Rexnegirî gulîstana zanînê ye -1-

Edebiyat/wêje bi rexneyê pêş dikeve, dikemile, dewlemend dibe. Lêbelê rexne divê rexneyeke çêker be, nekû xirabker be. Rexneyên rexnekujan, pênûsşoran tu feydeyeke nade edebiyata kurdî. Rexneyên çêker, analîzên îlmî zanîstî edebîyata kurdî xurt dike.
Di welatê ku têde minaqeşe tunebe, pêşveçûna ramanê çênabe. Di nav civakên paştemayî de, ji bo ku raman pêş neketiye, li wir rexne û rexnegirî jî li ser esasên zanîstiyê runeniştiye. Li ser navê rexneyê hesûdî, çavnebarî û dijayetî hatiye kirin. Li ser navê minaqeşeyê jî lihevxistin û pevçûn çêbûne.

Di gelek welatan de rexnegiriya edebî bi serê xwe saziyek e, kurumek e, wek dezgeyeke edebiyatê ye. Min di gelek nivîsên xwe yên li ser nirxandina edebiyatê de nivîsîbû ku; yê ku edebiyatê pêşve dixe rexnegiriya edebî ye. Min di nivîsek xwe de jî gotibû “xweziya Belînskî’yekî me kurdan jî hebana”. Gelek nivîskar û edebîyatzanên Rusan digotin “edebiyata Rusî bi saya rexneyên Belînskî yên edebî pêş ket e. Min di nivîsa xwe ya li ser Belînskî de weha gotibû : “ Min van rojan pirtûka rexnegirên navdar yê Rusan Belînskî xwend. Navê pirtûkê: “Nivîsên li ser edebiyatê, hunerê, çandê, dîrokê û felsefeyê” ye. Nivîsên ku di vê pirtûkê de ne, hemû jî nivîsên rexnegiriyê ne. Belînskî bi van rexneyên xwe ji bo pêşveçûna edebiyata Rusî xizmeteke hêja kiriye.

Min gava vê pirtûkê xwend û qedand, min ji xwe re got e: “Xweziya Belînskî’yekî me kurdan jî hebûyana” Çi heyfe ku di nav me kurdan de rexnegirekî wek Belînskî tûne ye.

Edebiyat bê rexne pêşve nakeve. Rexnegiriya edebî wek nan û avê ji bo pêşveçûna edebiyatê pêwîst e. Edebiyata kurdî hewcedariyê rexnegiriya edebî ye. Di van salên dawîn de li welat û li Ewropayê gelek berhemên edebî hatin weşandinê. Lê li ser van berheman nirxandinên edebî, rexneyên edebî nehatin kirin. Kurd ji alî nirxandin û rexnekirina edebî ve gelek qels man e. Ev qelsîtî hêj jî didome. Di malper, kovar û rojnameyên kurdan de beşa herî qels, beşa nirxandin û rexnekirina edebî ye. Xwezî rexnegirekî me kurdan jî wek Belînskî hebana û me jî bikaribana wek Çernîşevskî bigotana: “Rexneyên herî baş û nûjen ji pênûsa …. fêlankasî….. derket.”

Çernîşevskî ji bo Belînskî weha dibêje:

  • Rexnegiriya herî baş û nûjen a ji bo edebiyata rusî ji pênûsa Belînskî derket.

Nekrosov jî dibêje:

— Bi wê eqilmendiya xwe te riyên nûh vekir ji bo edebiyata welatê xwe.

Mirov gava pirtûka Belînskî dixwîne, dibîne ku, tiştên ku Belînskî ji vir sed, sed û pênce sal berê ji bo edebiyatê gotiye îro jî (ne hemû be jî, gelekên wan) rastiya xwe didomînin.

Belînskî di welatên Ewropa rojava de gelek geriyabû. Li Almanya’yê û li Fransa’yê demek mabû. Di dema ku li Ewropayê bû jî, wî gelek nivîs nivîsî. Nivîsên wî li ser edebiyatê, hunerê, çandê, felsefê û dîrokê bû. Nivîsên wî yên li ser edebiyatê hemû jî nivîsên rexnegirî yên edebî bû. Belînskî ekola edebiyata realîstî diparast. Wî di nivîsên xwe de gelek cîh û qîmet didan edebiyata realîstiyê.

Nivîs a bidomê (1)

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply