Rêdar û dara gûzê (*)

Rojekê Rêdar saqoyê xwe çekir ser milên xwe, telikê xwe da ser seriyê xwe, fîlorek sor kir pê, şewlerê xwe yê reş jor ve hilda, tizbî xistin berîkê û ji mala xwe derket, bi mebesta ku biçe gundê Maseka.

Berî nîvro bû û dinya germ bû. Rêdar jî bi rojî bû. Di navbera gundê wî û Maseka de xêleka pênc kîlometran hebû. Hêdî-hêdî ji gund derket, di nav werzan re ber bi newalê ve çû.

Rêdar di van çil saliyên xwe de mirovekî bi hemana (nefsa) xwe serbilind bû, ji ber ku ji zarotiya xwe de, bê bav û dê mezin bûbû. Apê wî jî dixwast, ku Rêdar mîna mêrekî bite gihandin. Hin nebûbû deh salî, apê wî ew dişand ber pêz û gelek caran bi tenê xwe li guher (şevîngeh) û gûnîgeha sewalan şev derbas dikirin. Teviya rojê bi şerbikeka avê û naneka garisî an cehî diqedand. Wilo bi terzekî xudan xweyî û hişdarî terlaniya (ewîltî) xwe borand. Bi şivaniyê û gavaniyê hestiyên wî yên tehr û nerm hişk bûn û bi şewq û tava royê çermê wî hatibû birajtin, lê hertim mirovekî nependî (xav) dihat xweya kirin. Bi kêmanî di çavên hevser û gundiyên dora wî de.

Di rê de jîna wî di ber çavan re derbas bû, çawa di kişmişkan (cirenîx, destlêdan) de, ya xwe dibir serî û nedihêşt kesek pişta wî bi ax bike û çawa li şîlan û çolana gur ji sewêl û colê pezî qorî dikir. Bihora jîna wî hat û çû, lê rê hîn ma û tîna royê da ser çavêd wî..

Di nava gundê wî û gundê Maseka de newalekî kûr heye, têde kaniyeka ava sar heye, lê ji ber ku ew bi rojî bû, çi caran nehat bala wî, ku biçe ser kaniyê û cimek avê vexut. Di newalê re hêdî-hêdî borî. Di ser coyê avê re gav kir, beq ji ber pêyêd wî revîn, hilpekîn û xwe di nav pûş û pelaşê de veşartin. Li bin siya dareka gûzê çîmekî mîna mexelê nerm hebû. Dilê wî hilda, ku li wir wecenekê (vehes) bide xwe. Fîlorên xwe danîn û xwe li ser çîmen dirêj kir. Bi çavên reht û ji tava royê kûrik bûne, di nav çiqilên dara gûzê re, li ezmanê şîn nirî û bi rewşa xwe ve hizirî.

Bayekî hênik di gelî re hat û pîkinên dara gûzê hejandin û pel û çûqilên darê çeprast çûn û hatin. Ji nişka ve du gûz di serê darê de, di nav pelan re diyar bûn, cohtekî mezin ji gûzên ku nehatine jêkirin û kesekî dest navêtiyê an jî nikanî bûn destan bavêjinê. Wilo ew cohtê gûzan bi serê xwe mabû û mîna tiştekî bi can (giyan) dileqiya. Rêdar xwe ji piştê ve hilda, rûnişt, destê xwe da jorî çavan û li cohtê gûzan niriya. Ji xwe re got:

“-Ezê (Ez dê) van gûzan jê bikim û bibim bo kurê xwe Hîto.”

Li dora xwe niriya, kevirek dît, rakir û avêt gûzan, lê kevir dûr çû. Çû kevirekî dî anî, xwe bada û kevir avêt, dîsa badilhewa çû, gûz hîn diliviyan û qezer ji wî dixwastin. Rêdarê pêxas di ser çîmenê re çû nav kevir û histiriyan, sê kevirên gilok û bijarte anîn, ciyê xwe xweş kir û yek ji wan avêt..lêneket..kevirê dî avêt, ew jî lêneket, ê dîtir ew jî… Piyê wî êdî êşiyan û milê wî yê rastê sist bû, bû hilkişa sîngê Rêdar û xwîdan li ser rû û bi bin cilan ket, fîlor xistin pê, çû ber hembêza xwe tijî kevirên ku bi tewat hilbijartine dagirt û hat, saqoyê xwe danî, telikê xwe avêt û xwe xasî kir, ciyekî bo westana xwe dît, koma keviran danî ber xwe û bîsmîllah kir û kevirek avêt û got

“- Wey jêmahîbê! Dûr ket.”

Yekî dî avêt, firfir bi kêvir ket, çû li çiqilên darê ket, wek çawa kotirek (teyrek) bikeve nav darê, wilo pirpir bi pelên darê ket. Ji xwe re got

“- Çima min rast navêt? De başe, yan ji min tê yan ji we gûzan. !”

Careka dî kevirek bi dest xwe ve girt, tufê kir û xwe bada, bi tijiya hêrsa dilî û zora ku milê wî de heye, kevir avêt, çawa tu bi kevirkeniyê bavêjî, wilo bi zerp çû û di nav darê re derbas bû, çû li zinarên gelî ket. Çerqperq jê hat. Ji dûr ve dengê pîremêrekî hat:

“-Kî ye ew? Ma tu kûrî? Tu nabînî ez li ser destavê me?.”

Rêdar bêdeng ma, di ber xwe de kir kum-kum û careka dî kevirek rakir, bi çaekî li gûzan nirî, çep û rast çû û hat, paş û pêş da û kevir avêt “-Tûh.!”.. Dîsa lêneket.

Seriyê xwe hejand û bi xwe keniya, piştre got:

“-Welleh ez narim. An ez van gûzan tînim xwarê, an jî li vir dimirim.” Wilo biryara xwe bi tundî da.

Rêdar gelek caran ciyê xwe guhart, pir kevir aêtin, gelek caran gotinên dijûn û nebaş bo xwe û bo gûzan gotin. Gûzên ku li ber bayê hênik dihejiyan, di çavên wî de bûn dijminekî bavkuj. Ew tî bû, lêvên wî qermiçîn û şîn bûn, bi ser avê ve çû, bi ava sar dest û çavên xwe hênik kirin, lê ji ber ku bi rojî bû, ji ser avê vekişî û li darê temaşa kir, cohtê gûzan bû mîna xanimeka di mîrnişînê de.

Rêdarê girbiz û bi hêz xwe mîna paşewanekî ber dergehê kelê didît, piçûk, jar û destgirêdayî ma, nizanî çawa xwe bigihîne xanimê û viyana dilê xwe bi cî bîne. Hemû kevirên li nik bûn rabûn (xilas bûn) û çavên xwe li nav rijale û şijikan gerandin, heyanî çende kevir din dîtin, ewan jî civandin û yekûyek avêtin, tev bê posîde (hikarî) di nav darê re firiyan û yekûyek jî li pîkinên darê ketin û hatin xwarê. Kevirekî mezin û reş bi ser wî de hat û hindik ma bû, ku li eniya wî keta. Birçî û tî, reht û kezebsotî li keviran geriye. Te digot; hostayekî xanemaniyêye. Çi şehf û tîş nehêştin, destê xwe êdî avêt pişkulên hesp û keran jî. Dinya carna li ber çavên wî reş û tarî dibû û tiştin mîna mêşan di ber çavên wî re vir de wê de dilivîn, lê hêrsa dilê wî nemir û hercar vedigerî û kevir davêtin wan herdu gûzan û gotinên nebaş digotinê. Milê wî êdî giran bû û nikanî bû kevirên xwe bilind bavêtina, lê dîsa ji a xwe nema û dev ji doza xwe berneda:

“-An gûzan tînim xwarê, an jî li vir dimirim..!”

Careka dî çû ser avê, ji tîbûnê nema xwe digire, li dora xwe niriya, ku kesek wî nebîne, bi dizî daket ber kaniya xulxulî û destên xwe dan ber avê û rojiya xwe şikand, têr av vexwar, zikê xwe dagirt, dest û çavên xwe şuştin û bi şûn ve çû, xwe li ser çîmen dirêj kir. Te digot; ji qatirê ketiye, xulmijî bû û raza.

Demek derbas bû, çavên xwe vekirin, dît ku gûzên wî hîn dilivin û bi wî dikenin. Pêkenîna wan mîna yê serbirrekî bendexaneyên Ereban bû. Xweş tê bîra wî, gava ew girtibûn û ji boyî ku agirê Newrozê bi belanên çolê xistibû, lingên wî xistibûn loqekî lestîkî û bi şivikeka xêzeranê li bin pêyên wî dabûn. Yek, du, sê û heyanî deng ji wî hatibû birrîn û êdî nizanî bû çand şivik di lêdanê de şikandibûn. Kenê cendirman û kotiyên bê wijdan hîn tê bîra wî..

Van herdu gûzên, ku di darê de mane jî mîna wan kotiyan dikenin û di keloxê (cimcime) wî de deng vedidin. Ji birçîbûna, ku mîna marekî bi hindirê wî vedide, çû li nav daran geriya, çend hejîrên hişk û kufikî bi darekê ve mabûn, jêkirin û xistin devê xwe. Çi tehl û bê zar (tahm) bûn! Sêlmên (gihan) miyan hat bîra wî û çawa berê devê xwe dixist wan sêlman û ji ber tîbûn û birçîbûnê şîr ji wan dimêt.

“-Rêdar ji biryara xwe venagere. Pirs ne pirsa du gûzane, pirsa mêranî û viyanêye..Çawa ewê piştî vê rehtbûnê, westanê, rojîşikandinê û rêberdanê, dest vala û bê gûz biçe?! Kesek vê napejirîne û çi caran ev nakeve hişê mirovekî xwedî rûmet.” Wilo ji xwe re mijûl dibû û xwe bo perdeya duwemîn ji şanoya dara gûzê re amade kir.

“-Em Kurd serhişkin, lê serhişkî ji mêraniya mêran tê..Eger ez dev ji vê dozê berdim, ezê xwe piçûk bibînim û wê heya mirinê posîdeyê li hemana (nefs) min bike..na..na..Ezê van gûzan jêkim (jêbikim)..Ez dê jêkim..”

Li dora xwe niriya, ku çareyekê bibîne, lê ji keviran pêve tiştek tune bû, Te digot; ew berxwedaneke bi keviran dijî zordaran, dijî tang û leşkeran nîşan dide. Bîr û baweriya xwe piçekî guhart, fîlor ji pê kirin, tuf li kefa destên xwe kir û di koka darê re hilkişiya. Gelek Caran çiqilên hişk û ên tehr li ser çavên wî ketin, pişta wî çende caran li pîkinên hişk ket, pelên darê ketin dev û çavên wî, lê dîsa jî ber bi gûzên bilind ve hilkişiya. Li jêr, fîlorên wî êdî pir piçûk dixweyan û ji wî ve gelek rêwiyên ku dûr diçûn, diyar dibûn. Dar li ber bayê dihejiya û çiqilên darê diçelqiyan, gûz nêzîk dibûn, lê di nava wî û gûzan de ji ezmên pêve tiştek tune bû. Carekê vehes da xwe, piyê xwe dirêj kir, ku rahije gûzan, lê destê wî negihîştê, xwe livlivand, dîsa xwe dirêj kir, negihayê, xûdan bi ser çavên wî de hat, bi destekî ew xûdan malişt û xaziya xwe daqurtand, bihna xwe berda û xwe dîsanî dirêj kirê..Mîna Leylê û Mecûn  li hevu dinirîn. Di nava wan de tenê ezman hebû..Armanc nêzîk bû, lê gelek kar û xebat jê re diviya bû, ne kevir hilkirin û ne jî cot ajotin, ne dan kutan û ne jî paleyî mîna wî karî bû.. Destê xwe vekir û pença xwe bo girtina gûzan amade kir, lê heywax! Çiqas dûrin..! Tu dibêjî; belkî li Hindistanê ne. Di ber xwe de got:

“- Ez tînim.”

Destê xwe avêt çiqilekî û ji darê şikand, bi wî çiqilî bizava xwe kir, ku gûzan ber bi xwe ve bîne, lê nebû. Di xwe de got:

“- Eger ez gûzan nestînim, ez ji darê danakevim.. Mirovekî mîna Rêdar, ji a xwe venagere. Bi cî anîna armancê tiştekî mirovî û siroştiye..Eger mirov tengiya û çetiniya nebîne, jîn bi wî xweş nabe, jîna bê tengî û xebat û kefteleft jî mîna mirinêye..” Ev bîr û bawerî di seriyê Rêdar de ji zarotiyê de hatibû çandin û di hişyariya wî de damarên xwe berda bûn, çawa ku dara gûzê damarên xwe berda bûn binê newalê û binê bîvê (zevîn, erd).

Roj giha ber rojavayê, zengilên pezan dikirin ling-ling û zinge-zing, şivan vedigeriyan gundan, lê Rêdar ji dara gûzê daneket, dilê wî cixareyek xwast, lê ji ber ku wî nizanî bû; ewê wê rojê rojiya xwe bişkîne, cixare bi xwe re ne anî bûn, zikê wî jî ji nêza ra dikir qur-qur û nizanî bû bi çi sohtina hinavên xwe rawestîne, destê xwe avêt pelekî darê, xiste devê xwe û cût, lê mixabin! Pelên gûzê wilo tehlin, ku mirov nikare hîç bixu, hema dîsa jî ji wî re mîna dermanekî baş bû, hinekî ew vehesand. Got:

“-Eger ez xwe bavêjim ser gûzan, ezê wan bigirm û biçim li pîkinê hanî kevim (bikevim). Hinekî parsiyên min wê bêşin (biêşin), lê ezê ji vê rewşê derkevim. Eger ez tim wilo bimînim, ezê biwestim û êdî nikanibim ji darê dakevim (jêrkevim).

Çavêd xwe damirandin û xwe bi hemû hêza ku di wî de mayî avête ser gûzên, ku li hember wî dilivîn. Lê mixabin! Sed car mixabin!

Lingê wî yê çepê tevizî bû û zû ji cî nelivî, ew û çiqilên darê bi hev re jêr ve hatin, li gelek pîkin û çiqilan ket, mîna kurtanekî keran ji jor ve hate xwarê û rump li erdê ket. Dinya li dora wî geriya, daweta wî hate ber çavan, lê belê hişê wî ji serî çû, kef bi devê wî ket û mîna miriyekî li ser çîmen dirêj bû, bi gelek ciyan çermê wî kilişî (birîn) bû, parsiyên wî şikestin û cilên wî çiriyan. Du gûzên sama hêkên (hêg) misriyan di pença wî da bûn. Erê! Herdu gûzên, ku ji berî nîvro de qezer ji wî dixwastin û bi wî dikeniyan, di pença wî da bûn, bê liv mabûn, mîna du kewên girtî nikarîn bireviyana û mêraniya Rêdar pejirandibûn. Mêraniya ku heya fedekarî û xwe bihortinê..Mêraniya heya standina armancê li ser rûyê Rêdarê raketî û pişt şikestî rêç û şopên xwe hêştibûn.

Cankurd

—————————-

(*) Kovara Rewşen, hejmar 1, havîna 1988’ê (bê nav hatibû belav kirin.)

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply