Rexneya Pirtûka Hopo – 2

Li Ser Çapkirina Hopo

Romana civakî ya Ereb Şemo bi navê Hopo(ya resen di sala 1969 an de hatiye çapkirin) di sala 2007 an li Stenbolê di weşanxaneya Lîsê de 263 rûpel hatiye çapkirin. Ev pirtûk tenê yekcar hatiye çapkirin(xeynî pirtûka orjînal ku Ereb Şemo bi xwe xwe zimanê Kurdî û zimanên din de nivîsandiye ). Dema ku min vê nivîsê amade dikir hê jî çapa nû nehatibû kirin. Ev pirtûk weşanxaneya Lîs redakte kiriye û sirûştiya wê hatiye parastin. Peyvên ku hatine bikaranîn heman wisa wek devoka Serhedê tê de maye. Devok devoka Êzdiyatiyê ye jî. Ev devok di herêma Rewan, Entab(gundên Dutaxa Agiriyê) tê axaftin. Di qapaxa pirtûkê de pêşiyê wêneyek hatiye xêzkirin û di dawiyê de jî wêneya Ereb Şemo hatiye nîşandan.

Berhemên Nivîskar

            Nivîskarê nemir bi navê Şivanê Kurmanca(1935 an Êrîvanê bi zimanê Kurdî, 1931 î de Moskovayê bi zimanê Rûsî), Dimdim(1966), Jiyana Bextewar(1959), Berbang(1958)  roman nivisiye. Ev berhem di weşanxaneya Lîsê de bi awayê xwe yê sirûşt hatine çapkirin. Hin weşanxaneyên din jî ev pirtûk çap kirine. Şivanê Kurd(1994) weşanên Deng Stenbol. 

            Pirtûka Dimdim Edip Polat di weşanxaneya Evrensel Basim Yayinê de wergerandiye zimanê Tirkî di sala 2015 an de, pirtûk 216 rûpel e.

             Hikayetên Gelê Kurd(1967), Kurdên Elegezê(1936), Koçekê Derewîn(1930), Pırsa Derheqa Feodalizma Nava Kurda da(1936), Terîqa Rêvolûsîya Oktyabrê(1930), Çirûskên Şoreşa Oktobirê(1972), Kolxoz û Kara Wê Ji Gundîyan re(1930), Şerê Tarîlka(1972),  Kurdên Ermenistanê(1959), Emrê Lenîn(1930), Îzafiyeta Zimanê Kurdî(1933 an de bi pişgiriya Qanadê Kurdo û Î. Tsukerman), Kurdên Qefqasya (1930), Berevok(1976), Alav(Ev pirtûk çap nebûye), Gotinên Pêşiyên Kurda, Derweşen Kurd(1930) çîrok, lîstikên şanoyê, gotar, senaryo, biyografî û nivîsên curbicur nivîsandiye. Hinek berhem bi tefrîqatî di rojname û kovaran de hatiye weşandin(wek di rojnameya Rêya Teze de).

Lehengê Sereke Kî ye?

            Navê pirtûkê Hopo ye. Hopo lehengek kal e di romanê de. Lê lehengek ne zêde lebat e. Her çi qas navê pirtûkê navê Hopo hatibe lêkirin jî. Di pirtûkê de gelek lehengên sereke hene. Wek Sertîb, Zînê, Cimo û Hesen. Lê Sehîd, Bêmal, Zelêx, Xezal, Cemîle, Emerîk, Rostem û Zozan jî derdikevin pêşberî meriv. Hopo kî ye? Di serî de wek qerwilekî ber lodan derdikeve pêş meriv. Paşê jî dibe berpirsiyarê firxunê û hespan re mijûl dibe. Di dawiyê de di brîgada Rostem de toxim direşîne. Dema ku Şahê Îranê tê li ser deşta Rewanê şer di wê demê de nexweşiya Xolor di nav gel de belav dibe û gelek kes dimirin.Wê demê Hopo êtîm dimîne û pîrek ew dibe xwedî dike. Navê Hopo Ûsiv bûye. Dema ku pîrê jî dimire Qedir Begê dewletî Ûsiv dibe mala xwe û navê Hopo lê dikin. Xeynî jina wî Zozan tu kesê wî namîne. Jina Hopo heft zarok dîne lê hemû di du saliya xwe de  dimirin.

            Sertîb sedirê kolxozê ye. Kal e. Xebatkarek hêja ye. Zîn agronom e. Ciwan e û xwendî ye. Cimo di leşkeriyê de otoyê dajot û paşê jî tankê dajo. Zavê Sertîb û Xezalê  mêrê Cemîleyê ye. Mekanîkê herî hêja ye. Hesen kurê Filît û Zelêxê ye. Di gundê Darebiyê agronom e û xwendî ye. Ciwan e.

            Lehengên din jî Bozo, Sûto, Wezîr, Dedo, Karapêtyan, Asatryan, Xaçatriyan, Filît, Bêzê, Letîf,  Morov, Rihan, Egît, Merdê, Fêro, Rizgo, Resûl, Kêrop, Dewrêş, Lûlo, Îsko, Kokil, Porsor, Nenê, Vardûş, Sadiq, Dûko, Dirbo, Şuret, Şirîn, Şêx, Perîşan, Ehmed… ev in. Kesên di nav bîranînên lehengan de jî cihê xwe di romanê de dibînin. Wek Salihê kurê Bekirê wîtî û Biroyê Elî. Lê qarakterên dîrokî jî cihên xwe dibînin. Wek Qarabekir Paşa, Fêdosêv, Lenîn.

            Nirxandina Gişti

            Di pirtûkê de bi navê Hopo, Zînê, Hesen, Bêmalê Sedrê Kolxozê, Miqamê Tulumê, Beranberdan, Ava Kaniyê, Cîran, Bayê Biharê, Şiltaq, Mirina Emerîkê û  Dawet danzdeh beş hene. Roman bi van beşan hatiye dabeşkirin.

            Roman bi zaravayê kurmancî bi devoka Serhedî hatiye nivîsandin. Bi awayê zelal û fesîh hatiye nivîsandin. Bi vegotineke herikbar merivan dixe nav rêzên romanê. Carinan meriv xwe di nav xebata Komsomolan de dibîne. Lê dinêrî di klûbê de li ser dikê diaxifî. Xwe dixî şûna sedir û agronoma. Di nav govendê de desmala xwe ba dikî çanda neteweya bêhempa di heman demê de dijî. Hin caran jî tu xwe nav gotinên şiltaqî de dibînî, wek  edetên di paş de mayî.  Dema ku tu romanê dixwînî di nav çend saetan de hemû demsala dijî. Toximê Kûbanê hê di mêzera te de ne lê tu dinêrî destmala cejna beranberdanê di destê te de ye. Destmal hê destê te dernakeve tu xwe nav reşên miriyan de dibînî. Lê hespê siwar dibî diçî keçekî birevînî di nav gavên paş de mayî. Lê xwe di bin milê berbûk û birazavayan de dibînî.

            Hin caran tu xwe di nav brîgada de dibînî yan kevir di destê te de ne du nava zeviyan berhev dikî yan jî tirpan di destê te de ne tu honaztiyê dikî. ”Wekî jin şerjêbike, ew destkuj û heram tê hesabê, kesek wî goştî naxwe.”(r.141-142) Edetên paş de mayî tenê di gotin û şiltaqan de dimîne û dikeve nav bîranîn te. Heywan şerjêkirin jinan re di gotina de qedexe dimîne. Wek her karê ku dikin vî karî jî serkeftinî dikin. Dengê evînê ”Kawa kubar e dilê min şewitand, Min kawa bijartiye nava Êla Sîpka,”(r.18) di nav van rêzan de xwe di devê dengbêjan de dide  der. Hêviyên nû di nav kombaynên xortan de tê gêrekirin.

            ”…wekî bûk li kêleka xesiya xwe rûnên, devên xwe vekin, nên û kevçî bibe gepola xwe…”(r.191) tarîtiyê de dertên, êdî tev civatê nan dixwin. Paşverûtî tenê dimîne di quncikên tarî de. Zilma axa û began dixî nav kolxozê dihêrî.     Zilma axa û began di nav pergala kolxozê de bi koma brîgadan tê xeniqandin. Şîltaq tenê dimîne di hêviyên kedxwaran de. Carinan xwe ser sifreya xwarinê dibînî. Berxek bi destê Zelêxê şerjêkirî dibînî. Di pêşiya te de qelîsêla bisîremast xwe nav edetên qirêj dixî tehma xwarinê dinêrî.

            Îro ne berodan e lê jin û zarok di nav şabûneke nedîtî de di nav bêriyê de dertên diçin ser kaniyê. Carinan tu jî dikevî nav pêlên evînê. Peyv li pişt peyva ketiye rêzê wek siyarê dawetê. Heyber û metaforên: bêder, lod, genimê Kûbanê, nanê ceh, kotanên zenggirtî, gustîl, firxûn, guleya eynelî, çira,…  di nav rûpelan de bi awayek pisporî wek giyanewaran hatiye rêzkirin. Çand nas in, biyanî tenê şiltaq in. Zozan bayê hênik li ser perê romanê de dide ber kotanan. Gîsin dewsa xwe nadin kombaynan. Lod tên bilindkirin wek hêviyên bextewariyê. Carinan tu xwe di nav romanê de bîr dikî dikevî nav zeviyan simbêlê genim berhev dikî. Tu dibî evîndar xwe di wir dihêlî dibî jinekî kedkar û dibî kebaniya malê. Dem carinan diçin di nav xeyalên dûr, demên berê yan di xeyalên bûkanî de diman yan jî di nav belengaziya di bin zilma axa û began de dima. Otomobîl di nav berfê dertê dibe firxûnek diçe serê çiyayê Elegezê.

Nivîskar: Aram Roder

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply