Li Çiyayê Şengalê Êzidî
Man e bêkes û bêxwedî
Hinek mirovên biyanî
Wan dikujin bi hêsanî
Ew in çetê daîş ê bê îman
Ji xwe re dibên heq misliman
Tevgera wan nîne bi Îslamî
Ne cûda ne ji Moxol û Romî
Jêdikin serî, derdixin çav
Laş diçîrînin, dirijînin hinav
Temaşe dike hemû cîhana devlal
Giyan ji dest didin Kurdê jar û bêhal
Li wir bi tenê mane kurdê fêrîs
Tekoşîn dikin li dij wan mirovê xebîs
Kurd li ser vê cihanê bûne sêwî
Neteweyê vê dinê li wan bûne hêwî
Li ber nijadkujî û komkujiya Kûrdan
Tu kesekî tu bertekek nade nîşan
EMRE MÛHARGÎNÎ
30.08.2014