Rexneya Çîrokê ‘Pembe’

1-Çîrokek raste rasta rast-teqîn-e. Tu xap- û rîpên çîrokê tune ye.Hevokên wê, ser nîrên nêriti yê- hilorî’y- ava bû ye. Tahmek hişk û zûha dide bin zimanê mere.Fetişizm li zayendê hatiye rûkirin(derpi yê pembe,qazaxê pembe,betani ya pembe,paste ya pembe,piyalên pembe,peçeten pembe…) .Hevokên şayesî, afirandî têde pirr kêm e.Çîrok ji peyvên rêzê û hêsan hati ye sêwirandin.Ne herikbare.

2-Çîrok d’nava xwe de , şeş çîçiroka dihewîne. Di her çîçirokekê de qala gelaş û qeraşi ya pêşderazi ya xwe û berjewendiyên d’hîmên deruni ye de çawa hatiye çikandin. Kill û gindêrbûna wê, -ne gengeze ku çimek jê bifire- û tebara wê ,rû bive nava tekili ya însana.

3-Di çîçiroka qazaxên sor ya pîrika wî jêre çêkiri ye. Têkiliyên bav û lawan de xweşh şanî çavan kiri ye. Ku tu çi biçîne tê wî bixwe.

4-Di çîçiroka hevalê wi yî zaroktî de ; Derûni ya kesên civan yên dibistanê dixwîne –dikirê kamil ya jî kamil bû ye-xweşh li ber çavan raxisti ye.

5-Di çîçiroka evîna wî de; Li ser însanê têkeve çi qalibî ku tu car nayên derizand .Şikestina dilekî kû çawa pir hêsan e! Û poşmanî…..hwd

6-Di çîçiroka hevalê leşkeri yê de; Li ser bazirgani yê, b’hevre plan û saziya kar dikin. Li ser firotina qurabiye û pasta li hevdikin. Lê mesele tê bi ser renge qûrabiye .Dîsa çors buna xwe dide der

7-Di çîçiroka Şeva sersalê û gera Taxsimê de;Fetişîzma rengê “PEMBE” jêre dibe nexweşî û dibe qesasê kuştuna yekî.

8-Di çîçiroka hefsê û betani ya pembe de; Carna mere Ji çi dibehece ew tê ber bêvila mere an tê bi mere dizeliqe.Para wî betanîya Pembe derdikeve û hevalên wî kesek jî pê naguhere.Her ku dikeve bin betani ya pembe de. Ezabê xezebê, dil dikewidine-pembe,behecê duqusine ser lêrên hestên wî- xewn ,diveciniqîne.

9-Çîroka çîrokan, l’ser daxwazê- Qesasê Pembe- ku betaniyek ji xilafî rengê -PEMBE -ji Gerînendeyê Hefsê, dixwaze . Hatiye afirandin.

Ar-da Janxwar

Murat Uyurkulak

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply