Rewşa Zimanê Kurdî

Candêrên ku li ser rûyê dinyayê dijîn her cureyek ji wan bi awayekî cuda xwe diparêze û jiyana xwe dewam dike . Ji bo van rêbazên cuda yên xweparastina hebûna xwe jî her candêrek xwediyê qabîliyet û hêzeke ji hev cuda ye.

Hinek ji van candêran ji aliyê hêza bedenî , binayî/ditînî , bêhngirtinî ve pêşketî ne. Hinek ji van candêran zû zêde dibin , hinek ji van dikarin bifirin û hinek jî bi leztir dikarin bibezin . Mirov jî heyberekî xwedî qabîliyeta ku dikare ji hev fêm bike ye. Îcar di di vir de ziman girîngiya têkîliya di navbera mirovan de digere ser milê xwe. Ji ber ku mirov tecrûbe , serpêhatî û hemû qewmînên xwe bi riya ziman ji nifşekî berê xwe derbasî nifşekî pey xwe dike .

Dema ku mirov lê dinihêre ziman ji bo mirovan : Wek amûra/navgîna ragihandinê , parzemîna hewandina çand û hilberandinê û sembola nasnameya hevpar a netewan derdikeve pêş . Ango bi riya ziman netew pêk tên . Ji ber cudabûna zimanan bi xwe re qewmên ji hev cuda jî derdikevin holê.

Zimanê kurdî jî , ji malbata Hind-Ewropî di nava beşa zimanê îranî de ye û ji aliyê bi milyonan kesî ve tê axaftin . Mixabin ev zimanê dêrîn wek erdnîgariya Kurdistanê ku çawa di nav de sînor hatine danîn û pereçekirin ; ji aliyê nivîsînê de jî neçar maye ku wek bi alfabeyên latînî , erebî û krilî bê nivîsîn . Lewra , em dizanin ku cudabûna zimanan dibin sedem ku qewm jî , ji hev cihê bibin . Di şert û mercên îroyîn ên kûrewî de gelên bi heman zimanî dipeyîvin çiqas ji hev dûr bin jî bi riya navgînên ragihandinê dikarin bi rehetî bi hev re danûstandinê bikin .

KNKê di sala 2006an de bi mebesta ku Kovara Hawarê ji aliyê Celadet Elî Bedîrxan ve 15ê Gulana 1932an hatibû derxistin wek Roja Cejna Zimanê Kurdî ragihand . Çawa ku di rojên cejnan de hêjayî û nîrxên hevpar ên gelan tên pîrozkirin û bibîranîn; di Roja Cejna Zimanê Kurdî de gelek şahî tên lidarxistin û girîngiya zimanê kurdî bi xwedina helbest û nîvîsan , dayîna sempozyum û semîneran , bi şahiyên cuda û kincên bi cur bi cur ên neteweyî tên pîrozkirin . Ev şahî hefteyek li her derên cîhanê deverên ku kurd lê dijîn ve tên pîrozkirin .

Celadet Elî Bedirxan dibêje : ” Hawar , dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike . Her kesê ko xwe nas dike ; dikare xwe bide naskirin . Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin . Lewma ko ziman şerta heyînê ya pêşîn e . ”

Roja Cejna Zimanê Kurdî li gelê me pîroz be. Bila her rojên we bi Roja Cejna Zimanê Kurdî derbas bibin!

Dilovan Altuboga

www.candnam.com

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply