Reşê Şevê-(Çîrok)

Hebû tunebû, mêrikek hebû. Mêrik yekî pir xemsar û tiral bûye di mala wan de tu tişt tune bûye ku bixwin, jina wî xwe bi xwe fikiriye gelo mêrê xwe çawa ji mal derxîne. pîştre fikrek hatiye hişê wê  ziviriye gotiye : “Mêrik hela rabe. Mal xirabo! derva kade dibare ka xêra xwe ji me re hinekî belavke em jî bixwin.” Mêrik radibe û di pacê de derve dinhêre lê tu tiştî nabîne. Dizivire dibêje:

“Jinik tu tişt li derve tuneye ka te digot kade dibare ez tu tiştî nabînim.” Jinik dibêje:

“Derkeve pîşt deri lê binhêre tu yî bibînî” û gava mêrik çawa piyê xwe davêje derve jinik derî serde digire, dibêje: “Heya te ji tiştekî xwarinê neanî, nezîvire malê.”  Mêrik matmayî dimîne, heya êvarê her wê aliyê her vê aliyê digere dawiyê de diçe gel  mela jê re hal meselê dibêje û jê alikariyê dixwaze ku bermaliya wî, ku wî hilde malê. Mela dibêje: “Temam ez ê ji te re werim em ê çareser bikin.”

Mêrik û mela bi hev re diçin ber derî, mela li derî dixe dibêje:

– Lê hele derî ji kerema xwe re veke, mêrê te li derve maye, şev ser de hat, tu çima wisa dikî?” Jinik dibêje:

-” Seyda, mêrê min hova li malê rûniştî ye, mêrê min ne li derve ye. ”  Mela dibêje:

” Heyran tiştê wisa dibe, mêrê te li hindir be yê cem min kî ye? ” Jinik dibêje:

“Qapûtekî reş lê ye, tizbiyek li destê  wî ye.” Mela dibêje:

“Erê welle  wisa ye,” Jinik dibêje:

” Wî çaxî ew ne mêrê min e, ew reşê  şevê ye.” Mela dema ku van gotina dibhîse paşopê diçe, ser dîwar, ji dîwêr dikeve û dimire.  Mêrik êdî dibîne ku tu rê tuneye, dizîvire û ji jina xwe re dibêje: ” Jinik, ji kerema xwe re ji min re ew toraqa qerisî û hêkekî tixe hebanê bîne ez ê biçim ji malê re xwarin û vexwarinê bînim.” Jinik diçe jê re hêkekî û toraqa qerisî tîne û mêrik berê xwe dide çîyê. Geh wê alî geh li vê alî mêrik xwe digîhîne çîyê û dibîne ku dev rûniştine, tiştên diziyê parve dikin … tirseke bê hempa û baweriyeke bêaqilene xwe de dibîne. Dev wî ferq dikin û bi şev e tên nav  wan dê yek dikene û dibêje: “Nanê me ye êvarê hat ber piyê me  û jê dipirse tu  kê yî? Mêrik dibêje: “Ez  reşê şevê me, dev    dibêje rebenê  xwedê  tu çi dikî li vir û qevirekî mezin dide destê xwe û mîna axê qevir destê xwe de hûr dikê û pufê dikê tu nizanî qey em ê te mina vî bikin. Mêrîk jî hebana xwe de toraqa qerisî derdixe û mîna dev destê xwe de hûr dike û davêje devê xwe dixwe dibîje: “Ez ê ji we mîna vê axê we bixwim, navbera derxistina toraqê ji hêkê derdixe diziya vê daytîne erdê, dema ku dev dibînin ku wî ax wîsa xwar, xofekî digirin, reşê şevê kumê xwe derdixe û hêkan erdê dixe. Dibêje hûn min wisa piçuk dibînin ez erdê xim çavê erdê derdixim û pişt re hêkê dixe zerika hêkê mîna çavekî derdikeve, dev matmayî û nav xofeke mezin de, dibêjin: “Tu ji vê şûndetir serokê me yî, tu rûne em ê herin diziyê bikin çi hewce be bînin.”

Reşê Şevê êdî derbasî cîhê xwe dibe rûdine, dev diçin her tim diziyê dikin xwarin, vexwarinê tînin tên. Rojekî dev tên gel hevûdu û dibêjin: “Wiha nabe, em diçin diziyê dikin tînin reşê şevê para me gişka zêdetir digire, quweta wî mîna me tune ye. Em cêrê avê bidinê bila here ji me re avê bîne çi ka quweta wî çi qasê; reşê şevê vî dibihîse dema ku ji re dibêje  ew jî dibêje: “Belê dibe, ez ê cêrê ji we re tije av bikim û werim. Pişt re cêrê av diavêje ser milên xwe diçe ser kaniyê, cêr dema ku tije dibe Reşê Şevê dinihêre ku nikare bilind bike, difikire, dibêje: “Gelo, ez ji vê yekê çawa xilas bim,”  û fikrek tê hişê wî cêrê de avê vala dike binî de hevke av dihêle û davêje ser milên xwe diçe ber şikeftê dev wî dinhêrin ew jî wê demê cerê ser xwe de bilind dike, dike liqe liq  vê avê vedixwe ber vê jî hewa ya cerê vala dike. Dema hewa tê de namîne cêrê davêje erdê û dibêje: “Wax li min ê, ez çi qas tî bûme.” Dev disa matmayî dimînin. Reşê Şevê vê yekî jî wisa difilite. Dev biryarekî nav xwe de digirin ber ku êdî destê reşê şevê de nikarin îdare bikin. Dibêjin em ê îşev dema reşê şevê kete nava lehîfên xwe em ê bi daran lêxin bila hemû hestiyên wî bîşken em jî wî xilas bin. Deng diçe reşê şevê û ew jî pêşgiriya xwe dike.

Êvar tê,  reşê şevê ji nav lehîfên xwe derdikeve û xwe şikeftê de vedişêre, dev tên bi daran lehîfên wî dixin û dibêjin: “Deng jê nayê, helbet ku mirî ye em sibê rabûn em ê laşê wî biavêjin, diçin radikevin. Dema ku ew diçin reşê şevê tê dikeve nav lehîfê xwe û sibê zû radibe ji devan re dibêje: “ Îşev mixmixikan qet nehîşt ez rakevim, hestûyên min diêşin, ez hezanim îşev êvar de bi daran li min xistine, dev dîsa heyret dimînin. Dem dikeve nav de dev dîsa biryar digirin, reşê şevê jî dîsa wan gûhdar dike. Dev dibêjin: “Em ê îşev jî ava kelandî ser de bikin bila tirşika wi derkeve.” Şev tê reşê şevê balgiyê xwe datîne dewsa xwe û disa nava lehîfê xwe derdikeve, xwe vedişêre. Dev qazana ava xaşandî tînin û ser lehîfên wî de dikin. Dibêjin: “Helbet nikare vî ava xaşandî de ji xilas bibe, em ê sibê zû laşê wî biavêjin,” û diçin. Reşê şevê disa tê û sibê zû radibe diçe ba devan dev êdi wisa matmayî dimînin ku nikarin tiştekî bibêjin, reşê şevê dibêje: “Îşev ji êvar de wisa germ bû, wisa germ bû min hezir kir ku qazane ava xaşandî ser min de hat kirin. Ji we re jî wisa bû an na?” Dev dibêjin: “Reşê şevê ciyê me hebe em ê bidin te em ê te rê bikin em ber destê de îdare nakin tu jî biçe gel malbata xwe wiha nabe em ê biçin warekî  dî.” Reşê şevê dibêje: “Wê demê bila wisa be ez ê gotina we bikim.” Dev diçin çi zêrê wan û tiştên giranbûha hebe jê re tînin dibêjin: “Ev ên te ne, xwe re bigre û bîçe yek me yê jî bi te re van tiştan bîne, de hadê tu here?” Reşê şevê qebûl dike û rê dikevin ber bi malê . Di rê de dev ji re dibêje:

“Tu serokê me yî, were ser pişta min, ez te jî hilgirim em biçin.” Reşê şevê dibêje:

“Na heyran, ez pir giranim tu nikarî min bigirî.” Dev jî dibêje:

“Tu wek sola min î ez çawa nikarim te bigirim.” Reşê şevê li ser stûyê dev rûdine, dev dibêje:

“Ka giraniya te hema ev qas bû.” Reşê şevê dibêje:

“Ez ji bo te giraniya xwe navêjim ser te, ez reşê şevê me, ez ev qas sivik nînim, jixwe dev dibêje xera xwe tu giraniya xwe hevekî bavêje ser min.” Reşê şevê dîsa rovîtiyekî dike û derziya xwe derdixe û hûstiyê dev re dike dev dixe qîreqîr, dibêje: “Xêra Xwedê tu giraniya xwe ser min hilde, ez damîş nakim.” Reşê şevê derziya xwe dikişîne û diçin ber mala Reşê Şevê. Reşê Şevê bangê jina xwe dike dibêje: “Jinik hela ji kerema xwe derî veke, ez hatim, min xwarin, vexwarin û tiştên giranbûha anî. Dema jinik derî vedike; dev carekî ve torbê tişta ser milên xwe diavêje û reşê şevê diçe arûka ve dizeliqe dev matmayî dimîne. Dibêje: “Serok tu çi dikî li wir?” Reşê şeve, dibêje: “Ez li şûrê bavê xwe diğerim,” Dev, pê îyan nabe kulmekî lê dixe û dibîne ku reşê şevê xwe ve çû tîştên xwe disa digire û wî, wî  wê halî dihêle û diçe …

Zeynep Sultan Atlı-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Şiroveyek

  1. Merhaba,
    Reşê Şevê masalının(çirok) türkçe olarak bulabileceğim bir kaynak var mı ?
    Buna benzer başka efsaneler , masallar var mı önerebileceğiniz ?

    Yardımınızı rica edecektim.
    iyi çaılşmalar.

Leave a Reply to sedatCancel reply