Gelê xwendevanên hêja, heşê xwe li hêlekê deynin û bi hestên xwe min guhdarî bikin. Ji ber birînên xedar kûr dinale bajarê Wanê. Kul û birînên tenêtiyê îro bajarê qedîm bê hêz xistiye. Şeveke zivistanê min berê xwe da oxirê û min pişta xwe da felekê, min xeyalên xwe li dû xwe hişt û bi havalbendiya birûskan, min xatir ji wanê xwest. Behra Wanê bi çûna min hêstirên ji pêlan hatiye afirandin dibarand.
Riya min weke marekî reş çiv çivî bû. Bi slavên germ ez bûm mêvanê Heskîfê. Cih û warê kevnar bi hatina min kêfxweş bû, bi çemê Dîcleyê ez pêşwazî kirim. Min xewn û xeyalên Heskîfê pirsîn, Heskîfê stû xwar li min nêrî û xatir ji min xwest, pirsa min bê bersiv ma. Warê qedîm aqûbeta xwe dizanî bû.
Ji Tûrabidînê heyanî Beriyê dîrokê hevalbendî bi min re kir. Li Midyatê ez bûm mêvanê dêra Mor Gabrîel, li Mêrdîne bûm mêvanê dêra Deyr û Zaferanê, min silav li Darayê kir û ez derbasî Cizîrê bûm.
Berbanga sibeke zivistanê Mem û Zînê ez pêşwazî kirim û helbestên evînê ji min re xwendin. Beko ji fediya hezar salan newêrîbû derketa pêşberî min. Mem û Zînê bi destê hev girtin û em çûn Medresa Sor da ku waneyeke Melayê Cizîrê guhdarî bikin. Bi hatina me mela kêfxweş bû û got:
Ev çend e dikî hewar û gazî
Edî çi miradekî dixwazî ?
Beyhûde çira dikî tu feryad ?
Aware diçî diyarê Bexdad ?
Mem û Zînê dema ku ev helbesta bihîstin, li hev nerîn û bê xatir xwestin ji cem min û Mela dûrketin. Mela bi dûrketina Mem û Zînê xemgîn bû û bi dilekî peritî got:
Xema işqê perêhtim ez
Hebîba xemrevîn kanê
Seraser têk behîtim ez
Ji derdê ferq û hicranê
Bi xatir xwestineke dilşewitî ez ji wan stêrkan veqetiyam. Li Cizîra Botan Dîclê û Cûdî heyanî tixûbê Xabûrê ez parastim.
Min bi slavên germ ji Komelgeha Xelîl îbrahîm a Sînorî gav avête nava Zaxoyê. Bi şahiyeke nayê şîrovekirin, li kuçe û kolanên bajarê Zaxo û Dihoka rengîn geriyam. Demekê şûnda min berê xwe da Hewlêrê. Li her der û dorê, alayên rengîn ez pêşwazî kirim. Min xwe li ser kela Hewlêrê dît. Bajarê şêrîn, bajarê şaristaniyê jiyaneke bextewar dijî, Ez bi wê bextewariyê bextewar bûm.
Bi dilekî xemgîn ez ji Hewlêrê derketim. Min berê xwe da Silêmaniya qedîm. Dema ez berve Silêmaniyê diçûm, min dît ku laşekî bixwîn li kêleka rê dirêj bûye. Bi baldarî min lê nêrî, min dît ku li ser rûyê wê Kerkûk nivisandiye. Bi axîneke dilşewat min silav lê da, lê tu bersiv neda min. Ez bi vê xema giran gihîştim bajarê şareza, bajarê ku rûgeşiya welatê rengîn, bajarê Silêmaniyê.
Dema ez hîn li derveyî Silêmaniyê bûm, helbestvanên hêja bi helbestan ez pêşwazî kirim. Kanê em guh bidinê da ku çi dibêjin.
Binêre Elî Berdeşanî dibêje:
Gişt le xoyan da huner
Kêşiyan rim û xençer
Le erzê derjê cewher
Her wekû awî kewser
Binêre Mewlana Xalid hate pêş min û got:
Serwerê alem min dil dade heyranê tuw am
Walih û sergeşteê sewdayê hicranê tuw am
Bi hatina min kêfxeş bû Pîremêrd, wî zatî ev çûna min a Silêmaniyê wek newroz dît û wisa bang kir.
Eva roja sala taze ye, Newroz hatiye
Cejna kevnê kurd e bi xweşî hatiye
Min xatir ji şarezayên me xwest û min berê xwe da Helebçeya Şehîdan. Warê şehîdan hîn û hîn xemgîn bû. Bi hêstirên xwîn ez pêşwazî kirim. Li kevnargeha şehîda min hêstir barandin ji bona hemû gelê xwe.
Ji dîtina Helebçe şûnda, nivîs tu kêrî tiştekî nayê. Lê cardin, min berê xwe da welatekî bênav û min xwe li ber deriyê Xabûrê dît. Ez bi xemgînî berve Behra Wanê dihatim. Lê bi gurmîna topên balefiran ez veciniqîm, min xwe li Qilebana rengîn li gundê Roboskê dît. Li ser berfa sar bedenên germ û ciwan dirêjkiribûn. Ya Xwedayê gerdûnê ev çi qetl û qîtal e bi ser van rebenan de hatiye. Zarokên simbêl nû xwîdane di xwîna sor de xemilî ne. Dayikan bi lorînan lorîkên xwe binax dikirin. Pênûsa min vîn ji min girt û li ser kaxiza paqij kul û bi rînên kesên bênav nivisand.
Mirin rojeke sar e
Di berbanga rojeke zivistanê rê li min birrî
Xwîn herikî bi ser rûyê lat û zinaran de
Hêviyên zarokan dan ber gullên mawzeran
Mirin bû bombe
Û barî li ser serê zarokên qaçaxçî
Birîna vî dilî kevnare ye
Ez çi bêjim
Îro cardin zarokên min bê xwedî man li erdekî bêpivan.
Barê qaçaxê li min bû bar
Lorîkên dayikan bi ber quntarê çiyayê cûdî ketin
Cûdî hejiya, lê mirovahî kerr û lal
Bê hemdiyeke bi hemd bû ev qîtala
Sih û çar gulle sih û çar ciwan
Şivan, Bedran, Şîrwan, Osman, Salih û Seyitxan
De rabe dayê îro hêla min a çepê dêşe
Ez bi sih û çar gullan birîndar im
Xwîna zarokên min herikî bi hevalbendiya botan
Memê, Zînê berda û berê xwe da roboskiyê
Ewrên reş û tarî hevalên vî welatîne
Bihar li dûr e, ne xwiyaye
Deşt û zinar li lorîna dayikek dilbirîn guhdarî dikin
“ De lorî lorî qaçaxçiyê min lorî
De lorî lorî berxê min lorî
De îro tu mêvanê qebra tarî
De lorî lorî bêkesêm lorî”
Sih û çar gulle sih û çar ciwan
Ev birîna ne birîna yekemîn e
Do bapîrên me li Deşta Çaldêranê hatin kuştin
Do bavên me li Newala Sefo hatin qirkirin
Do birayên me li ber Çemê Zîlanê hatin parçekirin
Do li Dêrsimê, do li Amedê xevalên me hatin binaxkirin
Ax, ez kîjan birînên xwe derman kim
Ax, ez tola kîjan kuştiyên xwe bigirim
Cardin, îro para min kuştin ket
Sih û çar gulle sih û çar ciwan
Mehmet Bozkoyun
www.candnameçcom