Rêberin An Rêbirrin!?

Dîrok sîberên dirêjkirîyên mêrên navgiran e.
Emerson

Eger em dîroka gelan di ber çavan re derbaskin, emê tekez bibînin ku, peyva Emerson rast û diruste, ji ber ku di dîroka gelan de, ne tenê Rêber bi rola serekî radibe, lê ew rol bar û erka wî ye! ji ber Rêber kesekî hişmend, wêrek û berxwedêr e û dikare pêşhatan bixwîne, û rêçareyan jê re bibîn e?

Ji ber ku ji taybetiyên Rêber an serkirde, ku hemû karînên xwe, ji bo berjewendiya welat û gelê xwe terxan dikin, ji ber ku helwesta wî/wê  bibe gemya rizgarbûnê ji pêlên deryayên dek û dolabên dijminan, yan jî wê bibe sedema ji destnana serwerya niştimanî û sedema bindestbûna gelê xwe. Herwiha digel helwest û xwendina rast ji rastîbîniya rewşê re, divê bijardeya rast û dirust hilbijêre, li ser bingeha ragirtina berjewendîyên neteweyî û yên niştimanî, di ser berjwendiyên kesatnî an yên hizbîtî.

Wek tê zanîn, piştî derbasbûna sedsalekê bi ser bicihkirina rêkeftina Sayks Pîkot re, ku Kurdistan duyemîn car bi ser dewletên herêmê de hat dabeşkirin û welatê me kirin çar parçe, digel vê yekê jî ,cara yekeme ku rewşa siyasî Sûriyê û li Roavayê Kurdistanê, derfetek dikeve holê, ku Kurd karibin mafên xwe yên rewa û destkeftinan bi destxwe ve bînin.

Ev e nêzî heşt salbûn di ser pirsgirêk an kuştara Sûriyê re derbas dibe, tevî rewşek hestyar û tirsnak rûbirûyê gelê Kurd bûye. Tevgera siyasiya Kurdî divê hemû nakokî û him hevrikiyên xwe bi rexekî dana û kar li ser yek helwesta tevgerê kiribana, tevî hewlin hatin kirin ji bo yekrêzî û yek helwestkirina tevgera Kurdî li Roavayê Kurdistanê, ew jî bi pêkanîna rêkeftinên Hewlêr û Duhokê bûn, bi serperştiya rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li mixabin ji ber pêbendnebûna Tevdemê ew rêkeftin pûçbûn û nehatin bicihkirin, û yekkirina biryara siyasiya kurdî pêknehat mixabin.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û çeteyên Sûrî ve, û encamdana proseya guhertina demugravî li Herêma Efrînê. Hherdu aliyên siyasiyî gunehbarin, ji berku herduyan alkariya tirko kirin, karbidestên Efrînê xwestin herêmê bê gel radest bikin, û  radestkirineke xwînî hat encamdan, û aliyê din jî bi bê dengiya xwe û razîbûna xwe Efrîn beşdarî tawana serdemê bûn.

Tevî herdu aliyan bi fermî tu daxwaza lêborînê ji gelê xwe nekirin e, û Efrîn di navbera berjwendiyên kesatî û yên hizbî de hat firotin û hat dagîrkirin, lê mixabin ta niha ew hizira pozbilind û sergerî li hember hev berdewam e, û niha Roavayê Kurdistanê ji Efrînê bigre û ta Eyndîwarê dibin gefa nemanê de ye, tevî  vê bolbelatê jî, hîn dan bi hevnekirina rêberû serkirdeyan jî berdewam e.

Gelo kengî ev serkirde û rêberên Roavayê Kurdistanê wê bi rêzdarî seyrî doz û gelê xwe bikin, û bi hestekî hişmed û berpirsyaran e têkiliyê digel gefên nemanê bikin, wê kengî xwe bibînin Rêber daku destkeftan ji gel û welat re bi destxwe ve bînin. Eger bi riftar, helwest û karê Rêberan ne rabin, biborin wê demê win ne Rêberin, mixabin win Rêbirrin win kesên qels û lawaz û birçîn e, kesên birçî jî, prensîpên xwe dixwin, rêbirrê hêvî û armancên gelin, rêbirrin û rêgirin li pêş azadiya gel û rizgariya welat.

Serkirdeno…Rêberno, xwîna pakrewanan, birîndaran û rondikên daykên pakrewanan erzan nekin, hêvîyên bav, xwîşk û birayên pakrewanan erzan nekin, mafê û hêviyên gelê kurd ji dest nedin, berjewendiya gel û welat li ser erkekî pîroze, divê yekrêzî û yek helwesta xwe pêkbînin, eger na …win Rêbirrin…Rêbirrin û ne Rêberin!?

Di hebûn û jiyana gelan de, û herwiha di serkeftin û peşveçûna miletekî de, kiryarek tê bi cihkirin û bi bicihkirina wê kiryarê jî, ji erk û rola qata maldarên niştiman perwer û her wiha ji qata bijarde tê xwestin,  û kesatiya rêber bi taybetî rol û bandora xwe têde dibîne.

Di rewşa siyasî ya me de, bi taybet li Rojavayê Kurdistanê sed mixabin rêberin ji ezmanan anîn xwar Rêberin an rêbirrin du peyvên bi hemû erk, xebat û armnacan ters û bervajî hevin, ka birêvebirin an pêşengên girupekî an miletekî dikin, daku wî miletî bighînê navser an peravên bihayên mirovatiyê, ew jî jiyanek azad û bi rûmet e, ev yek jî pêk nayê eger welat ne serbixwe be.Û ka rêbirrîn daku mirov kole be û di laleyên bindestî yê de bijî, û di dîlîtiya hizir û ramana serdestan de tevbigere û çanda dagîrker jî pîroz bibîn e.

neteweyî yên pîro.Di navbera wateya peyva Rêber û Rêbir deDi jiyan û hebûna gelan de rol û pêgeha kesatiya rêber an pêşeng roleke serke û bandoreke rîçalî dibîne, lewra kar û erkê rêberatiyê gelek giran û hestiyare, giranî û hestiyariya rolê rêber ji ber wê yekê ye ku, pêşeroj û çarenivîsa miletekî dinexşîne, bi wateyeke din birayardana man û neman miletekî bi tayebet wek gelê Kurd diçespîne?

Mihemed Hesko (birasoz)
Almanya 13.11.2019

Derbar Mihemed Hesko

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply