozlar_ve_Kibutzlar_Kolektif_%C3%96r g%C3%BCt_Yap%C4%B1lar%C4%B1n%C4%B1n_%C4%B0ncelenmesi_%C3%9C   zerine_Bir_Deneme

Nivîskar: Aram Roder

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Qertafên/Xurdeyên Tewandinê (3)

  Qertafên Nekifşîyê ( rengdêra nekifşîyê ya qertafîn )  -ek ( yekjimar-nêr û mê ) …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *