Rêç Rêça Kerê ye Lê Fêl Fêla Bûke ye

Zemanê berê xesuyan pir zordestî li bûkên xwe dikirin. Hin xesûyên wisa zalim hebûne ku bûk nikaribûn bê destûra wê nanê tisî bixwin.

Dibêjin, xesuyek du bûkên wê hebûne. Bûkek pir sefî û xêtik bûye, yek jî pir şareza û xasûk bûye.

Xesuyê pir tade û kotekî li herdu bûkên xwe dikir û nedihişt ku ew têrxwarin bibin.

Çi dema Xesû ji malê derdiket û diçû nava gund, nanên di denikî de dijimartin, piştre denik bi kêranekî qarça ve girêdida, qenim destên bûkên wê negije denikî da nan jê dernexin û nexwin. Gava xesû dihat malê, denik dianî xwarê, pêşî nanên tê de dijimartin, eger jimar temam bûya, her bûkekê keriyek nên dida destên wê da bixwe. Lê eger jimara nên kêm derketiba, agir li bûkan dibarand û ew roj xwarina bûnak heta şîvê nebû.

Ha wisa rojek, dido, sisê, tu bêje bi mehan Xesuyê denikê nên ji ber bûkên xwe hildida, bûk jî birçî diman. Lê bûka şareza hin caran diçû bi dizî tiştine bilind dixist binê nigên xwe û nan ji denikî derdixist, wê û jintiya xwe ya din dixwarin.

Îcar dema ku Xesû dihat malê û nan dijimartin, didît ku va ye nanek kêm e û bi sond û selewatên bûkan jî nikaribû têxe stuyê wan, bûkan jî digot Xesuyê: “Hişê te nemaye û te berê hejmara nên zêde kiriye” wê didane bawerkirin.

Piştî piştre Xesuyê fim kir ku nikare êdî nanê kêm têxe stuyê bûkan, teqtîkên xwe guhert û rojekê dîsa denikê nan li qarça daleqand, erdê tangava binî bi heriyê sehand û çû derva. Bi wê yekê eger bûk herin nan ji denikî derxin, rêça wan kifş bibe.

Bûka şareza jî çû maker ji axurê derxist, bir nava malê û lê siwar bû, çû binê denikê nan û nanekî jê derxist, anî kir du kerî û yek wê xwar, yê din jî jintiya wê…

Dema Xesû hat malê û lê niherî ku va ye rêça makerê di seyandina heriya li binê denikê nan tê de tê dîtin, rabû ser kerik û denik anî xwarê, nanên tê de jimartin, dît ku nanek jê kêm e. Xesuyê li rêça makerê niherî, li nanên di denikî de niherî û berê xwe da bûkan, got:
– Erêêê, erê! Rêç bi xwe rêça kerê yeee…, lê wele fêl fêla bûkê ye.

Hêvîdar im ku ciwanên me jî, bi dîtina rêçên keran, kiryarên xiraban berze nekin.

Zeynelabidîn Zinar

Derbar Çand Name

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply