Rewşenbîr û ziman

Ziman, bingeha saziya neteweyan e. Bê ziman hûn nikarin neteweyekî biafirînin û bibin netewe. Dîrokê nîşanî me daye ku gelek netewe dema zimanê wan windabûne, ew jî di zibildanka dîrokê de windabûne.
Heger hun bi zimanê dagirkeran fikr û ramanên xwe diyar bikin hun nikarin neteweyeke serbixwe damezrînin.  Rewşenbîrî ew e ku hun bi zimanên xwe bitevgerin û bi zimanê xwe bihizirin. Bi zimanê dagirkeran nikarin neteweperweriyê bikin. Ew ne neteweperwerî tenê populîzm me. Heger rewşenbîr girîngiyê nedin zimanê neteweyê din av demê de ew zimanê winda be û neteweyê jî din av neteweya serdest e bihelê û winda bibe. Kurdistan a niha parçebûye heger hun bi zimanê xwe neaxivin hun nikarin kurdên parçeyê din re bibib hestiyar. Ew jî li ser parçebûna welêt parçebûna zimên û ramyarî derdixe holê.Perçebûna Kurdistanê di binehişiya kurdan de trajediyek avakiriye. Neteweperwerî û dewlewbûn ji bo hev hatine afirandin,tunebûna dewletê ji bo kurda trajediyek derxistiye meydanê. Ernest Gellner ji bo wê rewşê wihe dibêje: “Neteweperwerî bi gelemperî, dewlet û netewe ji bo hev hatine afirandin, Li tûnebûna yekî kêmasiya ya din de trajediyek dizê.” Ew nêrîn ji bo kurdan derbasdar e. Ziman ji bo damezrandina neteweyê pîvaneke girîng e.  Nîşaneya kurdewariyê ya bingehîn ziman e. Li jor jî me diyar kiribû ku perçebûn û dagirkirina Kurdistanê nehîştiye kurd netewedewletekî damezrînin. Ew jî bûye sedema parçebeûna kurdî.
Zimanek tenê bi ragihandina nava kesan ve nikarê bijî û bi wî awayî winda dibe. Neteweyek, zimanekî neteweyî nebe nayê damezrandin. Lê zimanekî standard di civakeke wek eşiran hatiye rêxistin de nayê çêkirin. Ancax di civakeke nûjen û bajarî de hûn dikarin zimanekî standard çêbikin. Gundî û kesên jirêzê nikarin zimanekî biafirînin, tenê kesên ronak û pêşketî dikarin wî karî bikin. Digel civaka Kurdistanê roj bi roj ber bi bajarvaniyê ve diçe û girseyeke xwendî û nivîsar e berfireh çêbûye, ji ber vê yeke di ziman de pêdiviya standardbûnê derdikeve holê.Kurdî îro zimanekî du standardî ye. (Kurmancî-Soranî) Yekbûna zimanên pir standardî gelekî zor e. Ji bo wê barekî giran li ser milên rewşenbîrên kurd in. Bingeha neteweyê ziman be dahatûya wê jî rewşenbîrên zimanperest in. Karê rewşenbîrên kurd ê yekem ev e ku alfabeyeke hevpar damezrînin. Elfabe ji bo kodbûna zimanekî gelek girîng e. Zanyarekî Ewropeyî wiha gotibû: ”Çend hev tîp bidin min, ez ê şaristanîyekî bidim we; Elfabekî bidin min ez ê zimanekî mezin û bi pergal bidim we.” Ev mînak diyardeyeke ku ji bo standardbûna zimên elfabe çiqas girîng e. A niha elfabeya, dengên kurdî herî baş raber dike elfabeya latînî ye. Gîw Mukrîyanî dibêje ku; Elfabeya erebî ya samî ye, zimanên arî yên wek kurdî ji vê elfabeyê nayên nivîsandin û raber kirin. Xencî wan tiştan zextê li ser kurdî û perçebûna Kurdistanê ya erdnîgarî, li standardbûna kurdî dixe zor ê.
Ji bo wê, berpirsiyariya herî mezin li ser milê rewşenbîrên kurd in. Bes idî zimanên dagirkeran bi kar tî nin. Li pey şopa kurdîhezê mezin Ehmedê Xanî herin. Belkî zimanên dagirkera ji we re wek dur tê lê hun heriyê hilbijêrin. Lewra hun nikarin bı dura helkê neteweyekî damezrînin hun ê bi wê heriyê neteweya xwe damezrînin. Dema ku em di her alî de zimanê xwe bi kar bînin, we carê em dikirin ji xwe re bibên rewşenbîrê kurd. Ksekî kurdî nizanibê nikare bibe rewşenbîrê kurd. Heger bibe rewşenbî jî hê bibe rewşenbîrê tirk, ereb û farisan. lê ji bo damezrandina neteweyeke yekbûyî, ziman yek pîvan e.
Ernest Gellner dibê: Ew tiştê neteweyan diafirînê neteweperwerî ye, berevajiya wê nabe. Em jî dikarin wê gotinê berevajî bikin, ew tiştê neteweya diafirîne zimanê, ew kesên ziman diafirîne rewşenbîre , ew tiştê ku zimanên standard damezrîne jî netewedewlet e. Di navbera neteweperweriyê û ziman de têkiliyeke xurt heye. Ziman bingeha neteweperweriyê ye; neteweperwerî jî bingeha netewedewletê ye; netewedewlet jî bingeha zimanê standard in. Mirov di hin rewşa de heta sê zimanan dikarin biaxivin. Craig Calhoun jî wê wiha bi kategorîze dike.
1. Zimanê zikmakî (Carinan tênê axaftina wê tê zanîn- kurdî)
2. Zimanên perwerdehî û fermî (Tirkî)
3. Zimanê navneteweyî (zimanê bazirganî) (Îngilizî)
Li jor jî xuya ye, hebûna zimanekî zikmakî nayê wateya zimanekî Standard û fermî. Madeya duyem ji bo me girîng e. Zimanek encax bibe zimanê perwerdehiye dibe Standard. Zimanek tenê bi axaftinê nikare bijî û em nikarin bi zimanekî wisa neteweyeke yekgirtî damezrînin.
Ji bo afirandina nasnameyeke neteweyî û zimanekî standard rola herî mezin ya rewşenbîran e. Ji bo belavbûna zimanê neteweyî û standard, nivîsarên wek rojname, kovar û roman û alavên ragihandinên girseyîyê wek televîzyon û înternet roleke girîng dileyîzin. Netewebûn bi ziman ve peywendar e. Ziman di avakirina neteweyan de roleke girîng dileyîze. Bi saya ziman civakên olî bûne netewe û xwedî netewedewlet. Bi îcatkirina çapxaneyê ve zimanê awamê bûye zimanê netewedewletan û cihê zimanên olî girtine. Di navbera çapxaneyê, neteweperweriyê û zimanên neteweyî û standart peywendiyeke mezin heye. Çapxanê zarûriyeta standardîzasyonê derdixe holê, standardîzasyon jî neteweperweriyê xurt û avadike.
Beddict Anderson dibê ku: “Netewe cimeatên xeyalî nin.” Li gorî me jî heger netewe cemaatên xeyalî bin, ziman wê xeyalê dixe şênber. Zimanekî Standard jî wê şênberiya wê xeyalê xurt dike darijtîne ber çavan. Em dikarin ev ê bînim ziman, heger zimanê me negihîje standardekî em nikaribin bibin neteweyeke yekbûyî. Heger ew pêşniyazî me neyên cih em ê bibin neteweyeke pirziman û perçe perçe.
Ji bo netewebûnê ziman zarûriyetek e. Di navbera rewşenbîr û ziman jî peywaendiyeke hestiyarî û razî heye. Heger rewşenbîr pişta xwe bide ziman we demê zimanê jî bixeyîde pişta xwe bide neteweyê de wî çaxî jî ziman dimre piştî mirina zimên netewe jî dimire.
Rewşenbîrê kurd tu jî wek rêber Xanî zimanê xwe xwedî derkeve û pêş bixe. Bi ziman em nikarin bibin netewe û pêşerojekî damezrînin.

Rohat Agirî-Rewsenbîr

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply