Rev li dil e

Konê dilê evîndaran
Mîna jaran ji vê halê
Ber bi ķalê heftê salan

Ger girtibe zeng ji gulê
Û delalê hilgirtibe
Barê çi be dil û qalê

Barê giran ew li mil e
Êşa dil e l-evîndaran
Êşa giran li çav kil e

Deng û awaz bi hewaran
Birîndaran dike lawaz
Bi tasewaz ji gulnaran

Çi tu rêvî çi teyrê baz
J-ev derd û naz neke hêvî
Ça birevî ji dil daxwaz

Rev li dil e dê serkevî?

Helbest; Mustafa Rêzan
Teşe; TERZERÎMA

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply