Rewşenbîrî çi ye – rewşenbîr kî ye?

Însan bi agir dikeve sewîya însan. Agir nebe, însan di sewîya heywanan da ye. Lewra bi agir meriv tiştên xav dikelîne û dixwe. Mirov gava agir bi dest dixe, ji koçberîyê, ji nêçîrê diqete û li ciyekî êdî bi cî dibe. Li wir koka xwe datîne. Êdî weke darekê rehên xwe di erdê ra berdide.

‘Rewşenbîrî çi ye?’ Fîlozofê navdar Îmanuel Kant di nivîsa xwe ya navdar da dipirse. Bersiva wê herwiha di nivîsa xwe da dide û dibêje: “Rewşenbîrî destpêka wê ye ku însan ji nekêmilîbûnê -ya bi destên xwe anîye meydanê- dûr bikeve. Nekemilîbûn çi ye? Nekemilîbûn ew e ku însan bêyî alîkarîya hinekên din nikaribe, aqilê xwe bixebitîne. Çima bi destê xwe? Bi destê xwe tê wê meneyê ku nekemilîbûn ne ji ber kêmasîya aqil e û ew ji ber nebûna cesaret û îradeya insan e, ku bikaribe aqilê xwe bêyî alîkarîya hinekên din bixebitîne. ‘Cesaret bike û aqilê xwe bixebitîne!’ Slogana rewşenbîrîyê ev e.”

‘DIVÊ MIROV XWEDÎ ÎRADE BE Û AQILÊ XWE BIXEBITÎN E’

Belê, hevalên hêja, Kant dûr û dirêj li ser vê mijarê disekine. Ew giranîyê dide ser aqil û îradeya mirov û dibêje, ‘divê mirov xwedî îrade be û aqilê xwe bixebitîne.’

Meriv dikare li ser fikr û ramanên wî û fîlozofên piştî wî û têkilîya wan bi vê mijarê ra bisekine. Lê ez dixwazim piştî vê dîbaceyê mijara îro bi tespîteke/teşbîheke Goethe dewam bikim û wê bi jîyana me va girê bidim.

Goethe dibêje; “şair weke mûmê ye. Devûdorê xwe ronî dike, lê bi xwe xilas dibe.” Mixabin rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Kurdan jî tim xwastine gelê xwe xilas bikin û loma jî jîyana xwe, heyata xwe ji bo wan feda kirine, lê tiştekî jî bi dest nexistine. Di nav belengazî, feqîrî û bêçaretîyê da di binê sîya jîyanê da dema xwe derbas kirine. Helbet, ez pê dizanim, ku hin kes henek û tinazên xwe bi wan dikin û dibêjin, ka însanên feydeya wan ji wan ra çênebûye, ew ê çawa ji milletê wan ra çêbibe? Pîvana qismeke mûhîm ya ji gelê me, tenê pere ye, karîyer e, dinya û meta ye. Lê ew ji bîr dikin, ku van rewşenbîr, nivîskar û hunermendên me bi rihetî dikarîbûn bibin xwedîyê van tiştan, lê mêjîyê wan li ser mijarên mûhîmtir bû. Sewîyeya wan sewîyeyeke din bû.

Bifikirin: Necmettîn Büyükkaya li welatekî din ba, ew ê bi sedan heykel û peykerên wî hebana. Ferît Uzun li welatekî din ba, niha bi sedan soqaq û kolan li ser navê wî bûn… Memdûh Selîm Beg – kes nizane mezelê wî li kûderê ye. Celadet Bedirxan gava behsa rojên xwe yên Almanyayê dike, dibêje; ‘min îro sakoyê xwe firot.’ Her di wê dewrê da pismamê Celadet wezîrê perwedeyê bû, di nav kêf û zewqê da bû. Yanî ev belengazî û feqîrî ne ji nezanîya Memdûh Selîm Beg, Celadet, Ferit Uzun û Necmettin Büyükkaya bû. Ev tercîhek bû… Wan tercîha xwe li alîyekê dabûn… Ew li gorî pîvanên rewşenbîrîyê tevdigerîyan. Ew wêrek bûn û wan bi aqilê xwe hereket dikirin. Ne bi aqilê hinekên din. Di tevgera wan da rewşenbîrîyeke kûr xwe nîşan dide.

Yanî çi? Êdî bes e ku em van mûman xerc bikin. Divê em wan wek çirayan bibînin. Divê em li van çirayan wek ronahîya çavên xwe xwedî derkevin… Belê, em bê mekteb in. Lê di vê esra zanîn û dîjîtal da divê herkesek ji me ji xwe ra mektebekê – medreseyekê ava bike. Zanîn desthilatdarî ye. Kî bizanibe, ew xwedîyê desthilatê ye.

‘ZANÎN XWE NASÎN E’

Êdî di vê dewra zekaya dijital da çîyayên me jî, dev ji dostanîya me berdidin. Ew jî nikarin mazûvanîyê ji me ra bikin. Mêze bikin, yek virûsekê cîhan anî çi halî. Loma divê em xwe û devûdorê xwe perwerde bikin, perwerdeya xwe bigrin destên xwe. Weke, hin malbatên Amerîkayê ku hê di vê esra hanê da zarokê xwe perwerde dikin, divê em jî di ber perwerdeya resmî ra xwe û devûdorê xwe pêşda bibin. Bi edebîyat, ziman, felsefe û îlahîyatê dil û mejûyê xwe fireh bikin. Lewra weku Celadet Elî Bedirxan gotiye: “Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn bingeha hebûnê, esasê hebûnê ye.” Edebîyat ji edebê tê. Edeb yanî çi? Edeb ew e ku meriv rabûn û rûniştina xwe bizanibe. Edeb ew e ku meriv bizanibe, ka li kîjan mekanî hed û hûdûd çi ne. Edeb dîplomasî ye. Çi di jîyana takekesî da û çi jî di sîyaseta cîhanê da. Yanî, edeb xwe zanîn e. Yek ji sebebên ku em di sîyaseta cîhanê da ne xwedîyê cîhekî ne jî, ev e.

Loma jî divê em mal û dilên xwe bi edebîyatê bixemilînin. Bi çand û hunerê bixemilînin. Wekû hûn dizanin, gotina çandê ji çandînîyê tê. Çandînî yanî tişta meriv hêşîn dike, toximê ku meriv diavêjê erdê da ku jê feydeyekê bigre. Belê, çanda me -zimanê me bingeha me, toximê me ye! Ji bona ku em xwedîyê jîyaneke bi rûmet bin, divê em li vê çandînîyê xwedî derkevin. Weku hûn dibînin, peyvên edeb, çand, kultur (weku Colemergî dibêjin keltur) giştik eleqeya wan bi hebûna bi rûmet va girêdayîye.

Peyva kultur jî her di eynî meneya çandê da ye. Di mîtolojîya Yûnanan da kultur bi agir va eleqedar e. Agir yanî çi?

Însan bi agir dikeve sewîya însan. Agir nebe, însan di sewîya heywanan da ye. Lewra bi agir meriv tiştên xav dikelîne û dixwe. Mirov gava agir bi dest dixe, ji koçberîyê, ji nêçîrê diqete û li ciyekî êdî bi cî dibe. Li wir koka xwe datîne. Êdî weke darekê rehên xwe di erdê ra berdide.

‘PIŞTÎ REŞÊ REWŞAN TÊ’

Belê, ev mijar mijarên kûr û dûr in. Lê mûhîm in. Divê herkes serê xwe li ser biêşîne û yên ku li ser van mijaran serê xwe êşandine, divê em wan bikin taca serê xwe. Sebrî Botanî çi gotibû? ‘Piştî reşê rewşen tê.’ Yanî piştî rojên reş ronahî tê. Lê ronahî bi serê xwe nayê, ew li gorî prensîbên rewşenbîrîyê ancax bi aqil, zanîn, cesaret û fedakarîyê tê. Yanî bi sê prensîbên Kant û mecaza Goethe. Lê helbet îdî divê ne tenê rewşenbîr, herkes xwe weke mûmekê bibîne.

Bifikirin, meriv navê Shakespeare ji edebîyata Îngîlîzî derbixe, ew ê çiqas zeîf bibe. Bob Dylan ji mûzîka wan derxe, belengazîyeke mezin dertê holê. Van Gogh bi tena serê xwe îro ro sembola Holandayê ye.

Gerek em jî îdî berî xwe bidin şair, alim, zana û rewşenbîrên xwe. Wan bixwînin û bidin xwendin; dil û mêjîyê xwe ji wan ra vebikin. Heryek ji wan çirayek e ji bo me. Ji Ebû Henûfe Dînewerî bigrin hetanî Hêmîn, Pîremerd, Hecî Qadîrê Koyî û yên niha li heyatê! Ew kî ne? Ka li dora xwe mêze bikin, hûn ê wan bibînin? Û bira ew jî di cîhanê da bibin sembola me – weke Bob Dylan, Van Gogh û Shakespeare.

Belê, bersiva rewşenbîrî çi ye û rewşenbîr kî ye jî, ji van mulahazayan dertê holê.

Dr. Abdullah İncekan
aincekan@gmail.com
Gazete Duvar
04.04.2020

Derbar Rêvebir

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply