Resma mêvandarîya Kurmancîyê

Wekî dizanin tenê heyveka erdê ya me heye û bi şev û rojan di dora wê da digere. Lê lêkerên me ya di nav hevokan da du heyvên wan hene berkar û ya din kirar. Ew du heyv di dora lêkeran da digerin û di her demê da form an jî şiklekê digirin. Carinan sîya berkarê dikeve ser lêkeran û carinan jî sîya kirarê. Ji alîyê din jî carinan sîya lêkeran dikeve ser kirarê û carinan jî ser berkarê. Dema ku dem dibore sîya berkarê dikeve ser lêkeran û lêker neçar dibin xwe li gorî rewşa berkarê him ji hêla jimarê him ji hêla kesî/ê çêbikin. Lê dema ku dem hîn neborîye û em tê da seyr dikin û digerin ew kirar e ku sîya xwe diavêje ser lêkeran û nahêle ew bi her rewş û tîpê bilivin û neçar in xwe li gorî reftar û kirdara kirarê bixemilînin.

Eger ew li pey wê destûrê neçin erdhejîyeke mezin di hevokê da diqewime û hertim mimkin e ew xanî li hev bikeve û bilerze û ji hev birije. Ferq nake di dema borîyê da jî wisa ye yanî erdhejî hertim di kemînê da ye û eger her yek ji wan endamên hevokê ji wê qayîde û destûra gotî serpêçî bikin hevok xirab dibe û êdî ne erdek dimîne û ne heyvek. Jîyana kirar û berkarê hertim girêdayî bi jîyana lêkeran e. Jîyan wekî pergalekê ye ku eger ew pergal dirost kar neke jîyana herî xirab têda çê dibe û her tişt xirab û winda dibe. Hevok weke jîyana me ye, ez û tu di nav hevokê da dijîn lê li gorî nizam û pergalekê. Ew nizam û pergala ku ez û tu divê lê guhdarî bikin bi salan e ku hebûye û ji alî bavûkalan gihiştîye destê me û niha dor dora me ye ku wê biparêzin û wê rasterast bigihînin destê zarokên xwe.
Niha em vegerin ser rewşa jîyana hevokên Kurmancî û bibînin rewş û halê min û te di wê jîyanê da bi çi rengî derbas dibe. Çawa ez û tu carinan weke min û te xwe dixemilînin û xwe destnîşan dikin? Ew çi mêvanî ye ku ew tên vexwendinyan hatine vexwendin? Kî wan vedixwîne û kê ew vexwendine? Hîn dereng nebûye ji we ra bibêjim ku Lêker di çîroka me da mêvandar e û ew e ku destnîşan dike mêvanên wê kîjan rola berkarê û kîjan rola kirarê bilîze, ew e ku destnîşan dike kîjan bi çi cilûbergê di vê mêvanîyê da hazir bibe. Carinan ew ku dibêje ku kirar divê wisa bi wan cilûbergan xwe bixemlîne carinan jî dibêje kirar divê xwe bitewîne û bi cilûbergên ne xwerû were mêvanîya wê.

Li ser cilûbergên berkarê jî lêker e ku rola sereke dilîze û berkar neçar e wekî ew dibêje bilive û xwe destnîşan bike. Eger ew ji berkarê ra bibêje sade û bi rûyê xwe were mêvanîyê, berkar nikare li ser gotinên wê çi tişt bibêje herwiha eger ew bibêje berkar divê xwe bixemilîne û bi rûyê xwe ya tewandî were mêvanîyê, berkar divê lê guhdarî bike û tenê bibêje serçavan. Lêbelê me li vir çi got li ser erkên kirar û berkarê bû lê eger ew her du mêvan bi heman awayî ku lêkerê destûrdabû livîn û ji destûrên lêkerê ne di dema niha û ne jî di dema borîyê da serpêçî nekirin paşê lêker jî divê resmên mêvandarîyê bi cîh bîne. Ew resm çi ne? Resm ew in ku carinan divê li kirarê carinan jî li berkarê bipirse di dora wan da bigere û ji wan ra mêvanîyeke xweş çê bike.

Resma mêvandarîya Kurmancîyê wisa ye. Nabe ku ew ji bo wan her du kesayetan bi formekê mêvandarî bike. Lêker jî divê di dema niha da xwe li gorî reftara kirarê û di dema borîyê da jî xwe li gorî reftara berkarê amade bike. Eger kirar bi tenê hatibû mêvanîyê, lêker jî divê cileke yekjimarîyê li xwe bike û eger dudu anjî pirtir bin lêker divê paşgira pirjimarîyê ya resma mêvandarîya Kurmancîyê li xwe bike. Elbet ew resm û qayîde ya dema nihayê da ye û di dema borîyê da resm li gorî reftara berkarê diguhere û êdî karê lêkerê di dema borîyê da bi kirarê tuneye û ew neçar e ji bo berkarê xwe amade bike.

Elbet tunebûna kirarê dibe sedema kêmasîyê û her kesek dibe ku li dû mêvana xwe ya nesade û nexwerû bigere. Rast e ku cilûbergên kirarê ne sade ne lê hebûna wê hewce ye û divê ew bi hebûna xwe sabit bike ku jîyan berdewam e. Eger ew tunebe, berkar xemgîn dibe û mimkin e ew jî mêvanîyê biterkîne û lêker bimîne û tenê bi serê xwe. Em vegerin ser erka lêkerê derheqa berkarê. Lêker di dema borîyê da wezîfedar e ku xwe li gor daxwaza berkarê çê bike.

Eger berkarê bi xwe ra hevalek nêr an mê anî, lêker divê ji wan her duyan ra paşgira pirjimarîyê li xwe bike û paşgira yekjimarîyê têra wan nake. Eger berkarê xwest destê lêkerê bigire û pê ra bilîze lêker nikare na bibêje. Lêker divê wekî ku berkar dixwaze resma mêvandarîyê bi cîh bîne ji ber ku berkarê çi lêkerê jê xwestîye kirîye û wekî wê xwestîye xwe çê kirîye û cilûbergên ku ji bo mêvanîyê ji xwe ra kirrîbûn li xwe nekirine û sade û bêyî ku nîşaneyek lê hebe hatîye mêvanîyê. Loma lêker li vir erkdar e ku çi ew dibêje bike.

Eger her du mêvan, kirar û berkar kartên vexwendina lêkerê pejirandin û xwe bi wê rewş û haletê ku lêkerê xwestibû çê kirin û ji alîyê din lêkerê jî erk yan wezîfeya mazûvanîyê bi başî bi cîh anî ew mêvanî xweş derbas dibe eger ne ew mêvanî dibe jehrekê ji bo her sê alîyên mêvandar û her du mêvanan. Kirar û berkar û lêker li hemberî hev disekinin û ji hev ra dibin dijmin û şerekî mezin di navbera wan da çê dibe û hertişt xirab dibe û êdî ne xanî dimîne û ne jî paşerojek. Jîyan weke pergalekê ye ku hertim digere. Di vê jîyanê da lêker weke rojê ye û berkar û kirar jî wek heyvê dimînin. Mala wan ava dibe eger bi wê pergalê sozdar bin û bawerîya wan bi wê hebe egerne kevir li ser kêvir bend nabe û bi derbeyekê ew xanî û pêkhatî xirab dibe. Mala wan hemûyan hertim ava bimîne

Nivîskar: Mohammad Taqavî

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply