Pazartesi , Nisan 12 2021

Rêûresma hespên Erebî

Xwedîkirina hespên Erebî yên resen, ji rêûresma Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê ye. Bi saya hin xwediyên hespan, ev rêûresm heta roja îro hatiye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî elaqedariyeke mezin nîşanî vî hunerî daye bi rêya organîzekirina mihrîcan û pêşbaziyan.

Têkildarî mijarê yek ji xwediyên hespên Erebî yên resen li rojavayê gundewarên Reqayê bi navê Emmar El-Mihemed got, “Gelek cureyên hespên Erebî yên resen ên heyî wekî El-Seqlawî, El-Hemdanî, El-Mieneq, El-Sebîlî û El-Hêfî hene. Kokên van cureyan gelek kêm in. Li herêmê ji berê ve hespên Erebî yên resen tên xwedîkirin.”

Bilindiya hespên Erebî yê resen di navbera 1.4-1.5 metreyan de ye. Organên laşê wan hevseng in, serê wan biçûk e, enî pehn e, çavên wan fireh in, pozê wan biçûk e, guh û pişt kin in û dûvê wan bilind e.

Rewanbêj

About ziman

Avatar

Check Also

Cezayê Beşîktaşê diyar bû

Lijneya Disîplîna Fitbolê ya Profesyonel (PFDK) a li ser Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (FFT), Beşîktaşa …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir